Azadiya gelên îranê wê bi destê jinan pêk bê

- Evin ZİLAN
718 views

Ax û erdnîgariya Îranê yek ji erdnîgariya herê dewlemend û bi bereket ya Rojhelata Navîn e. Gelên li Îranê dijîn, bi taybetî jî jin ji vê dewlemendiyê bê par mane. Welatparêzeke ku di dirêjahiya dîrokê de hMANSET-er tim xwedî têkoşîn û berxwedanek bê hempa bûye. Mil bi milê bav û bira, hevserê xwe di meydana têkoşîn û şer de canê xwe feda kirine, tu caran teslîmiyet nepejrandine. Her dayîm di hemû têkoşîn û şeran de cih girtine, rola xwe bi awayek herê ber bi çav lîstine.

Erdnîgariya Îranê, welatê çanda xwedawenda dayîk û mezin bûna mirovahî yê, zarokê xwe jî bi vî rengê berxwedêr mezin kiriye. Zarokên ku weke dayîka xwe serhildêr, weke çiyayên bilin yên Zagrosan serbilin û bi vîna ku heya niha tu hêzekê nekariye wan mecbûrê teslîmiyetê bike. Bê guman ev çanda taybet ya vî gelî ye û tu hêzek, desthilatdariyek vê nekare ji destê wan bigre. Dibe ku bi hezaran sal ji vê dîrokê derbas bûye lê, hîna jî li hember her cûre  zext û çewisandinê serî hildidin û mafê xwe dixwazin. Her pêvajoyê de ev dîrok bi xwîn, şer, serhildana gel an, serhildêrî û têkoşînê derbas bûye, jin jî wek her carekê di rêza herê pêş de cihê xwe girtî ye.  Pergala zihniyeta zilamsalarî hertim dixwaze hêza jinên azadîxwaz bişkêne, lê jinên wek Qedemxêr û Qomriye Xanimê jî bi tevlîbûna xwe a şer û fermandarî kirina di wan şer de, sînorên ku zîhniyeta heyî ji bo jinê daye çê kirin, hilweşandin. Dibe ku ji çûna jinan a dibistan û israra wan a ji bo fêrbûna zanistê, bûne asteng, lêbelê jinên mînak yên wek Bîbî Wezîrof û Mestûra Erdelanî ku bi serhildêrî li hember van ramanên kilasîk û paşverû sekinîn jî hene.

Jin hêz û cisareta têkoşînê ne

IRAN-4Dîsan bi dehan, sedan jinên din ku dixwastin li qadên cûda yên huner, wêjeyê de bixebtin û hebûna xwe wek jin bidin diyar kirin; her wiha li hember zayend perestiya di zagonên bingehîn yên îranê de, ne beşdar bûna ji hilbijartinê û astengiyên din li hemberê jinê ku bû sedemê têkoşîn û serî rakirina jinan. Jinan di her derfetekê de dengê xwe yê dijber bilind kirin û heya gihan armancên xwe, nesekinîne.

Bi beşdar bûna jinên Îranî, çi Ereb, Kurd û çi Fars, Beluçî û Azerî, bi yek deng û rengî di dema şoreşa 1979´an de cih girtine û ser ketina rastî jî bi vîna gel misoger bû. Em nikarin vê rastiyê ji nedîtî bên. Ger beştarbûna jinan a çalak nebûya, ne gengaz bû ku ev şoreş serbiketa. Wêrekî û fedekariya jinên Kurd, Fars, Ereb, Azerî û Belûç û gelek netewên din yên li Îran ê, hêz û cisaret da zilamên Îranî. Tu tişt nedikarî wê gavê li pêşiya armanca wan bibe asteng.

Di navbera van 40 salan de, piştî şoreşa 79´an, jin bi hêviya ku bikarin hîn zêdetir beşdarbûna xwe a di qada siyasî, civakî û aborî hwd. de bidin çê kirin, hewldanên mezin kirin. Rexmê ewqas bê edaletiyan ku li hember jin hat kirin, weke deskeft tişta ku dan jinan ji wan qadan dûr xistina wan bû. Jin bi hêviya guherîn û veguherînan,  hertim piştgiriya xwe a ji bo dewletoka heyî dan diyar kirin û di her pêvajoyekê de, bi awayek çalak beşdarûna xwe dan çêkirin. Lê, mixabin rewşa jinê her ku çû xirabtir bû. Her carekê bi hinceta guhertinê Serokomar û sozên derew yên didan jinan carekê din jin anîn ser sendoqê û hikmê deshilatdariya xwe didan erê kirin. Tişta wek spasî ji jinan re dihat dayin jî ji erkên siyasî û civakî dûr xistina wan bû. Wisa lê hat ku êdî ji bo jinê di her qadekê de kar kirin ne pêkan bû. Jin carekedin hepsê malê dihat kirin. Ji bo ev zihniyet bi civakê jî bidin pejirandin, hedîsên ku bi xwe çêdikirin li hember civak û jinê bikar tanîn. Li ser van mijaran di tv. an de bernameyan didin çêkirin. Pirr beş û pîşeyên heyî di zankoyan de ji bo ku jin nekarin kar bikin, hatine rakirin. Her ku diçe pîroztiya malbatê bilindtir dikin û jinê jî weke febrîqeya zarok anînê dideynin ciheke din û bi vê yekê dixwazin artêşa xwe mezin bikin. Wisa lê hatiye ku kar kirin ji bo jinê êdî ne pêkan e, qedexeye, biskilêt qedexeye, li xwe kirinê cilê bi reng û xwe kirina şalê qot qedexeye, dewsa viya dixwazin ku çarşev an jî niqabê jin serê xwe bikin ku tu pêwendiya xwe bi çanda gelên Îranî re nîne.  Ji xwe wek gelek tiştan vê yekê jî li ser navê îslam û cih anîna daxwaza xwedê, bi başî û dûr xistin ji xirabiyan didin meşandin. Her cûre fêlbaziyê li hember jinê bikar tînin ku wan êsîrê di nav qefesa malê bikin û koletiyek mutleq li ser wan ferz dikin.

Gel guherînê dixwaze

IRAN-7Mijarek din ev e ku pêwîste were zanîn jinên Îranî tu caran nakevin bin deshilatdariya heyî; her roj bi sedemên cihê dengê xwe yê dijber bilind dikin û nepejirandina hikûmet, desthilatdariya heyî diqêrin. Dîl kirtina jinê a di malê de, çewisandina fikrên azad, rojnamewanên azad û kesayetên siyasî, medenî, mirovên rexnegir û pirr mijarên din hîşt ku civak ber bi teqînê biçe. Bêkarî û zêde bûna fesada civakî; rexmê ku Îran dewlemend de gelê wê di rewşeke bi êş de dijî. Gelên Îranî baş dizanin ku deskeftiyên Îran ê, ji bo şerên derve de, bi taybetî li Suriyê û Iraqê tê bikaranîn. Li aliyê din de jî rêveberên Îranê ku hemû nirxên bin erd û ser erd yên vî gelî talan dikin. Ji gel didizin û her diçe dewlemendtir dibin, ji aliyê din de jî hejmara kesên xêzan her ku diçe zêdetir dibe. Bê guman ev rewş li Kurdistanê hîn xirabtir e. Bûyerên ku herê dawî li Kirmaşan ê, piştî erd hejê rû da, rewşê gelê vê herêmê ji berê hîn xirabtir kir. Ne tenê dewlet alikarî neda wan, rê neda ku alîkarî jî biçe vê herêm ê. Ev diyar û zelal bû ku dewlet dixwaze gelê herê qedîm yê van axan, li ser vê axê bi komkujiyê re rû bi rû bihêle û yên dimînin jî kedî bike, bi hin derfet û imkanên biçûk wan bixe bin xizmeta xwe.

Rewşa heyî, dîsan sozên direw ku her carekê didin gel an, êdî têra qanî kirinê nake û gel bê sebr kiriye. Lewma di despêka sala 2018’an de, serî rakirina gel li herêm û bajarên mîna Meşhed, Îsfehan û Qomê ku navendên bîrdoziya desthilatdariya rejîma Îranê ye, ev mijar ji bo dewletê jî weke ecêpmayînekê, mijarek balkêş bû. Berdewamiya van serhildanan, gorbûna agirê heyî di navbera 10-11 rojan de domkir, ne mijareke ku ji çavê cîhanê were veşartin. Dibe ku gelek oposîzyon û aliyên dijber xwestin vê rewşê ligor berjewendiyên xwe şîrove bikin û wisa nîşan bidin ku wan birêxistin kiriye. Lê, 40 sal li bendê mayina gel û bi taybet jinan li ser esasê gihîştina armanc û daxwazên wan ne mijarek biçûk bû.  Ji bo pêkhatina vê rewş û yek dengiya gel; di van serhildanan de gelan da nîşandan ku gelên Îranî ji rewşa heyî nerazîne û daxwazên xwe yên ji bo guhertina pergalê hene. Gel dema nexwaze tu opozîsyon û alî nikare wisa di nav hevsengiyekê de, di eynî demê de wan derxîne kolanan û banga têkoşînê bike.

Jin xwedî li dîroka xwe derket

JINEN IRANE-1Berxwedanî û çalakbûna jinan a di vê pêvajoyê de pirr ber çav bû. Careke din jinên Îranî bi xîretbûn û hestên xwe yên azadiyê bi dengê bilid diqêra. Ji mîrateya xwe ya dîrokî xwedî derdiket. Şîarên “Bimre hikûmeta dîktator, bimre Xameneyî”, li esimanê Îran û Rojhelatê Kurdistanê bilind dibû. Şewitandina wêneyên Rêberê Olî yê Îran ê, êriş birina ser navendên Besîc û polîsên dewletê da nîşan dan ku ev nerazîbûna gel serhildêriyek civakî ye. Vê carê ne wek 2009´an ku ser daxwazên hin derdor an jî reformîstan dakevin qadan. Daxwaza gel hilweşandina dewleta melayan a Îranê ye. Jin bi êrişên bi kevir pêşengtî ji vê serhildanan re kir û careke din bi beşdarbûna xwe ya çalak hestên şoreşa 79´an zindî kir. Di tevahî şoreş û raperînên ku di dîrokê de pêk hatiye, têkoşîn û pêşngiya jinê li Îranê bûye mînak ku heya roja îro ev hest û taybetmedî parastine. Ji ber ku dewlet di ferqa rol û mîsyona jinê de ye, herê zêde jî bera êrîşên xwe dide jinê. Girtîgeh bûne navendên dîl girtina jinên rewşenbîr, rojnamewan, kesên polîtîk, rexnegir û hwd. Bi çêkirina tirs û xofê dixwazin ku li hember hestê azadîxwaz yên jinan bibin asteng. Bê ku bizanin berxwedanî u têkoşîna jin pêtek ji agire û ev agir zû bi zû natefe.

Qala qetil kirina elek kesan tê kirin.  Kesên hatine girtin di bin şikenceyek girande derbas dibin û rejîm hewl dide bi vî rengî tola xwe hilde û gel çavtirsî bike. Lê, ew nikarin hêviya azad a civakê dîl bigirin, hêviya ku careke din dikare şoreşê bide despê kirin. Gel di ya xwe de bi israr e, vê yekê di helwesta xwe de jî dide raber kirin. Nerazî bûn û serhildana gelên Îranî carekedin da nîşandan ku di vê sedsalê de û bi taybet di vê pêvajo de êdî pergala netew-dewletê nikare bersiva daxwazên civakê bide. Ew civakek li ser hîmê pergala demokratîk ku bi xwe jî bikarin xwe tê de îfade bikin dixwazin. Pergala Komara Îslamî a Îranê jî baş dizane ku ger guhertinê çêneke, bi  şoreşa civak û gelên li Îranî re vê rû bi rû bimîne. Civak pêwîstiya xwe bi pergalek demokratîk dibîne ku rê nede tu cûdatî, zayendperestî û netewperestiyê.