Bersiva Las Tesis’ê

- editor
371 views

18 Cotmeha 2019’an wê di dîroka Şîlî ya gelan nivîsî de mîna rojek giring cihê xwe bigire. Wê rojê li dijî zilm û dagirkeriya 30 salan, hêrsa milyonan teqiya. Bi saya inisiyatîfên xwendekaran gel bi daxwaza nerazîbûnên xwe bîne ziman daket qadan. Ew serûbinbûna civakî ya li Santiagoyê dest pê kirî, bi lez belavî welat hemûyê bû. Bê guman tevgera herî berfireh ya deh salên dawî ye ku bi tevlîbûnek zêde pêk tê. Li qadan û kolanan ne tenê şagirt, kal û pîr, malbat, ji her beşa xebatê karker, dapîr û bapîrên teqawitbûyî, zarok û herî zêde jî jin hebûn.

Ji xwe tevgera femînîst li Şîlî di salên dawî de pir mezin bû. Vê tevgerê xwest îdeojiya neoliberal a kapîtalîzmê ji binî de biguherîne. Bi vî rengî xwest civakê, siyaset û şêwazên xwerêxistinkirinê jî biguherîne. Tevgera femînîst li Şîlî bi vî rengî xwediyê şîara qonaxa guherînê bû. Hêza vê tevgerê têrê kir ku gelek derdor giringiya bidestxistina qad û kolanan fêm bikin. Ji ber vê jî di qada tekoşîna civakî de mîna stêrkekê teyîsî û mezin bû. Lê belê li pişt vê serhildana civakî şîdeta dewletê û polîsên wê heye.

Dad ji kê û çawa tê xwestin?

Di 150 rojên serûbinbûnê tenê de nêzî 3000 hezar kes hatin girtin. Mirov niha nikare derbarê aqûbeta wan de tiştek bêje, belkî hinek ji wan hatin berdan, hinek di hepsa malê de ne, hinek jî hatin girtin. Li aliyê din 460 kes di encama gulebarana polîsan de ji çavên xwe birîndar bûn. Polîsan yekser çavên çalakgeran kir armanc. Du buyerên nîşane hene; xwendekarê ciwan Gustavo Gaticia li derdora plaza Dignidad bi gulleya plastîk ji du çavên xwe birîndar bû û êdî kêm dibîne. Nimûneya duyem jî dayîka xîzan Fabiola Capillay. Li San Bernardo ji bo biçe kar ji mala xwe derket. Di vê bûyera li başûrê paytextê pêk hat de, Carabinero’yan gulle berdan rûyê Fabiolayê. Di encam de Fabiola bi temamî kor bû û mejiyê wê jî zirar dît. Ew videoyên bi kamerayên go-pro yên bi serê polîsan ve girêdayî hatine kişandin li tevnên civakî geriyan. Di van vîdeoyan de bûyer zelal tên dîtin. Piştî bûyeran 6 mehan hê jî berpirs fermî nehatine eşkerekirin. Alîkariya dewletê?. Qet nebû. Kesên li dijî wan bêdadî, zilm û destdirêjî pêk hat wisa hiştin. Ne dewlet, ne jî saziyek din a fermî ziyana van kesan pêşwazî nekir. Dijberî vê yên li edaletê digerin dema serlêdana suç kirin dubare travma jiyan û hatin mexdûrkirin. Berî demek kurt dema jinek ji bo serlêdana destavêtinê çû navenda polîsan, ji ber binpêkirina karantînayê hat destgîrkirin. Ku polîs krîmînalîze dike û dewleta baviksalar suç dike; jin wê ji kê û çawa daxwaza pêkhatina edaletê bikin?. Em jin bersiv didin: Em dizanin ku edalet di civakê de ye; tenê gel dikare bibe alîkar ji xwe re.

Li Şîliyê raboriya tundiyê kevn e

Li Şîlî dîroka tundiya li dijî jinê û derdorên muxalîf dirêj e. Mirov dikare bêje digehe rabûnên pêşî yên li dijî terora dewletê. Nimûne di dema dîktatoriyê de jinên rêxistî li kolanan li dijî zilm û zorê, binçavkirin û windakirinan, li dijî kuştin û lêdanê dest bi xwepêşandanan kiribûn. Zext û îşkence di dema dîktatoriyê de li vî welatî wekî çeka terora dewletê hatin bikaranîn. Bi vî rengî neolîberalîzm pêk anîn. Îro em dibînin dîsa li hemberî çalakgeran, bi armanca kontrolkirin û cezakirinê heman rêbazan bikar tînin. Bi vî rengî jinûve dixwazin tirsê bixin laş û hişê me. Her wekî li dijî jenerasyona berê heman polîtîka pêk anîbûn, niha jî vê yekê dixwazin. 17 salan û piştî wê li dijî beşên pêşverû û demokratan heman tişt kirin. Mîrateya vê dîktatoriyê qet neqediya. Ev rêbaz di navenda nerazîbûna tevgera civakî ya li Şîlî de ye. Ev tevger modela neoliberal û baviksalar ya dema dîktatoriya sivîl-leşkerî lêpirsîn dike. Ev model di bin navê destûra bingehîn ya Pînochet de hat parastin û dehan sale ji bilî xurtkirina naverokê guhertinek di destûrê de çênebû. Jinên ku di dema dîktatoriya Pînoshe de hatibûn tecawizkirin digotin laşê me bû qada şer. Ev rastî îro jî dewam dike. Lê her roja din zêdetir eşkere dibe. Li gel vê tevgerên femînîst karîn van êşan bikin polîtîk ku em jin bikarin berdewam têbikoşin. Em wisan bawer dikin jin û tevgerên femînîst di çalakiyên Cotmehê de rolek gelek girîng lîstin. Ji xwe berê jî tevgerên femînîst bi çalakiyên xwe ji vê demê re amade bûn. Van tevgeran li Şîlî hiştin ku zilma neolîberalîzmê di jiyana her kesê de bibe mijara lêpirsînê. Van tevgeran perwerde, tenduristî, firotina avê, cezayên kurtajê, binpêkirina keda jinan lêpirsîn. Bi vî awayî tevgera femînîst li gel tevgera ciwanan û rêxistinên civakî cihê xwe girt.

‘Di rê de tecawizkarek’

Tundî tenê ji saziyan nayê. Li bend û barîkatan jî tundî heye. Wekî tê gotin ‘Zilamek rastgir ê tundîparêz pir dişibe zilamek çepgirt yê tundîparêz’. Li dijî vê hevalên jin dengê zengilê bilind kirin. Tevî tirsa li kolanan li alîkariyê geriyan û her dem hevûdû parastin. Bi vî awayî xwişktî û tevna hevgirtinê xurt kirin. Ku ev bi xwe taybetiyên tevgerên civakî ne.

Destdirêjî û îstîsmara zayendî ji gelek eniyan ve pêk tê. Di vê çerçoveyê de kolektîva Las Tesîs ji polîsên ku xwe wekî ‘di rê de hevalek’ pênase dikin’ re got ‘di rê de tecawizkarek’. Jinan ji vê pênaseya rastiyê hêz girt. Ji ber ku tundiya zilamtiyê ya rojane destnîşan kir. Giringe em behsa gavên li qadên din yên civakî hatine avêtin jî bikin. Di Çileya 2020’an de li Santîago’yê civîna duyem ya tekoşîna jinên pir-netew pêk hat. Vê civînê hêviya jinûve nivîsîna destûra bingehîn mezintir kir.

Li hin herêmên Başûrê Emerîkayê tundî ne tenê li dijî jinan, li dijî civakê hemû bi kûrahî pêk tê. Yek ji van herêman jî Wallmapu ye ku gelê Mapuche lê dijî. Artêş û polîs li vê herêmê serbest digerin û zilma dewletê pêk tînin. Di dema Covît-19 de mîlîtarîzasyona li vê herêmê xurttir bû. Bênavber bi ser malên gel de girtin û gaza sotîner bikar anîn. Gelek kom bê mal man û ji wir hatin derxistin, malên wan hatin wêrankirin, gelek lîder an jî weîchaes (şervan) bêdad hatin hepiskirin. Li dijî vê rewşê bi armanca protestoyê û pêkhatina edaletê çalakiya greva birçîbûnê dest pê bû. Jiyana Celestino Córdoba ku otorîteya manewî ya Mache ye ket xetereyê. Dîsa hin lîderên civakan û li Wallmapu jî berdevkê civakekê Alejandro Treuquil bûn armanca reşkujiyan. Dîsa ji ber xebatkarên Baxçeyên Mauche yên jinan ji bo debara xwe bikin zebze difiroşin, rastî zilmê tên. Jin neçar dimînin ji ber destdirêjî û îşkenceyê giliyê zilaman bikin. Lê polîs li şûna li giliyan guhdarî bikin, wan biçûk dixin û destdirêjiyê dikin.

” Carek din bêy me nabe “

Çavkaniya vê hişmendiya zordar tirsa dewleta faşîst ya ji milyonan jinên rêxistî û aktorên din yên civakî ye. Hikûmeta Sebastián Piñera kesê rêve nabe. Xwe disipêre kuştin, kontol, windakirin, îşkence û binpêkirinan. Di dema serhildanê de gulle û bombe dibarîn, zilm hebû. Di pêvajoya pandemiyê de rewş neguherî, dijberî wê xirabtir bû. Ji ber ku dewlet modernîzasyona zilmê ji aramiya mirovan li pêştir  dibîne.

Îro li Şîlî û bi giştî li Emerîkaya Latîn mirov neçar mane yan Covîd-19 bibijêrin, an jî ji birça bimirin. Em pir baş dizanin pandemiyê ji bo kontrola civakê pir baş bikar tînin. Ji ber ku mirov her roj ji bo têbikoşin derdiketin kolanan û neditirsiyan. Lê niha jî vîrûsek ku bi asanî dikare we bikuje heye. Ku tu feqîrî, dê tirs dîsa êrişî te bike. Lê tevî vê jî em xweşbîn dimînin û hêviya xwe ya şoreşger zindî digirin. Ji ber rûpoş tenê rû digire, birçîbûnê ji holê ranake. Ji ber vê jî ev rewş hemû mecbûre bibin sebebên xurtbûna tevgera civakî û tevgera femînîst.

Ji bo zêdetir tişt bên guhertin divê jin û muxalîf dengê xwe bilindtir bikin. Dema em bibin yek ti tişt nikare me rawestîne. Em ew hêzin ku çerxê dizivirînin. Careke din bêy me nabe, careke din dijberiya me nabe!.

Jinên Kurd jî mîna me tundiyê dibînin û têdikoşin. Em hevalên jin yên Kurd ku li dijî tundiyê bi salaye têdikoşin bi hezkirin himêz dikin. Em hêvî dikin, dinavbera axên me de emê hûnandina tevna hevkariyê bidomînin.

Berlîn Bloka Emerîkaya Latîn

Werger: Dilan BOZGAN