Bila em miriyê çiyayê xwe bin Ne saxê welatê derve

- Newaya Jin
606 views

3Fermana ku di 3 Tebaxa 2014´an de hat jiyan kirin, di hafizeya tevahî jinan de wek rojeke reş cihê xwe girt û ji bo ku neyê jibîrkirin jî wê her dayîm ev hafize bê nû kirin. Ji ber ku ew roj, di şexsê jinên Êzîdî de êrîşekî berfireh a ku pergala desthilatdar li dijî çanda dayik û jinê dabû destpêkirin bû. Dayîka Meyan ku ji malbata xwîşka wê 32 kes dîl ketin destê çeteyên DAIŞ´ê û yek ji şahida fermana li çiyayê Şengalê ye, wê ji me re qala wan roj an bike. Biqasî vegotin û bilêv kirina wan roj an, di derbarê tiştê hatibûn jîn de pirs pirsîn jî ewçend zor û zehmet bû. Lê li rexmê hemû zehmetiyan jî me wek Newaya Jin pirsên xwe yên di derbarê wan roj an de ji dayîka Meyan pirsîn û wê jî piştî axîneke kur karî dest bi axaftinê bike û pirsên me bibersivîne.

Dayê, roja fermanê hûn li ku bûn  û hûn dikarin ji me re behsa tiştên hatin jîn bikin?

Em bi xwe ji gundê Til Azer in. Berê fermanê ji xwe em hemû li ser agir bûn. Em ditirsiyan. Şeva fermanê, pevçûn ji aliyê Şêx Xidir hat destpêkirin. Em jin û zarok ji gund derketin û me bera xwe da çiya. Aliyê Gundê Cudalê de em ber bi çiya ve ketin rê. Em nû gihiştibûn aliyê çiya, me dît ku DAIŞ ket Şengal ê. Erebeya me heyan cihekî hat û di rê de sekinî, ji ber vê jî em neçar man rêya mayî peyayî biqedînin û yek ser ketin ser rê. Em ewqas westiyayî bûn ku bi çarlepkî dimeşiyan. Destpêkê me texmin nekir ku ewqas bikevin axa me, me digot wê hinek bimînin û vegerin malên xwe. Me tMANSETenê hin tiştên sivik bi xwe re anîbûn. Xwarin û ava me kêm bû. Lê piştre me mêze kir ku rewş ne baş e. Destpêkê em li qontara çiya man. Dû re em dîsan birê ketin. Em du sê roj an di rê de man. Em ji ber bê av û bê xwariniyê perîşan bibûn. Mirovên mezin dikarin li hember her cûre zehmetiyên jiyanê li ber xwe bidin, lê zarok ne wisa ne. Ew zarok ewqas digiriyan ku hindik mabû biecin. Zarok, kal û pîr, em hemû bi hezar zor û zehmetiyan encax gihiştin serê çiya. Em pirr tirsiya bûn. Pêlava me her tim di bin serê me de bû  û em wisan diraziyan. Me digot ger tiştek çêbibe, bila em bikaribin birevin. Pişt re me dît ku hêzên gerîla li ser rê erebeyeke DAIŞ´ê têk birin. Ji ber wê jî çavê me her li ser rê bû.

Dayik zip û ziwa bibûn, di pêsîra wan de şîr nemabû. Zarok ji ber bê avî û birça pêsîrên dayikên xwe birîn dikirin. Me nanek dikir deh perçe û wisan dida zarok an. Gelek zehmet bû. Em nikarin behsa wan rojan bikin, ji xwe tu gotin jî têra vegotina êşên me nakin.

Ji gundê we kes ket destê çeteyên DAIŞ´ ê?

Gundiyê me hinek ji gund derneketin. Kirîvê me li ser hev xeber dişandin û digotin ku dernekevin, wê tiştek li we nekin, ji ber vê jî hin kesan bi wan gotinan bawer kir û di gund de man. Ji xwe yên man piranî êsîr ketin destê çeteyên DAIŞ´ê. Dema em ji Cidalê derketin, zilam li wir man, ji bo ku li dijî çeteyan şer bikin. Lê dema mêze dikin ku hejmara wan kêm e, sîlehên wan têrê nake, ew jî derketin çiya. Hin kes ji bo xwe li hember êrîşên çeteyên DAIŞ´ê biparêzin, ketin Qubba Şêx Mend de. Lê çeteyên DAIŞ´ê çawan ketin wir de yek ser çûn wêderê û tevahiya kesên ku li wir bûn qetil kirin. Qubba Şêx Mend bi teqemeniyan tevî kesên di tê de teqand in.

Kê diket destê wan wek hovan qetil dikirin. Ez behsa kîjan kuştin û wehşeta wan bikim. Me şahidî ji ewqas êş û zehmetiyan kir ku nizanim kîjanê ji we re vebêjim. Gelek kes ji gundê me êsîr ketin destê çeteyan. Ji xwe jin û zarok hema yekser girtin û birin, gelek zilam jî ji bo wek xulam bikar bînin birin û yen din jî ji xwe yek ser li wir kuştin.


Gelo ji malbata we kes ket destê çeteyên DAIŞ´ ê?

Endam2ên malbata xwîşka min ku mala wan ji aliyê gundê Solaxê bû, hatin girtin. Destpêkê xwe gihandin çiya. Li wir hinek li qontara çiya de dimînin. Pişt re ji wan re xeber şandine û gotine ku em tiştek bi we nakin, herkes li ser ola xwe ye. Gelê me yê ku xwe dane qontara çiya bi vê yekê bawer dikin û xwe berdidin aliyê Siba Salihê Murat. Sê kes hatine pêşiya wan, yek bê çek didu jî bi çek bûne. Çûne gund û çend roj şûn de hemû zilam di sûka gund de kom kirine û birine cihekî din;  zavayê me dikare xwe ji destê wan rizgar bike û bigihîne ciheke ewle, ji xwe dû re xwe gihand çiya. Çeteyan nêzî 500 jin û zarok wek keriyê pez dane pêşiya xwe û birine. Ji malbata xwîşka min tevî bûk û neviyên wê 32 kes hatin girtin. Gelê me yê Êzîdî amade bû ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ´ê li ber xwe bide, lê mezin û giregirên me nehiştin gel şer bike. Hemû ketin derdê mal û milkên xwe. Digotin qey em li dijî wan çeteyên hov şer nekin, ew ê li dijî me nerabin û şer nekin. Ma çawan nedizanin ku ev çeteyên dij mirovahiyê wê çi bîne serê Êzîdiyan. Ev ne fermana ewil e, me 74 ferman jiyan kirin. Çawan em dijminê xwe nas nakin û nizanin ka wê çi bi serê me de bê.

 Piştî ku hûn hatin çiyê û şûnde zor û zehmetiyên ku hûn pêre rû bi rû man çibûn, niha hûn jiyana xwe çawan dibihûrînin?

Me pirr êş û zehmetî dît. Destpêkê tevahiya gel li vir kom bû. Erzaq nînbû. Herkes tî û birçî bû. A rast em nikarin hemû rastiyan bibêjin û hemû tiştên hatine jîn bilêv bikin, ji ber ku diçin li cem hikûmeta herêma Kurdistanê giliyên me dikin, lê hin tişt hene ku rastî ne û ji aliyê herkesekê we tê zanîn.

Birastî jî jiyan gelek zehmet bû. Mirov dikare bibêje hîna jî ew zehmetî hene. Çadir nînbûn, li ber germaya dijwar cihek nînbû ku em serê xwe têxin bin de. Z4ivistanê jî ji sermaya dijwar zarok hemû nexweş diketin, vê carê jî derman bidest nediket. Di germaya havînê de di bin wan naylonan de jiyan kirin birastî jî pirr zehmet bû û ne pêkane ku mirov bikare wan tiştên ku hatine jîn bi tu peyvê bîne ziman. Li hemberê tiştên ku hatin jîn peyv bêdeng û stû şikestî dimînin. Lê dîsan jî êşên me ligor êş û kederên wan dayîk û xwîşkên me yên di destê çeteyên DAIŞ´ê de kêm in. Tişta ku îro ew jiyan dikin û rojane pê re rû bi rû dimînin, ne mimkune ku bi tu hevokê bê te terîf kirin. Ne şeva me şev e, ne roja me roj e. Ji ber wan jinên êsîr ketine destê çeteyên DAIŞ´ê emê tu caran nikaribin serê xwe rehet deynin ser balîfên xwe. Li hember tiştên ku wan jiyan kir û êşên wan, îrov tiştên ku em jiyan dikin ne tiştek e.

Ger di dawiyê de daxwaz û gotineke we hebe em bigirin?

Jiyan zehmet e, lê tiştek wek axa mirov şîrîn nîne. Em qet ji çiyan derneketin. Çiya warên me ne. Çiya mekanê Şerfedîn e. Ev çiya ger bibin tirba me jî em ji vir dernakevin. Gelê Êzîdî stara xwe li vir dike. Ev der mekanê me ne. Em nikarin dev jê berdin. Em hertim dibêjin, bila em miriyê çiyayê xwe bin, ne saxê welatê derve bin.