Birêve dibir, şer dikir û têdikoşî

- Berjin TEKOŞER
471 views

Rexmê serweriya çanda baviksalarî a di dîrokê de, rola jinê a di pêşketinên civakî û polîtîk de ji nedîtî hatine, lê hertim deriyên vekirî ên vê dîroka weşartî ku ber bi rastiyê ve vedibin, hebûne.

Dengê têkoşîna Ezamet Xanûm ê

Ezamet Xanûm ji qebîleya Şatiranlû û ji niştecihên gundê Neyleq a ser bi Xelxal e. Ligor agahiyên heyî Ezamet Xanûm li gondê Neyleq tê dinyayê. Navê diya wê Nazî (yan jî Nazlî) Xanûm bû. Ew jinek zana, perwerde kirî, têgihiştî û ehlê xwendinê bû. Tê gotin ku pirtûkxaneyek wê a bi qasî barê heft hêştiran hebûye.

Ezamet Xanûm tevî zarokên kur ên qebîleyê diçe dibistanê û dovre jî bi rêya mamosteyên taybet ê malê, perwerde dibîne. Ew di temenê ciwan de bi Coreq Beg re  ku serokê 32 qebîleyan e, dizewice. Coreq Beg di encama têkoşîna li dijî êrîş û dagirkeriya hêzên Qaçar de, bi destûra wan tê kuştin. Piştî kuştina Coreq Beg, erka birêvebirinê devrê Ezamet Xanûmê tê kirin.

Beşek qebîleya Şatiranlû dêman û beşek jê jî wek koçber dijîyan. Jixwe demdirêj bi awayek xweser û nîv xweser jiyane.

Ew ji Kurdên başûr û bakurê Kurdistanê ne. Tê gotin Şatiranlû girêdayî konfederasyona mezin a Caf in. Bi koça mezin re; her wiha Şah Ebbas, Şatiranlûyan ji herima qalê tê kirin digre û li qontara rêzeçiyayên Şah Cîhan bi cih dike. Di dema Nadir Şah de jî qismek ji Kurdên Şatiranlû sewqê deşta Lember a Tebrîzê tê kirin. Yek ji navenda ku herî zêde Kurd lê dimînin, Heroabad (Xalxal) e ku dikeve bakurê Îran ê. Şatiranlûyên ku li herêma Xalxal hatibûn bi cih kirin, heya serdema Fetih Elî Şah Qaçar bi awayek otonom dijiyan.  (Pirtûka Kurdên Xorasanê)

Salên xirab û nediyar

Di salên 1914-1918’an de Îran jî tevî şerê cîhanê yê yekem dibe. Jixwe Gîlan di bin dagirkeriya Rusan deye. A rast gelê herêmê di navbera dagirkeriya Rus û dewleta Qaçar de dimîne. Gelê herêmê dizane ku nikare bawerî bi dewleta Qaçar bîne, ji bo wê jî biryar didin xwe bi xwe, xwe biparêzin û dest tavêjin çekê, diçin meydana cengê. Ax axa gel e!

Di sala 1917’an de Şoreşa Rûsyayê peymana aştiyê a di navbera Elman û Rûsyayê de ji holê radike. Rûsya hêzên xwe ji Îranê vedikişîne, hêzên Îngîlîs yekser şûna wan tije dikin û beriya hatina Osmaniyan xwe digihînin herêmên Qefqaz û Badkubê, bîrên petrolê bi dest dixin. Hikûmeta wî ji Mîrza Koçek Xanê Şatiranlû ku waliyê Gilan e re oltîmaton dide û dixwaze xwe bêçek bike. Mîrza û kesên pêre baweriya xwe bi hikûmetê nayînin, hewildanên xwe yên ji bo azadiyê didomînin. Cengel (Tevgera Cengelî ku rêbertiya wê Mîrza Xan dike) hîn bi Îngîlîz û hêzên dewletê re di nav şerdeye ku di 28’ê Gulana 1920’an de Rûsye dîsan vedigere.

Bandora wê a li  herêmê

Bê guman şerê li herêmê yê dinavbera dewleta Şiî a Îran û dewleta Sunî a Osmanî, dîsan destwerdana hêzên derve demdirêj bidome. Û Kurd di navbera van hêzan û destwerdanên wan de dimînin.    

Dewletên cîran, nemaze dewleta Rûsyayê ji ber hakimiyeta Ezamet Xanûm a li herêmê û bandora wê, her gahekê ji bo girtina nêrînên wê, bi rêya hevjînên fermandarên xwe xelatan diyarê wê dikin. Ezamet Xanûm bixwe jî wek seroka hikûmetekê tevdigerî û bi dewletên cîran re têkiliyên dîplomatîk dida avakirin, ji wan re diyarî û di rojên taybet de jî pîrozbahiyên xwe ji wan re radigihand.

Hêz û êtibara bê hempa a Ezamet Xanûm ya civakî, bandora wê a li herêmê Riza Xan têxe nav tirs û gumanan. Bi awayekê ku piştî hatina ser kar a hikûmta darbeyê ya Riza Xan, di 3 Adara 1921’an de, Riza Xan hewl dide alikariya Ezamet Xanûmê bi nefê hikûmeta xwe ve celb bike. Lê bi ser neket û Ezamet Xanûm li beramberî wî sekinî, têkoşî.

Rola jin di nav tevgera Cengelî de    

Di navbera salên 1907-1909’an de, di dema rêveberiya Mehmet Elî Şah Qaçar de êdî rêveberî û pêşengtiya qebîleya Şatiranlû di dest Azamet Xanûma Şatiranlû deye. Di bin rêveberiya vê jina Kurd a çeleng de wê serhildanek mezin bê destpêkirin. Ev serhildan wê ji bo parastina Mîrza Kuçexanê Cengelî, her wiha bibe serî rakirina li dijî dagirkeriya Îngîlîz û Rûs an.

Li gor gotegotan di vê serhildanê de jinan rolek girîng û berbiçav lîstiye. Di gelek nivîsan de derbaz dibe û tê gotin; jin ji bo alîkariya şer xwarin û vexwarinê tedarek dikin, li ser rêya radiwestin û pêdiviyên ji bo şer hewcene didin Cengeliyan.  Lê di hin cihan de jî derbaz dibe û tê gotin ku li cem kêla Mîrza Koçek Xan, kêla gelek jinên din heye ku tê texmîn kirin di vî şerî de şer kirine û jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji van jinan paşnavên wan Cengelî ye. Yek ji wan jinan ku navê wê pir derbaz dibe jî, jina bi navê Heybet Banû a ji Gîlanê ye û ev jin jî tevî şer dibe û heya henaseya xwe a dawî têdikoşe.   

Girînge mirov balê bikşîne ser û êşare pê bike ku jin di vê serhildanê de ne tenê alîkar, an jî di refên paş de cih girtine, belku her yek ji jinên qebîleya Şatiranlû (ku mînaka wê a herê berbiçav jî Ezamet Xanûm e) mil bi bilê zilam li meydana cengê hesp bezandine.

Têkoşîna  serxwebûnê

Reşt, sal Mijdara (1300). Bajar bi giştî dikeve bin dorpêça dijmin, êrîşên Riza Xan  a bi destê hêzên Qazax û îxanetkaran her ku diçe berfireh dibe, şer her diçe gur dibe; ji aliyê din de jî êrîşa Îngîlîzan destpê dike. Lê di bin rêbertî û pêşengtiya Ezamet Xanûmê de berxwedanek bê hempa tê meşandin. Mîrza Koçek Xan (1921) di encama şerê li dijî dagirker û mêtingeran hêzeke xwe a mezin ji dest dide. Ji ber vê jî li pey nû kirina hêzên xwe bû. Riza Xan tevî hêzên Qazax û mêtingeh vê firsendê baş dinirxînin û tevgera Cengelî têk dibin. Mîrza Koçek Xan tenê dimîne û ji ber vê çendê bera xwe dide bajarê Xalxal. Ew ji bo ku ji Ezamet Xanûma xwîşka xwe alîkarî bigre tê Xalxal ê. Ezamet Xanûm çendsed kes ji leşkerên xwe amade dike û ji bo pêşwaziya wî dişîne, lê  Mîrza di rê de bera xwe dide çiyayên Xalxal û li wêr ji ber şert û mercên zehmet ên zivistanê, di sermayê de jiyana xwe ji dest dide.

Lê belê têkoşîna Ezamet Xanûma Şatiranlû a li dijî dagirkerî, mêtingehî û zilmê ranaweste. Jixwe piştî mirina Mîrza Xan dijberiya Ezamet Xanûmê a li hemberî Riza Xan didome û şerên dijwar di navbera hêzên wê û leşkerên dewletê de rû dide. Riza Xan li hemberî berxwedan û serî netewandina Ezamet Xanûmê hêrs dibe û ji bo şikandina hêza wê, dest bi her cûre hîle û fitneyan dide. Ji bo wê jî vê dest bi komplo û hîleyan bike.

Komplo û hîle

Di dema Muhammed Elî Şah Qaçar de (ku welat têkel û di rewşek nearam debû), di nav eşîra Şatiranlû de jina rêber û pêşeng, Ezamet Xanûm dest bi amadekarî û  raperînê bike. Ev jina wêrek û zana ji bo ku Mîrza Koçe Xanê Cengelî biparêze û li dijî dagirkerî û mêtingehiya Îngîlîs û Rûsan şer bike, serî hildide. Di vê raperînê de bajarê Xalxal (ku di roja me ya îro de jî hîn ev eşîr li vê herêmê dijî) bidest dixin û 20 salan vî bajarî birêve dibin.

Di sala 1923’an de, di bin rêbertiya Riza Xan de û bi hêzên Qazax re bi ser vî bajarî de diçin. Piştî şereke mezin bajar dikeve dest dagirkeran û Ezamet Xanûm jî di nav de hemû pêşengên qebîleya Şatiranlû dîl tên girtin. Hemû endamên malbat û pêşengên Şatiranlû tevî Ezamet Xanûmê dibin Tebrîz ê (ku kurên wî jî di nav de bûn), hema bêje hemûyan darde dikin (li gor agahiyekê kurek Ezamet Xanûmê ji vê bûyerê rizgar dibe) û Ezamet Xanûm jî tê girtin.

Riza Xan dest dideyne ser hemû mal û milkê Ezamet Xanûm ê. Mixabin aqobeta Ezamet Xanûmê nayê zanîn. Di vê derbarê de tiştên cihê hatibin gotin û nivîsîn jî  (ku tê gotin Ezamet Xanûm bi alikariya kurê xwe ê ji vê bûyerê rizgar bibû, piştî demekê ji girtîgehê tê derxistin) mirov nizane ka çiqas rastin. Lê em vê yekê baş dizanin ku bandor, wêrekî û cengaweriya wê ewçend bi hêz bûye ku îro hîn bi dengê bilind behs ji têkoşîn û berxwedaniya wê tê kirin.