Cîhan Ara: Jina Paweyî

- Berjin TEKOŞER
689 views

NU-Cîhan Ara Paweyî Keça Mela Nişet Paweyî ye û di sala 1859´an de li Pawe tê dinya yê. Hîn di temenê xwe yê zarok de dest bi xwendina stran û helbestan dike, di vê mijarê de jî xwedî hêjatiyek bê hempa bû. Hîn di zarokatiya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendin û nivisînê dike. Dovre jî li gel mamosteyên pispor dest bi xwendin û fêrbûna zimanê Erebî dike.

Jina Kurd a Paweyî di destpêkê de bi Kurdî stran û helbest dixwendin û dovre jî dest bi xwendin û fêrbûna zimanê Erebî dike. Ji ber ku ew ji malbateke ji giregirên Pawe ku di mijara zanist û wêjeyê de xwedî zanyarî bû, baş tê perwerde kirin. Ji ber wê çendê jî di mijara wêjeya Kurdî, Farsî û Erebî de zanyariyên wê zêde bûn û di mijarên zanistên demê de jî xwedî agahî bûye.

Herçend ku helbestên Cîhan Ara wek dîwan nehatibin çap kirin jî lê di pirtûkên cihê reng de hatine nivîsîn û di nav gelê Kurd yên vê herêmê de tê nasîn.

Lênûsek sêhramîz

Cîhan Ara di serdema Mestûre Erdelanî de jiyaye, jineke zanyar û xwedî nêrîneke cîhanî bûye, her wiha bi mijarên insanî û exlaqî re elaqeder bûye û lêkolînên wê di van mijaran de hatiye çêkirin. Her wiha ew xwedî lênûsek sêhramîz bû ku bi her herikîna hibrê re, teraneyek jê vediqetî.

Ji ber ku Cîhan Ara di nav malbateke esîl û zanyar de mezin bibû û zanyariya wê a li ser wêjeya Kurdî, Farsî, Erebî hebû, kariye ku koka êş û kederan baş fêm bike û xweşikahiyên heyî bibîne ku vê yekê jî rê li zanyariyek wê a di mijara zanistin serdema tê de bû, vekiriye.

Cîhan Ara xwedî bedewî û taybetmendiyên hêja, helbestvaneke ku bi Kurdî helbest dixwîne û ji wan kêm jinane ku li ser jiyana koçertiyê a Kurdan baldar e. Li gor wê yekê jî digihe a herê bedev û gelek helbest ji wê heya roja me a îro dimînin. Tê destnîşan kirin ku ger nivîs û helbestên Cîhan Ara ji nivîs û helbestên kesên di serdema wê de jiyane baştir nebe, kêmtir jî nîne.

Xeyalên civakek azad

Yek ji taybetmendiya din a Cîhan Ara jî xistina bin lêpirsînê a pergala serdest ya zilam bû. Jina Paweyî balê dikşîne ser pergala zilamsalar û vê pergalê dixe bin lêpirsînê, her wiha li ser kok û sedemên zilm û zûra zilam jî radiweste. Li hemberî dilsozî û sebra jinê a ji bo civakek îdeal, ew li pey hedef û xeyalên civakek azad a jin bû. Biqasî ku civaka baviksalarî dixe bin lêpirsînê, ewçend jî ji maf û heqê jinê xwedî derdikeve û diparêze.

Ew di qesîdeyek xwe de balê dikşîne ser derd û kederên jinê ku li ser evîndarek dil şewat e; dibêje ne zilam dikare derd û xemên jinan, birîndariyên wan û hêviyên wan fêm bikin, ne jî pergala serdest a heyî dikare ji jinê re bibe hemder û ji pirsgirêkên wê re bibe çareserker.

Di nav vê efsaneya tarî de, hawarek dilşewat serî hildaye û pencereyek ber bi navenda hêzên desthilatdar re vedike û rexne li bê ziraviya zilam ku xwedî hêz e verdigire.

Cîhan Ara di sala 1911´an de li bajarê Ciwanrû diçe ser dilovaniya xwe û li heman cihî dispêrin axê.