Çima ji her demê zêdetir têkoşîn?

- Newaya Jin
667 views

1-ZAYENDPERESTI U ROLA MEDYAGelek caran em behsa êrîşên bîrdozî yên di qadên cûda yên civakê de ku jin rojane rastê tên, dikin. Di her dem û pêvajoyên cûda de ev êrîşên bîrdozî yên li dijî jinê û nêrxên wê, ketiye rojevê, li ser sedemên van êrîşan hatiye sekinîn. Lê, di tu pêvajoyan de, biqasî vê pêvajoyê jin wiha rastê bombaranek bîrdozî nehatine. Her wiha di tu pêvajoyê de bi qasî pêvajoya desthilatdariya AKP´ê bûyerên tacîz û destavêtinê rû nedane. Hikûmeta AKP´ê di tevahiya pêvajoya desthilatdariya xwe de tûnd û tujî, destavêtin, ji bo bê îrade kirin, têk birina kes û civakê xistiye devrê û wek desthilatdariya tund û tujiyê bi hezar yek fitne, direw, xapandin û maskeyan dixest civakê birêve bibe, tevgeriya. Ji destpêka desthilatdariya xwe û heya roja îro, gav bi gav, her qadek ji jinê re teng kiriye û bi bombebarana bîrdozî a bi rêya medyayê jî xwestiye vê pêvajoya ku daye destpêkirin, bigihîne encam ê. Mirov dikare bibêje dijminê herê mezin yê jinê AKP ye û bi qasî zîhniyeta DAIŞ´ê (ku ji xwe xwediyê heman ferasetê ye û tu ferqa wan bi ji hev û du nîne) a ku xwe di bin hezar yek maskeyan de dinixumîne, bi tehlûke ye.

Rola medyayê û cînsiyetparêzî

Wek tê zanîn ji xwe bingeh û feraseta desthilatdariyê li ser esasê dijminahiya nasnameyên cihê yên civakî bilind dibe. Ji xwe zayendperestiya civakî jî xwe dispêre diyardeya desthilatdariyê û pergalek navend zilam e û ji bo bi berfireh kirina serweriya xwe vê yekê ji xwe re dike bingeh. Ev desthilatî jî ji dewletê destpê dike, heya her şaneyeke civakê û bi taybetî jî dewletoka biçûk malbatê ku wek pergalek hiyerarşîk xwe di nav de birêxistin dike. Ji ber vê jî zayendperestiya civakî nasnameya jinbûnê tune dihesibîne û rê li ber ji xwe biyanî bûna jinê vedike. Ev ji xwe biyanî bûyîn bi awayên cihê tê meşandi, bi destverdana di nav her şaneyek civakê de tê pêşxistin û ji kes re ev rewş xwezayî tê nîşandayîn û didin pejirandin. Ev êrîşên ku em qala wan dikin jî herê zêde bi rêya medyayê tên birêve birin; her wekî desthilatdariyê ku navend zilam e û wisan tê birêvebirin, medya jî bi vê rolê rabûye û dixwaze civakê ji her alî de fetih bike.

Îro li şûna ku em biryar bidin ka emê çibikin, çavan tevbigerin, biaxivin, vexwin û li xwe bikin, kesên din biryar didin. Ango em wisan bêjin vê rastir be; li şûna me reklam, dîzî û hin bernamêyên ku li dijî hebûna jinê ne, biryar didin. Hema bêje bi rêya van reklam, dîzî û bernameyan naveroka rastiya nasnameya jinê tê vala kirin, tiştek wisa ku hema bêje li dijî her cûre hebûna jinê ye tê pêşkêş kirin û tê xwestin di hêşê mirovan de ev rastî, an jî berovajî rastiyên heyî, bê bi cih kirin.

Reklam û dîziyên ku jiyana me a rojane dorpêç kiriye, ne tenê rol û mîsyona zayendperestiyê belav dike, di heman demê de bi her sehne an jî peyvekê de êrîşên fîzîkî û psîkolojîk yên li ser jinê jî rewa dike. Mînak birêya dîziyan mesaja ku tê dayîn; “jin dikare pirr rehet bikeve bin bandora zilam”, “kengê bê xwestin dikare zimanê wê bê birîn û nehêlên biaxive”, “dayîka baş” e û hwd. A herê zêde jî tê pêşxistin jina ku her tim pêdiviya wê bi parastina zilamekê, an jî hevceye ku xwe bide bin siya “zilameke baş”, heye. Dîsan ji bo wan, jina herê baş ew jine ku pasîf be û bi rehetî bikeve bin bandora zilam, zilam wek dixwaze birêve bibe. Helbet bi rêya van amorên medyayê rola qaşo ji zilamê baş re tê dayîn jî nayê ji bîr kirin. Bêguman ev feraset ne tenê bi riya beşên medyaya dîdbarî, di heman wextê de di çapemeniya nivîskî de jî tê bikar anîn, her wiha ji hêla ziman de jî mirov dikare pirr eşkere vê zayendperestiya ku tê belav kirin bibîne. Zimanê rojane em di dizî, reklam an jî nûçeyan de dibîn, zimanek heya bêjî zayendperest e û jinê dike hedef.

Êrîşên desthilatdariyê     

Êrîşên ku em qalê dikin hema bêje di her cihekê de derdikeve pêşberê me. Çi bi rêya reklamên bênavber tên pêşkêş kirin, çi dema ku em televîzyon temaşe dikin, rojnameyekê dixwînin û çi jî dema ku em di kolanan de dimeşin, ku ev yek jî encama tûnd û tujiya bi rêya medyayê tê raber kirin e. Reklamên tên pêşkêş kirin, ber de ku berhemê di dest xwe de bide firoştin, bi gotinên zayendperest derdikeve pêş û bitaybetî jî jinê bi awayeke bi zanebûn di mitbext, li ber amorên malê û hwd. de dide nîşandayîn. Di vir de jî dîsan rola bi jinê didin û  dixwazin bînin ziman; “tu aîdê vir î, cihê te encax evder e” derdikeve pêş.

3-ZAYENDPERESTI U ROLA MEDYALi vir mijara ku me di serî de jî anîbû ziman û pêdivî bi hîn zêde nirxandinê heye, rola dîziyan a di rewa kirina tûnd û tujî, destavêtin û tacîza li ser jinê ye. Berê hertiştekê jiyanek ku li ser direwan hatiye avakirin pêşkêşê jinê tê kirin; jina ku ji bo pere û dewlemendiyê çavan bi hezar fitneyan li pey madiyatê de dibeze, radixin ber çav an. Dema ku jina baş tê raber kirin jî hertim wek ´bi namus´ û jina ku rolek xirab jê re hatî dayîn jî ´bê namus´ tê nîşandayîn. Jina ´bi namus´ jî ligor wan ev jine ku di bin xizmeta mêr de dernekeve û ew jine ku stû şikestî be. Yek ji mijara ku di dîziyan de herê zêde derdikeve pêş jî her tim evîndarek ku jin xwe di bin çengan de bikaribe biparêze heye, ya din jî weke ku bê zilam jiyan bi tu awayî ne pêkan e radixin ber çav an. Qaşo ger zilamek ne cem jin be, ew jin dikare bi her cûre tiştî re rû bi rû bê. Ji xwe rola ku di dîziyan de ji zilam re tê dayîn, heya dawî babiksalar e û jiyanek navend zilam pêşkêşê civakê dike. Dema ku em dibêjin jin kêlî bi kêlî rastê bombebarana bîrdozî tê, em qala vê yekê dikin. Bi rêya medyayê zayendperestî bi awayek pirr zirav tê belav kirin. Ev feraseta ku di her qadeke jiyanî de derdikeve pêşberê me, bandora xwe herê zêde jî ji êrîşên bîrdozî yên ku birêya medyayê tên belav kirin, digire. Di reklaman de her wiha jin hertim wek objeyek xweşik tê pêşkêş kirin û tişta li vir tê bazar kirin ne tiştek din e, belku bedenê jinê bi xwe ye. Yan jî ger em wisa bêjin vê hîn rastir be; li ser wech û bedenê jinê bazar tê birêve birin û tiş tên firotin.

Jehra zayandperestiyê

Ji bo çi ji her demê zêdetir pêdiviya me bi têkoşînê heye û lazime em li dijî her cûre zayendperestiyê dengê xwe bilind bikin, dema em rastiya îro li Tirkiyê binêrin wê ev yek hîn zêdetir derbikeve holê. Ji ber ku civak îro bi vê bîrdoziya zayendperest tê bombebaran kirin û zarok bi vê ferasetê mezin dibin, ev jî tê vê wateyê ku em jî li hemberê van êrîşan hêza xwe a li hember sekinînê bidin raber kirin. Ji ber ku îro di hedefa desthilatdariya AKP´ê de berê her kes û tiştekê jin heye û dixwazin bi guherînên di pergala serokatiyê de van êrîşên bîrdozî berfireh bikin û her qadeke civakî bê jin bihêlin, jinê bêdeng bikin û di kolanan de hepsê konceke malê bikin. Ji bo ku ev rola hikûmeta AKP´ê û parlementerê wê didin jinê bigihe encamê jî dîzî, bername, rojname û tv. bi têra xwe destê wan bi hêz dike. Ji xwe hikûmeta AKP´ê ev êrîşên xwe bi gotina Erdogan a wek; “şîdeta li ser jinê gelek tê mezin kirin” û dîsan gotinên rayedarê AKP´ê Eroglu ku dema jinekê daxwaza kar jê dikir, jê re dibêje; “Ma karê malê têra we nake?”, gotinên Arinç yên wek, “jina ku bi dengê bilind bikene, bênamûs e” û her wiha Omer Tugrul jî bi gotina, “jina du canî li kolanan nagere” da destpê kirin û jehra xwe a zayendperest di her axaftin û cihî de bi dengê bilind rijand in. Ev gotinên rayedarên AKP´ê yên zayendperest wek destavêtin û tundiyê li jinê zivirî û bû sedema kuştina gelek jin an. Ji xwe dadgehên Tirkiyê jî xeleka van êrîşên li dijî jinê temem dikirin û zilamên kujer, êrîşkar, ji ber rewşa wan a qaşo baş, cizayê wan dadixist û cisaret dida dengê tund û tujiyê ku her roj li kolanan bilind dibû. Zîhniyeta ku jinê di her qadekê de heps dike, heta hebûn û li hemberê bi dengê bilind kenîna wê jî nikare tehemûl bike, îro xwe bi rêya medyayê hîn zêdetir dide axaftin.

Vê carê jî hedefa Diyanetê zarok in

Helbet ne tenê li hemberî jin her wiha li dijî zarokan jî êrîşek berfireh heye û di van demên dawî de; ku ji dema desthilatdariya AKP´ê de ev êrîş hîn zêdetir û berfirehtir bûne, li ser zarokan çanda zayendperest, mîlîtarîst tê ferz kirin. Diyanet ku berê vê jî li dijî jinê 1213fetwayên zayendperest û cûdakariyê dabûn, jin yek ser kiribû hedef. Di van rojên dawî de jî di sîteya wan a resmî de bernameyên ku ji bo zarokan danîne, rê li ber cûdakarî, hişmendiyek çewt û mîlîtarîst vedike. Di van bernameyên zarokan de zarok teşvîqê feraseta navend zilam, kîn û nefret, zayendperestî, nijadperestiyê tên kirin. Zarokên ku hîn di temenek gelek biçûk dene û tiştekê hay nabin, bi tiştên wiha ne ji rê mêjiyê wan şilo, dagir dikin û bi çanda tirsê dixwazin mezin bikin. Dîsan tişta herê bi tirs jî ew e ku  birsên wek “ger welatê we di nav şereke dijwar de bimîne, hûnê çavan biparêzin.”  ji zarokan tê kirin ku ev jî pirr metirsyar e. Dimenên şer, tang û top û hwd. nîşandayîn û zarok bi pirsên “dayîk an jî jin karê wê çiye”, dîsan di diyalogên di navbera dayîk û kur de peyvên wek; “ev karê keçan e”, jehra zayendperest vê carê jî di nav fikir û ramanên Diyanetê de xwe li ser zarok an wedirişîne. Li vir jî dîsan di şexsê zarok an de jehr kirina civakê mijara gotinê ye. Dîsan di van çend rojên bihûrî de nûçeyên wek nizanim li kîjan dibistanê zarokên keç bi serê girtî çûn dibistanê; ku temenê wan di navbera 7-10 an de bû, dixwezin ser girtina zarokên keç bi rêya nûçeyên bi vî rengî rewa bidin nîşandayîn. Ji xwe ez naxwazin qala rola ku di dîziyan de didin zarokên keç bikim ku rastiya heyî her tiştekê hîn zelaltir radixe berçav an.

Ji bo vê jî ji her demê zêdetir pêdiviya me bi têkoşînê heye. Bi têkoşînek berfireh a civakî…

Ji bo pêşeroja zarokên xwedî hişmendiyek azad.

ji bo jiyanek azad a her cûre cûdakariyê red dike û li dijî zayendperestiya civakî têdikoşe.

Ji bo civakek azad a li ser nirxên mirovahiyê ji nû de xwe saz dike û civaka polîtîk û exlaqî ji xwe re dike armanc.