Çîroka Koçberiyek ji Neçarî

- Newaya Jin
310 views
Kurd ji dîrokê û heta niha li ser axa welatê xwe weke ‘biyaniyan’ hatin dîtin. Erdnîgarî, ziman û nasnameya wan ji polîtîkayên mêtingeh ên dewletên serdest re hatin hiştin. Komara Tirkiyê bi felsefeya ‘yek ziman, yek al, yek niştiman, yek mezhep, yek netew’ hatiye avakirin.

Bedelên giran ên vê zehniyetê herî zêde komên ‘ne tirk û ne jî sunî’ baş dizanin. Ev heqîqet ne tiştekî nehêniye ku di rûpelên dîrokê de veşartî maye. Hîna jî yên ku serê xwe ji ala ‘Tirk û Sunîbûnê’ re natewînin, dixwazin bi qirkirin û raguhestinê (tehcîr) bên terbiyekirin. Ji ber ku bi kurdî axivîn Mahîr Çetîn, Selîm Serhed, Kadîr Sakçi, Şîrîn Tosun, ji ber li mûzîka kurdî gohdar kir Bariş Çakan, ji ber Kurt bûn Hakîm Dal û Malbata Dedeogullari ya ji 7 kesan pêk dihat hatin qetilkirin. Nêzîkbûna sedsalî ya ‘ Çiqas kêfxweşe yê dibêje ez tirkim û çi heyfe ji bo ne tirkî’ req req dimeşe. Gulîstan Tekîn Bozdax jî yek ji wan kesan e ku ji bo ji her kesî re bibe nimûne hatiye cezakirin. Gulîstan keça malbatek Mêrdînî yên Kurd e. Malbat wê ji Mêrdînê ber bi Stenbolê ve hatine koçberkirin. Dema di nava HDP’ê de xebatê dimeşîne, Gulîstan dikeve markaja dewletê. Demeke kin di nava xebatên çapemeniyê de jî dimîne, lê li ser wê asta zextê û gefan her ku diçe zêde dibe. Di sala 2018’an de kaşo bi îfadeyên şahîdê nepenî tevî xuşka xwe tên girtin. Gulîstan jî mîna bi hezaran kurdan beyî ti delîl hebin tê terorîze kirin û 3 sal ceza lê tê birîn. Piştî 3 salan serbest tê berdan lê gef û zexta li ser dewam dike. Ji neçarî welat terk dike û berê xwe dide welatê Yewnanîstanê. Êdî ew niha penaber e.   

Çek spartin serê bav û dayika min
Dema me ev hevdîtin bi Gulîstan re kir, hîna sê roj bû ku hatibû wargeha Lavrîo. Gulîstan diyar kir ku li bajarekî megapol ê mîna Stenbolê Kurdbûn bi tena serê xwe sûce û wiha domand: ‘Malbata me dihat naskirin. Ji ber vê bi dehan caran avêtin ser mala me. Li ser dayik, bav û me hemûyan bi berdewamî gef û zext hebû. Çek spartin serê bav û dayika min. Her dem mala me dihat şopandin û kotrolkirin. Ji ber vê em neçar man ji welat derbikevin’. Gulîstan destnîşan kir ku biryara derketina ji welat ji bo wê gelekî zehmet bû û bi van hevokan qala hest û serpêhatiya xwe kir: ‘Peyvajoyek zahmet e. Di aliyê hestan de gelekî bi bandor bûm. Di encamê de tu li du xwe malbat, mal, bîranîn, welat, heval û hogirên xwe dihêlî. Ev biryar hem ji bo min hem jî ji bo malbata min biryarek gelekî zor bû. Bişert hatibûm serbest berdan. Peyvajoya hiqûqî li hemberî min pêş diket. Ez ê dîsa biketama girtîgehê. Ji xwe heftê sê rojan min îmze diavêt’’.

Tî û birçî du rojan em li daristanê sekinîn
Gulîstan a ku diyar kir, hatina wan çetîn derbas bûye, da zanîn ku li aliyê Tirkiyê du rojan li nava daristanê mane û wiha dirêjî bi serpêhatiya xwe anî: ‘Hem di aliyê madî û hem jî manewî de gelekî me zahmetî kişand. Em 4 kes bûn û ev yek ji me bi feyde bû. Me hêz ji hev digirt. Weke yek kesî birêketin wê gelekî zahmet bûya. Ji ber me digot, her lehze em dikarin bi rê bikevin, tiştên ku wê giraniyê çêbikin me negirtibûn gel xwe. Ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin sînorê Yewnenîstanê, bi saetan em meşiyan. Li sînor jî demeke dirêj em li nava avê man. Li hin cîhan av digihîşt heta xustê me, lê em neçar bûn ku derbas bibin. Piştî demeke dirêj ji aliyê Yewnanîstanê belemeyek hat û me bi wê sînor derbas kir. Belê, em ketibûn nava sînorê Yewnanîstanê lê hîna xeterî derbas nebûbû’. Bi van gotinan Gulîstan kurtasiya çîroka derbaskirina sînor bêje jî, di heman demê de destnîşan kir ku rêyeke bi ewle ya ji sînor derbasbûnê nîne. Ne bi belemê, ne bi meşê û ne jî bi avjeniyê ti rêyên bi ewle nînin. Lê li gorî Gulîstan xeteriya herî mezin jî ji aliyê polîsên Yewnanî ve paşve şandina Tirkiyê ye. Ji ber dizanin ev rewş gelek caran rû daye, rêwîtiya wan ya ber bi sînor û piştî wê hîn bi saw û metirsîdar e ji bo wan.

Hevnasîna bi Polîsên Yewnanî re
Gûlîstan qala xwe gîhandina qeraxa avê kir û piştî wê jî da zanîn ku neçar bûn di rêyên bi stirî û kevir re li ser zik xwe kaş bikin û ji cihê mayî wiha didomîne. ‘Havîn bû, lê ji ber hem nîvê şevê û hemhemû şil bûn, em dilerizîn. Ji bo em germ bibin me hev himbêz dikir. Li Yewnanîstanê şevekê heta serê sibê li daristanê em sekinîn. Me digot; êdî polîs me bibînin jî tiştek nabe. Em ê biçin qereqolê serlêdana penaberiyê bikin’. Hevalên ku em anîn ji me re gotibûn, “dema hûn gihaştin wê derê wêneyan bikşînin. Ji ber dema wêne hebin nikarin we teslîmî Tirkiye bikin, wê wêne bibin delîlên hebûna we ya li wê derê û nikarin înkar bikin”. Me jî wêne kişand û ji hevalên xwe re rêkirin. Qereqol li deverek mîna bajarokekî bû, gelekî dur bû. Piştî meşa du saetan me xwe gîhand bajarok. Mirovan li me ecêb meyze dikirin. Dema em ketin qereqolê ji bo diyar be bê ka em li kuderê ne, me xwest yekser wêne bigrin, lê di cih de polîs hatin. Bi darê zorê em avêtin pişt kamyonek sergirtî. Bê hewa bû, av nebû!. Ji xwe ew sê roj bûn me ne xwarin xwaribû û ne jî av vexwaribûn’. Gûlîstan da zanîn ku ew ji wê derê birin devereke ku penaber demborî lê dimînin. Bi vî awayî jî qala nêzîkatiyên dijmirovî yên li navenda penaberan a demborî dike. Dema em gihaştin wê derê li pêşiya me komek bi qasî 20 kesan ên ji Efxanîstan, Sûrî hwd. welatan hebûn. Riprût bûn. Cilên wan divêtin çopê û 50 kes dixistin menzelên 20 kesî. Di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Heta li ser jinan bi xwe jî tenê bersîng û kîlotên wan hiştibûn. Hema wiha tevlîhev xistibûn menzelan. Dest danîbûn ser tiştên wan ên giranbûha.        

Ji ber îhlalkirina sînor 6 meh cezayê girtîgehê
Gûlîstan a ku diyar kir, tevî wan gotine ‘ em mirovên siyasî-polîtîkîn jî xwestin heman nêzîkatiyê ji bo wan jî bikin’ wiha qala nêzîkatiya polîsan a ku dema gotine ‘em kurdin’ kir. Balkêş bû, dema me got, em Kurdin ji wanê din zêdetir nerm nêzîkî me bûn û tiştên dianîn serê mirovên din, neanîn serê me. Em xistin mezelek cûda. Bi perê xwe me xwarin û av xwest. Piştî 3-4 saetan vê carê hatin şopa tilyên me û wêneyên me girtin. Paşê dest bi lêpirsînê kirin. Ji me pirsîn ka bê em ji kuderê hatine, kîne, ji bo çi hatine hwd. Me jî got: ‘Em kurdin, mirovên polîtîkin. Em xebatkarên HDP’ê ne, lê li Tirkiyê weke endamên PKK’ê ne darizandin’. Paşê em dîsa birin menzelê. Vê care jî komek polîsên din hatin, em xistin erebeyek nebaş û birin deverek cihê. Deverek li derveyî bajarok bû. Bawerim qereqol bû. Şeva xwe me li vê derê derbas kir. Serê sibê em derxistin pêşberî dadwer. Li dadgehê jî pirsên dişibiyan yên polîsan ji me kirin û piştî me heman bersiv dan jî li du wê me daxwaza îlticayê kir. Ji ber îhlala sînor 6 meh ceza dan me lê 3 salan paş ve xistin. Di nava 3 salan de eger em ti sûcî nekin, wê cezayê li ser me rabe.

Serlêgerînên mîna tacîzê
Dîsa em xistin erebê, vê carê em 8 kes bûn. Em birin devereke gelekî dur. Her devera em diçûnê mîna bi xweziya ya din bû. Serlêgerînên mîna tacîzê kirin. Em xistin mezeleke ku bi dehan kes têdebûn. Mîna girtîgehê bû. Zar û zêç, jin û zilam, kal û pîr ferq nedikir, menzel bi hemûyan dagirtîbûn. Em bi 50-60 kesî re diman. Bi perê me jî av nedidan me. Em neçar diman ji ava li tuwaletê vexin. Rojê carekê xwarin didan, êdî çi xwarin bû gidî, nedihat xwarin. Li derverek wiha em 6 rojan man, bêlome, xwedî nîne sere ti kesî. Em paşê derbasî Atînayê bûn.

Gihaştina wargeha Lavrîo
Li Atînayê hevalên me hatin em girtin û birin wargeha Lavrîo. Piştî em ji wê derê derketin wargeh bi me gelekî xweş bû. Mirovên ji xwe dibînî, wê demê gelekî hestiyar bûbûm. Ji ber min digot, êdî li gel hevalanim û di ewlehiyê de me. Dema em li Tirkiyê bûn demekê 12-13 rojan di bin çavan de mabûm. Dema mirov ji bin çavan derdikeve û diçe girtîgehê û hevalan dibîne, gelekî kêfxweş dibe.Li vir jî min heman tişt jiya. Hevalan alîkariya me kir, xwedî li me derketin. 5 rojin em li wargeha Lavrîo ne, li gel hevalên xwe di nav ewlehiyê de ne.

Li Tirkiyê jî mîna penaberan bûn
Ji xwe di alîkî din de li Tirkiyê jî tu mîna penaberanî. Ez ne li memleketê xwe bûm, ne li ser axa xwe bûm. Tu jiyana mêtingehan dijî. Bi ya min, ev hest ya hemû kurdan e. Ev der jî wiha ye. Cara yekemîn ji welat durketim. Di aliyê manewî de bandor li min kir. Li wargehê ji ber min hevalên xwe dît, rewşa penaberiyê zêde min nejiyam. Piştî wan 6 rojan hinekî min xwe aidê vê derê his kir. Bêguman ev hîna destpêke. Plana me ew e ku em biçin Ewrûpayê. Ka em binêrin bê li wan deran wê çi were serê me. Em nizanin!.