Dagirker e, ango mêvaneke ezîz e!

- Didem YURTSUZ
503 views

Erdnîgariya Kurdistanê di tevahiya dîrokê û di her serdemekê de ji mirovahiye re malovaniyeke baş kiriye. Lê car bi car malovanî, car bi car jî bi êrîş û dagirkeriyê re rû bi rû maye. Gelê Kurd hê jî di navbera malovanî û dagirkeriye de diçe û tê. Bi taybetî jî piştî şerê cîhanê yê yekem û duyemîn nakokiya peyva dagirkerî-malovanî bûye bela serê Kurd an.

Hin caran ji dewletên Tirk, Ereb û Farisan re malovanî kiriye, hin caran jî bi destên wan hatiye dagirkirin. Îro jî ev malovaniya li ser erdnîgariya Kurdistanê bûye mijareke sereke.

Wan nekarî pêşî li têkoşînê bigrin

Desthilata Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk wek dagirkerî nanirxîne. Weke malovanî tê nirxwendin. Lê belê dagirker pirr eşkere armanca xwe bilêv dike. Sînorên fermî yên Iraq jî dibe armanca wî. Mûsil, Şengal, Til Afer… Herêmên nakok Kerkûk, Duz Xurmatû… Sînorên hêrêma Kurdistanê Amediye, Duhok, Zaxo, Hewler, Silemanî… Navê bajaran bi vî rengî direj dibe. Bi salane dewleta Tirk ji aliye leşkerî, îstîxbarî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.

Piştî avabûna komara Tirkiye, ji bo cara ewil dewleta Tirkiyê di sala 1983’an da, di dema desthilatdariya Sedam a li Iraqê de dest bi êrîşê kir. Salên 90’î êrîş hê zêdetir dibin. Ji ber  ku şerê çekdarî ji aliyê hezêkê ku li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe hatiye destpê kirin. Ev mijar ji bo desthilatdarên dewleta Tirk xeteriya herî mezin bû. Dixwestin beriya ku ev hêz xwe li Kurdistanê birêxistin bike, têk bibin. Lê belê desthilatdaran çi kirin nekirîbûn wan bisekînin. Êdî tîr ji kevanê derketibû.

Êrîşa dagirkeriyê belav dibû

Dewleta Tirkiyê bi van êrîşên xwe yên li ser sînorên Başûrê Kurdistan û Iraqê dixwest li ser serê gelê Kurd agir bibarîne. Hin êrîşên wan yên wê demê ev in; “operasyona sînorê Tirkiye û Iraqê” ya sala 1992, “operasyona çelîk” a sala 1995, “operasyona Çekûç” a sala 1997, “operasyona Berbangê” a di sala 1997’an. Jixwe di sala 1997’an de ji dewleta Tirkiyê re destûr hat dayîn ku li herêma Kurdistanê beregehên leşkerî ava bike. Di operasyona “azadkirina Iraqê” ya sala 2003’an de, Tirkiye jî bi hinceta ewlehiyê sînorê Iraqê derbaz kir. Di 2007’an de parlementoya Tirkiyê destûra operasyona ji bo Iraqê a derveyê sînor erê kir. 2008’an de operasyona Roj (Guneş) li xeta Zapê lidarxist. Piştî referandûma Başûrê Kurdistan ê, Tirkiyê biryara avakirina hin beregehên din yên leşkerî û îstîxbaratê da. Di vê çarçoveyê de li herêmên wek Sîdekan, Xakurk û Çiyayê Dêl, dest bi operasyona dagirkeriya Başûrê Kurdistanê kir. Di Newroza 2019’an de operasyona Lep (Pençe) ragihand.

Di encama van êrîşên “Lep” de heta niha bi dehan gund hatine vala kirin, bi dehan hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşên hewayî gundî nikarin biçin ser zeviyên xwe. Bax, baxçe û rezên gundiyan tên şewitandin. Rê, pir, xanî, dibistan û mizgeftên welat tên ruxandin.

Li Başûrê Kurdistanê navendên asîmîlasyonê

Ne tenê nirxên welat kavil dike, di heman demê de Kurdistanê weke bazarekê jî dibîne. Ji aliyekê dixwaze bi êrîşên leşkerî welat dagir bike, ji aliyê din de jî zarokên Kurdan bi rêya dibistanên xwe perwerde dike û dixwaze wan ji xwebûnê dûr bike.

Di 29’ê Tebaxa îsal de, rojnamevan Seyîd Evren di ajansa Firatê de lêkolînek belav kir. Ji sala 1992’an heta niha bi dehan dibistanên Tirkan li Başurê Kurdistanê hatiye vekirin. Baxçê zarokan, dibistanên seratayî, navîn, amadeyî, peymangeh û zanîngeh hatine vekirin. Di destpêkê de ev dibistan bi destê cemaeta Gulen hate vekirin û rêvebirin. Piştî darbeya 15 Tîrmehê jî ala rêveberiya dibistanan ket destê rejîma faşîst AKP-MHP’ê. Tenê di sala 2016’an de 31 hezar û 500 xwendekaran di van dibistanan de xwendiye. Her xwendekarek ji bo ku bikare di van dibistanan de bixwîne, salane 3600 dolar daye. Li gor agahiyên rojnamevan berhev kiriye, derameda van dibistanan salane 113 mîlyon û 400 hezar dolar dike. Ev tenê qezencek madî ye. Lê bifikirin ka niha çend zarokên Kurd di van dibistanan de fêrî çanda xwarin û vexwarinên Tirkan bûye. Dîrok, exlaq, çanda Tirka li vir çiqas bandor kiriye. Di heman lêkolînê de behsa pirtûka Refîk Hîlmî jî tê kirin. Rêfîk Hîlmî di pirtûka xwe de henekên xwe bi Kurdan dike û dibêje; “di dema Şêx Mehmûd Berzencî de ji Kurdan re ‘cil xwer’ dibêjin.”

Armanc rûxandina çanda Kurd e

Bi rêya rêzefîlmên Tirkan çand û jiyana rojane diguherînin. Rêzefîlmên Tirkiyê tenê çanda Kurdan xirab nake, di heman demê de çanda tevahiya gelên Rojhelata Navîn xirab dikin, dixin xeteriyeke mezin. Jixwe dema ku tu biçî kolanên Tehran, Bexda û Hewlêrê, tuyê mînakên rêzefîlman bibînî. Li bazarên Kurdistanê her behsa wan lîstokvan û aktoran dikin. Çi kiriye, dê çibike. Civakê bi rojevên wiha re mijûl dikin. Di vê rêzefîlmê de ew zilam ji hevjîna xwe re çawa nêzîk bûye,  ev zilam û jin jî dixwaze wisa nêz bibe û tevbigere. Bi kurtasî tu rejîm wek rejîma AKP-MHP’ê -piştî Osmaniyan heta niha- wiha xwedî xisletek  domînant nebû. Ger mirov bixwaze li Başûrê Kurdistanê mînaka rûxandina çanda Kurd bide, mirov dikare di destpêkê de rewşa jinê binirxîne. Li xeta Silêmanî û Germiyanê çanda qelen nîne. Hema bêje ev 30-40 sal in ku çanda berdêl hatiye rakirin. Lê piştî van rêzefilman di nav civakê de dîsan hedî hedî qelen xwestin pêş dikeve. Çanda berdêl dîsa zîndî dibe. Dema ku tu dikevî nav civakê û pirsa “Ka kê ev çand dîsan zîndî kir?” dikî, wê demê yekser rastê bersiva rêzefîlmên Tirkiyê tê.

Armanca dewleta Tirkiyê ne tenê dagirkirina axa Kurdistanê ye, di heman demê de dakirkeriya exlaqî û çandî jî armanc dike. Ger çanda Tirk li Kurdistanê serwer be, wê hê bêhtir berhemên xwe bifiroşin. Mebesta dewleta Tirk bi kevirekê xistina çend çûkan e. Rêzefîlm û cilûbergên xwe difiroşin. Hêşînahî û sebze, ji xwarinên cûr bi cûr bigire heya amûrên malê, mobîlya, amûrên înşaetê, hema çi bê bîra we ku hemû jî ji bazara Tirkiyê tînin û li vir difiroşin ku hûn dikarin li sûkên Dûhok, Zaxo, Hewlêr û Silêmaniyê bibînin.

Pênaseya dagirkeriyê şîlo dikin

Li bazarên Başûrê Kurdistanê dema ku firoşkar bixwaze tiştekê bifiroşe dibêje, “ev berhemên Tirkiyê ye.” Ango malê Tirkan xweştir tê ji Kurdan re. Ger tu biçî cem wê/wî firoşkarî û jê re bibêjî; “Dewleta Tirkiyê dixwaze Kurdan tune bike, tu çi dibêjî?” wê yekser bibêje belê dewleta Tirk dagirkere, dixwaze Kurdan bi temamî tune bike. Êrîşê ax û çanda me dikin.  Gotinên wê/wî kesî her bi vî awayî berdewam dike. Behsa Mîsak-î Mîlî dike. Behsa Mûsil û Kerkukê dike. Dîsan dema ku tu biçî malekê û ji dayîkekê pirs bikî ku “dewleta Tirk dixwaze Kurdan têk bibe, êrîşê Kurdistanê dike, tu çi dibêjî?” Yekser wê behsa faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk û Erdogan bike. Lê qet nabe di rojêkê de 4 rêze fîlmên Tirkan temaşe dike. Bi rêya van tiştan pênaseya dagirkeriyê di mêjiyê wan de şîlo dikin. Li vir mebesta min ne reşkirina Kurdan e. Lê ger mirov jiyana xwe li gor fikrên xwe birêve nebe, wê demê vê dijminê xwe weke mêvan bibîne û pêşwazî bike. Ji bo Başûrê Kurdistanê yek ji mijara sereke jî ev e. Dagirkeriya ax û mêjiyê xwe baş analîz nake û nagire dest. Ji bo wê jî dagirkeran; ger nexwaze jî lê tevgerên heyî vê yekê nîşan dide, wek mêvan pêşwazî dike û piştgirî dide. Tehlûkeya heyî a li ser civaka xwe nabîne.