Dayîka Uweyş: Zayîneke nû

- Eyne OCELAN
753 views

Dayîka Uweyş bê ku bifikire ka civaka ew di nav de dijî wê di derbarê wê de çi bibêje, çi bifikire, di rêya ku rast didît û pê bawer dikir de dimeşiya. Ji xwe ji ber vê sekna xwe a rêgezî, di nav civakê de jê re rêz dihat raber kirin. Ev rêz ne tenê ji ber ku dayîka Rêbertiyê bû jê re dihat raber kirin, ew wek jin û ferdekê ku li dijî xweferzkirinên pîvanên kevneşop ên civakê disekinî û nedipejirand, dihat nasîn û bandora xwe jî ji vê yekê digirt. Di dorhêla gund û malbatê de, bi gelemperî jin her tim fikara ka civak û malbat di derbarê min de çi difikire, dijîn. Ji ber van fikaran jî her tim neçar dimînin ku li beramberî pîvanên kevneşop serî bitewînin. Lê belê dapîra min tu caran neket nav fikarên ka zilam an jî civak wê di derbarê min de çi bifikire. Heta tişteke wiha wek lewaztî didît û dinirxand. Her wiha tu caran nedikarî xwe li beramberî kesên ku stûyê xwe ditewînin, xwedî seknên belengaz in, rabigire. Ji zarok bigre heya jin, seknên bê çare, digirîn, gazindan dikin û her tim pişta xwe didin hinekan aciz dibû û nedipejirand.        

Ez yek ji wan neviyên wê bûm ku pirr jê hez dikir, her tim li cem bûm. Rojekê me bi zarokan re şer kiribû, li min xistibûn. Min dizanî ku hemû gund ji dapîra min ditirse! Min di hundirê xwe de got ku ez ê biçim û gazindên hemûyan li cem dapîra xwe bikim û ew ê jî bê tola min hilde. Bi girî çûm cem dapîra xwe û min jê re got, ‘zarokan li min xist.’ Qet ji bîr nabim, dapîra min jî wiha ji min re gotibû: “Tuyê biçî tola xwe hildî, neyê cem min negirî.” Vê yekê jî hişt ku ez bifikirim ka çawa tola xwe hildim daku dapîra xwe keyxweş bikim. Li gor eqlê xwe ê zaroktiyê min digot ger ez tola xwe hildim, ez ê bikaribim diyariya herê mezin bidim dapîra xwe. Her wekî Rêbertî jî tîne ziman, ev nêzikatiya wê di şekil girtina kesayet de rotek mezin dilîze.

Diyariya herî giranbiha

Ji bo Rêbertiyê diyariya herî xweşik a ji jinê re bê dayîn, welatek azad û rizgariya jinê a ji koletiyê ye. Wê demê ji ber ku pirr biçûk bûm, min sedema vî şerê mezin ê dapîra xwe tam fêm nedikir. Ez niha wê hîn baştir fêm dikim! A rast wê pîvanên kevneşop ên jinê ku civaka di nav de bû ferz dikir, nedipejirand. Serhildêriya dapîra min, serhildêriyek bê rêbaz a li dijî wan pîvanan bû. Ji ber ku xwedî kesayetek taybet bû û hîna jî xwedî xisletên dayîka xwedanvend di hundirê xwe de dihewand, li hemberî civaka heyî a kevneperest her tim rewşeke bi serhildêrî dijiya.   

Ew tucaran nediket nav şerên ku asta mirov daxîne. Şerê ku dimeşand li şûna ku asta wê daxîne,  dihîşt ku jê re rêz bê raber kirin. Ger ez di vê mijarê de mînakekê bidim; wan deman li malan av nîn bû, jinan av li kaniya gund tanîn. Dayîka min ji gundeke din hatibû Amara yê. Gelek aram bû, mîna ku ne ji vê cîhanê be! Ji her xerabî û fênekiyê bi dûr bû. Di dayîka min de heskirineke mezin a mirov û xwezayê hebû. Min di şexsê dapîra xwe Uweyş de, dayîka xwedavend a ku her tim serî radikir, didît. Rojekê, piştî taştê dayîka min ji bo avê bîne diçe ser kaniya gund. Pirr dem dibuhire lê ew nayê. Jinên gund ji dayîka min re dibêjin, ‘zarokên me, dewarên me, di mal de tenê ne’, dayîka min jî her carekê dora xwe dide yekê. A rast di nav kar de fênekiyek hebû. Hewl didan vê aliyê dayîka min a pak bikar bînin. Dapîra min hay ji vê rewşê dibe. Yekser diçe ser kanî û xwe ji hemû jinan diqehirîne. Dapîra min ji jinên ku li wêderêne re dibêje; “niha hûnê bisekinin”, dovre dizivire dayîka min û jê re dibêje; “hemû satilên xwe ên vala bîne û tije bike.” A rast di vir de ger teorîk nebe jî di pratîkê de li dijî neheqî û fênekiyên gundî derketinek mijara gotinê ye. Ger ez mînakeke din bidim; rihspiyên gund hebûn. Dema ku wan dapîra min Uweyş didîtin, bi rêzdarî li ber de xwe xwar dikirin û destê wê maç dikirin. Ev yek ji bo dapîra min rewşeke asayî bû. Dema ku diçe kongreya HEP’ê, kesên ku dixwazin destê wê maç bikin re destê xwe dirêj dike. Ji bo wê ev yek nîşaneya rêzdariyê bû.                      

‘Berê wê min qet peyva Kurdistanê ji devê wê nebihîstibû’

Zextên dewletê ên li ser malbatê zêde bûn. Dema ku cendirme dihatin gund, yekemîn mala ku bi ser de digirtin, mala me bû. Alavên me dişkandin, belav dikirin. Bavê min jî her tim dikirin bin çav an, ew şikence dikirin. Dapîr û dayîka min jî her tim bi tenê diman. Êdî rewşeke wisa dihat jîn ku ji tirsa dewletê mirovên me ên herî nêz jî silav nedidan dapîr û dayîka min. Dapîra min Uweyş dem dirêj Rêbertî ji ber zext û zilma dewletê a li dijî malbatê sûçdar dikir, lê piştî ku di sala 1992’an de beştarî kongreya HEP’ê bû û şûnde, ev nêrîna wê hat guhertin. Li gelek cihan tenê ji ber ku dayîka Rêbertiyê bû rastê zextê dihat, lê di kongreya HEP’ê de heskirina gel dîtibû. Bi rojan, bi hefteyan qala tiştên ku di kongreyê de hatibû jîn, dikir. Li wêderê bi Mûsa Anter re lihevrûniştibûn. Qetilkirina wî a demeke kin piştî kongreyê dapîra min pirr bandor kiribû. Berê wê min qet peyva ‘Kurdistan’ê ji devê dapîra xwe nebihîstibû. Piştî ku ji kongreyê vegeriya, bi diya min re rûniştibûn, ji min re got; “Di nav mede a herê ciwan tuyî. Ger rojekê Kurdistan ava bibe, were ser gora me û sê caran bi dengê bilin biqêre û bibêje, Kurdistan hat avakirin.”         

Dapîra min Uweyş pirr girêdayî axa xwe bû. Dema ku fisdeq û tirî kom dikir, mîna ku zimanê daran fêm dikir. Bi awayek nerm nêzî giya û ajalan dibû. Min herê zêde dapîra xwe dema ku di nav baxê fisdeq û tirî de digeriya, keyxweş didît. Ji bo wê a baş, hewceyî bi mêzekirin û mezinkirinê hebû û berhem dida, xweza bû.     

Her wiha cihê Rêbertiyê di nav malbatê de cihê bû. Di nav civakek feodal de piştî du xwîşkan ji dayîkbûna Rêbertiyê di nav malbatê de rê li keyxweşiyê vedike. Bitaybetî jî metên min pirr keyxweş dibin û dibêjin êdî birayek me çêbû ku arikariya me bike. Mirovên me, êdî wê bi hêsanî dest nedanîbana ser malê bavên wan. Ji ber ku kalê min keseke aram û di halê xwe de bû, her tim ji aliyê mirovên xwe de rastê neheqî û tundiyê dihat. A rast dapîra min tu caran ev sekna wî a pasîf qebûl nekir. Lê rêbaza ji bo guhertin û veguhertina wî jî nedizanî. Tenê tişta ku dikarî bike, pêre şer dikir. A rast ji dayîkbûna Rêbertiyê dapîra min jî keyxweş kiribû. Dapîra min dixwest zarokek wek xwe bi hêz, serhildêr ku guhdarî wê bike, bigihîne. Her tim wiha digot: “Min tenê ji bo rojekê be jî qundaxa Ebdullah nedanî erdî. Dema ku biçûma avê an jî cihekê, ji bo ku Ebdullah birçî nemîne, min ew bi taybetî dida jinekê ku zarokên xwe hebin; ji bo dema ku birçî bû şîrê xwe bidê.”

‘Rêbertî her karek bi heskirin dikir’

Li gor dapîra min qalê dikir, wê demê li gund gelek dayîkên Rêbertiyê ên şîr hebûne. Nemaze wexta ku dapîra min diçû nav zeviyan, ji bo ku jin qundaxa Rêbertiyê nedeynin erdî ew hişyar dikirin. Dapîra min dema ku behsa Rêbertiyê dikir, digot; “Di nav zarokên min de tenê Ebdullah bû ku guhdarê min dikir. Tew li cihê xwe nedisekinî.”  

Metên min jî wiha digotin: “ Ebdullah sibehan berê me dirabû, diçû nav zeviyan, karê xwe dikir û vedigerî. Dema ku em hîn nû şiyar dibûn ku biçin nav zeviyan, me mêze dikir ku ew hatiye. Ji me re digot, ‘ez ê herim mal, hinek pirtûk bixwînim’ yan jî ‘ez ê herim nêçîra mar an’ û her karek wiha bi heskirin pêk tanî.”  

Bavê min jî wiha behsa Rêbertiyê dikir; “ Rêbertî kîjan karî bike, bila bike, ew kar bi heskirinek mezin dikir. Tu dixwazî bila di nav zeviyan de kar bike, biçe camî, an jî pirtûk bixwîne… Di wî de mentiqa ‘bila demek ji ya din zûtir xilas bibe û ez jê rizgar bibim’ nîn bû. Di wî de hîn zêdetir, hewldana ‘ka ez ê karê xwe hîn baştir çawa bikim’ hebû.”

Rêbertî, di gund de bi nêçîra xwe a maran ku her kes ji wan ditirsiya, dihat nasîn. Gelek caran dapîra min jê hêrs dibe, wî di mal de qufil dike, lê ew dîsan jî di her firsendê de rêyekê ji bo çûnê dibîne. Dapîra min digot ku dengê Rêbertiyê pirr xweş e. Hin caran dema ku şev bi bavê min re li bênderê dimîne kilaman dibêje. Ji bo dapîra min cihê Rêbertiyê pirr cûda bû. Ditirsiya ku tiştek bi serê Rêbertiyê de bê: “Dema ku hin caran Ebdullah diçû nêçîra maran, ez pirr ditirsiyam. Tew li cihê xwe rûnedinişt, min ew di mal de qufil dikir, dîsan jî nedisekinî. Gava ku min derî vedikir, dîsan bi ya xwe dikir. Gelek caran çûkên ku digirt, tanî mal û xwedî dikir. Nedihîşt kes nêzî wan bibe. Hinek lê mêze dikir, pişt re dîsan berdida.”    

Têkiliya di navbera dayîka Uweyş û Rêbertiyê de, ji têkiliya dayîk-kur veguherî têkiliya welat, welatparêzî û têkiliyek bi hêz a dayîk û ax ê. A rast Rêbertî mînaka herê baş a ka ewladek çawa dikare mafê dayîkê bide û pêwîstiyên wê bi cih bîne, radixist ber çav an. Dîsan diyariya herê xwşik ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’ diyarî zarokên keç ên ku di zaroktiya xwe de bi wan re lîstibû, xwîşkên xwe, dayîk û hemû jinan dikir. Dayîka Uweyş di axaftinên xwe de zêde ev yek ne tanî ziman. Lê, ez dizanim ku wê ev yek hîs dikir!     

Roleke xwe a ber bi çav hebû

Di nav civaka me de bi gelemperî beştarbûna jinan ya ji sohbeta di navbera zilaman de xweş nayê pêşwazî kirin. Lê dapîra min di her firsendê de ji me û dayîka min re digot, “hûn jî werin, tevlî sohbetê bibin.” Dîsan ji ber pîvanên klasîk ên civakî, têkiliya di navbera bûk û xwesiyê de her tim bi qeyran e. Têkiliya di navbera dayîk û dapîra min de jî pirr cûda bû. Rexmê hemû zor û vederkirinan, li dijî zextên dewletê ji hev re bûn hêz û biştevan. Bavê min piranî di girtîgehê debû. Her du, bi tena serê xwe li dijî her zextê berxwe didan. Ji xwe piştî ku dapîra min çû ser dilovaniya xwe bi mehek û nîv şûnde, dayîka min jî jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina dapîra min, dayîka min her tim digiriya û digot, ‘min jî bigire cem xwe.’ Heta rojekê metên min ji diya min re gotin: “Feyme zarokên te ên biçûk hene, wiha neke.” Wê jî her carekê digot; “Min di vê jiyanê de hevala xwe a herê nêz ji dest da, êşa min pirr mezin e.”    

Dapîra min ji xweza, ax û welat hez dikir, nêzikatiyek wê a cihê ji kedê re hebû, li dijî neheqiyê serî neditewand, di wê de heskirina jinê pirr pêş bû. Min jî ev yek wê demê baş fêm nedikir. Bi salan şûnde ketim ferqa vê yekê de. Dibe ku ne di ferqê debû, lê di pêşketina Bîrdoziya Rizgariya Jinê de jî dapîra min xwedî roleke ber bi çav bû. Ger dapîra min nebûya ne gengaz bû ku Rêbertî hîn di temenê xwe yê biçûk de nêzikatiyek ji qalibên heyî cûdatir raberê jinê bikira. Hêza dayîk, cengawerî û bi giştî bandora wê a li ser Rêbertiyê hîşt ku Rêbertî nêzikatiyek cihê ji pirsgirêka jinê re raber bike û ew teşwîqê lêgerîneke cûda kir.     

Min tu caran nedît ku dapîra min bigirî, vê yekê jî bandoreke mezin li ser min çêkir û ez ê qet ji bîr nebim!.. Tenê dema ku me terka gund kir û em çûn Edeneyê, girî! Vê jî ez pirr bandor kirim. Weke ku di mala me de miriyek dirabû. Dapîra min ku li beramberî ewqas zextan tenê rondikek jî nebarand, dema ku ji axa xwe hat qot kirin ket nav bêdengiyeke kûr. Êdî wek berê bi kesekê re şer nedikir. Mîna ku jiyan ji bo wê wateya xwe winda kiribe. Yek ji xeyala wê jî dîsan vegera gund bû.

Ez dikarim bibêjim ku dapîra min berê ku jiyana xwe ji dest bide, êdî hay ji şêweyê jiyana ku Rêbertî dixwest ava bike, bibû. Berê ku henaseya xwe a dawî bide li dayîk û meta min Hawa nêrî û kenî. Jê pirsîn: “Tu çima dikenî?” Dapîra min jî; “Ebdullah gulên kesk, sor û zer dirêjî min dike, ez bi wî dikenim.” Ev jî gotinên wê ên dawî bûn. Ev yek jî dide nîşandayîn ku ew êdî hay pê heye ku Rêbertî ji cilekê zêdetir, tiştên binirxtir diyarê wê kiriye.