De temenê zaroktiyê de zewcandin qirkirine

- Rojîn HEJA
329 views
Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ salek li pey xwe hişt. Ev pêngav li çar aliyên Kurdistanê li dijî desthilatdariyê bi dirûşmeyên cûr be cûr hate destpêkirin û jinên Kurd pêşengiya vê pêngavê dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê ev pengav di 26’ê Îlona 2020’an de bi dirûşmeya ‘Li Dijî Sêdarê û Qirkirina Jinê Dema Parastina Jiyana Azad e’ hate meşendin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Îranê di serî de jin beşek mezin a civakê bi awayekî xurt tevlî vî pengavê bû û xwedî lê derket. Gelek derdoran jî, ji bo xwe, wekê rojeva sereke dîtin û tevlêbûna xwe çêkirin. Berî ku pêngav dest pê bike ji aliyê tevgera jin ve gelek nîqaş hatin meşandin. Di çarçoveya pêngavê de wê kîjan mijar werin rojevê û divê bi kîjan navî were meşandin hate nirxandin. Yek ji armancan jî ew bû ku pêngav rewşa civakê û jinê jî bigire nav xwe û em karibin li hemberî pergala deshilatdar û dagirkeriya dewleta Îranê, li hemberî zilamê serdest ku hemû hêza xwe ji dewletê digre û bi têgihiştina dewletê tevdigere, êniya têkoşînê ava bikin. Ji nav malbatê bigre, li sazî û dezgeyan, li nav kolanan, di zindanan de her roj, her kêlî jin bi zext, tûndî, destdirêjî û kuştinên bi navê ‘namûsê’ yên dewlet û zilam re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê mijarên ku di çarçoveya pêngavê de hatin nirxandin û destnîşankirin tam jî li gorî rastiyên heyî û pêdiviyên demê bû. Ev çend meh in ku bi xebatên cûr be cûr ev kampanya didome.

Tundiya li hemberî zarokan zêde dibe

Yek ji mijarên ku di çarçoveya pêngavê de hate desnîşankirin jî zewaca di temenê zaroktiyê de ye. li Rojhilata Navîn yek ji mijara sereke ku jin pêre rû bi rû dimîne jî zewaca di temenê zaroktiyê de ye. Ev yek ji şêwazê tundiya li dijî jinê ye û li nav civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di astekî jor de rû dide. Jinan li dijî vê bi dirûşma “Di temenê biçûk de zewicandin qirkirina jinê ye” dengê xwe berz kir û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Daneyên ku der barê tundiya li dijî jinê û zewaca di temenê  biçûk de hatine eşkerekirin jî rastiya heyî radixe pêş çavan.

Li gorî daneyan, di cîhanê de her sal 400 hezar zarok bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin.

Ji %37 zarokan bi tundiya ensest, ango tundiya zayendî ya nav malbatê rû bi rû hatin.

% 63 zarokên ku dişuxulin ji aliyê mamoste, xwediye kar, şîrket  an hwd. ve rastî destdirêjiyê hatiye. Ji %50 jî bi tundî û zexta cinsî re rû bi rû hatine.

Tevî van daneyan, rêjeya wê nehatibe eşkerekirin jî, li dibistan û kolanan hêjmareke zêde zarok maddeyên hişber bikartînin.

Di navbera salên 2010 û 2020’an de 482 hezar zarok hatine zewcandin. Ji van 441 hezar jî ducanî bûne, zarok anîne dinê. Di nav vê hêjmarê de yên ku dema zarok anîne dinê jiyana xwe ji dest dane jî hene.

Derbarê vê mijarê de Îranê daneyên fermî par ve nake, lê belê li gorî daneyên ku Kurdistan Media di sala 2021’an de belav kiriye, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di salekê de 30 hezar zarok hatine zewcandin. Li gorî daneyên ji ofîsên zewacan a Îranê hatine tomarkirin, ji zarokên ku di havîna 2021’an de hatine zewicandin, 9 hezar ji wan di navbera 10 û 14 salan de ne. Dîsa li gorî daneyan, ji zarokên keç ku zewicîne 188 ji wan ji hevjînê xwe cuda bûne.

Qanûnên Îranê sûcê zewaca zaroktiyê erê dikin

Ji ber qanûnên dewleta Îranê jî zewaca di temenê zaroktiyê de erê dikin, ev her diçe zêde dibe. Qanûnên Îranê yê şerîatê destûr dide ku zarokên 9 salî jî karibin werin zewicandin. Di sala 2018’an de li parlemena Îranê zewaca di temenê zaroktiyê de ji aliyê komîsyonekî ve hate rojevê, lê ev ji aliyê parlamenê ve hate redkirin. Li gorî qanûna di meriyetê de, temenê zewaca keçan 13, yê kûran jî 15 sal e. Lê di dewsa ku pêşî li zewaca temenê zaroktiyê were girtin, niha hewl didin ku temenê zewacê daxin bin 13 salî. Hê nayê zanîn bê dixwazin vê daxin çend salan, lê her çi be ev temenê zaroktiyê ye, tundî ye û sûcekî mezin e. Ma ev jî ne qirkirin e? Ev zarok in! Zarokek nikare biryara jiyana xwe bide, nikare hilbijartinekê, yanî tercihekê bi zanabûn û azad bike. Pêdiviya her zarokekî bi alîkarî ango xwedîkirinê heye û nikare di şert mercên zewacê de bijî û vê berpirsyariya giran rake. Bi awayekî biyolojîk û psîkolojîk jî were destgirtin beden, mêjî û hest jî vê tundiyê vê hovîtiyê ranake. Ji xwe berî demekê li Belucîstanê jinekê 13 salî ya ducanî, dema zarokê xwe anî dinê jiyana xwe ji dest da. Li Ehvazê jinan li hemberî qanûn û sîyaseta dewletê serî rakirin û daketin kolanan.

Ev polîtîka hem jinê hem jiyanê dikuje

Li her dewletên dagirker û qirker ji şer û siyaseta ku bi aqilê zilam tê meşandin, herî zêde jin bandor dibin. Her şer bi xwe re her cûrê şîdetê, kuştin, koçberî, xizaniyê tîne û ev dihêle ku jin û zarok hîn zêdetir werin çewisandin û derfetê jiyanê ji destê wan bê girtin. Ev polîtîka di nav civakê de dibe qeyana ehlaqî û aborî, ev di kes û malbatê de de dibe qeyrana ruhî û derûnî. Dibe şerê taybet ên dewletê yên li ser jin û ciwanan. Bi vê polîtîkayê dixwazin civakê pûç bikin, ji nirxên çand û exleqê dûr bixin; tundiyê, dizî, fihûş, bikaranîna madeyên hişber û hwd. pêş bixin. Ev siyaseta dewletan hem jinê hem jî jiyanê dikuje. Bûyerên dawî yên rû didin jî vê rastiyê eşkere dikin. Îsal li bajarên Rojhilat Kurdistanê Kirmanşanê, li Sinê, li Merîvan û li bajarê Îranê bi dehan jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. Ev jin ji aliyê hevjîn, bira, bav û nasên xwe ve di bin navê namûsê de hatin kuştin. Gelek kuştinên jinan jî nayên eşkerekirin û bi navê xwekuştinê tên dayîn. Roj nîne ku em bûyerên weke, ‘fîlan jin bi sedema ku nehatiye zanîn xwe kuştiye!’ nebihîzin.

Li dijî têkoşînê ‘dewletkujî’yê dixin dewre

Lê li cîhanê tevî zêdebûna tundî û qirkirina jinê, têkoşîna jinan a li dijî van polîtîkayan û pergala bi têgihiştina mêr û dewletê jî sal bi sal mezin dibe. Ji ber vê yekê dewlet dixwazin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Ev helwest pir bi zanebûn e û di asta bîrdoziya pergalî de ye. Dewleta Îranê bi polîtîkayên xwe yên girtin, binçavkirin û bi tewanbariyên ku li dijî qanûnên şerîatê, li hemberî qanûnên Xweda derketine, an bê exlaqî kirine jinan dixe zindanan û tevî cezayê sêdarê cezayên giran li wan dibire. Ev bi armanca çavtirsandin û çewisandina jinan û hemû komelgeyê tê kirin. Tirsa wan a herî mezin jina azad, yekîtî û têkoşîna jinan e û dixwazin vê asteng bikin. Lê belê jin paş ve gav navêjin. Jin xwediyê lêgerîn, lêpirsîn û zanebûnekê pirr xurt in. Jin bi têkoşîna xwe êdî ev polîtîka pûç kirine û bê bandor hiştine. Lewra van polîtîkayan êdî mîlada xwe tijî kirine û yê biçin nav zibalê dîrokê.

Yek jin bê rêxistin nemîne

Têkoşîna jinan ya ku ti bendan nas nake, hêza lêgerîna jiyana azad û redkirina pergala zilamsalarî û zayendperestiyê ye. Ji ber vê yekê dengê mûxalefeta jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her roj zêdetir dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê çand, bawerî û nirxên civakê bi qasî deryayan mezin û dewlemend e. Girêdana civakê ya bi çand û nasnameya xwe re hestê welatparêzî pirr kûr e. Ji bo vê tê gotin ku “Li Rojhilat komelge bi fire rengî û fire bawerî ye!” Ev di hêla zindîbûn û herikbariya jinê û jiyanê jî zêde dibe. Ji lewra jin li hemberî vê pergalê, li hemberî van qanûnên dijminatiya jin û civakê dikin, li hemberî vê têgihiştina  zayendîperest ya dewlet û zilam têdikoşe. Bi hest, fikir û vîneke azad têdikoşe. Her ku diçe li dijî dagirkerî û faşizmê tekoşîna me xurt dibe. Em ê bi yekîtiya jinê li hemberî qirkirina jinê tekoşîna xwe bilind bikin. Em ê azadiya xwe bi dest bixin û netewa demokratîk ava bikin. Ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ev kampanya KJAR’ê bingehê tekoşînekê herî xurt e. Hem li hemberî dagirkeriya Îranê, hem jî li hemberî aqlê dewletê ku avakiriye. Dewlet bi vê pergalê malbatan jî kiriye weke dewletoka biçûk. Li malê jî jin di bin zor û desthilatdariya împaratorên mêr ê di nav malê de ne. Di vê demê de bi têkoşîneke berfireh li hemberî van rastiyan di çeperê tekoşînê de sekn raberkirin pirr bi wate û pîroz e. Di serî de jin û ciwan, hemû hêzên demokrat û azadîxwaz ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê; Kurd, Fars, Azerî, Belluc, Ereb divê xwe birêxistin bikin û biparêzin, da ku em hemû dagirkeran têk bibin!

Em ê bingeha şoreşeke demokratîk ava bikin

Li hemû cîhanê, nexasim li Rojhilata Navîn, jin niha bi tekoşîna xwe rolên dîrokî girtine ser mile xwe û dixwazin dem û zemanên xwe bi azadiyê bineqişînin. Lewma tespîta Rêber Apo ya ku dibêje, “Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan” ji bo me girîng e. Em bi vê îddîa û baweriyê dikevin rê û em ê ji her demê zêdetir li her derê bi jinan re yekîtiyê çêbikin, ênîyên tekoşînê berfirehtir bikin. Ev coş û kelecana me zêdetir dike.  Fikir, hest û zanabûna jiyana rast em ê bi hevre avabikin. Ji bo vê jî, di çarçoveya pêngava “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinê, Dema Dema Parastina Jina Azad e” û kampanyayê de divê her jinekê tevlêbûnekê hîn çalak pêş bixe. Em bi armanca ku ‘yek jin bê rêxistin nemîne’ ketine rê û em ê bi vî rengî asta rêxistinbûna xwe pêş bixin, vîn û jiyaneke azad ava bikin. Bi îradeya azad em ê xwe bigîhînin civakeke li ser her du zayendan bi pîvanê hevjiyana azad xwe gihandiye jiyaneke baş, rast, xweşik û bi ehlaq! Em ê bi vê îradeyê bingeha şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îran a demokratik avabikin.