´Dengbêjî hunera xwe îfadekirin ê´

- Necîbe QEREDAXî
721 views

MANSETMarlene Schäfers li Elmanyayê beşa zanista dîrok û siyasetê xwendiye. Antropologa civakî û çandî ye, her wiha di vê mijarê de xwendiye û li zanîngeha Gentê li Belçîkayê Mamostetiyê dike, di heman demê de xebatên xwe yên lêkolînê jî li wir didomîne. Teza xwe ya dawî li ser dengbêjiya jinên Kurd, li ser şêweyê îfade kirina hest û hunera jinê qedandiye.

Yek ji mijara balkêş ku we teza xwe ya doktora li ser nivîsiye dengbêjî ye. We ev peyv “dengbêjî” xistiye nav wêjeya zimanên Ewrûpî, bi taybetî jî Îngîlîsî, çawa çêbû ku we ev mijar hilbijart? 

Raste, ev teza min ya Doktora, ez li ser mijara dengbêjîya jin dinivîsim. Min lêkolînên xwe yên li ser jinên dengbêj piranî li bajarê bakurê Kurdistanê Wanê çêkirin. Min dengbêjî hilbijart ji ber ku dengbêjî bûye peyvek ku xwedî girîngiyek mezin e, weke kevneşopiyeke ku hem girîng e, hem jî wek nasnameyekê ye. Ji ber ku yên dengbêjiyê dikin, dîroka Kurd baş nas dikin. Bê guman dengbêj bi xwe jî xwe wiha pênase dikin. Dengê wan xweş e, derxistina deng bi vî rengî pirr girîng e. Dengbêjî bûye tiştek bi nav û deng û fermî. Ji xwe lêkolênên min li ser wan jinên dengbêje ku dengê xwe baş bikar tînin û vî dengî ji bo xwe îfade kirinê bikartînin. Bi rêya vê lêkolînê min xwest bizanibim ka jin çawa xwe îfade dikin. Dema lê dinêrim, dibînim ku repertûwarek pirr gelêrî û dewlemend heye ku jin bi rêya wê hestên xwe tînin ziman.

Gelo di dengbêjiyê de mirov dikare bibêje ku hestên bi êş yên jina Kurd û lorînên wan hûn ber bi lêkolînek wiha de kirin rêwî? 

Dema ku ez çûm bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê, min jinek dît ku ji min re gotin ew dengbêje, bi dengbêjiyê derd û keseran dilorîne. Yekser êş û derdên xwe ji min re vegotin. Min dît ku nav û çîrokên mêran ji yê jinan zêdetir di bûyerên şer û qehremaniyan de hene. Jin bi rêya dengbêjî derd û êşên xwe vedibêjin. Helbet ne tenê derdên xwe, di heman demê de derd û keserên gelê xwe jî bi awayek herê zelal tînin ziman. Çîrok û serpêhatiya gelê Kurd, herê zêde bi rêya van jinên dengbêj xweş û rûneq tê vegotin. Ev dengbêjiya jinan jî dikare bibe rêyek ku gelê Kurd bikare tiştê jiyaye bigihîne îfadeya herê rastîn. Her wiha derd û keserên jina Kurd…

Dema ku we dengbêj guhdar dikirin; ji ber ku kurmanciya we jî baş e, kilamên wan hîsek çawan bi we re dida çêkirin? 

Di destpêkê de kurMARLENEmanciya min zêde nebaş bû. Min peyv bi peyv kilamên wan fêm nedikirin, lê tevî ku min baş fêm nedikirin jî lê, min dikarî bi hîsê xwe ji wan fêm bikim ka çi dibêjin. Bi rastî jî ev yek hîsek balkêş û cûda dida mirov. Tu dema bixwazî kesekê fêm bikî, lazime zimanê wî/wê bizanibî, lê li wir her tişt cûda dibû û bi rêya hîs mirov dikarî pirr baş fêm bike. Ew li wir, bi rêya mûzîk, melodî û çawaniya bikaranîna deng tişteke din îfade dikin. A rast mesele ji ziman wêdetir bû. Bêyî ku zimanê wan mirov fêm bike jî mirov dikarî ji wan jinan fêm bike û bizane ka çidibêjin. Bê guman qala êş û derdê xwe dikirin. Keserên ku encax bi rêya dengê zelal yên jina Kurd dikarî wiha biherika…!

Gelo hûn dengbêjiyê tenê wek qadeke hunerê digirin dest û dinirxînin, yan jî wek qadeke xwe îfade kirina jinan a çandî û dîrokî digirin dest û dinirxînin? 

Mirov dikare pirr alî bigire dest, her wiha gelek aliyan digire nav xwe, hem çand, hem huner û hem jî aliyê siyasî de dikare bê dest girtin. Li gor naveroka xwe û civakî de tê guhertin. Dengbêjî di hedefa dewleta Tirk de ye, lê ne li her cih û her demê de. Di bin bandora dewletê de, ji hêla wateya wê a çandî û siyasî de naverok tê vala kirin, nayê hîştin ku pêş bikeve. Çanda heyî a dengbêjiyê li ber xwe dide, lê têra nake, ji ber ku ber bi tunebûnê ve tê birin. Hin ji dengbêjan jî di bin bandora dewletê de ne û kilamên ne xwedî naverokên siyasî dibêjin. Di konser û rojên taybet de tenê wan kilaman dibêjin ku folklorîne û ne xwedî naverokên siyasî ne. Lê, em baş dizanin ku gelek kilamên xwedî naverokên siyasî hene ku qala dîroka Kurd, dîroka tije êş, tundî û komkujî ne. Ev jî ji bo gelê Kurd pirr girîng e, ji ber ku bi rêya vê dikarin dîroka xwe nas bikin û hertim zindî bihêlin.

Dengbêjî du alî ye. Beşek ji repertwarên dengbêjiyê li derve û bi vekirî tê kirin, ya din jî li mal û cihên girtî de. Ev her du alî jî ji hev cûda ne, lêbelê hîna jî dengbêjî tişteke civakî û gelêrî ye. Niha ciwanên dengbêj pêş dikevin. Berê tenê bi rêya devkî hatiye gotin û heya roja îroyîn hatiye lê, niha dixwazin van kilamên dengbêjî binivîsin. Kilamên dengbêjî yên tên bihîstin wek pirtûk tên nivîsandin û çap kirin. Niha çend pirtûkên dengbêjî hene û ev yek pirr girîng e. Ciwan dikarin ji tv. û ji van pirtûkan fêrî dengbêjî, ango çîrokên ku qala dîroka wan dike, bibin. Repertwarên nermin û dikarin werin guhertin. Lê, bi rêya nivîsê, bi nêrîna min hin aliyên xwe yên erênî û hin jî aliyên xwe yên neyînî hene. Bi rêya nivîsandinê, çap kirin û gohestina nifşên nû tê kirin, tê parastin, lê ji aliyê din de bi rêya nivîsandinê tên hişk kirin û qaliban digirin, ne nermin û êdî nayên guhertin.

We lêkolînên xwe tenê li herêmek taybet an jî li herêmên cûda çêkir? 

Ji bo sal û nîvekê ez li Wanê bûm. Li Wanê û gundên derdorê bûm, ji ber ku dengbêjî herê zêde li herêma Serhedê heye. Ez çûm bajarên wek Bazîd, Mûş, BitlMERLENE=1îs, Tatwan û her wiha çûm Amedê jî. Min li herêmên cûda kar kir, lê herê zêde ji bo lêkolînên xwe li herêma Serhedê mam.

Herê zêde kîjan çîrokên dengbêjiyê bala we dikêşand?

Herê zêde çîrokên ku qala dîroka Kurdan dikir, bala min dikşand. Yên ku çîrokên klasîk bûn. Zêdetir jî çîrokên dîroka nêz a ku qala têkoşîn, şehîd û PKK´ê dikirin. Ew jî dîrokek cûda ye, dîrokek hemdem û nû ya Kurdane. Li wir, li hemberî dîroka fermî ya dewleta Tirk dîrokek zindî heye. Dîroka nêzîk ya salên 90´î ku behsa rewşa siyasî ya Kurdan dike, balkêş bû ji ber ku behsa têkoşîna nêz ya Kurdan dikir. Dîsan gelek çîrokên din jî hene ku behsa jinan dike ku ew jî li ser ezmûnên jinan radiweste. Jin êş û janên xwe ku di encama tundiya siyasî a dewletê, her wiha şîdeta pergala baviksalarî ku di nav civaka Kurd û civakên din de heye, bi rêya dengbêjiyê tînin ziman. Jin du caran rastî tund û tujiyê tên, hem tundiya ji aliyê dewletê, hem jî a pergala heyî ya baviksalarî ku di encam de rê nade gelek caran jin derve kilaman jî bibêjin.

We cûdatiyek çawan di navbera dengbêjiya jin û zilam de dît? 

Jin ji ber ku zêdetir nêzî xwezayê ne, hem dilorînin, hem jî di şîn û li ser miriyên xwe hunera dengbêjiyê pêşdixînin. Jin ne tenê çîrokên qehremaniyê, di heman demê de çîrokên trajîk, hestyar û şexsî jî dibêjin. Lê, zilam pirê caran li ser şer an jî eşîr û qehremaniyan kilaman tîne ziman. Lêbelê jin xwe yek ser bi rêya dengbêjiyê îfade dikin ku ev yek pirr girîng e.

Bê human bi demê re hatiye xwestin dengê jinan di vê qadê de bibirin û ji ber vê jî ji jinan, bi taybetî jî jinên ciwan re hatiye gotin ku şerme dengê xwe bilind bikin û bi vî rengî dengbêjî bi demê re bûye tişteke şermê. Ev yek hîn li gelek cih û di nav gelek malbatan de didome. Piraniya jinên ku min didîtin digotin em dengbêjin lê, hevserê min, birayê min, apê min rê nade ku ez dengbêjiyê bikim. Gelek caran ev yek bi tund û tujiyê jî li ser jinan dihat ferz kirin. Her yek ji wan jinan xwedî çîrokek balkêş bû. Ev pirsgirêkek mezin bû. Bê guman gelek jinan jî ev yek derbas kiriye û li derve dikarin dengbêjî bikin, hin kes jî tenê li malê an jî li cihên girtî de dikarin bilorînin. Ji xwe van astengiyan jî hişt ku ez xwe bigihînim wan jinan.

Raste ku hin ji wan ditirsin, lêbelê hin jinên din jî hene ku pirr aktîvin û dixwazin vê kevneşopiyê bidomînin. Jinên bi emir jiyana xwe ji dest didin û ciwan jî dengbêjiyê nizanin, ev tişt hemû bi wan jinan re diçe û ya biêş jî ev yek e. Hin keçên ciwan yên dengbêj hebûn ku dixwestin mîrasa heyî bê komkirin, arşîv kirin û ev nêzikatiyek herê rast bû ji bo parastina vê çanda dewlemend.

Raya giştî ya Ewrûpa û navendên Akademiyan çiqas vê çandê nas dikin?

MERLENE-1Dengbêjî bi giştî nayê naskirin. Di hemû civakan de çandên wiha hene ku hîn di bin bandora pergala kapîtalîst de winda nebûne. Hin çandên cûda hene ku dişibin dengbêjiyê û hatine nivîsandin. Her civakek bi şêweyek cûda, bi devkî kevneşopiyên xwe tînin ziman û ji aliyê antropologan lêkolînên baş li ser wan hatiye kirin. Li ser dengbêjî jî ji ber kêm bûna belgeyên nivîskî heya niha lêkolînek rast nehatiye kirin, lê xala hevpar a di derbarê civaka Kurd û civakên din de ev e ku jin roleke wan ya taybet di vê mijarê de heye. Bi gelemperî jin vê çandê îfade dikin û didomînin. Jin di vê mijarê de xwedî rolek sereke ne, hestên jinan zêdetir nêzî van tiştane. Di heman demê de dengê xwe baş bikartînin, xwe îfadekirina hestan de jî hostane, ez koka dengbêjiyê jî bi vê re didim girêdan.

Lêkolînên min yên ser dengbêjiyê bi zimanê Îngîlîziye, lê hîn nehatiye weşandin. Xebata min a ji bo weşanê hîn didome. Li konferans û li zanîngehên cihê, li ser vê mijarê min semîner dan. Antropolog û hin kesên cûda vê kevneşopiyê nas dikin, ji ber ku di civakên din de jî rastê çandên wiha nêzê hev hatine. Gelek caran dibêjin ku ev çanda dengbêjiya Kurd li hin cihên din dîtiye, ev yek jî ji ber çanda gohestina devkî ye. Pirr mijarên çandî hene ku dişibin hev lê, tevî wê jî dengbêjî tiştek taybet e.

Berê sala 2014´an ez tevî jinekê me projeyek avakir, tevî komekê em çûn Ermenîstan ê. Li wir jî em rastê çandek wiha ku dişibe dengbêjiyê hatin. Li wir zilaman nedihîşt ku jin dengbêjiyê bikin. Jinên Ermenî hatin bakurê Kurdistan û Stembolê û li wir konser dan. Herçend zimanê jinên Ermenî û Kurd ji hev cihê bin jî lêbelê ji hev fêm dikirin. Ji aliyê mûzîk û deng de pirr dişibiyan hev û du.

Ev jî kilameke dengbêjiye ku Marlene Schäfers di teza xwe de cih dayî yê:

Ez Gazîn im

Ez ghunerazîn im, ez dengbêj im

Ez ne ker im, ez ne gêj im

Derdê dilê xwe dibêjim

Kesek dengê min nabihîze

Kesek dengê min nabihîze

Ez gazîna dilbirîn im

Dil û hinav tijî xwîn in

Weke Xecê, weke Zîn im

Li ber zilma van dijminan

Erdekê nemaye ez biçim

Li ber zilma van dijminan

Erdekê nemaye ez biçim

Ez gazîna nav gundiyan

Ez bêrîvana nav bêriyan

Wekî quling diqeriyam

Li ber zilma van dijminan

Bûm hêsirê, serê çiyan

Li ber zilma van dijminan

Bûm hêsirê, serê çiyan