Dengvedana sedsalekê

- Berjin TEKOŞER
713 views

Dîsan dem dema cengê ye, meydan bi cengaweran dagirtiye, mirov bêdeng, li şona wan çek  û hinek jî awirên bi kerbin ku dipeyvin. Dîrok dîsan bi xwînê tê nivîsîn. Hinek jî kêm û nebes. Yan jî tiştên ku bihata jîn vê veguherîbaya beytên dîroka nenivîsî… Vaye meydan dîsan bi dengê cengaweran olan dide.

Şer û berxwedan

Hatu Şahnaz keçe Mewlana Yakub Erdelanî ye. Bi qehremanî û cengaweriya xwe bi nav û deng e. Ax! Ax bi dilê vê jina cengawer ku meydan bûne rengê cenga wê û qehremanî dengê ji awirin wê ku hey li esimanan bilind dibe. Ew wek fermandar û  jinek cengawer a Kurd ya qehreman ku di vê neyê ji bîr kirin, her tim di stranan de, di çîrok yan jî lorikan de, bi dengê dilnizm yê dayîkên me, dengê wan digihe me.

Hatu Şahnaz keça Mewlana Yakub Erdelanî, bi daxwaz û xwesteka xwe, di heman demê de bi erêkirina malbata xwe re, bi Helo Xanê ji giregirên wê herêmê re dizewice. Bê guman di wan deman de şer zêde rû didan û êrîşên bi ser giregirên herêmê de zêde çêdibûn. Ji bo wê jî agahiyên di derbarê şer de ne suprîz bûn. Li ser van axa, axa bi bereket a Mezopotamyayê ev rewş, rewşa bi şer her tim mijara gotinê bû. Gelê xwe cihî yê vê axa bi bereket bûyîn, di heman demê de dihat wateya li rastê her cûre îstîla û êrîşan hatin û ketina nav berxwedanek bê navber.

Gelek çîrok hatin rêsandin

Rojên bi zehmet in, şer li ber derî ye. Şahnaz, wek her carekê ji xwe bawer kete hindur. Ji aliyekê amadekariyan dike, ji aliyê din de jî ji hevserê xwe re dibêje, ´divê ez xwe amade bikim´ û dest bi kar û xebatek dem dirêj dike. Helo Xan li aliyekê lê temaşe dike, li aliyê din de jî cilê xwe li xwe dike, şûra xwe amade dike. Ew amade bû, lê a ku herê zêde dilê wî xweş dikir, amadebûn û tevgera Hatu Şahnaz ê bû.

Helo Xan tûrik di dest de ber bi şora xwe ve gavek avêt, bi her du destan ew rakir. Derî vekir û gava ku xwest li pişt xwe binêre, dît ku Hatu Şahnaz hema li pişt wî sekinî ye. Bi derketina wî re ew jî derket. Ber bi hespê zîn lê kirî gavek avêt û serê hesp girt…

Bîskekê wisa sekinî; di nav fikarên hûr û kûr de çûbû. Piştî bêhn vedanekê li wî zivirî û got; ” xwedî li axa bav û kalê me, ciwanên me derkeve. Ez naxwazim li ser vê axa pîroz xwîna bav û kalên me, xwîşk-birayên me birije. Lê, di dewsa axa me bibe êsîrê destên neyaran, mirin carnan a herê xweş e.” Helo Xan weke ku li benda van peyvên bi sêhr be, serê xwe rakir û bi dilgermî serê xwe li hemberî wê hejand û bi vê tevgera xwe ew erê kir û siwarê hespê xwe bû. Hespê xwe ber bi bayê re bezand û çû…

Wêrekiya jinên Erdelanî

Roj bi roj, kêlî bi kêlî di derbarê şer de, li pey hev agahî dihatin. Şahnaz, her qasidek ku dihat baş pêşwazî dikir, guhdarî dikir û li gor wê jî di serê xwe de rewşa heyî zelal dikir, plan li pey plananan di serê xwe de rêz dikir. Berê her tiştekê jî hewl dide di derbarê rewş û asta şer de agahiyan vergire, rêjeya windahiyan dixwest bizanibe û kesên ku dixwestin ji aqobeta Helo Xan agahiyan bigirin, ew bêdeng dikirin û digot, “her mêrek li wir, ji bo rûmeta xwe têdikoşe. Xan jî yek ji wan e, ne ji wan hêjatir e. Ew jî bi qasî her yek ji kesên ku qada cengê de şer dike, hêja û bi rûmet e.” Her gotin û hevokek ku ji devê Şahnazê derdiket, jinên Erdelanî pê bandor dibûn, dihişt ku hemû jin ji vê jina wêrek û cengawer hez bikin û jê re rêz raber bikin.

Helo Xan, di herêma Bacirhan a du roj dûrî Sine de di nav şer de bû. Şer her ku diçû girantir dibû, di demên destpêkê yên şer de ew serkeftinên ku Erdelaniyan bidest xistibû, hem cengawer, hem jî gelê Erdelanî yên ku ev agahî dibihîstin xistibûn nav kelecan ê. Îraniyên ku êdî fêm kirin wê bi Erdelaniyan nekaribin, agahî li ser agahiyan dişînin herêmên cûda û alîkariyê dixwazin. Banga wan a ji bo alîkariyê bê bersiv nema û di demek kin de hat erê kirin. Lê, a herê xirap jî ew bû ku yên vê bihatana arikariya wan ji derveyî Loristaniyên hemnijadên wan wê tu keseke din nebaya. Axa ku bi destê neyaran nehatibû dorpêç kirin û  neyaran nekarîbûn cengawerên Kurd bin pêxin, wê dîsan bi destê wan bihata tune kirin. Îxanet dîsan li ser kar bû û ji bo carekedin dipeyvî!

Bang dike û birêve dibe

Mîrov ger bixwaze berxwedêriya vê jina cengawer bi mînakekê be jî bîne ziman, wiha dikare vebêje: Helo Xan li herêma cirhan ku du roj ji Sine (Senendec ê) dûr e bi Îraniyan re dikeve nav cengê. Di destpêka şer de Erdelanî serkeftinek mezin bidest dixin. Ji ber wê, “Sofî” yekser xwe dispêrin serokê Loristanê Omer Gul. Dema wisa dibe jî leşkerên Loristanê yekser tên arîkariya wan. Ev arîkariya Loran dihêle ku artêşa Erdelan qels bibe. Artêşa Erdelanî jî neçar dibîne ku paş de wekêşîne. Bi vî rengî tên newala Arrez a ku nêzî Sine ye, bi cih dibin. Dema ku rewş wisa dibe, hêdî hêdî axa Erdelan dikeve nav tehlûkeyek mezin de. Di demek wisa hesas de, Hatu Şahnaz li ser navê keçên Erdelanî wiha bangê tevahiya keçên ciwan yê qewma xwe dike: “Yên ku ji bav û birayên xwe hes dikin bila cil û bergên şer li xwe bikin û bên meydana cengê, yên ku dixwazin bikevin destê Qizilbaşan (Îraniyan) jî bila bimînin.” 500 keçên ciwan ku vê bangê dibihîsin cil û bergên xwe yên şer li xwe dikin, şûr di dest de, li dora Hatu Şahnazê kom dibin, ew jî wek cengawer û şêre jineke Kurd vê artêşa ji jinan pêk tê, birêve dibe.

Bi vî rengî jinên Kurd jî mil bi milê zilaman, di meydana cengê de bi neyaran re dikevin nav cengê. Şer sor dibe û di wan 3 rojan de meydan bi xwînê tê şoştin. Di şeva roja çaran de, ji ber ewr û baranê hema bêje tevahiya herêmê di tarîtiyê de dimîne. Hatu Şahnaz vê wek firsendekê dinirxîne û artêşa xwe a cengawer ku ji jinan pêk tê, wek çar baskan erkdar dike û ji çar baskan êrîş dibe ser Qizilbaşan ku ji ber ba û baranê ketine nav çadirên xwe. Qizilbaş belavela dibin, perîşan dibin, fermandarê artêşa “Sofî” Kelp Elî Han tê kuştin. Piştî kuştina fermandar hema yekser artêşa “Sofi”yan têk diçe û dest bi revê dikin. Lêbelê artêşa Erdelan dest ji wan bernade û yek ser dikeve bi du wan. Bi vî rengî artêşa Erdelan bi jin û zilamên xwe re, dijminên xwe têk dibin û heya wêdetirê Bacirhanê bera wan didin.

Siwarek hesp dibezan li meydana cengê

Nedibû ku Hatu Şahnaz li hember van tiştên ku diqewimîn bê tevger bimaya. Hewce bû tiştek bihata kirin û di pêşengiya jina Kurd a cengawer de hat kirin jî. Helbet ev ne cara ewil bû ku jinên Kurd wê çek hildabana û ketibana meydana cengê. Beriya vê bi sedan sal hebû..! Têkoşînek ji berxwedan û wêrekiya jina Kurd bi barkirî hatibû jîn û hîn jî dihat jîn. Wan gelek caran bi rojan hesp bezandibûn, bê xew mabûn û axa xwe ji neyaran parastibûn. Wan şûr hejandibû li ser pişta hesp ku tuyê bêjî bayê qorbê ye. Şer, tirs, kelecan û êş rêz bibûn li ber derî. Dem hatibû! Cenge, cenga man û nemanê.

500 jinên wêrek, 500 cengawerên rih sivik ku bi baweriya bi xwe tanîn diketin qada cengê. Heybeta wan besê wê bû ku tirs û xof bikeve nav dilê neyaran. Şer her ku diçû giran dibû, ba, baran û bahoz rabû, her der wek roja mehşerê bû. Rexmê vê yekê jî 3 roj ên sax şerek dijwar hat meşandin. Şerek ji dil û bi wêrekiya şêre jinên Kurd. Ew ne tenê mil bi milê zilaman têdikoşîn, li pêş wan hesp dibezandin li meydana ku bibû dengê cenga jina Kurd.

Roja 4´an rewş her ku diçû girantir dibû, ewr komê ser hev dibûn. Ewrên reş, mîna wêneyek cemidî be wisa her der reş pêça bû. Her du aliyan jî xwe vekêşandibûn cihê xwe, di nava çadirên ku vedabûn de li benda başbûna hewayê mabûn.

Her kes li benda tiştekê bû, derveyê yek kesê. Wê, ev rewşa heyî nedipejirand û ew kes jî derveyê fermandara jin Hatu Şahnaz keseke din nebû. Yek ser dest bi planeke berfireh kir û bê ku bêhna xwe vede çû cem şervanên xwe. Di serî de plana xwe vedibêje, koma xwe dabeşê çar koman dike, ji çar baskan de êrîşê dibe ser Îraniyan. Hemû çadiran bi erdî re dike yek. Serfermandarê artêşa “Sofî” Kelp Elî Han jî hema li wêderê tê kuştin. Artêşa wan tê belav kirin û ber bi paşve baz didin. Hatu Şahnaz, bi artêşa xwe re vedigere.

Ax bi dilê jina ku bi wê re bûye yek û di nav lepên biyanî de, di nav bindestiyê de rizgar dibû; Hatu Şahnaz jî di nifşên paşerojê de weke fermandereke jin ya Kurd a qehreman ku di vê neyê ji bîr kirin, di stranan de, di çîrok yan jî di lorikan de cihê xwe girtibû.

Dengek tê, dengek ji werza biharê ku bi pişkivîna kulîlkan re nû dibe. Bêhna berxwedanek ku bi sed salan, bi evîna bawerzîneke biharê re ji nû de xwe li rûhî her jinekê badide. Mirov nizane, dibe ku ev denge ku wiha bi hêz, bi heskirin û berxwedariya her yek ji wan jinan îro wiha di guhê me de olan dide. Vaye niha dîsan dengê wan bi wezîna bayê re tê guhê min, gelo tê guhê we jî dengê bi ken yê serkeftina jin ê?

Çavkanî: Ji paşerojê heya roja me ya îro Jinên Kurd-Mehmet Bayrak