Di paş deriyê zindanê de pêşwazîkirina 1’ê Îlonê

- Roza METÎNA
365 views

Ew ê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de gelek zarok û jin di paş deriyê zindanê de tevî pêkûtî û êrişên li dijî wan 1’ê Îlonê pêşwazî bikin. Li welatê ku ji aliyê zihniyeteke yekperest ve tê birêvebirin hemû qad bûne zindan. Ji aliyê kesekî nikare bê prompter du gotinan bîne ba hev bi hezaran binpêkirinên mafan li zindanan diqewimin û ev dibe sedem ku di roja aştiyê ya cîhanê de ev kiryarên dijmirovî wekî lekeyekê di nava rûpelên dîrokê de cihên xwe bigirin. Kêmasiyên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên di vê mijarê de jî mijareke din a gotinê ye.

Di 1’ê Îlona 1939’an de artêşên Naziyan ên ku şerekî mezin ê sedsala 20’emîn dan destpêkirin êrişî Polonyayê kirin û bûn sedem ku şerê duyemîn ê cîhanê dest pê bike. Di vê pêvajoyê de bi milyonan mirov mirin û gelek kes seqet man. Welatên endamên Varşova Pakti û Yekîtiya Sovyetan ji bo peywira têkoşîna ji bo cîhaneke di nava aştiyê de bi bîr bixe dîroka 1’ê Îlonê wekî “Roja Aştiyê ya Cîhanê” îlan kirine. Ji ber polîtikayên dewletê yên bi rêbazên şaş tên birêvebirin îro li gelek welatan binpêkirina mafan a di jiyana mirovan de 1’ê Îlonê pûç û vala dihêle. Parêzvanên mafên mirovan jî ber bi vê pêlê ve tên dehfdan. Mafên wan jî tên xespkirin.

Pêkanîna tecrîdê rastiya girtîgehan derdixe pêş

Di 1’ê Îlonê de mijareke girîng a bala mirovan dikşîne tecrîda li zindanan e. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li Îmraliyê bi tecrîdeke mezin rû bi rû tê hiştin. Di rapora dawî ya CPT’yê de bi tespîteke muhîm rewşa Girtîgeha Îmraliyê hat vegotin. CPT’yê di raporê de diyar kir ku rewşa li Îmraliyê tecrîd e. Pêkanîna tecrîdê rastiya girtîgehan derdixe pêş. Li gel rewşa awarte bi dawî bû jî pêkanînên li zindanan bi dawî nebûn. Ew ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî 1’ê Îlonê dîsa di zindanê de pêşwazî bikin.

Bi lêpirsînên belasebeb jinên 70 salî yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene yên wekî Dayikên Aştiyê Rabîa Kiran, Makbûle Ozbek û gelek jinên wekî wan bi rojan di bin çavan de tên hiştin û girtin. Parêzerên wekî Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal bi daxwaza darizandina adîlane bi rojan e dest bi rojiya mirinê kirine. Hunermendên mîna Hêlîn Bolek, Îbrahîm Gokçek jî ji bo bi awayekî azad konseran bidin û stranên xwe bêjin dest bi rojiya mirinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dan. Jiyana bi hezaran girtiyên siyasî îro ji ber belavbûna Vîrusa Corona’yê di xeterê de ye. Li zindanan bi derketina Vîrusa Corona’yê binpêkirina mafan her ku çû zêdetir bû.

Zêdebûna binpêkirin û zextên li zindanan

Girtiyên di zindanan de her roj bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re behsa zêdebûna binpêkirin û zextên li zindanan dikin. Bi vê yekê girêdayî girtiyên di zindanan de ew ê di bin xetereya Vîrusa Koronayê de 1’ê Îlonê pêşwazî bikin.

Dema em lê dinêrin saziyên raporên girtîgehan amade dikin tenê wekî ku tabloyeke baş hebe nîşan didin. Lê li gor gotinên Zulfiye Akman a ku keça wê Dîdem Akman di rojiya mirinê de ye em dibînin ku tablo qet vê yekê nîşan nade. Di 18’ê Sibatê de Dîdem Akman û Ozgur Karakaya li Girtîgeha Girtî ya Şakranê ya li Navçeya Aliaga ya Îzmîrê bi daxwaza darizandina adîlane û başkirina şertên li girtîgehê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Rojiya mirinê ya Dîdem û Ozgur dewam dike. Dayika Dîdemê Zulfiye Akman diyar kir ku Dîdemê gelekî kîlo daye û nigên wê bûye birîn. Her wiha ji ber nikare serê xwe bişo porê xwe jê kiriye. Zulfiye diyar kir ku daxwaza wan a ji bo refakata ji bo Dîdemê hatiye redkirin û Dîdemê jê re gotiye nexweşên girtî di hundurê qefesan de dibin girtîgehan û dema girtî vê yekê qebûl nakin jî nayên tedawîkirin. Vê carê girtî ji bo bên tedawîkirin dest bi grevên birçîbûnê dikin. Zulfiyeyê diyar kir ku divê ji bo Parêzer Ebru Timtik, Aytaç Unsal, Ozgur Karakaya û Dîdemê kesek bêdeng nemînin. Zulfiyeyê diyar kir ku wê daxwaza refakatê ji wezaretê kiriye û gotiye ‘dema keça min rabe serê wê gêj bibe ew ê li derekê bikeve em ê hesabê vê yekê ji ku pirs bikin?’. Zulfiyeyê got dema wê wiha gotiye peywirdarên wezaretê gotine ‘dimire bila bimire’. Ev mînakên ku ez behsa wan dikim tenê jê çend heb in. Lê belê bi dehan mînakên bi vî rengî hene. Ev mînakane rastiya bêrêziya li dijî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê radixîne pêş çavan.

Dê di 1’ê Îlonê de binpêkirina mafan

Mêr ji bo tahakkuma wan a li ser jinê dewam bike jinê her dem li her derê dikin nava qefesekê. Yek ji van qefesan jî li gor wan zindan e. Ew jinan bi zindanê ceza û tecrîd dikin. Jin ji bo dev ji destkeftiyên xwe û jiyana xwe bernedin têkoşîna xwe li dijî vê yekê didomînin. Li gor rapora binpêkirina mafan a 6 mehên dawî ya Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) li Bakur 14 jin di nava malbatê de hatin qetilkirin û 20 jin jî bi awayekî bi guman hatin kuştin. Ji ber polîtikayên bêcezahiştinê û dijminatiya jinê li zindan, mal, li derve, li cihên kar jin her dem bi pêkûtî û zilma mêr rû bi rû tên hiştin. Ji ber vî hawî xuya dike ku dîsa îsal dê di 1’ê Îlonê de binpêkirina mafan, zilma li dijî jinê, pêkûtiyên di zindanan de dewam bikin. Ji bo bidawîkirina tahakkuma mêr a dibe sedema texrîbatên mayinde û paşverûtiyê têkoşîna jinê ya ji bo avakirina pergala wekheviya zayendî bi qasî hilma ku em distînin girîng e. Dema ev têkoşîn bi encam bibe dibe ku wê demê em bi fikar û bi tirs 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî nekin.