´Di tu sedsalê de jin wiha nehatine qirkirin´

- Newaya Jin
649 views

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, dema ku çeteyên DAÎŞ´ ê êrîşê Şengalê kirin, bi hezaran dayik û keçên Êzidî dîl ketin destê çeteyan. Li gorî tê texmîn kirin, hîna jî 3000 keç, dayik û xurtên Êzidî bê ser û binî hatine kirin, kes tiştekê ji aqobeta van kesan nizane. Wê şewa ku JİNA Bİ NAVE WEHİDE-1herkesekê pişta xwe dabû gelê Êzidî, pêşmerge ji xwe ji mêjde bi fikra rewê debûn û baz didan, gel û bi hezaran jin û zarokên Kurd yên li Şengalê bê parastin hîştin, ew bi qedera wan re hêlan. Ji ber van nêzikatiyan bû ku hîna jî gelê me yê Şengalê êş û keserê dikşîne. Hîna gelek kes di destên çeteyan dene, çarenûsa wan nediyar e.

 ´Xem barek ji keseran bû´

Kesa bi navê Wehîde  Reşo ku navê dayika wê jî Gewrê ye ji me re qala wan rojên bi êş dike û dibêje: “Ez ji bajarokê Xanesorê me. Ez li gundê Digurê zewicîm. Dema ku DAÎŞ´ ê êrîşî Şengalê kir, em ji aliyê Çeteyan ve hatin  girtin û her tiştê me ji me girtin, em birin navenda  Şengal ê , li wir em demekê li gel xwe hiştin û bi gotinên ´emê we bibin gel malbatên we´, em xapandin. Piştî demekê ku em li navenda Şengalê de girtin bi şûnde, em ji Şengalê birin dibistanên li Tilaferê bi cih kirin. Piştî ku em demekê li wir jî man şûnde, em ji Tilaferê birin girtîgeha Badûşê ku dikeve parêzgeha Musil ê. Ji Badûşê carekedin em anîn Şengal ê, di nava çend rojan de em hey digerandin û her komekê em radestê komeke din dikirin.

Rojên bi êş û jan bûn! Niha jî dema ku ez qala wan tiştan û rojan dikim, ji serî heya tiliya pêyê xwe direcifim. Xem wek keserekê xwe li wechê min dide. Xem êdî bayek ji keserê bû ku li ser wechê me siwar dibû. Em wek pêlîstoka di dest wan de lêhatibûn, wî em tanîn didan kesek din. Em ne di wê ferqê de bûn, lê em dihatin firotin. Wan kesên ku mêjiyê wan bi rûpûşên reş hatibû pêçan, em kiribûn bihayê bazarên xwe û dixwestin heya ku rihê me jî di bazarande derxînin firotinê. Lê, tiştek hebû ku wan qet nezanî, ew jî ev bû ku bayê ji rihê serhêldêr a jina Kurd xwe giha bû me û li wechême danîbû. Dîsan dem hatibû ku me li cih û şûnên din perekende bikin. Ez ji Şengalê birim Reqa yê, dîsan ji wê derê jî dizivirandim Şengal ê.”

Dîl girtin û destavêtin

1-Wehîde dema ku ji me re behsa wan rojên bi êş dike, kêliyên pirr bi zehmet dijî û gelek zehmet be jî dengê xwe bildindtir dike û dixwaze herkes, her jinek dengê wê bibihîse û wiha pêde diçe: “Her cih û devera ku em dibirinê, em rastê şîdet, tundî û destavêtinê dihatin. Li hemberî her tund û tûjî, destavêtina wan jî me nedikarî dengê xwe derbixista, ji ber ku ger me dengê xwe bikira, xirabtir û zalimtir bi ser me de dihatin. Di gelek kêliyan de, ku niha vegutina wê jî pirr zehmet e, min bi dehan caran daxwaza mirinê dikir. Hin caran me digot hema derfetek, an jî kêliyek bikeve destê me ku em bikaribin ji destê wan xwe xilas bikin, lê mixabin çênedibû. Zext û zorek wisa li ser me çêdikirin ku ne tu gotin, ne jî tu peyv têra vegutinê dike.

Bi vê yekê re jî nedima; zarokên me ji me girtin, me gelek an qet zarokên xwe nedît û hin kesan jî bi rojan nedikarî zarokên xwe bibînin. Ji xwe gelek kesan heya roja îro jî nekarîn zarokên xwe bibînin, an jî di derbarê aqobeta wan de agahiyan bidest bixînin. Ka kêliyekê xwe deynên şûna min, wê demê hûnê çêtir bizanin ka ji bo dayîkekê dûr bûn, nedîtina zaroka xwe çiye, hûnê baştir fêm bikin. Bi yek caran du dest tên û zarokên te ji pexelate qot dikin, wek pêtek agir dişewitîne ev her du dest pexela ji keser koliyan dinale.”

Wek gelek malbatên Şengalî ji malbata Wehîde Reşo jî gelek kes dikevin destê çeteyên DAÎŞ ê. Ji gelek endamê malbatê heya roja îro jî agahî nayên girtin. Wehîde behsa malbata xwe, roja ku dîl ketin destê çeteyan dike û dibêje: “Ez û hema bêje hemû endamê malbata min ketin destê çeteyên DAÎŞ ê. Dema ku em ketin destê wan, destpêkê jin û zarok ji hev cûda kirin, ez û keça min a bi navê Sendirêla ku temenê wê 3´ê sal û nîv bû, birin cihekê. Her sê keçên min yê din jî birin cihek din. Keça min a mezin ku 13 salî bû, navê wê Xewla ye. A pey wê jî 10 salî ye û navê wê Rinda ye. Ya herê biçûk jî 8 salî û navê wê Daliya ye ku hîna jî her sê di dest çeteyên DAÎŞ´ê dene.

Parastin di her şertî de pêwîst e

Ev girtina me ji nezanebûn û bêrêxistinbûyîna me dihat. Ger em birêxistin kirî ban, ev yek bi serê me de nedihat. A ku îro bi serê me jinan de hat, ji ber vê yekê bû ku em wek jin her tim dibin zilm û zûriyê dene, bê parastin û bê tedbîr in. Jin lazime di bin her şert û mercî de derfetên ji bo ewlehiya xwe avabike. Wisan li me kiribûn ku tu ewlehiya me nîn bû. Kesekê em neparastin, ji ber ku em jî bê tedbîr bûn, me jî nekarî xwe û zarokên xwe biparêzin. Lê, ji vir û şûnde bila herkes bizane û dengê min bibihîse ku ger rojek jî ji emrê min mabe, ezê tola xwe û zarokên xwe hildim. Ezê vê ji neyar û dijminê xwe re nehêlim. Ezê ji vir şûnde xwe birêxistinbûnê, parastin û bi hêzbûnê ji bo xwe bikim armanç ku bikarim tola sedsalê hildim.”

Wehîde balê dikşîne ser girîngî û hewcedariya xwe parastina jinê û dibêje: “Yegane sedema dîl girtina jinên Êzidî ew bû ku bê parastin hatibûn hîştin, pişta xwe dabûn hêza zilam a ku berde bikare welat û civata xwe biparêze, nikare tu tiştekê bike. Qaşo hêzên pêşmergeyên PDK´ ê em diparastin, lê wek hûn jî dibînin bê ku pişta xwe bizivirin, qêrîn û hawara jin û zarokên Êzidî bibihîsîn, rewîn…!

Hêzên QSD´ ê ez û keça min ji destê çeteyan rizgar kirin, piştî ku em ji aliyê Hêzên Suriya Demokratîk we hatin rizgar kirin û şûnde em radestê şervanên YBŞ û YJŞ´ê kirin. Ez banga xwe digihînin her devereke cîhanê, sazî û dezgehên mafê mirovan, bila herkes ji bo rizgar kirina jin û zarokên Êzidî bikeve nav tevgerê. Ger saziyên li Ewrûpa qala mafê mirovan, parastina heq û demokrasiyê dikin, çima bêdeng in. Niha bi sedan jin û zarok di sedsala 21´an de li bazaran tên firotin, rastê şikence û destavêtinê tên; gelo mirov çavan dikare behsa mirovatî û nirxê mirovatiyê bike. Sedsala 21´an ji bo me jinan sedsalek bi êş û xirab bû, di tu sedsalekê de jinan trajediyên wiha jiyan nekir. Di vê sedsalê de jin hatin qirkirin, destavêtin gihişt asteke metirsyar, mafê me hat xwarin û em dibin her şert û zirûfên zehmet de hatin pelçiqandin. Em dibin her cûre şikence û testavêtinê re rû bi rû man. Gelo em çawa dikarin di vê sedsalê de qala mirovahiyê bikin.”