Dîktator û tekparêz ji jina azad û serbixwe ditirsi

- Nesrîn NAVDAR
1.5K views

Hilbijartin berhemeke serdema hemdem e ku derfeta pêşxistina azadiya fikr û hêza îradeya gelan bi awayekî demokratîk û piralî dabîn dike. Li piraniya welatên ku bi rêbaza hilbijartinê tên birêvebirin mafê her kesî/ê heye ku hilbijêre û were hilbijartin. Dîsa mafê tu kesî/ê tune ku mafê hilbijêrî û hilbijartina kesan asteng bike an jî ya xwe bi zorê li kesan ferz bike. Bi gotinek din em dikarin bibêjin ku rêbaza hilbijartinê di esasê xwe de li dijî tekparêzî, despotî û dîktatoriyê ye. Lê mixabin dîktator, tekparêz û faşîstan pirî caran vê awayê jî li gor xwe fesilandine û dîsa bi ya xwe kirine.

Dijminahiya li hemberî jinê

Wekî me di dîroka nêz de, di van çar salên dawî de li Tirkiyeyê jî dît, ku bi çi awayî mafê hilbijartinê ya gelan hat binpêkirin. Piştî hilbijartinên giştî yên dawî bi dehan parlamenterên Kurd ku bi îradeya gelan hatibûn hilbijartin, ji hêla erkdarên tekparêz ve hatin girtin, parlamenteriya wan hat daxistin û hîna jî di girtîgehan de dîl tên girtin.

Her wiha ew mudaxileya derhiqûqî û antîdemokratîk ne tenê li hember parlamenteran li hember rêveberên xwecihî yên Kurdan jî pêk hat. Gelên Tirkiyeyê û hemû gelên cîhanê bûn şahidê desteserkirin û dagirkirina nêzî sed şaredariyên DBP’ê ku bi şîara “em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin” bê deyndarî gelek kar û xebatên baş û serkeftî derdixstibûn holê.

Wekî em dizanin, ev desthilatiya Erdogan/AKP’ê ya tekparêz di dagirkirina şaredariyan û binpêkirina îradeya gelan de nema, di serî de jin bi hezaran kedkarên şaredariyan ji kar avêtin û hemû saziyên girêdayî şaredariyan rûxandin, vala kirin û li gor berjewendiyên xwe teşeyê da wan. Piştî ku qeyûmên pergalê bi xespkariya xwe cihên rêveberên hilbijartî dagirtin, hunera xwe ya pêşîn bi rakirina kreşên ku bi zimanê dayîkê ango bi zimanê Kurdî dixebitîn û ji kar avêtina hemû kedkarên jin ên wan kreşan nîşan dan. Bi wê awayî neyartiya xwe ya ji Kurd û zimanê Kurdî û ji jinê re bêhtir zelal kirin.

Têkoşîn li hemberî feraseta tekparêz

Dema mirov li dîrokê dinêre dibîne ku dîktator û tekparêzan ji destpêka xwe ve heta roja îro her tim neyartiyê bi jinê re kirine. Beriya her tiştî ew ji hêza jinê ya mirovhez, aştîxwaz û bi awayekî pirhêlî, nêrîna wê ya li jiyanê ditirsin. Ditirsin ku jin hêza wan a ku bi neheqiyan xistine destê xwe ji wan bigrin. Loma an hewl didin jinê bikin xizmetkar û mehkûma malê, an jî wê ji cewhera wê bidin bidûrxistin, bişibînin xwe û bikin îtiatkareke xwe ya sadiq. Ger em li jinên ku li derdora wan in binêrin em ê bi hêsanî pêrgî wan xisletên çêkirî bên ku çawa ji gotina mêrên derdora xwe der nakevin, wan ji ser xwe de dibînin, bi wan re dikenin û bi wan re digrîn. Bi gotineke din dîktator û tekparêz ji jina azad, serbixwe û zana ditirsin û dixwazin jina kole, pêgirtî û nezan li derdora wan be ku ji her kirinên wan ên faşîst re bibêje erê.

Li hember vê feraseta tekparêz û baviksalarî, siyaseta demokratîk a ku bi mîrateyeke bîst – sih salan e têdikoşe û îro jî bi pêşengiya jinê, bi şîara pirçandî, pirzimanî û pirrengî hewl dide azadî, aştî, aramî û wekheviya civak ê, polîtîka û siyaseteke rast ava bike û hemû xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşîne. Ji ber vê çendê jî her tim dibe hedefa siyaseta desthilatparêz û tekparêz û dûçarê rêbazên wan ên antîdemokratîk û derhiqûqî dibe. Wekî beriya her hilbijartinan hat dîtin ku beriya hilbijartina xwecihî ya pêşiya me jî pergala tekparêz siyaseta demokratîk ji xwe re hedef girtiye û ji bo xebatên hilbijartinê di eniya demokratîk de lawaz bihêle pêlên binçavkirin û girtinan daye destpêkirin.

Polîtîkayên qirkirin û tune kirinê

Ji niha ve xûya ye ku vê di hilbijartina xwecihî ya di 31’ê Adarê de jî gelek leyîstik, hîle, dek û dolab bikevin dewrê. Li hember vê lazim e gelê Kurd û hemû gelên demokratîk û aştîxwaz bi hev re bixebitin û vê desthilatiya ku li hundir û derve gelan bi hev dide qirkirin û li gor berjewendiya xwe şerê di navbera wan de gur dike, di sindoqan de bifetisînin. Ev desthilatiya ku dixwaze bi çêkirina kîn û nefreta di navbera gelan de xwe li ser piyan bihêle, di van mehên dawî de wekî di hilbijartina dawî de kiribû rêbaza operasyona li ser Rojava xistiye rojeva xwe û bi wê hewl dide agirê nîjadperestiyê gurr bike û di hilbijartinê de sûdê jê bigre. Ev polîtîka û siyaseta ku li ser qirkirina Kurdan tê meşandin û bi nêzbûna hilbijartinan re gur dibe, ji bilî danîna zirar û xisarê tu têkariyê nade gelên li Tirkyeyê. Îro rewşa ku Tirkiye têde ye û rêya ku desthilatiya tekparêz berê wê dayiyê ji bobelatekê pê ve ne tiştek e. Bi israrkirin di vê yekê de, gel ber bi xetereyek mezin ve birin e. Dîsa di şer de israrkirin, di qeyrana aboriyê de fetisandina gelan e. Şer û alozî tenê kêrî desthilatan tê, loma her tim alozî, şer û gengeşiyan diafirînin.

Îro tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd, êrîşên ku li gelan, li ser kedkar û karmendan, li ser ronakbîr û akademîsyenan, li ser sazî û siyaseta demokratîk pêk tînin jî bi wê mexsedê tên kirin. Ev hewldanên wan bi hemû hêlan ve ji bo berjewendiyên wan in û ji bilî zirarê tu tiştek naghîne civak ê. Sedema vê tengasiya aboriyê ku îro gel têde ye jî encama şerê çar salên dawî ye. Ger em bi bîr bînin di pêvajoya çareseriyê de hem ji hêla aborî de, hem jî ji hêla derûnî de civak ji îro deh qat baştir bû. Helbet îro baş tê fêmkirin ku ew rewşa bi aram ne merîfeta Erdogan/AKP’ê bûye, merîfeta pêvajoya çareseriyê bû ku mixabin ji hêla Erdogan ve hat qolibandin û roj bi roj gel zêdetir ber bi xetereyan ve hatin kişandin. Ji ber vê yekê, divê civak bizanibe ku ne di roja me ya îro de ne jî di siberoja me de, başiya di hêla aborî, aramî û derûnî de ji hêla vê desthilatiya heyî ve nayê avakirin. Berovajî wê her ku biçe alozî, qeyran û bi hemû awayê ve xetereyên jiyanî dike para gel û civak ê. Di vê xalê de awayê ku hewce ye civak tev bigere, xwedîderketina li vîna xwe, xwedîderketina li wekheviya civakê û aştiya  di navbera gelan e. 

Li Kurdistanê talan û rûxandin

Di van rojên ku hilbijartina xwecihî nêz dibe de peywirên girîng dikevin ser gelê Kurd jî. Me dît ku pergala desthilat bi tayînkirina qeyûman henekê xwe bi vîna gelê Kurd kir. Herwiha bi tayînkirina wan re hemû kedkar û xebatkar ji kar hatin avêtin û destkeftiyên ku keda dehan salan bûn hatin rûxandin û talankirin. Ji bo paşvegirtina destkeftiyên xwe lazim e gelê Kurd bi siyaseta xwe ve xebateke bi rêk û pêk bide pêşiya xwe. Ji derveyî bîrdoziyên ku di kêleka desthilatiya zilimkar de cih digrin, divê beriya her tiştî yekîtiya xwe ava bikin. Bila li ka kî di çi fikr û çi baweriyê de ye neyê nihêrtin, tev di bin banekî de, di vê rêya ku vê hêzê bide netewbûna wan de bimeşin. Û divê vê meşa xwe bi ketina nav gel de tacîdar bikin. Fikra gel bigrin, daxwaz û hêviyên wan guhdar bikin, ji tengasiyên wan re bi qasê hêza xwe çareseriyê bibînin. Divê girêdana xwe û gelê xwe qehîm bikin. Em dizanin ev gel tucar mirovan bêbersiv nahêle. Siyasetmedar çiqas xwe nêzê gel bikin ewqas jî vê gel bersiva wan bide. Di vê siyasetmedar û rêveber bi vê hişmendiyê nêz bibin û ji bo kêmasiyên dema borî zû bên bihurandin, hîn zêdetir bi baldarî nêz bibin. Ji ber vê yekê dema ku me şaredariyên xwe paş ve girtin, em ji wan şaşî û kêmasiyên xwe dersan derînin, xwe perçeyek ji civakê bibînin û bêhtir hesas û baldar tev bigerin. Wê demê dê destkeftiyên me bihtir di ewlehiyê de bin.

A bi ser bikeve vîna gelan e

Wekî tê zanîn, yek ji rêbaza pergalên antîdemokratîk an jî desthilatiyên tekparêz û dîktatoran jî bikaranîna hilbijartinan e. Rejîmên wiha ji kirinên xwe yên antîdemokratîk, faşîst û dermirovî re hilbijartinan wek rûpoş û rûberekî bi kar tînin. Encama hilbijartinan çi dibe bila bibe tevî bikaranîna hêza xwe ya erkdariyê bi ceribandina hemû rêyên derhiqûqî, bi awayekî encamê li gor xwe vediguherînin. Çawa ku beriya niha gelek mînakên bi vê awayê ketine rûpela sosret a dîrokê, ev çend salên dawî de li qada siyaseta Tirkiyeyê jî gel dibin şahid û mexdûrên wê rêbazê. Di van çar salên dawî de gelê Kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn di hilbijartinan de dibin şahidê dek û dolab û mudaxileyên derhiqûqî yên Erdogan ku niha jî hem serok e, hem serokkomar e, hem jî serdozger e.

Helbet em dizanin piraniya van erkên xwe yên bi zordarî jî li dijî gelê Kurd dixebitîne. Her wekî ku em dibînin, bi nêz bûna dîroka hilbijartinên xwecihî, dîsan gefan li vîna gelê Kurd dixwe û vî yekê jî wek karê xwe yê sereke dibîne. Ji ber ku baş dizane vê gel di hilbijartinan de bersiva wî û qeyûman bide. Bi gotina xwe ya wek ‘em ê tayîna qeyûman bidomînin’ dixwaze gefê li gel bixwe, wan di tercîha wan de dudilî bihêle û bê çarebûyinê di giyana wan de bide çêkirin. Li gor wî, bi van gefan wê gelek kes bikaranîna dengê xwe wek hewldanek vala bibîne û pêwîstî nebîne ku biçe ser sindoqan. Her wiha ew wisa difikire ku ji bo demekê be jî dê gefên wiha bê hêvîtiyê li ser mirovan çêbike, an jî kesên ku ji ber gefan biryara şewitandin, an jî nexebitandina dengê xwe bidin hebin. Lê gelê Kurd wek her carekê xwedî li  vîna xwe derdikeve, ne bi gefan paş de gav diavêje, ne jî ji bertîlan re destê xwe dirêj dike. Gelê Kurd her wekî hilbijartinên beriya niha vê di hilvijartinên li pêşiya me de jî dîsa îradeya xwe nîşan bide.