‘Divê em Botanê bernedin’

- Newaya Jin
711 views

Digital CameraJina koçer a bejin zirav, reng genimî û bedew, Têkoşîn Gabar a ku her dem giyana wê, ew ber bi çiyayên welatê wê ve dikişand, dawiyê giha wargeha ku her dem berê wê lêbû. Berê malbata Tekoşîn ji ber zilmê neçarî koçberiyê bûye û koçî metrepolên Tirkiyê kiriye. Li gel Tekoşîn li metrepolan mezinbûye jî bi tu şêweyî giyana wê bajarî nebû û nekete nava jiyana bajarîbûnê. Her dem ew ber bi azadiyê ve difiriya heya dawiyê giha çavkaniya ku her dem mêvanê xewin û xeyalên wê bû.

Hevala Şehîd Têkoşîn Koçer Ruken Sêrt wiha qala tevlîbûn û jîrbûna wê dike: “Sala 1999’an dema heval Têkoşîn nû tevlîbûyî min naskir. Bi xwe di nava malbatek welatparêz de mezinbûye. Birayê wê jî pirr zûde tevlî tevgerê bûye û di sala 1993’an de tevlî karvanê nemiran dibe. Heval Têkoşîn bi xwe jî du caran hatibû girtin. Her çendî pergala deshilatdar malbat koçberî metrepolan kiribe jî nekariye çanda wan a welatparêziyê bihelîne. Cewherê heval Tekoşîn nîşaneya vê yekê bû. Xwediyê seknek şoreşgerî bû. Her çendî dibistan nexwendibû, lê bi xwe xwendin û nivîsandina xwe pêşxistibû. Tenê ne li hember deshilatiyê, li hember aliyê malbat û eşîrê yê paşverû ku jinê biçûk didît jî disekinî.”

 ‘Ew di nava rastiyan de zû gihişt’

Ruken wiha pêde diçe: “Ew hestên wê yên welatparêzî û xwedîderketina li Rêbertiyê, bera wê da warên azad. Ew hîn ciwan bû; bi qasî deh rojan perwerda şervanên nû dît, şert û mercên wê demê zorbûn, di her alî de operason hebûn. Heval Tekoşîn li gel wê temenê xwe yê ciwan jî bi baldarî tevdigeriya. Keça reng genimî her çendî li koçberiyê jiyan kiribe jî tiştek ji giyana koçeriyê kêm nekiriye. Tevlîbûnek bizanebûn û di ferqa her tiştî debû. Min nedixwest wê ji ber temenê wê yê ciwan derxim pêş. Lê, ez di vê mijarê de rexne dikirim û her xwe dida pêş. Bi rastiyan re zû pijiya û xwe ji tu tiştekê kêm nedihêla. Navê keçmama wê ya şehîd jî Tekoşîn bû û li Cûdî şehîd dikeve, ji bo wê jî navê wê li xwe kiribû û tim dixwest biçe Cûdî. Di her aliyî de şehîd Tekoşîn ji xwe re mînak digirt û dixwest tola wê hilîne.”

‘Divê em Botanê bernedin’

Digital CameraRuken balê dikşîne ser pêvajoya 1999´an û dibêje: “Ew sal ji bo me hemûyan giran bû, me hemûyan girtina Rêbertiyê hezim nedikir. Heval Têkoşîn ev êş hîn zêdetir,  bi kûrahî jiyan dikir. Di jiyan û çalakiyên xwe de xwediyê giyanek fedayî bû. Carekê di çalakiyekê de me ew neda pêş, piştî çalakiyê heftiyekê li gel kesê ji me ne axivî. Di wê pêvajoyê de pirr hestiyar bû. Lêhûrbûnên wê tev li ser wê çawan bersivê bide Rêbertiyê bû. Tenê ne di şer û çalakiyên li hemberî dijîmin de, di jiyanê de jî baldar û serwer bû. Di wan pêvajoyan de xwarina me nebû, tim xwarina xwe ji hevalên xwe re dihêla. Di paşdevegera sala 99. an de her digot: ‘Divê em Botanê bernedin.’

Ji bo paşdevegera gerîla a sala 1999. an dilê wê qet nerehet bû. Her digot: ‘Divê em hemû heval dernekevin.´ Dawiya Tepaxê em ji qadê derketin û ketin rê. Di rê de em ketin kemînê, piştî kemînê em bûn du kom. Komek pêşiya me bûn, ez û heval Têkoşîn em di koma dawiyê de bûn, heya em bi hev re derbazî qada Heftanînê bûn. Di awiyê got: ‘Heval Ruken ez dixwazim bi te bimînim.’ Min got çima? Wê jî ez bersivandim û got: ‘Dilê min rehet nîne.’ Dema wê wisa got, min jî ew cem xwe hîşt. Ez çima van hemûyan bi hûr û kûr dibêjim, dixwazim balê bikişînim ser baldarî û hîskirina heval Têkoşîn.

Li Heftanînê jî du salan heya sala 2002’an bi giştî çar salan em bi hev re man. Her çendî em paşde hatin jî êrîş neqediyan. Dixwestin me di qadên Parastina Medya de bifetisîne. Di êrîşekê a ser herêmê de heval Têkoşîn ji destê xwe birîndarbû. Ewqas dem bi hev re mayîn girêdanek mezin jî dabû çêkirin. Dema ji ber birîndariyê ez ji ser xweçûm ew li ber serê min rawestabû heya bi ser xwe ve hatim. Ew bi hevaltiyê ve gelek girêdayîbû,  di wê pêvajoyê de alîkariyek mezin da me. Ew hevalek bû ku mirov her dem ji xwe re mînak bigire.”

Ruken wiha qala xeyalên Tekoşîn ên vegera Botanê dike: “Em wê demê ji hev cûdabûn. Piştî demek dirêj li Qendîlê me carekedin hev dît. Wêdemê got: ‘Tim xeyala min carekdin vegera Botanê ye.’ Min got erê tu dikarê biçî, ji xwe êdî ezmûnên te jî çêbûne, tu êdî dikarî wek fermandar biçî wêderê. Bi rûkenî li min nêvî û got: ‘Ji bo min ne pirsgirêke, ji xwe ez milîtaneke başim jî.’ Birastî jî çû Cûdî û xeyalên xwe bi cîh anîn.”

‘Ew milîtana demê bû’

Hevala Tekoşîn, Şîlan Manî jî wiha qala berxwedêriya wê dike û dibêje: “Di pêvajoya pêngava yekê Hezîranê ku ji bo tevgera me bi qasî pêngava 15’ê Tebaxê xwediyê wate û giringiyek mezin bû, rolek giring lîst. DS.TEKOSIN-1ema ku Rêbertî ragihand; ‘Keçên ji min hez dikin bila bere xwe bidin Botan ê.’ Heval Têkoşîn jî di wê pêvajoyê de bera xwe da Botan ê. Di wan pêvajoyên giran ku lîstokên mezin ser tevgera me dihatin birêve birin û bi taybet jî li ser tevgera me ya jinê, wek heval Tekoşîn bûna xwedî helwestek şoreşgerî pirr giring e. Yek ji hevalên ku dixwest projeya Rêbertiyê ya mezinkirina tevgera jinê ku di nîvî de mabû, di qada leşkeri de mezin bike, heval Têkoşîn bû. Ji ber ku Rêbertî hemû bîrdozî, raman û felsefeya xwe li ser bingehê tevgera azadiya jinê dixe meriyetê,  ji bo wê jî zêdetir bera êrîşan li ser tevgera jinê ye. Heval Têkoşîn di ferqa van hemû êrîşan debû û wiha parastin dikir. Li gel temenê wê yê ciwan, di nava tevgerê de nû û li qada Rêbertiyê jî nemaye, lê cardin jî xwediyê seknek milîtanî û li hember hemû şaşiyan xwedî helwest bû. Ew hem li hember êrîşên ji derve û hem jî li hember tesfiyeya hundir şiyar û xwedî bertek bû.”

´Mînaka berxwedêriyê bû´

Şîlan behsa vegera Têkoşîn a qada Cûdî dike û wiha pêde diçe: “Di sala 2004’an de em bi hev re di komên bakur de bûn. Di sala 2003’an de heval derbazî Botanê bûn, lê ji ber şertên erdnîgariyê hevalên jin neçûDigital Cameran Cudî. Piştî 99’an cara yekem 2004´an de koma heval Têkoşîn wan çû Cûdî. Piştî Heftenînê me hev li Cudî jî dît, paşê ew derbazî Gabarê bû. Di nav malbata heval de gelek tevlîbûn û şehadet hebûn. Ji xwe navê xwe jî ji keçmama xwe, heval Têkoşîna kevin a ku li qada Rêbertiyê jî mabû, di jiyan û piratîka xwe de mînak bû, digirt. Tenê bi welatparêziya malbatê re sînordar nema, hişmendiya jin û welat jî pêre kiribû yek, di demek kin de xwe pirr pêşxist. Di nav hevalên xwe de mînak bû. Di aliyê têkoşîna hişmendî, giyanî û fîzîkî de xwediyê hêza berxwedêr bû.

Ew jinek koçer a girêdayî ax, welat û kedê bû. Di nava her karî de bû, tucarî xwe weke fermandar ji tu karî kêm nehêla. Li Cudî xwediyê ezmûnên baş bû. Dixwest li Gabarê jî heman ezmûnan bi dest bixe. Ji xwe derbasbûna wê ya Gabarê jî ji ber wê baldariya wê ya jiyanê, girêdana wê ya bi Rêbertî û şehîdan bû. Ji bo ku pêşengiyê ji xebatên yekîneyên hêza cewherî re bike bû. Tevlîbûna wê canbexşane bû, ji hevalên xwe re tim çavkaniya hêz û moralê bû.

Di pêvajoya 2007’an de herêma Gabarê pirr bi zehmet bû, di nava wan hemû zoriyan de coş û kelecana wê baldikêşand. Bi wê hêza xwe bawerî dida derdor jî. Li Gabarê çûna peywirekê bi qasî deh çalakiyan zor e. Dema ku heval Tekoşîn li gel komek hevalên xwe ji bo peywirekê dikeve rê, rastî dijmin tên, di nava wan de pevçûn çêdibe û heval Tekoşîn jî di wê pevçûnê de şehîd dikeve. Li ser hevalên weke Tekoşîn axaftin gelek zore, lê divê em her dem wan vebêjin û bidin jiyan kirin.”