‘Em xwe diparêzin’

510 views
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê encamên polîtîkayên dewleta Tirk yên xwe disipêrin pîlana têkbirinê, bi tevgerên qirkirina siyasî, tacîz-tecawizkirina jin û zarokan, kuştin û girtin-êşkenceyê derdikevin holê. Li derve jî êrişa dagirkirinê ya li dijî Başûr û Rojava, bi şerê li dijî hebûn û destkeftiyên Kurdan, didome.

Di vê rewşê de, li Bakurê Kurdistanê di pêşengiya TJA’yê de kampanya ‘Em xwe diparêzin’ dest pê bû. Li çar aliyên welat jî li dijî faşîzma dewleta Tirk pêngava Dema Azadiyê ye hat destpêkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê van mijarên giring de pirsên me bersivandin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di şexsê HDP’ê de êrişên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dijwartir bûn. Girêdayî konjunkturê, hûn armanca êrişan çawa dinirxînin?.

Êrişên li ser Kurdan bi her rengî dewam dikin. Çi saziyên Kurdan hene hemû dibin êrişên dewleta Tirk de ne. Rojekê êrişî komeleya jinan Roza’yê dikin, roja din deriyê KCD’ê mohr dikin û rêveberên wê digirin, ji xwe li ser HDP’ê jî rojane êriş hene. Em nikarin êrişan ji hev cuda bikin, bi kurtî ev êriş li ser Kurdan e, qirkirina siyaseta Kurda ye. Dixwazin Kurd ji siyaseta demokratîk dûr bikevin. Dixwazin Kurd êdî bêjin ‘nabe, me israr kir, lê bi vî rengî em nikarin berdewam bikin. Ji îro pêde em nikarin êdî siyaseta demokratîk bimeşînin’ û xwe paşve bikişînin. Ew li benda vê ne. Lê Kurd jî êdî van tiştan dizanin. Hatine qonaxekê, zane bûne. Kî êriş dike, fikra êrişê ji kê derdikeve, Kurd vê baş dizanin. Li gorî wê jî xwe plan dikin. Niha li ser HDP’ê êriş hîn jî girantir kirin. Şeş salan berê ji bo Kobanê serhildanek, berxwedan û xwedîderketinek çêbûbû. Wê demê Kurdan bi dengekê, bi bangekê û bi seknekî xurt nîşan dan ku eger bixwazin dikarin li tevahiya Tirkiyê jiyanê rawestînin. Ew gelek ji vê rastiyê aciz bûn. Lewma hîn jî tola Kobanê di dilê wan de ma ye. Ji ber wan digot ‘ha Kobanê ket, ha dike bikeve’. Ê Kobanê neket, di ser de jî gelek destkeftiyên din çêbûn. Ji bo wê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din dagir kirin. Li Rojava li her deverê şer dimeşînin. Dixwazin destkeftiyên Kurdan careke din ji destê wan bigirin. Wan qirkirina Kurdan ji xwe re kirine xebata herî sereke. Ew dixwazin li hundir û li derve Kurdan tine bikin, bikujin, bigirin û qir bikin. Yek zilam heye, ew zilamê tenê fermanê dide. Hakim û dozger hemû gotina wî pêk tînin. Di operasyona dawî de Kobanê kirin sedem. Bi vê jî derket holê, li dijî Kurdan di destê wan de ti tişt nemaye. Her tişt ceribandin; Kurdan çûk nedanî û gav paşde neavêt. Ji ber vê jî ev konsept xistin dewrê. Lê gelên Tirkiyê jî gotin hûn çi dikin. Gelek mirovî piştgirî da û hatin serdana HDP’ê. Atmosferek gelek xweş çêbû. Li ser vê wezîrê karê hundir dîsa derket got ‘ez fam nakim yên diçin serdana HDP’ê çima diçin’. Ji ber wî bawer nedikir piştgiriyek wisa çêbe. Êdî herkes dizane, ne ku Kurd sucdar in, mesele ne wek ew dibêjin ‘teror’ e. Mesele Kurdîtî, statuya Kurdan, zimanê Kurdan û hebûna Kurda ne. Êdî Tirk jî vê dibînin, yên li derdora me ne û HDP’ê dişopînin jî vê dibînin.

Li dijî jinên Kurd êrişên taybet pêk tên. Hûn van êrişan çawa dinirxînin, sebeb çine?.

Êrişên li hemberî tevgera jinên azad ne ji rêzê ne. Ev êriş hatine pîlankirin, li ser hatiye fikirandin. Tevgera jinên azad ji nêz de şopandine, ka jinên Kurd çawa tevdigerin, çawa têdikoşin, girêdayî çine, di nava dozê de rewşa wan çiye. Demek berê wezîrê karê hundir derket got ‘jinên PKK’yî pir taloke ne.’ Ya rastî gotina wî li ser jinên Kurd bû, jinên di nava siyasetê de, di parlemenê de, li qadan. Behsa van jinan dikir û digot ev jin taloke ne. Çima, ji ber ew ji nêzde dişopînin, nirxandinên me, kûrbûna me, xebat û kampanyayên me dibînin. Li xebatên me nêrîn, dîtin yên xebatên saziyan li ser lingan dihêlin bi rastî jin in. Di çalakiyên girseyî de ji sedî not jin tevlî dibin. Dema li vê dinêrin aciz dibin, dibêjin ‘me hinekê zilam tirsandin, lê jin natirsin. Gelo em ê çawa wan bitirsînin, em ê çawa wan ji vê riyê bizivirînin’.

Lewma jî êrişa li ser jinan girantir dike. Hesasiyeta civaka Kurd çiye, li gora wê leşkerên xwe perwerde dike. Çiye, ji leşker û polîsên xwe re dibêjin ‘hûn dikarin destdirêjiyê li jinên Kurd bikin. Hûn dikarin qîzên wan bixapînin, maddeyên hişbir bidin ciwanên wan. Bila Kurdbûnê ji bîr bikin, mejiyê wan pûç bibe, ew nekarin tiştek din bifikirin.’ Ji xwe bi tv ketine her malekê. Nimûne rêzefilm hene, di wan de jin hemû dekûdolaban digerînin, dizî, nebaşî û neheqiyê dikin. Jinan li wir mîna pîrhebûkan nîşan didin. Civak li van rêzefilman temaşe dike, gelek kes di nava malbatê de jî vê rastiyê pêk tînin. Ji bo wê mirov dikare êrişa li hemberî jina Kurd ji gelek aliyan de binirxîne, pir aliyên wê hene. Ew dixwazin me jinên Kurd ji dozê dûr bixin. Mîna Îpek Er çawa çawişekê tecawizî wê kir û got ‘kes nikare tiştekê li min bike’. Wiha piştgirî didin leşkerên xwe, dibêjin ji we re serbest e, helal e, hûn dikarin her tiştî li ser wan pêk bînin.

Êrişa li ser jinê êrişa li hemberî Kurdîtiyê ye, êrişa li hemberî mirovahiyê ye. Li hemberî van êrişan em jî êdî zane bûn. Em van tişan ji rêzê nabînin. Em dizanin bi hişmendiyek faşîzan ev yek hatiye pîlankirin. Divê em jî bi pêngavek mezin, bi bandor bersiva vê bidin. Lewma niha em li qadan in, em li dijî taciz-tecawiza li Kurdistanê pêş dixin radibin. Ji ber vê jî kampanya me ya ‘Em xwe diparêzin’ pir giring e.

We jî diyar kir, TJA li dijî polîtîkayên qirkirinê kampanya ‘Em xwe Diparêzin’ da destpêkirin. Armanc, berfirehî û kûrahiya vê kampanyayê çiye?.

Wek tevgera jinên Azad me kampanyayek da destpêkirin. Me navê kampanyaya xwe kir ‘Em xwe Diparêzin’. Çima, ji ber pêwistî heye em xwe biparêzin. Ewqas êriş û qirkirin bi polîtîkayên qirêj li Kurdistanê pêk bê, em nikarin bêdeng bimînin. Em tiştekê nîşanî wan didin, bila bizanin em stûyê xwe dirêjî kêrê nakin. Em ne qurbanin stuyê xwe dirêj bikin û bila ew jî stuyê me jê bikin, her tiştî bi me bikin. Na, ya me jî her tiştê me heye, hişê me ji yê zilaman jî, ji yê dewleta Tirk jî zêdetir e. Wê demê çima em nekarin xwe li dijî van êrişan biparêzin?. Ji ber vê ev kampanya dest pê bû. Bi rêya kampanyayê em li her bajar û navçeyê digerin. Em civînên jinan çêdikin, diaxivin, ka em ê xwe çawa biparêzin, em ê çi bikin. Em bi dayîkên xwe re dipeyivin. Ji hevalên xwe yên zilam re dipeyîvin, çima li hemberî êrişên dewletê yên li dijî jinan bêdeng in?. Divê em bersiva kesên wekî Musa Orhan xurttir bidin. Em dipirsin, gelo dewlet vê hêzê ji kû digire êrişî jinên Kurd dike?. Wê demê kêmasiyek me heye, em ê vê kêmasiya xwe bibînin û ji holê rakin. Em xwe çiqas perwerde bikin, zane bikin, talokeyê pênase bikin, em ê ewqas bikarin li hemberî wê talokê têbikoşin, liber xwe bidin. Ji ber wê jî TJA ev kampanya dest pê kir. Niha hem li Kurdistanê, hem li aliyê Tirkiyê gelê me eleqeyek mezin nîşan dide. Civînên me dibe sedema nîqaşên baş. Her jin û zilamê ji civînê derdikeve dibêje, em îro hînî tiştên nû û baş bûn. Em ji hevdû hîn dibin, em dibêjin, gelê me dibêje. Derdora çar mehan kampanya dê dewam bike. Di vê navberê de em dixwazin xwe bigehînin her derê. Ji cihê kar, heta zeviyan, jin li kû bin em ê herin wir. Dîsa hevalên me hene di nava partiyê de dikarin ruhê xwe bidin ji bo dozê, lê ji rêzê nêzî jinê dibin. Li ser vê meselê kûr nabin. Em jî dibêjin bila ew bizanin, nêzîkatiya ji bo jinê ji me re stratejîk e. Em rojane, taktîkî nêzîk nabin, wisa qebûl nakin. Heta civak ji vî alî de pêşketinek berbiçav pêk neyîne, em ê xebatên xwe dewam bikin. Ji ber em dizanin jina zane civaka zane ye. Jin azad bibe, civak azad dibe. Ji ber wê em kampanya xwe her roj bilindtir û xurttir dikin.

Li çar aliyên Kurdistanê dewleta Tirk dixwaze polîtîkaya înkar û îmhayê bigehîne encamê. Kurd dê çawa li dijî êrişan bibin hêz û statuya xwe mayînde bikin?.

Niha li tevahî cîhanê û Rojhilata Navîn guhertinek heye. Di nava vê guhertinê de gelê herî zêde bandor dibe û pergala xwe ava bike, Kurd in. Gelek bi milyona ye, hîn jî bê stastu ye. Lê dixwazin wî gelî qir bikin, asîmîle bikin. Lewma divê em Kurd di nava vê guhertinê de bê statu nemînin. Ew hemû girêdayî me ne. Em tenê li cihê xwe rûnin, bêjin bila statu were bikeve destê me, bila ji bo me her tişt baş be, ne wisa ye. Me ev ceribandiye. Bi salaye ji bo em hebin, xwe ji her alî de biparêzin, azad bin, bi hezaran mirovî canê xwe dan, bi hezaran hatin girtin û êşkencekirin. Me êşên kûr jiya û bedelên giran da. Ji ber vê divê êdî em vê sedsalê bê statu nemînin. Hewceye em yek bin, tifaqa xwe pêk bînin. Me nekariye bi ruhê netewî werin gel hev û meseleyên xwe baxivin. Sedemên vê hene elbet. Ya yekem birêz Ocalan ne azad e, girtî ye. Ya duyem, li Başûrê Kurdistan statuyek heye, lê belê li wir ew statu nehat xurtkirin. Hîn jî berpirsên rêveberiya Başûr tên Tirkiyê hevdîtinan pêk tînin. Dizanin li Tirkiyê bi milyonan Kurd hene, lê berê xwe nadin wan Kurdan. Bi kurtî, em dibînin sedsaliya Lozanê tijî bû. Sedsalek din tê nîqaşkirin. Divê em Kurd jî li gorî vê tevbigerin, bibin yek.

Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê 2018’an we pêşengiya pêngavek dîrokî kiribû. Niha jî bi navê ‘Dema azadiyê’, li Kurdistan û cîlhanê pêngavek berfireh pêk tê. Hûn pêngavê çawa dinirxînin?.

Tecrîda li ser birêz Ocalan ket sala 22’an. Her roj bi sedemên cuda bêhiqûqî kirin, hevdîtina birêz Ocalan ya bi parêzer û malbatê re qut kirin. Fikir û ramanên birêz Ocalan bandorek mezin li civakê dike. Berê gelê Kurd bandor dikir, niha civaka Ereb, Civaka Tirkiyê, Ewrupa û cîhanê bandorê dike. Ji ber wê ew naxwazin dengê birêz Ocalan derkeve. Felseferya birêz Ocalan bi rastî wan aciz dike. Kampanya me ya jinê ji tecrîdê re dibêje na. Xweparastina birêz Ocalan, girêdayî xweparastina jinê ye. Eger birêz Ocalan baş be, şert û mercên wî baş bin, eger ew azad be wê demê jiyanek baş, wekhev, komînal û demokratîk wê derkeve holê. Wê demê jin jî dikare di nava vê jiyanê de xwe îfade bike, bi her rengî jiyana azad bidomîne. Ev girêdayî hevin. Ku tecrîda li ser birêz Ocalan wiha dewam bike, jinên Kurd jî nikarin bêjin va ye em azad in. Ti carî em xwe azad nahesibînin, em vê tecrîdê li ser xwe jî dibînin. Niha kampanyayek berfireh li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dest pê kiriye. Ev pêngav gelekî giring û hêja ye. Armanc tinê ne ew e tecrîd bi dawî be, ji wê zêdetir gehiştina azadiyê pir giring e. Em jî wek Kurdên Bakur hewl didin, xebatan dimeşînin ku pêngav bigehe armanca xwe. Em dizanin divê pêşengên pêngavê jin û ciwan bin. Emê wek jinên Kurd li Bakur hem di nava kampanya jinê de, hem jî ji bo pêngava azadiyê çi ji destê me bê bikin. Em hêvî dikin pêngav sedî sed dê bigehe armanca xwe.

Jinên li derveyî welat, bi taybet Ewrupayê dikarin di vê demê de rolek çawa bileyîzin?.

Em wekî gel polîtîk û zane bûne, êdî bê statubûnê qebûl nakin. Wê demê divê bi seknek ji ya berê bihêztir û bi bandortir, bi ruhê seferberiyê em pêşengiya pêngavê bikin. Ev pêngav daxwazên tevahî gelê Kurd tîne ser ziman. Mirov di naveroka pêngavê de rizgariya gelê Kurd dibîne. Li ser gelê Bakur zext û zorek giran heye. Divê gelê me yê li Ewrupa pêşengiya pêngavê bike. Ji xwe jin wê li Kurdistan û Ewrupayê bibin pêşengên pêngavê. Ji ber ev tecrîd li ser jina ye, ew destdirêjî li jinan tê kirin, ew komkujî li dijî jinan pêk tên. Wê demê divê em di her xebatê de pêşengiyê bikin. Em bawerin hem jinên Kurd hem ciwanên Kurd, bi sekna xwe, bi ruhê fedayî emê vê pêngavê bigehînin armanca wê. Em jî li Bakur, ti carî ji polîtîkayên AKP-MHP’ê re stûyê xwe natewînin. Di her şert û mercî de, em ê ji bo serkeftinê xebat û têkoşînê bimeşînin. Serkeftin be.