Enternasyonalîstan azadiya Ocalan xwest

- Amara DORŞİN
341 views
Tevî bi dehan çalakvanî, jina antî-kapîtalîst, antî-faşîst ya 68 salî li Strasbourgê tevlî çalakiya enternasyonalan ya ji bo Azadiya Rêber Apo bû. Ji kêliya pêşî ku em dibînin, ferqa wê bala me dikişîne. Em di nava germahiya çalakiyê de diaxivin. Ew her mîna wêneyê gerdûnîbûna paradîgmaya Rêber Apo ye. Tekoşîna jinên Kurd, tevgera azadiyê û helwesta Almanyayê ya hevparê êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne. Lê tenê naşopîne, bi sala ye aktîv di nava tevgera azadîxwazan de cih digire.

Ji xwecihî gerdûnîbûna tevgera Apoyî, yekparebûna bi ruhê şoreşger-azadîxwaz yê cîhanê re ku weke taybetiyek gelek bi nirx ya tevgera Apoyî ye, di sekn û helwesta wê de xuya ye. Em dibînin; paradîgmaya Rêber Apo her mirovê dijberê pergala modernîteya kapîtalîst ber bi xwe ve dikişîne, bi rêxistin dike, di armancên hevpar yên pergala alternatîv modernîteya demokratîk de, li dor hêviyek mezin dicivîne. Ji wan kesan yek jî dayikekî Alman ya sosyalîst e.

Tu dikarî xwe bidî nasîn?.

Navê min ne giring e, ez 68 salî me û 53 sale ku ez li rojavayê Almanyayê çalakvan im.

Hûn jî li Strasbourgê beşdarî çalakiya enternasyonalan ya pêngava ‘Dema azadiyê‘ dibin. Tu dikarî ji me re motîvasyona xwe bêjî?. Çima tu beşdarî vê çalakiyê bûyî, Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurdan ji bo te tê çi wateyê?

Ez ji bo piştgiriya pêngava Dema azadiyê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hevalên din re hatim Strasbourgê. Ev ji bo min bê guman bû; hem binçavkirina wî û hem jî mercên tecrîdê yên ne mirovane li girtîgeha wî, pir neheq in. Pêwîste ku ji bo berdana wî ya bê şert û merc têkoşîn bê kirin.

Têkoşîna azadiya Kurdan, ji bo jiyaneke azad mînakeke bi rûmet, têkoşînek dûr û dirêj, dijwar û wêrek e. Zordariya li ser Kurdan di bin desthilata Erdogan û pêşiyên wî de, ji bo hemû mirovên ku di dilê wan de xewna azadiyê heye, nayê qabûlkirin. Ez bi xwe jî weke jinek Alman, ji berpirsiyariya Almanyayê agahdar im. Ji ber ku hikûmeta Alman û şirketên Alman di şerê wî yê nefret û qirêj ê li dijî gelê Kurd de piştgiriyê didin Erdogan. Ne helwesta van şîrketan, ne jî helwesta komara Almanya li hemberî avakirina xweseriya demokrasiya serbixwe û rast nayê qabûlkirin. Ji ber ku, ew di bingeha xwe de hêza desthilatdar in. Piştgiriya bi têkoşîna rizgariya Kurdan re tê wateya lawazkirina yên li vir desthilatdar in jî.

Tu wek çalakvan û siyasetmedar çawa xwe rêxistin dikî? Armanc, nirx û pivanên te yên ku dihêlin tu ewçend têkoşer bî çi ne?

Ji sala 1996’an ve li Almanyayê ez di nava tevna “Ya Basta” (platformeke piştgiriya têkoşîna Zapatîsta li Ewrûpa) de cih digirim. Ji dil û can ez enternasyonalîst û antî faşîst im. Ji dema ku min dest bi çalakiya siyasî kir û vir ve, min li kêleka bindestan, qetilkiriyan û dagirkiriyan cih girt. Ji ber ku ez dizanim û hîs dikim; sînor ne di navbera gelan de ne, lê di navbera bindest û zaliman, kedxwar û serdestan de ne. Di navbera kesên ku ji jiyanê hez dikin û yên ku bi şerên xwe yên bi lanet ji bo hêz, feyde û qezenca xwe jiyanê wêran dikin de ev sînor hene. Ji bo min pir giring û pêwîste ku rê û rêbazên em wek jin pê têdikoşin, werin fêmkirin. Ne tenê fikrê analîtîk pewîste, her wiha hîn zêdetir evîn, jiyana kolektîv û komînal, tecrûbe û hêrsa mezin a ku ji dilên me yên germ tê divê hebe.

Bi rastî gelek nirxên min hene, lê ji bo min ya herî giring ne ew nirxên mezin in. Tiştên herî girîng ji bo min nirxên rojane yên wekî hevaltî, dilsozî, germî, piştgirî û rêzgirtin e.

Ez jiyanekê xeyal dikim ku tê de hemî zindî li pêş bin, pere û dewlemendiya maddî li paş be. Ku mirov jî bikarin bi azadî, kolektîv, bi rêzgirtina ji bo hev û bi rûmetê bijîn. Di vê xewnê de her tişt têra herkesî dike.

Te tevgera azadiya Kurdan çawa û kengê nas kir? Ji bo te xebata hevbeş tê çi wateyê?.

Ji navîna salên 1980’yan ve ez piştgirî û hevkariya têkoşîna azadiya Kurdan dikim. Piştî ku Abdullah Ocalan hate revandin, em hem li gel Kurdan û hem jî li dijî qedexeya PKK’ê sekinîn. Salên dawî, hem dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hem jî di dema avakirina herêmên rizgarkirî de, tevgera Kurd dîsa bandorek mezin li çepgiriya Alman kir. Vê jî em di gelek waran de zêdetir pêş xistin. Wekî têgehiştina enternasyonalîzmê, azadiya jinê û têkoşîna li dijî baviksalariyê, her wiha di nava tevgera me ya enternasyonalîst de vê bandorê xwe nîşan da. Ez dixwazim ji bo vê yekê spasiya we bikim.

Ji bo pêşerojê ya ku hêviyê dide te çiye?. Tu dixwazî çî bêjî ji nifşên ciwan re?.

Di navbera me û pêkanîna xewnên me de hîn jî gelek tişt hene. Lê heta îro ti kesî nekarî min îqna bike ku em ê bi ser nekevin. Hemî neheqî, êş û tengasî bi destê mirovan pêk tên. Ma çima mirovên din nekaribin wê biguherînin?. Girîng e ku em hêviya xwe winda nekin. Ev jî bi şer û têkoşînê û bi hişmendiya kolektîv pêkan e. Pêdiviya me bi vê heye, her çiqas em carnan tenê jî bimînin. Baweriya bi hêza xwe ti carî winda nekin. Ger em hest bikin ku me şikest xwariye jî, divê em bizanin li deverên din hin mirov hene bi heman dijminî re şer dikin. Ew ji bo me şer dikin, çawa ku em jî hertim ji bo her kesê din şer dikin. Qet kenê xwe winda nekin û kenê di çavên yên din de bibînin.

Em ji bo hevpeyvînê gelek spas dikin!.