Dijminê ku çav berdaye dîrok, çand, erdnîgarî, wêje, huner, evîn û mirovên kurd û di her firsendê de li pey tunekirina gelekê ye, êrîş dike û pênaseya rikdarên gel ji bo serokên faşîst ên roja me tam jî di cih deye. Zîhniyeta ku ji mêtîngeriyê sûd verdigire, her wekî duh îro jî xwe ji êrîşa li dijî erdnîgariya gelekê ku ew ji hêla manewî û fîzîkî li gel hev digirtin, dûr nagire. Vê carê jî heman dijminahî, dîsan dagirkerî û dîrok dîsan xwe dubare dike.
Bûna dengê berxwedan ê!
Ev erdnîgarî her wekî carên berê îro jî şahidî ji dagirkeriyeke din re dike. Lê vê care pir cûda ye, li dijî dijmê xwe, xwedî ruhek hevpar a hêrs û berxwedanê ye. Vê carê jî Qendîl, her wekî rojên berê bûye dergûşa şoreşgeran, şoreşger di hembêza xwe mezin kiriye, wek hertim berxwedêr û di ruhê hevpar de xwedî yekbûna giyanî ye. Ji bera neyaran jî dîsan halanên dagirkeriyê li başûr holan dide. Dîsan êrîşa ewil, her wekî duh îro jî li hemberî hest, xeyal û belku jî li hemberî ramanên hin eşîr û malbatên ku di ruhê hevpar de nedihatin cem hev, pêk dihat.
Her pêkhatina ku rê li dagirkeriyê vedike, berxwe nade, xwe radestê dijmin dike. Pêkhatinek ku wesfên kurdayetî li gel in, lê xwe ji dagirkeriyê rizgar nekiribe ku hevaltiya wî ya bi dijminê wî re rastiyeke ku di qanûnên xwezayê de jî rastê heman rastiyê tê. Di heywan, nebat, an jî di hemû zindiyan de ajoyên xwe parastinê hene. Tu zindiyek bi zindiyeke din re ku bixwaze zirar, an jî wê/wî tune bike re nayê girêdan, di wateyek giştî de bawerî pê nade û li dijî hertim di nav rewşa şer deye.
Erdnîgarî warên ewle yên jiyanê ne
Têkiliya KDP’ê a bi AKP-MHP’ê re di heman demê de tê wateya dest jê berdana nasnameya xwe. Û ev bi tiştên li vê erdnîgariya ku ji hemû heqîqeta li pêşberî gelekê radiweste dûr, hatine jîn, li hev nayên. KDP wisa evîndarê celadê xwe bûye ku ne di ferqê deye ji hêla ruh de hatiye dagirkirin. Ji bo mirov evîndarê AKP-MHP’ê bibe, hewceye mirov wek wan be; ku KDP di vê qonaxê de vê yekê dike. Lê belê her gel li erdnîgariya xwe tê, bi erdnîgariya xwe tê nasîn. Her gelê ku xwe bispêre erdnîgariya xwe, ew gel dikare berhemdar be, di nav ewleyî û aramiyê de bijî. Civakek ku êrîşa li hemberî erdnîgariya xwe wek êrîşek li ser laş û ruhê xwe dibîne. Bê guman ew jî bi awayek xwezayî dikeve nav xweparastin û berxwedan ê. Ev erdnîgariya ku Kurd li ser hatine dinyayê û mezin bûne, yanî li vê axê bi salan, sed hezarî salane rastê êrîşên dagirkeriya bîrdoziya faşîst a Tirkiyê tên. Her gel erdnîgariya xwe wek bihûştê dibîne. Her wekî zarokekê ku dayîka xwe hertim nêzî xwe dibîne…
Her warekê çîrokek xwe heye
Dema Zînê Wertê yan jî Estêrokan tê gotin, geliyek dûr û dirêj ku xwedî çîrokên jiyan û hêlîna gelek zindiyane ku li wir giyan dikin, tê bîra mirov. Her wekî hembêzkirina dayîkekê a ji ewladê xwe re dimîne. Bi geliyekê destpê dike, dovre rêze çiyayên ku ber bi geliyan ve diçe… Zîne Wertê (Zînê Estêrokan) qadeke ku ji çiyayê Karox ber bi geliyan ve dirêj û berfireh dibe; hemû geliyên Zînê û Karoxê di nav hev û du dene û wisa bi heybet hev hembêz kirine. Qasî ku ez dizanim û ji me re hatiye gotin, tenê li quntara wan çiyayan nêzî şêst qadên jiyanê hene. Li her gundê ku em çûnê mirovên wê xwedî çîrokên cûda û xweşikahiyek cihê bûn. Lê tişta ku hemû malbatan digihîne hev ev e ku her malbatekê çend şehîdên xwe hene. Dîsan tişta ku wan li hev dicivîne, ramana wan a hevbeş ya nasîna neyarên wan e, rastiya ku wê qet dagirkeriya vê erdnîgariyê nepejirînin, ji her demê zêdetir wiha vê rastiyê hembêz dikin û bi eşq li wan çiyayan dinêrin.
‘Zînê Estêrokan’
Helbet piştî Zînê Estêrokan hin geliyên din rêz dibin. Her geliya ku wateyekê pêşkêşê me dikin, hestek bê hempa a aramî û evînê bi me re dide avakirin; rastiya civakî a Zînê Wertê ku di xwezayê de jiyanî dibe, di me zarokên wê de pir xweş hat pêşvazî kirin.
Bihar bi berxwedanê re di nav ahengekê de ber bi geliyê Zînê Estêrokan ve pêş dikeve. Mirovên vir, ji wir re dibêjin ‘Zînê Esterekon’. Em ji wan dipirsin ka wateya vî navî çiye. Li gor wan; sed gav jêrê tengava ku niha peşmergeyên KDP’ê lê cih bûne, kaniyek heye. Bi ketina tarîtiyê re li dora kaniyê gûstêrik li hev dicivîn. Û li wir wêneyek ji esimanan xîz dikirin. Gel ji cihê ku du çiyan digihîne hev re dibêje Zînê. Yanî tê wateya biriqîna stêrkên ku li esimanê du çiya digihin hev.
Girêdana gel a civakî bi hêz e
Di dema xwe de YNK û KDP’ê ev qad di navbera xwe de wek sînor destnîşan dikin. Herêma ku wek sînor tê destnîşan kirin, dikeve herêma Wertê. Ji herêma ku îro jê re dibêjin Zînê Wertê, a rast Zînê Estêrokan e. Wertê hîn lê jêr, ji herêma ku di bin serweriya KDP’ê de ye, tê gotin. Wertê aliyê KDP, Estêrokan jî dikeve milê YNK’ ê. Ev dabeşkirina du aliyan e. Lê gel rê nedaye ku tu hêz an jî dagirker sînoran deynin nav girêdana wan a civakî û ev girêdana xwe hertim bihêz hîştine.
Em dikarin ji vir re bibêjin, esimanê ku geliyên bihûştê lê gihane hev. Li wir çiyayên ku ber bi Biradostan ve dirêj dibin û geliyên ku li pey hev rêz dibin, hene. Ev erdnîgarî, ku mirov li vir dijîn, hebûna vî gelî pêk tîne. Kurdan xwe li vê erdnîgariyê dîtiye. Li gor mirovên herêm ê, ewladê ku ji dayîka xwe re dilsoz nemîne, cihê wî ewladî li ser vê axê nine. Ger ji vê axê re berdêlek bê dayîn jî, ew jî ev e ku ewladê ne dilsoz, ji îxanet kirina li diya xwe naweste, pê bawer bin ku dê roj bê ku ew rastê xezeba vê axê bên. Ne pêkane xwîşk û bira ji hev bibin. Ger ev erdnîgarî ya kurdan e, wê demê hemû xwîşk û bira wê di heman malê de bimînin. Gelê Zînê Wertê û Zînê Estêrokan dibêjin, PKK xwîşk û birayên me ne, ew zarokên van axan in, ew heman zarokin ku bihost bi bihost ji vê axê di dest xwe de digirin û diparêzin, jê hez dikin. Ne ew, belku yên ji me û laşên me re dijmin lazime ji vir biçin.