Ezmûnek dîrokî; Tevgera azadiyê ya jinên Kurd

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
515 views

Îro ji bizavên jinan a herî rêxistî û bi bandor a cîhanê tevgera azadiyê ya jinên Kurd e. Di warê dîrokî, civakî û pergalî de karî xwe pênase bike, çalak be, biguhere û veguherîne. Ev tevgera jinê ya Apoyî xwedî îddayek mezin a afirandina jina azad û civaka azad e. Bê guman ne tenê di asta herêmî, xwe li sînorên cîhanê da û derbas kir. Niha weke tevgereke jinan a cîhanî balê dikişîne. Di nava nîv sedsalekê de karî xwe weke ezmûneke dîrokî a bi bandor nîşan bide.

Rast pênasekirina nasnameya jinê

Bê guman ev yek bi têkoşînek bêhempa û sîstematîk pêk hat. Di salên 1970’yan de dema ku PKK’ ê şax dida, li seranserê cîhanê tevgerên çepgir yên Marksîst, Lenînîst û di eniya jinan de jî pêla femînîzmê di lûtkeyê de bûn. Di nava tevgerên şerê rizgariya netewî de piranî jin li eniya pêş a şoreşê bûn. Di her serkeftinê de para wan bêhempa bû. Lê belê sosyalîzma pêkhatî bi ‘şoreşên netewî’ mijûl bû. Bi destnîşankirina ‘çarenûsa’ gelan daketibû. Pirsa jinê hiştibû piştî şoreş ê. A giring ew bû, pêşî netew rizgar bibe, dê piştre dûr bihata jinê. Lewma tevî zexta tevgerên femînîst jî ev rastî serwer bû.

Rêber Apo bi ferqa xwe kete rê. Ev ferq bê guman destgirtina rewşa jinê bû. Weke pirsgirêkek sereke a civakî û dîrokî Rêbe Apo nasnameya jinê pênase kir. Dayîka xwe Uveyş weke bermayeke çanda xwedawendan nirxand. Kevneşopiya civakî a weke nîr li stûyê jinê alayî, di rastiya xwîşka xwe û hevalên xwe yên keç de dît. Lewma lêgera wî ya azadiya civakê ji jinê dest pê kir. Hevaltiya li gel jinê diviyabû azad ba. Li ser vê şopê meşiya, bi tevlîbûna jimarek kêm a jinan, di sala 1978’an de PKK saz kir. Di nava sazkarên PKK’ê de rêbera tevgera jinê Sakîne Cansiz jî cih girt.

Rêya rizgariyê!

Tevgera Apoyî di nava demek kurt de li Kurdistanê deng veda. Tevî bindestî û têkçûna civakî ya li ser koletiya jinê kûrbûyî herî zêde jinan berê xwe dane vê rêyê. Ji ber herî zêde pêdiviya jinan bi azadiyê hebû, wan diviya ji koletiya kûr rizgar û azad bibin. Nimûne şehîda pêşî ya jin di nava PKK’ê de Besê Anûş, di 17’ê Adara 1981’an de, dema di şerekî de li Mereşê tevlî karwanê nemiran bû bandorek mezin li civakê kir, di şertên darbeyê de bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Her wiha di salên 1980’an de li girtîgeha Amedê Sakîne Cansiz li dijî faşîzma 12’ê Îlonê seknek têkoşer raber kir. Li berxwedana dij hovîtiya dewleta Tirk, tekoşîna bi rengê jinê zêde kir. Ruhê PKK’ê wisa bi helwesta jina azadiyê dixwaze mezin bû, weke efsaneyekê belavî Kurdistanê bû.

Ger mirov careke din bi bîr bixe; 1987’an di nava PKK’ê de yekem rêxistina xweser a binavê Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) saz bû. Li eniya civakî jinan bi nasnameya xweser karîn xwe rêxistin bikin. Piştî demek kurt, bi taybet bi pêla serhildanên 1990’î re bi hezaran jin beşdarî nava refên gerîla bûn. Diviyabû di nava artêşê de jî jin xweseriya xwe pênase bikin. 1992’an jî Rêber Apo artêşbûna jinê ragihand. Jinên Apoyî bi wê sînordar neman, 1995’an Yekîtiya Azadiya jinên Kurdistanê (YAJK) saz bû. Ev pêngava bi pêşengiya Rêber Apo pêşket, hêza jina rêxistî mezintir kir.

Wateya ku veguherî çalakiya azadiyê

Mezinbûna şoreşa Kurdistanê bi pêşengiya jinên têkoşer dijminan tirsandibû. Hema piştî salekê, 1996’an li dijî Rêber Apo di çerçoveya komployê de êrişek pêk hat, lê zirar negiha Rêbertî û hevalên wî. Lê ji şoreşgerên jin Zîlan, bi nasnav Zeynep Kinacî ya ji Dersimê gerîla bû armanc û peyama êrişa dewleta Tirk û hevkarên wî rast û baş hatibû fêm kirin. Wisa kûr û berfireh têgehişt ku, bi çalakiyek canbexşane li dijî artêşa Tirk bersiv da demê. Zîlan li dijî komploya ku dê piştre bi dîlgirtina Rêber Apo û bi êrişên berfireh yên qirkirinê bi encam bûba, bi çalakiyê gotina xwe got.

Wateya gotinê veguherand çalakiya azadiyê. Baş tê bîra min, dema nameya wê gehişt dest me, asoyên me fireh bûbûn. Dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk, bi zanebûna jinê ya dîrokî û civakî re bûbû yek di Zîlanê de. Heval Zîlan bi çalakiyê hişt em li xwe vegerin. Bandorek mezin li civaka Kurd kir. Rêber Apo lewma jî Zîlan weke xwedawend pênase kir. Di pêşketin û mezinbûna tevgera azadiyê ya jinê de ruhê Zîlanê li eniyên pêş her demê zindî ma. Herî dawî di şoreşa Rojava de jî li Kobanê Arîn Mîrkan, li Efrînê Avesta Xabûr li dijî qirkirinê rêya Zîlanê şopandin. Bê guman bi sedan tecrubeyan piştraste ku li dijî desthilata qirker ku ne sax ne mirî, bi ti awayî Kurdbûnê qebûl nake, rêya Zîlan dikare bigehîne serkeftinê.