Femînîcîde an jî jin kujî

- Gulrux HATEMÎ
379 views
Çi di aliyê dîrokî de lêkolîna qadên wekî jiyana civakî, çi jî di xebatên zanîst, wêje, huner, perwerde, hiqûq û qadên din de, dema em lêkolînan pêk bînin, em ê bibînin ku şîara ‘destpêkê li jinê bidin’ an go divê destpêkê jin bên kuştin dubare dibe.

Ev rewş tê wateya hegemonya hatiye avakirin û mafê jiyanê ji destê jinê hatiye girtin. Bi astengkirina lêhûrbûna li ser mijarê ya civakan, hiqûqê û akademiyan ev rewş tê rewakirin. Dijminahiya li hemberî jinê jinûve û dubare dubare tê avakirin. Bê hêjmar binpêkirinên mafên jiyanê yên jinan hene. Lê li vir taybetmendiya sereke ya vê rewşê ew e, mafên jinan yên sereke sîstematîk tên binpêkirin. Di dirêjahiya dîrokê de aktîvîstên jin di her demê de li dijî van polîtîkayên sîstematîk yên qirkirina jinê derketine û têkoşiyan e.

Jin bi sîstematîk yek bi yek tên kuştin

Di roja me de cînayet ango kuştina jinan rojane dibe sedem bi hezaran jin ji mafên jiyanê yên sereke bê par bimînin. Jin bi rengekî sîstematîk yek bi yek tên kuştin, lê van kuştinan weke bûyerên bi serê xwe û tenê didin xuyakirin, ku aliyê polîtîk yê kuştinan neyên dîtin. Bi vî rengî rastiya ku jin di encama destûr, cezanekirin û dijminahiya zilaman û ji aliyê saziyên dewletê ve tên kuştin, tê veşatin.  Ger îro gotina; ‘kuştinên jinan’ ketiye ser zimanê me û bi rengekî fireh ev têgeh tê bikaranîn, wê demê eşkereye ku ev kuştin tenê di parzemînekê de pêk nayê. Ji ber zîhniyeta zilam, kapîtalîst û civaka zayendperest ev yek bûye xwedî çawanî û naverokek gerdûnî. Lewra divê ku çareserî jî di asta gerdûnî de were destgirtin. Ji bo em karibin kûrahiya mijarê; kuştinên jinan, dijminahiya zilaman û rewakirina mijarê bi awayeke rast bînin ziman divê em têgehên Qirkirina Jinê/Qirkirina Cînsî/Kuştinên Jinan/Feminicide baş lêbikolin. Lê wekî di her mijarê de nakokiyên li hevkirinê heye, heman rewş di vê mijarê de jî heye. Gelek nêrînên cûda di vî derbarî de hene.

Di lîteratûra navnetewî de ‘qirkirina Jinê’

Di lîteratûra navnetewî de qirkirina jinê wekî têgîna  ‘feminicide’ hatiye îfadekirin. ‘Feminicide’ piştî salên 1970’an, di çerçoveya pêkanînên zilamtiya ku ji aliyê sîstemê ve hatiye bihêzkirin û qada desthilatiyê jê re hatiye avakirin de, wekî têgîneke polîtîkaya qirkirina sîstematîk a li ser jinê hate bikaranîn. Herçiqas di giştî de feminicide weke ‘Jin, ji ber ku jin in bi zanebûn tên kuştin’ hatibe pênasekirin jî, girêdayî guhertinên çandên cûda,  Feminicide îfadeya sûcekî nefretêye ku xwe dispêre zayendîbunê. Nivîskara femînîst Diana E.H.RUSSELL ku ji Başûrê Efrîkayê ye, weke kesa ku vê têgînê di sala 1976 de pênasekiriye û belavkiriye tê nasîn. Ev têgeh weke “jin, ji ber ku jin in ji aliye zilam ve tên kuştin” pênase kiriye. Lê belê hemû femînîst di vê mijarê de ne hemfikir in. Li gor hin femînîstan ev pênase ji bo ku mirov karibe feminicide pênase bike teng dimîne. Û giringiya armanca ku bi taybetî jin ji ber jinbûna xwe dibin hedef tê destnîşankirin û binê vê bi baldarî tê xêzkirin. Rewşekî mijara gotinê jî ew e ku jinên bi hezaran salan di bin serdestiya zilam de jiyan e û di nava sîstemekî zilamtiyê de mezin dibin jî dikarin hemzayendên xwe hedef bigirin û bikujin. Mijara bi giştî hemû li ser hemfikirin ew e, kuştinên jinan divê ji kuştinên giştî cûda werin pênasekirin.

Kuştinên jiinan ne munferît e

Êdi li kêleka “homicide” ku tê wateya kuştina mirovekî , “feminicide” ku îşaret li ser zayenda kesa ku hatiye kuştin dike jî tevlî lîteratûrê bûye. Di salên 1990’an de jî bi saya têkoşîna jinê û akademîsyenên jin, dibe xwedî naverokekê ku dikare zayendiya civakî pêşwazî bike. Kuştinên jinan ji ber sedemên ku xwe disipêrin zayendperestiya civakî, vehameta rewşa ku di cîhanê de berfireh bûye nîşan dide. Vê jî hişt bikaranîna feminicide li gel Ingilîzî, di zimanên din de jî pêş bikeve.

Rexmî cudahiyan jî bi giranî kesên ku girêdayî mijarê têdikoşin û xebatê dimeşînin, li ser hin xalan xwedî heman fikrê ne. Ji wan xalan ya herî grîng jî ewe ku, cînayetên ku pêktên aliyekî şideta li ser jinê nîşan dide. Bi gotinek din jî ne munferît e, lê sîstematîk in. Tenê ne di nava malbatê de pêktên, herwiha di tevahî mekan û saziyên civakê de mirov rastî mînakên wê tê. Lewra şûna ku mirov şexsî bigre dest, divê mirov wek pirsgrêkekî civakî bi dest bigre û bizanibe ku têgîna ku kuştinên jinan yên bi sîstematîk û polîtîk tên kirin pêşwazî dike feminicide ye.

Kuştina Jinan Polîtîk e

Di derbarê tund û tijiya li ser jinê de xebatên civaknasên femînîst, hiştiye ku têgîna zayenda biyolojîk (sex) û zayendiya civakê(gender) jî di nav xwe de bihewîne. Ana Carcedo jî wê têgîna ‘jin ji ber ku jin in tên kuştin’ bikar tîne, lê wê pênaseyê bi rengê; “jin ji aliyê zilam ve tên kuştin û ji ber zilaman dimrin” firehtir dike. Bi vê hewldanê ve têgîna feminicide ji bo binavkirina kuştinên ku di encamên rol û erkên negatîv yên di qada civakî de li ser nasnameya jinê hatiye barkirin hatiye bikaranîn.

Qetilkirina jinan bi qasî ji aliyê sosyolojîk ve tê destgirtin, divê ewqas jî ji aliyê polîtik ve were destgirtin. Îro komkujiya jinan, bi polîtîkayên li ser esasê zayendî li dijî jinan hatine pêşxistin ketiye rewşekî sîstematîk. Diruşmeya “kuştina jinan polîtîk e” îşaret bi zilamtiya ku xwe disipêre vî bingehê hatiye bilindkirin û hevkariya civaka zilamsalar û sîstemê dike.

Xaleke din a girîng jî ew e ku ji kuştin û cinayetên jinan ne tenê qatilê wan berpisiyarin, sazî û dezgehên hiqûqî û dewletên ku kuştinan asteng nakin û jinan naparêzin jî berpirsiyar in. Bi destê zilam anjî “ji ber zilam”, bi vî şêwazî berfirehkirina pênaseya şideta ku jin rastê wê tên û li gor rewşê herî dawî jî bi belgeyên nûjen û gerdûnî ve hemahengikirin xwedî giringiyeke mezine. Herwiha di demekî ku kuştinên bi gûman zêde dibin de, zexta şert û mercên qeyranên aborî û bûyerên cûda ku em dijîn zêdedibin, berpirsiyariyên taybet yên tevgerên jinan li her derê cîhanê tîne rojevê.

Beşa -I-