Gava yekemîn ber bi Apocîtiyê…

356 views
Şeveke dirêj a zivistanê. Wê şevê D.K. mêvanê me bû. Serdana vê carê ne serdaneke ji rêzê bû. Vê carê wê tiştekî bêje û agahiyekê nû bide. Hîseke wiha bi min re çêbû. Ez li benda wê yekê bûm. Ji bo em fêm bikin hêdî hêdî û yek bi yek digot. Têgehên gel û netew şîrove dikir. Qala Vîetnam, Angola û Kubayê dikir. Te digot qey çîrok û pirtûk dixwendin, ferqa wê tine bû. Wekî dersa dîrokê bû.

Digot Kurd ji qewmê Arî hatine, qala cih û warê wan Mezopotamyayê kir. Mîsak-i Mîllî, mêtîngerî, dîroka wan, sedem û encamên wan yek bi yek got. Herî zêde jî li ser “Îsyana 38’an a Dersimê” sekinî. Li ser wan deveran dirêj axivî. Erê raste dê, bav, xal û dapîra min jî digotin, lê ne wekî ya wî bû. Naveroka wan komkujiyan, tinekirina netewekî bi mînakên balkêş anî ziman. Hin deverên bi êş jî cûda bûn. Tecawiz, tinekirina komî, surgun û xiyanet her yek ji wan êşek bû. Ez matmayî mabûm. Em hemû sekinî mabûn. Çawa ewqas dem hebûna gelekî tine hatibû hesibandin. Di ti pirtûkeke dîrokê de Kurdistan tinebû. Navê welatê me Kurdistan bû, lê bi salan me digot komara Tirkiyê. D.K. dewam dikir. Çawa Kurdistan kirine çar perçe, peymanên Sevr, Lozan û îsyanên Kurdan digot û nediqediya…Mijar ewqasî bi tesîr bû, me nedixwest biqede. Erê raste me di pirtûkan de peymanên Sewr û Lozanê xwendibûn. Di hin xalan de peyvên Kurd û Kurdistanê jî hebûn. Lê tenê di wan pirtûk û peyvan de mabûn. Niha em fêr dibûn ku navê welatê me Kurdistan e û her tim di bin mêtîngeriyê de hiştine.

Welatê min; Kurdistan

Hin pênase di nava axaftinê de zelal dibûn. Her netew dikare qedera xwe diyar bike û ev maf ji bo Kurdistanê jî heye. Li Kurdistanê ji bo şert û mercên heyî pêdivî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye. Û mijar zêde dibûn. Di serê xwe de min Kurdistan fêm dikir. Rastiya ku Kurdistan welatê min e di mejiyê min de bi cih dibû. Her ku min fêm dikir ez dibûm “Ew”. Wekî ku min ya xwe dîtibû. Hin dîrok û detay wê kêliyê min ji bîr kirin. Lê Kurdistan mêtîngehe. Wê gelê Kurd bi hêza xwe, rêxistinbûn û rêbertiya xwe têkoşîna netewî ya rizgariyê bimeşîne. Wê Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratîk ava bibe her tim di mejiyê min de dubare dibû. Zarokên gelê Kurd wê li pey vê dozê bin. Yanî zarokên xweser, hêza xweser û rêxistinbûna xweser. Ti kesî heta wê rojê ev gotin negotibûn.

Wekî din dema qala Kurdistanê dikir behsa qehremaniya Leyla Qasim û li Dersimê qehremeniya 38’an a Besê destnîşan kir. Digot şoreşgerî ne tenê ya mêr e. Jin û Mêr bi hevre wê têkoşîna netewî ya rizgariyê bi ser xînin. Digot jin hatiye perçiqandin û herî zêde pêwistiya wan bi şoreşgeriyê heye. Herî zêde jî li min dinêrî û ev yek digot. Di şevekê û bêhnekê de ewqas tişt gotin. Saet jî dereng bû. Û heta ku got niha jî ewqas bû me heta dawî guhdarî kir. Hişê me serûbinkir. Heta wê rojê çawa ku me nedizanî em Kurd û Kurdistanî ne ketin ber fediya wê. Lê ji aliyekî jî em kêfxweş bûbûn ku bi wî rengî fêr bûn. Em Kurd bûn, ji bo welatê xwe û gelê xwe divê têbikoş in. Bi gelên din ên bindest re nexşerêyeke têkoşînê diyar bikin. Hestekî xweş bû.

***

Di atmosfereke man û nemanê de bûn. Her roj êşa mirinê hebû. Di rewşeke wiha de îradeya te hebe û tu li mirinê bikenî, tu yê dijmin jî û mirinê jî bitirsînî. Di rewşeke berevajî de jî tirsa mirinê wê te bibe xiyanetê. Li aliyekî mirin, li aliyekî jiyan. Çavê te li xiyanetê be wê di rûyê te de xuya bike. Wê rûye te wekî ku tirs û bêhêvîtiyê miştibe nexweşik bibe. Her tim tu yê bi tirs bî, bigrî, xwe veşêrî û hê bêtir bitirsî. Tu yê ji jiyanê veqetî û bi kesî re neaxivî.

Pêvajoya zindanê; Li dijî “Tirkîtiyê” berxwedana Kurdan

Sibeha 17’ê Gulana 1979’an. Her der bêdeng e. Wesayîtên li ser rêyan hêdî hêdî diçûn. Rêya ku diçû “1800 Evler” tenê em li wir hebûn. Ji bilî wesayîtên polîsan ên ku hatibûn serdegirtinê ti wesayît tinebû. Polîsên ku em girtibûn bi kêf bûn. Serdegirtinek bê şer û bê talûke pêk anîbûn.

***

Sibeha 12’ê Îlonê ji radyo û televizyonan qareqara sirûdên nijadperest, dengê tankên eskeran, bi reprepa pêlavên esker û generalan em şiyar bûn. Hatîce got; ma we bihîstiye eskeran darbe kirine. Xebatên partiyên siyasî sekinandibûn. Parlemento sekinî bû. Qanûn rakiribûn. Lê ev darbe li girtîgehan di rewşeke din de bû. Giştînameyên nû şandibûn girtîgehên eskerî û yên sivîlan. Her girtî wê bibûya esker. Her der bi alên Tirkan tijî kirin. Li gorî darbekaran girtîgeh bûbûn çîftlik. Wê li gorî pîvanên eskeran tevgeriyabana. Girtîgeha ku ez lê dimam jî qaşo girtîgeha sivîlan bû. Girtiyên siyasî jî lê hebûn. Gardiyan bi carekê re bûbûn esker û ji darbeyê bi bandor bûbûn.

***

Yuzbaşiyek di destê wî de lîsteyek hebû. Ji bo tirsa xwe veşêre ew lîsteya di destê xwe de bi qêrînan dixwend. 75 kes. Li gorî rêza navan wê du kes rûnên û eskerek di navbera wan de be. Ferman da eskeran û em siwar kirin. Bi min re bawerî hebû. Ev yek jî baweriya ji partî û nûnertiya wê dihat. Qelsî û xiyanet bi şexsan re çêbûn, lê baweriya ji partî, rêxistin û bîrdoziyê hebû. Baweriya ku wê lîstika dijmin têk biçe hebû. Ev rih gelekî girîng e û her tim min jê hez kir.

Ji her deh metreyan deriyek bi hesin hebû. Di korîdora dirêj de li çep û rastê esker rêz bibûn. Destê wan li pişt sekinî bûn. Hin eskerên di destê wan de cop û kûçik jî hebûn. Hemû jî girs bûn û kincên komandoyan li ser wan hebû. Hatibû fêmkirin ku li benda nêçîra xwe bûn. Ji nişka ve dengê copan, qêrîn û hewte hewta kûçikan dest pê kir. Eskeran bi rêzê ji çep û rastê lêdidan. Hê di rêza pêşî de gelek heval ketin. Dîsa bi fermana xwe tazî bikin û berê xwe bidin dîwar bi zorê tazî kirin. Ev tişt hemû bi carekê re bûbûn. Ji nişka ve yek hat cem me û di çavê wî de xwîn hebû. Wekî ku dikeniya disekinî. Dev û lêvên wî ji mirovatiyê dûr bû. Ne rûyê mirovan bû. Bi carekê re xuya dibû ku ne mirov e.  Di vî karî de pijiya bû. Li pêşiya min sekinî û got navê te çi ye ? Min jî got “Sakîne”. Ji min re got ma tu Tirk î. Min jî got ez Kurd im. Wê demê şiqamek bi şid li min da. Naskirina min a Esat Oktay Yildiran li zindana Amedê wiha dest pê kir. Şeqama dijmin ne xwesteka kesî ye, lê hindik be jî êşa hevalên din li cem min sivik bûbû. Hê jî bi wan dadiketin. Esat ji çû cem wan. Rewşeke xerab hebû. Gelek ji wan tazî bûn. Li ser wan tenê binderpî hebû. Hinek ji wan li erdê bûn û li ber xwe didan. Qêrîn û êşa êşkenceyê deng vedida.

Dijminê Kurdê vejiyayî bûn

Piştî demeke kin dîsa Esat hat. Digot li vê derê pîvanên min derbas dibin. Her kesê ji derî derbas dibe divê li gorî wê bimeşe. Her kes Tirk e. Yanî UKO, Kurd û nizanim çi tineye êdî. Li min vegeriya û şeqamek li min da û got ma tu Tirk î. Min jî got na, beriya her tiştî ez şoreşger im. Di şoreşgeriyê de cûdabûna milletan ne girîng e, lê ez Kurd im. Wî got êdî ez ê navê Kurdan nebihîzim. Ji eskeran re got wê razînin. Ez razandin û dan ber daran. Destpêkê wî li min da. Copên destpêkê min di mejiyê xwe de hêjmart. Yek, dido…panzdeh,…bîst…û dewam dikir. Piştre ji ling heta jorê û çîmê min… Çiqasî li min dan nizanim. Mirin û jiyan! Xuyabû ku wê li zindanê van têgehan rastiya xwe nîşan daba. Herdu têgehên dûrî hev nêzî hev bûbûn. Her tim bi tere bûn. Herdu bi hevre an jî yek ji wan wê çawa bûya? Ma ne dijmin her tim mirin biribû zindanê? Lê mirineke çawa?

***

Hevdîtina bi qadên azad re

Li akademiya Mahsûm Korkmaz di dewreya şehîd Ahmet Guler de coşek hebû. Rûmeta ku em şagirtên welat, gel, ax û çiya û azadiyê bûn hebû. Merasîmên wê her tim xweş bûn. Cara dawî me ji hev xatir xwest. Rêbertî heta ser rêya nêzî kampê bi mere meşiya. Bi heybet bû û heta dawî axivî. Ji bo her yek ji me tiştek da û nirxand. Ez bi coş bûm û min nedixwest tiştekî zêde bêjim. Hewce bi gotina zêde jî nedikir. Serokatî got; “De haydê Sakîne. Kêfa te ji çiyê re tê. Tu yê bi çiyê re bibî yek. Ez li benda agahiyên serkeftinê me.” Min jî got Serokê min ez ê her tim we kêfxweş bikim. Ew devera ku diçû ser rêya Şamê ez bi bazdanê çûm. Destê Serokatî heta demek dirêj li hewayê bû. Careke din rûmeta Apocîtiyê bi min re hebû. Çiqas xweş bû ew kêlî. Tiştekî nedifikirîm û tenê Apocîtî hembêz dikir.

Jiyan û şer ev bû!

Xweşikbûna eşqa şer li vê derê bû.

Pirtûkên şer û “Romana Serkeftinê”

Eger jiyan şer be û bi wate be wê demê şer dewam dike. Dema ku serokatî behsa pirtûkên min ên bi şer dikir, digot tu yê “Romana Şer” binivîsî. Dibe ku ez “Romana Serkeftinê” nenivîsim, lê her tim dê di şerê min de rêbaza serkeftinê hebe. Di pirtûkên xwe de min panoramaya şer xêz kir. Min bi vî şerî çi kir, çi wenda kir, ez gihiştim kû derê. Dema ku min nivîsand ez li wan rojan vegeriyam. Dibe ku bi nivîsên xwe min heqê tiştên jiyayî nedabe. Dibe ku min hin bîranîn baş negotibin. Her tim gumana wê yekê bi min re hebû. Gelek caran min digot xwezka hinek din nivîsandiba. Bi taybetî nivîsandina Amedê ne hêsan e. Lê divê ew tişt li dîroka nivîskî werin zêdekirin. Her tiştê bi mere rastiya me nîşan dide û versiyoneke giştî ye. Rastiya Apocîtiyê bi vê yekê re pêşketinek mezin bi xwe re anî. Taybetmendiya Şerê Apocîtiyê li vê derê bi wate dibe. Lewma ti şerî di nava xwe de ewqas dewlemendî çênekiribû. Ti şoreşê di nava xwe de bi ewqasî mirovan re dirêj neajotibû û şoreşek bi êş, lê serketî neanîbû. Garantiya serkeftinê li vê derê ye. Şerê me jî her tim ji bo vê yekê bala her kesî kişand. Ez aşiqê vî şerî me. Hest, hezkirin, bêrîkirin û xeyalê min her tim ji bo wê herikîn û wiha meşiyam. Niha jî dilê xwe, zanebûn û hêza xwe ji şerê serkeftinê re berdidim…

*Ji pirtûka “Jiyana min herdem şer bû” ya Sakîne Cansız hatiye berhevkirin.