Gelo eznavendparêzî xwe naskirin, ango jirêketin e?

- Gönül ERDOĞAN
530 views

Di sibehek hênik ya havîna 96’an, bayê ku ji çola li deşta Damaskusê diwezî, rûyê  esmerî yê xwendekanên akademiya Mehsûm Korkmaz hênik dikir. Çermê wan ku li ber bayê hişk ê zozanên Kurdistanê hîn tarîtir bibû, bîskek din wê tawa Şamê jî mêtin bike, rêwîtiya wan a ku ji welatên Ewrûpayê wê destpê bike û ber bi metropolên Tirkiyê de dirêj bibe û xwe bigihîne Kurdistan ê, wê bi rêhevalên xwe yên çerm sipî re di navberekê de jî vî bajarê qedîm ê Rojhelata Navîn ji xwe re bikin rawestgeh û bi vî dijberiya ku rengan pêk anî de, kulîlkên rengareng ên kamelyayê hîn zêdetir xûyanî dibe. Ger dengê firokeyên ku di navberê de dibihorin, bala wan bikşîne ser tiştek din jî, ji aliyekê nîşenyê xwe tevlîhev dikin, ji aliyê din de jî wisa difikirin ku wê bikaribin kelecana xwe a ku nikarin kontrol bikin, bixin bin kontrolê, belê ev xwendekarên akademiyê dixwazin vê kîliyê nemir bikin û ji bo wê jî di nav bendewariyek bêdawî dene. Ew ku bi awaayek kelecan dinivîsin, dixwînin, diaxivin, li hundir jî Rêber Apo heya saeta dahûrînê dixwaze dema heyî baş binirxîne. Ji aliyekê raporên di dest xwe de hûrdikole, ji aliyê din de jî nûçeyan guhdarî dike.       

Gelo hûn çima wisa nin?

Scary Head

Xwendekara jin a ku ji bo girtina sîniya taştê, tê hûndir, bê ku bala me belav bike, bi awayek ahiste xwe dirêjî sîniyê dike. Wê gavê diyalogek ku ew xwendekar tu caran ji bîr nebe, tê destpêkirin. Rêber Apo bi armanca nasînê çend pirs kirin û piştî ku bersiva xwe girt şûnde, ew pirsa dîrokî pirsî: “Heval tu çima wiha yî?” Xwendekar pê dihese ku qest ji vê pirsê hemû xwendekarên jin ên akademiyê ne. Ji Kurdistanê bigire heya Tirkiyê, Ewrûpayê bigire heya Kanada û ji Ewûstralyayê, Balkanan û ji hemû qadên çiya jinên ciwan hatibûn û  li wir civiya bûn. Dayîkên welatparêz, Kurd, Tirk, Elman, Laz, Çerkez, Tirkmen û jinên Ereb… “Ez pirr dihizirim ka çima hûn wisa nin. Gelo zanebûna we a dîrokî pirr lewaz e? Na, na, ma qey di 7 saliya min de, zanebûna min a dîrokî hebû? Na! Hûn pirr xirab hatine mezin kirin. Hûn pirr ezperest hatine mezin kirin. Hûn wek zarok gihandine, di bin çongên diya xwe  de neveqetîne. Lê ez ne wisa me. Vaye ji ber vê jî ez ji we cihê me. Hûn bixwe re malbatê jî tînin vir, her tim nîqaşên di nav malbatê de dimeşînin, ji ber vê jî hûn pêş nakevin!”        

Ji wê rojê ve, di her dema ku em pirsgirêka pêşketinê dijîn ev pirs nûjen dibe. Her ku bersiv dibînî, pirsên nû pêş dikevin. Em jin çawa nin? Çima wisa nin, ji çi demê deye ku wiha ne? Di nîqaşên bîrdozî de em pirsên bi vî rengî zêde dikin, hewl didin bersiva wan kûrtir bikin. Em dixwazin “Zanista Jin û Jiyan ê” re heqîqeta civak û xwezayê fêm bikin, biparêzin. Em dibêjin ku heya em jinê nenasin, em ê nekaribin mirov û ji pênaseya mirov jî ne xwezaya ewil, ne xwezaya duyem ku civak e, ne jî gerdûnê dikarin binasin.     

Rast fêmkirin û têgihiştina nasnameya jin 

Başe, kêye jin? Bi mîlyonan salan berê, beriya ku em ji dayîkên xwe ên meymûn cihê bibin, jin ku tenê wek “mê” bû, di kîjan merheleyê de wê dest bi peyda kirina nasnameya xwe kir? Gelo nasnameya jin di encama xwezaya jin de pêk tê, ango ev yek destkariyek di xwezayê deye? Îro di xwezaya jin de çi li paş de maye? Dema ku jin ji xwezaya xwe bê qot kirin, çi cûre jirêketin (sapma) tê jiyan kirin? Em li pey bi dehan pirsên bi vî rengî digerin. Her bersiv di nav xwe de rê li pirsên nû û nîqaşan vedike. Wê demê em dikazin ku em hîn di destpêka rê dene û dîsan vedigerin serî.   

Bi jin bûyînê re, mirov bûyîn, bi mirov bûyînê re jî bûna civak yek ji nasnameyên sereke ne ku pêş ketine. Ji ber vê çendê, çawa ku em di nav qebîleyê de li pey şaneyên bi kok ên civakê digerin, divê em li vir jî li pey şaneyên bi kok ên jin bûyînê bigerin. Qebîle yek jî forma ewil a cûdabûna mirov ji heyvanbûnê ye. Kom ku ber bi civakê de werar dibe, heywana mê jî ber bi jin bûyînê ve diguhere. Qebîle qonaxa biçûkahiya civakê ye. Tê gotin ku mirov di 7 saliya xwe de çi be, di 70’ê saliya xwe de jî heman tişt e. Gelo civak û qebîle jî çibû, hewceye niha jî heman tişt be? Ev forma şaneya bi kok a tevlîhev ku di roja me ya îroyîn de veguherî netew ê, rastê kîjan guhertinan hat. Îro kîjan jirêketin jiyan kir?       

Em dibêjin mirov gerdûnek biçûk e. Mirov, bi taybetî jî zayenda wê a jin civaka biçûk e. Em biqasî ku bikaribin qonaxên guhertina mirov analîz bikin, em ê bikaribin civakê analîz bikin. A berevajî vê jî derbaz dibe. Qonaxên pêşketina civakê jî dişibe qonaxên mezinbûna zarok. Mînak, di navbera temenê 2-6 de, eznavendparêzî ku di zarok de qonaxa derbazbûnê ye, di qonaxa biçûkatiya civakê, qebîleyê de jî ev taybetmendî heye. Ji bo ku zarok “Ez” a xwe bibîne, hewceye ev qonax zêde dirêj neke û veguhere qonaxa rastbîn. Zaroka ku di vê qonaxê de asê bimîne nikare bi tendurist mezin bibe. Zarokên ku “baş nayên mezinkirin”, zêde rûgirtî ne, yan jî tên îhmal kirin, nikarin eznavendparêziyê derbaz bikin, her tim hewl didin derdora xwe bi têgeha xwe a teng ya “EZ” fêm bikin. “Ez” a xwe navenda her tiştekê, heta navenda cihanê de dibînin, bi xwe xapandinekê wisa difikirin ku dikarin her tiştekê bidest bixin û wê bixwazin bidest bixin. Heta nikare bifikire ku dibe mafê kesên din jî hebin. Dîsan qet nejiyankirina vî qonaxî jî di psîkolojiyê de rastê merheleya ku jê re otîzm tê gotin, tê.             

Her tişta ji xwezayê xwedî ruh û raman e

Qonaxa anîmîstîk a qebîleyê wek qonaxa eznavendparêziya zarok e. Mirov di qonaxa anîmîstîk de xwezayê jî wek xwe zindî dibînin. Her tişta ji xwezayê xwedî ruh û raman e. A rast ev şêweyê hizrandina mirovê ewil ne şaşe. Li gor ku ew bi xwe zindî ye û dihizire, rêgeza wî/wê jî mîna “Hewceye her tişt wisa be.” Ev rêgeza ku mirov dikare bibêje eznavendparêziye, qalik diguhere û heya rojameya îro tê. Ev yek jî wek kategoriyên “Qebîletî”, “Eşîretî”, “Şefîtî”, “Xanedantî”, “Dewletparêzî”, “Xwedaniya taybet”, “Olperestî”, “her cûre ferdparêzî”… dirêj dibe û diçe. (R. Apo. DUM. 1. Cilt) 

Di qonaxek eznavendparêzî de mayîna zarokekê rewşeke patolojîk e û her tim zirar bi civakê dide. Alfred Adler, rastiya semptoma xwe wek hejariya hestên hevbeş digire dest. Albert W. jî, wek her cûre dijberiya civakîbûyînê pênase dike. Fritz Henkel jî wek “hesteke ez a ku rageşbûyî û ber bi xwe xweda hesibandinê bilind dibe” dinirxîne.              

Eznavendparêziya di qonaxa pêşveçûna zarok de çiqas normal û hewce be, eznavendparêziya ku di qonaxa kamilbûnê de jî derdikeve ewçend bi nexweşiyan barkirî ye û bi tehlûke ye. Duyemîn eznavendparêziya em qalê dikin jî di encama egoîzmê de derdikeve holê. Lê belê wek çawanî ji egoîzmê cihê ye. Ger mirovek egoîst rastê tu sînordanîn û vînê neyê, ruhê wî/wê dizivire qonaxa eznavendparêz. Sedema wî a hîn zêdetir bi tehlûke dibe, ew e ku her tişteke xwe bi qestî, bi zanebûn û bi hemû hêza xwe dike ye. Wisa dihizire ku çiqas ezperest nêz bibe wê ewçend tişt bidest bixwe. Mirovek xama yê ku derfetek herî mezin raber dike û xwedî tecrûbeya ku her kesa/ê li dorê paş de gav avêtiye, kesekê cisareta jê re bibêje raweste, raber nekiriye, heye. Di cîhana xwe a hundirîn de zû bi zû alî diguherîne û dikare eznavendperest be. Mînaka wê a herê ber bi çav jî zilamên siyasetvanin ku her roj di weşanên tv. de civakê tacîz dikin. Sedemên cihê ên çav girtina ji van kesan heye, lê xwe bi manîpûlasyonên cihê, yan jî bi şêweyên şerê psîkolojîk vê yekê diveşêrin û ji bo vê jî zû bi zû  bi wan nayê hesîn.  

Netewa demokratîk û rastiya ku di hundirê xwe de dihevîne

Gava ku netewa demokratîk di cewherê xwe de tê wateya perisana qebîleyê, netew-dewlet jî di rastiya xwe de jirêketineke ku tê jiyan kirin. Di nav civakên seretayî de tu caran qebîleyekê endamên din ên qebîleyekê kole nedikir. Endamên qebîleya ku li dijî şer dikirin ya dikuştin, yan jî tanîn nav qebîleya xwe û ji xwe re dikirin ewlad. Ev endamê qebîleyê ê nû bi tevahiya endamên din ên qebîleyê re wekhev bû. Ji xwe bûna endameke qebîleyê jî dihat wateya bawer kirina heman totem ê. Yanî hemû endamên qebîleyê ku bi heman pîroziyê bawer dikin, beştarî heman rîtûelê dibin, wekhev in. Wek li vir jî tê xûyan, endam bûna ji qebîleyê girêdayî bi girêdana malbatî re na, li ser esasê forma hevbeş a baweriyê ye. Qebîleyên cihê ên ku li dora heman toteman tên cem hev jî, wek yekîtiya siyasî û aborî xwe birêxistin dikin. Zîhniyeta netew-dewletê jî bi nêzikatiyeke nijadperest dide diyar kirin ku ferdên netewê ji heman malbatê tên, lê ferdên li vir jî wek kesên ku hewceye lingê hev û du bişemitînin, dibîne. Li vir nêzikatiya eznavendparêz ku rêgeza qebîleyê ye, veguheriye zîhniyetek berewajî rastiya xwe, bi bawriya mirov kurmê mirov e hatiye nixûmandin. Sê nêzikatiyên qerîzeyî ên bingehîn ku jiyana qebîleyê dixe bin ewlehiyê jî anîne astekê ku tenê ji vê yekê re xizmet bike.                  

Gor lêkolînên zanistî hejmara qerîzeyên ku ji zikmakî de bi mirov re hene, li gor di zindiyên dîtir de hîn kêmtir in. Ev yek rewşeke neyînî bi xwe re ava nake, berevajî mirov xwedî dereceyeke bi qayîşokî ye, yanî ev zîhniyeta di mirov de ku li gor şert û mercên jiyanî bi awayek herî baş li hev dike, ev yek jî encama vî zîhniyeta qeyîşokî ye. Ev qerîzeyên me ku ji zekaya me ya hestiyar û ji zikmakî de bi me rene, di tevahiya dîroka mirovahiyê de hatine parastin û ji bo domandina cûreyên me pêwîst e. Di destpêka van qerîzeyan de parastina “kom û qebîleyê” tê. Berdewamiya cûreyê, di hemû rewşên awarte de yek ji qerîzeya yekem e ku ji hemû qerîzeyên din serdest ê. Kesayetê eznavendperest yê heyama modern a kapîtalîzm ê, zirarê bi vî bernameya qerîzeyî ku ji zikmakî de bi me re ye û em di rewşên man û nemanê de pê hewce ne, dide. Tenê bi zekaya analitîk a ku li gor berjewendiyên wî ên ferdî hatine remzkirin, tevdigere û tu caran li ser esasê pêdiviyên kom, qebîle an jî cureyê tevnagere.        

Hebûn li ser bingehê parastina komê girîng e

Cureyê mirovan, ji bo ku hebûna xwe di şertên herê bi zehmet û rewşên ku berê wî nehatibin hesapkirin, bidomîne, herê kêm ji bo ku yek kes ji wan şansê jiyan kirinê hebe, lazime bi qasî ku ji dest wan tê curbicuriyê nîşan bide. Ji bo hebûna jiyana komê ku di dema kevir de jî pirr girîng bû, digel ku heya ferdê ecêb zirarê bi qebîleyê nede, jê re bi bêhnfirehî nêzikatî dihat raber kirin. Ji ber ku tam jî ferdên wiha ecêb di rewşên zehmet de dikarîn tirûşdar bin. Nexwe ji bo başî û parastina cureyê xweşdîtin li pêş bû. Lê belê ev xweşdîtina xwe spartî nihişk ên xwezayî ku di encama xirabûna tevazûna di navbera zekaya analîtîk û hestyar de û meyla ber bi zekaya analîk, ji aliyê eznavendperest ê modern ve tê îstîsmar kirin. Xweşdîtina civatê êdî jiyanê naxe bin ewlehiyê, belku ew wekî wateya kesane tê bikaranîn. 

Di civaka modern de, adrenalin çavkaniya gelek pirsgirêkên ku di bin navê ’stres’ ê de kom dibin e. Hêrs, acizî û bê çaresertiyên ku me tepisandine… Laş rê li avzêkirina adrenalê vedike, çiqa bê tepisandin, ewqas di laş de adrenal komê ser hev dibe. Adrenal encax bi bizavên bedenî dikare bê helandin.  Ger em spor nakin, yan jî bizavek din a hizrî û bedenî nîşan nedin, peyama derveyê hiş a adrenalê wê di laşê me de weşartî bimîne: Bireve an jî şer bike. Di civaka modern de cihek ku mirov birevê nîne, ger em şer kirinê jî nedin ber çav an, li gor rewşê em dibin mirovek xemgîn, bi nevroz û  êrîşkar.    

Bi jirêketina eznavenperestiyê re diyardeya ku ewil em ji xwezaya xwe dûr xistin jî diyardeya xwe dana pejirandinê ye. Bi gelemperî ya ku di xwezayê de a herê bi hêze xwe dide pejirandin. A ku di nav civakê de herê bi hêz e jî dibe pêşenga civak ê. Lê di civaka modern de ev yek jî ji armanca xwe tê dûr xistin, şaş tê bikaranîn. Li şûna ku xwe bide pejirandin û  di bi cih anîna pêdiviyên civakê re pêşengtiyê bike, xwe li ser girseyên ku wek qûrban dibîne ferz dike, bi manîpûle kirina wan ji bo qada desthilatdariya xwe vediguhere cihê kargerandinê.      

Civak tê bijehrkirin  

Zayîna civaka girseyî heya radeyek mezin bi têkçûna malbat, qebîle yan jî avahihên komî bi encam bû.  Ji kokê xwe qût bûn, anonîm, atomîze bûyîn û kozmonolîte, bi navê xwe yê din jî asîmîlasyon: Ev jî berhema komên ku tenê demkî hebûna wan mijara gotinê ye, bê biryar û tu girêdaneke wan tune ye. Ev rewş jî di rasterûya qerîzeyan de her tim tê wateya bê baweriyekê. Êdî tu kes nizane ka ya/yê kîjan komê ye. Û êdî tu kes li hemberî mirovên ku li gel wî/wê ye hestên berpirsyariyê jiyan nake.        

Gelek mirovên modern jî ji hêla komên xwemalî de di nav bê baweriyeke kûr dene. Eznavenparêzî vî hestên bê baweriyê û pêdiviya komê a bi hêz ku ji vî hestî bingeh digire, pirr baş bikar tîne. Ger em bi zimanê hîsên hundirîn ên hevalan bibêjin, ji bo ku alikarî û piştevaniya endamên qebîleyê bigirin, weke ku di heman komê de bin tevdigerin. Li vir dîsan rêgeza ku naguhere li ser kar e. Ez!..   

Di civaka kapîtalîst a modern de ku civak paramparçe hatiye kirin, ji ber ku qebîleyek ku seda sed mirov bibêje dikare pê bawer bike û heya mirinê di nav de jiyan bike, dest nakeve; – ku malbata dendik jî ev taybetmendiya xwe wida kiriye- û ji ber ku di bernameya teng a qerîzeyên mirovan de vederkirina cureyên xwe ên nexweş tune, ferdên ku xwedî tevgerên xerabûyî ne nasîn bi zehmet dibe. Ji bo wê, hewceye em di pêvajoyek dirêj a serwextkirinê re derbaz bibin. Encax bi vî awayî dikare li dijî tevgerên wiha ên xerabûyî têkoşîn bê kirin û bikaribin civaka xwe ji hilweşandinê rizgar bikin.   

Ji ber ku eznavendparêz her tim ji nexweşiya giyanî renc dikşîne, li gor Dethlefsen û Dahlke, eznavendparîz zû direng, hewceye  ji hêla cismî de bi nexweşiya kronîk bikeve. Lê baldarî: Her eznavenparêz ne nexweş e û her nexweş jî ne eznavendparêz e. Mînak nexweşeke dil, ji ber ku kesekî/ê ew tam di orta hestên wî/wê de birîndar kiribe, dibe ku nexweş ketibe, lê eznavendparêzek dibe ku ji ber bê hest û dil e, tûşî nexweşiya dil bibe.     

Exlaq û morala civakî

Eznavendparêz nexweşiyên xwe wek amûreke zextê bikar tînin. Her hewldana ku îşare bi zexelbûn yan jî bê çalakîtiya wan bike, wê ji vir û şûnde bi her danîşana “nexweşî” bên derbas kirin. Her eznavendparêzek zû direng wê tûşî nexweşiyek rast an jî Direw bibe. Yanî eznavendparêzek kengê ji xwe tiştekê bixwaze wê demê nexweş dikeve… Nexweş ketin biqasî ku gunehokî nîşan bide, wê kêrî rewa ji erkên giran jî bê. Lê bixabin ku êş û pêdiviyên kesên din, rewşa wan a nexweşiyê jî keseke eznavendparêz eleqedar nake. Bi kinahî exlaqeke eznavendparêzan tuneye û nayên rêgezên civakî, kesên li beramberî xwe jî bi bikaranîna exlaqê xwe a li dijî wan, wê tengav bikin. Tişta ku eznavendparêzekê ji bê exlaqiya herî mezin dûr digire, exlaqê civakî yan jî mirovatî nîne, mezinbûna sizayê ku wî bigire ye. 

Di encam de, divê em xwe bizanibin û li hemberî vê civakîbûnê pêkhatinê pêk binîn. Her tişta em pê hewcene di rehikên me ên dîrokî de weşartine. Dema ku em taybetmendiyên xwe ên dîrokî derdixînin zanebûnê, ev taybetmendiyene, yanî derdixînin holê ka em ê çawa vê forma civakî a netewa demokratîk ya cîhanî jiyanî bikin. Kapîtalîst modernîst jî hîn di ferqa vî taybetmendî û pêdiviyên jiyanî ên hîsên hundirîn in. Jiyan kirin, xwe parastin, nasname û xwedî cidiyet bûyîn, piştgiriya hev kirin, birêxistinbûyîn, heskirin, nirx dîtin û hwd. Bi me wisa dide bawer kirin ku ger em tevahiya pêdiviyên xwe, bi awayekê ku xwe ji civakîbûnê îzole bikin, jirêketin û bi awayek ferdî bidest bixin ku rêya vê û serketin jî bi xwe gihandina desthilatdariyê û bi empoze kirina mêtîngeriya kesên din pêkanîn dibe, yan jî bi xwe radestê desthilatdariyê kirin û bi wî re hevbeş bûnê dikare pêk bê. Bi vî awayî jî di civakê de malbatperestî, netewperestî, dewletparêzî û her ku diçe nijadperestî û faşîzmê rewa dike, zindî dihêle. 

Wê demê a ku di destpêkê de bê kirin ev e ku eznavendparêziya di xwe de tespît kirin û derbas kirin, li dijî eznavendparêziya heyî têkoşîn dana meşandin, nebûna qûrban û hevkarê eznavendparêziyê, xwe û kesên bûne qûrbanê eznavendparêziyê jî ji vî torê rizgar kirin e. Encax bi vî rengî em ê bikaribin carekedin şensê zindî kirina taybetmendiyên azad ên qebîleyê ku pêşîyên me dayîkê bi hezar zehmetiyan pêkanî, bidest bixin, bikaribin girêdayî rêgeza mirovahiyê a bi mîlyonê salan bin. Nexwe pirsa “em jin çawa bûn û çima bûn” ne ewçend asan û ne jî wisa bi hêsanî dikare bê bersivandin. Belku jî bersiva vê pirsê a qada “zanista civakî” jî jineolojî ye.      

Girtîgeha Tîpa M

Gebze / Kocaelî