Gerdaferîd: Jina dilêr û cengawer

- Berjin TEKOŞER
314 views
Dema ku mirov dikeve nav gera dîrokê, hinekî xwe li deryaya peyvan dide, mirov rastî navê gelek şêre jinên dilêr tê. Jinên ku gelek caran bûne efsane û di mîtolojiyan de qala wan hatiye kirin.

Efsaneya jinek efsûnî

Helbet di her yek ji van çîrok, efsane û mîtolojiyan de jî; ku herî zêd cengawerî, wêrekî û bandora wê derdikeve pêş, rola jinê pir diyarker û bi bandor e. Ew jî di serê mirov de tiştek wiha dide avakirin ku her yek ji van jinan li gor dem û çaxa tê de jiyane pirr bi bandor bûne, tevî cengan bûne, civak û şer birêve birine, bi wêrkiya xwe a di her qadê de jî mînak hatine nîşandan. Ev yek jî rol û rastiya bandora jinê ya li ser civakê hîn şênbertir dike. Belê Gerdaferîd jî yek ji wan jinan e ku wek jinek pehlewan, jêhatî û kêrhatî hatiye nîvîsîn û nasîn.

Qehremana destana Şahnameyê

Gerdaferîd yek ji jinên Şahnameyêye ku di dilêrî, cengawerî û welatperveriya xwe yekta ye, her wiha ji daxwaza Sohrab re bersiva na daye. Gerdaferîd, yek ji jina qehreman a Îraniye, di Şahnameyê de wek jinek bi nav û deng a cengawer derbas dibe. Di derbarê ka ji çi miletekê ye zêde agahî nînin. Ji wê wek jina Kejdhem tê behs kirin ku bi cilên mêran bi Sohrab re goleşta milan dikir. Ferdosiyê mezin, wê wek jina cengawer û dilêr a ji warê Pakan behs dike.

Destpêka çîrokê…

Gerdaferîn jinek xweşik û bi hêz e ku bavê wê li sînorê Îran û Toran nobedar e. Gava ku bi destûra Afrasiyab (padişahê Toran), artêşek di bin serokatiya Sohrab dikeve sînorê Îraniyan daku bi Îranê re şer bike, keleha sînor ber bi hilweşandinê ve diçe. Gejdehom Pîr, bavê Gerdaferîd bi tenê dimîne û kelehek bê penah li ser rêya Îran ê… Lê belê di kelehê de kesek din jî hebû. Jinek bi navê Gerdaferîd ku dilê wê ji bo welat lê dide… Ew ku bi wêrekî û dilêriya xwe dihat nasîn, di wê rewşa xeternak û girîng de, cilê xwe yê cengê li xwe dike, porê xwe şe dike û ji bo cenga bi Sohrab re diçe qada ceng ê.

Cenga di kelehê de

Cenga di navbera Sohrab û Gerdaferîd de destpê dike, Gerdaferîd wisa şer dike ku Sohrab ewil pê nahese ku ew jin e; ji ber

ku ew di nav wan cil û komî de baş nedihat xûyanî û di nav dijwariya şer de, şer derbasî qadek din dibe û her du jî dikevin nav şerê bê eman de. Sohrab li beramberî gulebarana Gerdaferîd ê, neçar dimîne ku sîper bigre. Ew leşkerên xwe kom dike û

 li nêzîkê Gerdaferîdê dibe, rima xwe tavêjê. Wê bi rima xwe birîndar dike, di wê kêliyê de Gerdaferîd şûra xwe dikşîne û êrîş dike, rima Sohrab dişkêne. Rewşeke dijwar rû dide. Gerdaferîdê bê navber êrîş dike, Sohrab ku di şer û cengê de pispor e, lê westiyayî, bi sebir nêz dibe û xwe diparêze…

Zîrekî û jîrbûna Gerdaferîd

Gerdaferîd bi hemû wêrekî û dilaweriya xwe, di encam de dibîne ku ne Sohrab dikare wê û ne jî ew dikare Sohrab têk bibe. Ji ber wê jî berê xwe dide keleh ê… Lê belê Sohrab dikeve pey wê û xwe digihînê; kumê wê radike û dema kum radike, ew porê Gerdaferîd a dirêj dibîne ku dikeve ser milê wê. Hema di wê kêliyê de Sohrab pê dihese ku ya di meydana cengê de pêre şerekî bê eman meşand ne zilam, belku ev jina dilêr bûye. Belê, li gor çîroka Şahnameyê Sohrab bi dîtina vê jina xweşik û wêrek, evîndar dibe.  Gerdaferîd dema nekare di şer de Sohrab bişkêne, dest bi hîleyekê dike û jê re wiha dibêje: “Baş nîne ku şervan bibînin tu di meydana cengê de bi jineke ciwan re ketiyî nava şerekî wiha zehmet û jê dernakevî. Paşê pêşniyar dike ku pê re biçe nav kelehê û kelehê bidest bixe. ”

Biqasî şerker bû, ewçend jî jêhatî bû

Sohrab ku li wê dinêre, ji bo kêliyekê eqlê xwe ji dest dide û dikeve xefika vê jina cengawer Gerdaferîdê. Gerdaferîd wî heya deriyê kelehê tîne, paşê ew bi kelecanek mezin dikeve hindurê kelehê û Sohrab li derve dihêle. Gerdaferîd piştî rizgariya kelehê, diçe ser kelehê û tinazên xwe bi Sohrab dike.û dibêje, baştire ew beriya ku Rustem bê, tevî artêşa xwe vegere Turan, ger nevegere xweda dizane ka wê çi bi serî wî de bê! Bêguman di vê çîrokê de ya herî ber bi çav ev e ku ev şêre jin wêneya jina wêrek û cengawer a li meydana cengê şer dike, bi qasî cengaweriya xwe jî biaqil û jêhatiye, diresmîne. Jinek ku bi tu awayî teslîm nabe û meydana cengê naterikîne. Ne tenê bi cengaweriya xwe, belku bi kêrhatîbûn û aqilê xwe jî zilam têk dibe.