Gerek di nav dîrokê de

- Berjin TEKOŞER
663 views

Di her serdemekê de, di nav her qadek zanist an jî huner, wêjeyê de jinan cih girtî ye û rol lîstine. Lê, mixabin wek her carekê yan ji nedîtî hatine yan jî qet qala têkoşîna wan nehatiye kirin. Jinên Kurd jî wek gelek jinên cîhan ê, di gelek beşên cihê de, bitaybetî jî di beşa
1-JİN Dİ DİROKE DEwêje û hunerê de bûye xwedî rol û berhemên gelek hêja derxistine holê. Bê guman ne tenê di qada wêje û hunerê de, di heman demê de, di medrese û karê perwerdehiyê de jî karên girîng bi cih anîne. Helbet wek navê wan ku di nav rûpelên veşartî yên dîrokê de hatiye nixumandin, gelek berhemên jinan jî nixumandî mane û qet qala wan berhaman jî nayê kirin. Lê, emê wek her carekê dîsan di nav rûpelên dîrokê de li pey şopa wan jinan bin û bibin dengê wan:

Sedsala duyemîn

Hefse Kurdiye: Jineke Kurd e ku di sedsala diduyan de jiya ye. Tê gotin ku wê heya nîvê qernê duyemîn jiyan kiriye. Wê temenê xwe di bin rûpûşa qerna diduyan de, bi xizmet û jiyan kirina helbestan bihorand. Û bi saya gotinên wê yên pîroz; qala berjewendiyên cîhanî, paşverûtiyên heyî diaxivî, bi vî rengî giha dileke saf û hebûna xwe mayînde kir. Xwediyê qêyret û feziletek mezin bû. Di derbarê wê de pirr kêm tişt tên zanîn, tenane tişta ku em pê dizanin ji Rojhelatê Kurdistanê ye.

Sîtî Lobabê Kurdî: Yek ji wan jinan e ku di dema zû a qerna duyemîn de jiya ye. Keça yek ji padişahê herê bi hêz yê bajarê Musilê ye. Dayîka Merwan bin Muhemed bin Merwan bin Hekam e, ji qraltiya Emevî ye ku di nîvê qerna duyemîn de jiya ye.

Sedsala nehan 

Emellah Xatûn Hekarî: Emellah Bint Ebulhal bin Şehabildîn ê Kurdî, bi xwe xelkê herêma Hekarî ye, alim û zanyarê dibistanên Kurdî bûye. Perwerdeya wêje û olî dide jin û zarokên keç. Tê gotin ku şêst sal jiyan dike. Ne tenê perwerdê dide jinan, her wiha tê diyar kirin ku di nav xwendekarên wê de kesê wek Movellef Elzûel Allam jî di nav şagirdên wê de cih digire.   

Eyşe Cizîrî: Eyşê bint Şemsedîn bin Elcizîrî, bi xwe ji herêma Cizîrê, li Bakurê Kurdistanê ye. Bi xwe jineke zanyar e û di ilmê hedîs de xwedî agahî ye.

Jineke zanyar ji xandanên Cizîriyan e. Tê gotin ku li pişt perdeyê ders dide xwendekarên xwe û di nivî qerna nehan de jiyan kiriye.

Fatma Cizîrî: Fatma bint Şemsedîn Muhemed bin El-Cizîrî, xwîşka Eyşe Cizîrî ye. Ew jî zanyar û alima hedîsan a dibistana Kurdî bûye.

Tê gotin ku Qûran xitim kiriye û ew jî wek xwîşka xwe derst dide xwendekarên keç û kur. Ew di nîvê sedsala nehan de jiyana xwe ji dest dide.

Sedsala danzdan

Zel-el Nîsa Ziyûr Gerûsî: Helbestvana Kurd e û ji Xandanên Elî Şeker (Gerûs Kûnûnî) ye, di sedsala danzdehan de jiya ye. Bi xwe qezelan dibêje û di vê mijarê de xwedî hêjatiyek bê hempa bûye. Her wiha gelek helbest anîne ziman ku mixabin pirr kêm ji van helbestan heya roja me ya îro hatiye.

Ev çend çarik yê wê ne:

Nemîne serê ku nexweş e 

Kor be ev çavên ku cêjwanê xwe nebe kofiya 

Mela çiqas jî dirêj be 

Kêr nayi eger fayda xwe nebe

Hest bike rengê xweşikahiyan

Derfetê te ya daviyê ye

Pîr, nexweş û perîşane ew evinê dilber

Sedsala sêzdan 

Siriye Diyarberkirî: Siriye Diyarbekirî (1230-1283) wêjevan û helbestvaneke Kurd e. Ji vê hin helbestên bi zimanê Kurdî û Tirkî mane. Lê, ji vê yekê zêdetir tu agahî di derbarê wê de nînin.

Sahibe Sûltan Donbûlî: Sahibe bint Kerîm Xan Donbûlî hevjîna Ebûlfeteh Xan Ebn Morteza Qolîxanê Donbûlî ye. Ew helbestvan bûye û di sedsala sêzdehan de jiya ye. Di derbarê astronomiyê de xwedî agahî bûye û di vê mijarê de dinivîse, her wiha bi awayek zelal helbestan dixwîne. Di mijara hunera nivîsînê de jî xwedî zanîn bû û di gelek babetên din yên hunerî de xwedî agahî ye. Her wiha xetatek baş bû.

Ev çend çarik yê wê ne:

Şahzade Hesen dilêr û wêrek e

Şahzade ba kemal û xweş sihbet e

Li baxê şahenşahi yê Xûreman de dimeşe

Li golşenê Xusrewî gulên yasemen in 

2-JİN DI DİROKE DEAyşe Ismet Tîmûr (1256-1286): Ayşe bint Ismaîl Rûşdî Paşa bin Muhemed Tîmûr Kaşif bin Îsmaîl bin Elî, xwedî fezîlet û zanîn bû, bi zimanên Erebî, Farsî û Tirkî helbest dixwîne û hin berhemên wê yên hatine çap kirin li pey wê mane. Bi salan li Qahirê dimîne û li wir dijî, her wiha li wê derê jî jiyana xwe ji dest dide.

Ayşe Ismet Tîmûr hîn di temenê xwe yê nû ciwan de bi helbest û wêjeyê re elaqeder dibe. Babê wê di mijara perwerdeya wê de bi baldarî nêz dibe û di vê mijarê de a ji dest tê dike, ji bo ku keça wî pêş bikeve jî mamosteyekê taybet ku bê mal û wê perwerde bike, digire. Dovre Ayşe bi xwe di mijara gotarên wêjeyî de cih girt û hewl dida ku mamosteyên helbest û wêjeyê fam bike, di encam de digihe astekê ku kêm jin gihanê. Di xwendina helbestan de jî jêhatî bû, di heman demê de di rastnivîsê de jî giha asteke herê baş.

Di sala 1294´an de, keça wê Tuhîde ku hîn hejde salî bû, nişka de, di temenê xwe yê ciwan de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê jî diya wê helbestvana welatê Nîl ê, heft salan şîn girê dide û di rewşeke wiha a derûnî de gelek helbestên dil bi êş dixwîne ku ev helbest ji hêla wêjeyî de bê hempa tên dîtin û nirxandin. Gelek qesîdeyên di derbarê perwerdeya civak û jinan tîne ziman.

Berhemên Ayşe Ismet Tîmûr yên ku hatine çap kirin wiha ne:

Dîwana helbestan a bi zimanê Farsî û Tirkî; dîwana  Heliye Elteraz ya helbestên Erebî. Her wiha hin berhemên din jî hene ku mixabin rexmê lêkolînan jî em negihan wan.

Sedsala çahardehan 

Xatûn Xûrşîd Merîvanî: Xûrşîd keça Şêx Merûf ji Sadat. Wêjevan û helbestvana Kurd e, di nîvê sedsala çardehan de jiya ye. Ew dayîka helbestvanê navdar, helbestvan Qanê Merîvan e.

Di zaroktiya xwe di mala yek ji giregirên Erdelaniyan de dimîne û ew di perwerdehiya wê de dibin alîkar heya ku di wêjeya Farsî de digihe asteke baş û di zanist, şêwe, anîna ziman, mentêq û fikra li ser zimanê Erebî jî nasîna wê çêdibe. Xatûn Xûrşîd pirtûkek Farsî di derbarê  rê û resma maldarî û perwerdeya zarok an, mezin kirina zarok ji dayîkbûn heya temenê nû ciwantiya wan digire dest û dinivîse. Her wiha dîwanek ji helbestan jî li pey xwe dihêle. Lê, mixabin yek ji wan jî nayê çap kirin.

Xûrşîknema Dawaşî (1320-1385): Xûrşîknema keça Dawaşî Muhemed û xwîşka Mîrza Ehmed Dawaşî ye. Yek ji jina arif û helbestvan bûye. Ew di mijara wêje û helbestvaniyê de jêhatîbû, bi heskirinek mezin nêzî vî karî dibe. Di heman demê de tê gotin ku di mijara lihevanîna gotaran de jî pispor bûye.