GDîrok carekedin zilm, zûrî û zordestiya zaliman a li hemberî mazlûman dinivîse. Behsa mirin û talanê dike. Lê, vê carê ji her carê wê cûdatir bihata nivîsîn, ji ber ku dengê berxwedanê jî bilind dibû! Dengê têkoşîna jinê ku li esimanê welat olan dida û jin vedixwendin meydana cengê!.. Çi têkoşîn û ceng bû ku wiha çarik jê re dihatin rêz kirin, dengbêjan dîwan datanîn heya berbanga sibehan…
Vaye! Ev dengê ku tê, dengê jina wêrek û berxwedêr Gulnaz Xanim e, dengê serhildana Agirî yê, dengê serhildêriya jina Kurd. Helbet serdestan tu caran rê nedaye ku dîroka nivîskî qala van jinên berxwedêr bike, ew ji nedîtî hatine û em ê di vê nivîsê de siya ku ketiye ser wechê jinê bidin alî û bi we re di nav çîrok û serpêhatiya Gulnaz Xanimê de ber bi rastiya xwe de biherikin:
Jinek bi hêz û wêrek
Gulnaz Xanim; li gor temînan di sala 1865´an de li Milazgirê tê dinyayê û di sala 1929´an de, li Mûşê jiyana xwe ji dest dide. Ew jineke têkoşer û welatparêz bû. Di derheqê jiyana wê de pirr tişt nehatiye nivîsîn, yan jî hin tiştên bi giştî hatine nivîsîn. Herçend li ser jiyana wê pirr kêm tişt hatibin nivîsîn û ziman, lê gelek stranbêjan stran ji bo vê jina çeleng lorîne û bal kêşane ser berxwedêriya wê. Lêbelê di derbarê ji dayîk bûn û mirina wê de agahiyên misoger nînin.
Gulnaz Xanim, xwîşka Îzet Begê ji gire girên herêmê bû. Di wan deman de gelek eşîr û mezinên Kurdan ji Iraq, Sûrî dihatin û bi Îzet Beg re hevdîtin çêdikirin. Gulnaz Xanim, ji van hevdîtin û nîqaşên di derbatê rewşa Kurdistanê de bandor dibû. Rexmê ku hîn temenê wê pirr biçûk bû, lê elaqeyek mezin nîşanî siyasetê dide, her ku temenê wê mezintir dibe, hîn çêtir hay ji rewşa gelê xwe dibe û baştir qirkirina li ser gelê xwe fêm dike. Ew çavdêrek baş bû û her tişt bi baldarî dişopand. Tê gotin ku di nûciwaniya xwe de, tevî birayê xwe di hevdîtinên ku birayê wê pêk tanî de, cih digire û yek ser beştarî hevdîtinan dibe.
Welatparêz û dildara welat
Dem dibohirî û her roja ku diçû, ew bêtir bi ramana xwe a siyasî, dîsan axaftinên xwe ên di civatan de ku derdiket pêş û bi pêşniyarên ku tanî ziman, bala herkesekê dikşand ser xwe. Tevî temenê xwe yê ciwan jî endamên ku beştarî civînê bibûn, pê bawer bûn û dixwestin berpirsyariya herêmekê ku ji bo serhildanê hatibû destnîşan kirin, bidin Gulnaz Xanim ê. Ew li ser welatparêziyê dihizirî, nîqaş dikir, li cihê ku ew lê bû, her tim nîqaş dihat û dizivirî ser mijara Kurd û Kurdistan ê.
Gelê herêmê ji Gulnaz Xanimê re rêz raber dikir. Ew bi welatparêzek Kurd re dizewice. Kurek wê tê dinyayê, navê Sidiq li kurê xwe dike û dixwaze wî baş bigihîne. Yek ji tişta ku herê zêde dixwest û ji bo wê têdikoşî jî zimanê diyîkê bû; ji bo wê girîng bû ku zarok bi zimanê dayîkê û çanda xwe mezin bibin. Ew biqasî ku jinek çalak û rêxistinkirî bû, ewçend jî bi hêz, xwedî bîr û baweriya Kurdayetî bû.
Yekemîn pevçûna di navbera berxwedêrên Kurd û dewleta Tirk de, di 16 Gulana 1926´an de tê destpêkirin. Bi alikariya eşîrên Rojhelatê Kurdistan ê, eşîrên Kurd, artêşa Tirk bin dixin. Ev yek ji bo dijmin dihat wateya êrîşên nû, ji bo serhildêran jî hêviyek nû bû ku bikaribin bala gel bikşînin ser têkoşîna xwe. Salek bi ser de derbaz bibû. Di vê navberê de dewleta Tirk ji aliyekê dixwest bi efûyê gel bixapîne, ji aliyê din de jî leşker li derdora Agiriyê kom dikirin.
Jiyanek bi êşê honandî
Di dîroka 13 Îlona 1927´an de, artêşa Tirk bi 10 hezar leşkerên xwe êrîşê çiyayê Agirî dike. Ji her du aliyan jî windahiyên mezin çêdibin. Lê rexmê hemû êrîşan jî dewlet a dixwaze nikare bidest bixe û paş de dikşîne. Dema ku dewlet pê dihese ku sedema binketina wan ji ber arikariya ji Rojhelatê Kurdistanê giha ye, pêk hatiye, bi Îranê re dikeve nav diyalogê û ji wan dixwaze ku sînorên xwe bigre, her wiha ciwanên di sînor de derbas dibin, bê çek bikin.
Piştî serhildanê şûnde û ji bo çav tirsandina gel, dewlet qetlîaman pêk tîne, dest bi sirgûn kirina Kurdan dide. Di encama berxwedanê de gelek kes derbasî Îranê dibin û 32 kesên ku beştarî raperîna 22 Gulana 1932´an bibûn jî bi cizayê dardekirinê hatin darizandin. Birayê Gulnaz Xanimê Îzet Beg û kurê wê Sidiq, di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest didin û cenazeyê wan dikeve destê dijmin.
Gulnaz xanim alikariyek mezin dide serhildana Şêx Seîd û piştî şikestina serhildanê tevî zarokên xwe, li çiyayê Kurtikê xwe diparêze. Gulnaz Xanim tu caran dest ji têkoşînê bernade û bi destpêkirina berxwedanên herêmî yên wek eşîra Xoytî (Xwêtî), Şêxoyan, Nuh Beh, Îzed Bed, Xerzan, Sason û hwd. piştgiriyek mezin dide wan. Gelek caran jî yek ser ketiye nav şer û ji bo parastina sivîlan bi artêşa Tirk re şer kiriye. Li gor gotinan ew bûye “tirsa dilê leşkerên Tirk” û tê gutin ew di şer de jî jêhatî, bê tirs bûye.
Serî natewîne
Di dawiya serhildanê de ku cenazeyê birayê Gulnaz Xanimê Îzed Beg û kurê wê Sidiq ketibûn destê dijmin, yek ser serê wan tê birîn. Ji ber ku pêşengê serhildanê bûn û ji bo bên teşîs kirin, serê wan dişînin Mûş ê. Gulnaz Xanim ku ji bo teşîs kirina nasnameyan gazî wê dikin, tevî zabiteyan ber bi cihê ku serê jêkirî anînê, dikeve rê. Tê gotin ku Nûrî Dersimî jî li gel Gulnaz Xanimê bûye. Nûrî Dersimî wiha qala wê kêliya ku Gulnaz Xanim rastê serên jê kirî yê bira û kurê xwe tê, dike:
“Berê her tiştekê li ber serê jêkirî yê Îzet Beg xwe xar kir û destpêkir bi dengê bilind qala qehremaniyên birayê xwe kir. Dovre destê xwe dirêjî serê jêkirî yê kurê xwe Sidiq kir, çavên wî mizdan û bi dengê bilind got, ´ev berxê min e, min ji bo van rojan şîr dayê. Ger di oxira Kurdistanê de û bi vê lezê min mirina wî nedîba, minê şîrê xwe lê heram bikira.´ Û ew wiha bi serbilindî wan pêşwazî dike…”
Tê gotin ku di arşîvên dewletê de gelek agahiyê cûda di derbarê wê de hene. Bi taybetî di derbarê sekn, berxwedan û wêrekiya wê de ku mixabin di roja me ya îro de pirr kêm agahî hene.
Çiyayê Kuhsorê
Mehmet Şerîf Firat ku sîxurê wê demê yê dewletê ye, di pirtûka xwe a bi navê “Doğu İlleri ve Varto Tarihi -Parêzgehên rojhilat û dîroka Vartoyê” de wiha qala Gulnaz xanimê dike û dibêje:
“Di 15´ê Adara 1926´an de Îzed Beg tevî xwarziyê xwe û şervanên xwe di şerê li çiyayê Kuhsorê de tên kuştin. Serê wan tê jêkirin û tînin bajarê Mûş ê… Ji bo ku Gulnaz Xanimê biqehirînin wê ji zîndanê tînin wargeha leşkerî û serê jêkirî datînin pêşberê wê. Jê pirs dikin û dibêjin; ´Ka mêze bike, tu vana dinasî yan na!´ Gulnaz Xanim bi şanazî û serbilindî dikeve hundir. Her du destên xwe dabûn pişt xwe û nêzîkî serên jêkirî bû û got; ´Ev serê biraziyê min e.´ Dovre ber bi serê duyemîn de çû û got, ´Ev jî serê lawê min e.´ Dema ku hat ber seriyê sêyemîn bi dileke xemgîn di ber xwe de diaxivî, ´Sed heyf, ew şervanekî xizmetkar û çalak bû´… Em kesên li wir ji vê tevgera wê matmayî man û bêdengiyeke wekî cemedê ket hundir.”
Li gor agahiyekê jî Gulnaz Xanim ji zarokên xwe tê dûr dixînin. Zarokên wê dibin rojavayî Tirkiyê û di sêwîxaneyan de tên xwedî kirin. Ji xwe dovre tu agahî ji zarokên wê nayê girtin. Derveyê kurê wê Sidiq ku di raperînê de tê kuştin, behsa tu zarokên wê nayên kirin, ji ber vê çendê jî baş nayê zanîn ka birastî zarokên wê ên din bi ku de çûne, yan jî çi bi serê wan de hatiye.
Gulnaz Xanim 3 sal an di zîndana Milazgir, Mûşê û di wargehên leşkerî de dîl tê girtin, wê didin xebitandin. Piştî 3 salan ew giran nexweş dikeve û rewşa wê nebaş dibe. Êdî nikare bixebite. Wê dibin ber çemê Muradê û gulebaran dikin. Meytê wê li wir vedişêrin. Bê guman di derbarê mirina Gulnaz Xanimê de agahiyên cûda hene, lê agahiya ku bi gelemperî tê pejirandin ev yek e.