Jina berxwedêr, komunîst “Keça Por Sor” (Hannie Schaft) a ku cihê xwe di nava refên berxwedana Şerê Cîhanê ya 2’emîn de girt û bi têkoşîna xwe a li dijî Naziyan tê nasîn. Ew canê xwe di ber tekoşîna ku pê bawer dikir de da. Hannie, li Holandayê di nava karwanê jinên wêrek ên ku di tekoşîna antî-faşîst de cîh girtin de, dest bi rêvîtiyek bi têkoşînê barkirî dike.
Şer her dem karê zilam hatiye dîtin; lê dema hewce kiriye jinê jî her wekî zilaman di nava refên berxwedanê de, li çeperên pêş ên têkoşînê de cih girtiye û têkoşiya ye. Wan ne tenê di çeperên pêş de şer kirine, di heman demê de bûne xwedî gotin û di derbarê pêşeroja xwe de biryar girtine.
Bê guman “Keça Por Sor” a Holandayê jî yek ji wan kesane ku ne pêkane di hişê mirov de biçe û bê ji bîr kirin. Di pêvajoya Şerê Cîhanê ya 2. de weke jinek komunîst li Holandayê di tekoşîna antî-faşîst de cîh girtiye û canê xwe di vê oxirê de daye. Johanna Schaft her çendî navê wê yê veşartî Hannie be jî lê, her kes wê weke “Keça Por Sor” dinasî û bi wî navî jî ew jina wêrek dibe efsane.
Her kêliyek ji jiyana wê bi têkoşînê barkirî bû
Hannie di 16’ê Îlona sala 1920’an, li bajarê Haarem ê Holandayê tê dinyayê. Dayîka wê endama tarîqata Mennonite yê a Xiristiyaniyê ku di lêgera aştî û civakîbûnê dene, bû. Bavê wê jî endamê Partiya Karkerên Demokrat bûye. Dema ku li Amsterdamê zanîngeh dixwend bi du keçên Yahudî ên bi navê Philine Polak û Sonja Frenk re nasîna wê çêdibe.
Di sala 1943’an de, rayedarên Elman bi darê zorê dixwazin deklerasyona ku girêdana bi hikumeta Naziyan re erê dike, bi xwendekaran bidin îmze kirin. Lê Hannie vê deklerasyona ku ji aliyê 15 hezar xwendekarî re hatiye îmze kirin, bi awayek tund red dike. Û ev yek jî destpêkek bû di têkoşîna wê a bê rawest de. Wê şahidî ji gelek bûyerên girtin û zextên li dijî Yahudiyan re kir.
Ji ber ku Hannie belge îmza nekir çavkaniya xwe ya xwendinê qedand û carekdinê vegeriya gel malbata xwe. Ji wê demê û şonde êdî Hannie zêdetir zindî tevlî nava tevgerên berxwedanê bû. Hannie ji bo mirovên ku xwe ji leşkerên Nazi ên Elman diveşartin alîkariya xwarin û hwd. dikir. Lê ev yek ji bo wê nebes bû, dixwest hîn zêdetir kar û tiştnan bike!
Hannie û çalakiyên li dijî faşîzm ê
Hannie piştî Truus û Freddie Oversteegen ên 17 û 15 salî, yegane jina mîlîtan a di nav tevgerê debû. Di wan deman de bi gelemperî di nav têkoşînên leşkerî de zilaman cih digirt. Lê belê Hannie tevî rêhevalên xwe ên jin vê rastiyê serûbinî dike.
Hannie beşdarî nav tevgera “Konseya Berxwedanê” ya Partiya Komunîstên Hollandayê dibe. Ya ku wê ew ber bi têkiliyên bi komunîstan re bibira; ji ber ku di nava berxwedanek lezgîn de bû. Hannie li gel hevalên xwe Truus li hemberî faşîzma Elmanya, hevkarên wan û xayînan çalakiyên cihê reng pêk tanîn. Ew hînê zimanê Elmanî bû û bi leşkerên Elman re têkiliyên xwe pêşxist. Ji bo wê jî gelek berxwedêran ew weke xayîn dizanîn. Lê armanca wê cûda bû! Wê tişta dixwest, heta hîn zêdetir pêk tanî… Hannie tevî Truus û Freddie yê gelek çalakiyên sabotaj û hwd. pêk tînin. Bi van çalakiyên ku pêk tînin re di nav ciwanên Yehudî û sosyalîst de wek efsane lê tên. Bê guman ev nêzikatî û jêhatî bûna wan bala Gestapoyê jî dikşîne ser xwe û wan dixin nav lîsteya lêgerînê de.
Di Mijdara 1943’an de ew û her du hevalên xwe yên jin dixwazin santrala li Velsen-Noord ê sabote bikin. Lê rexmê ku çalakiya wan bi serketî nabe jî di gel de rê li hêviyek mezin vedike. Dovre ew ê li balafirxaneyek leşkerî a Elman ku wek perestar têde dixebitî, ji bo rêxistinê agahî kom bikira.
Vînek ji pola
Di 17’ê Nîsana sala 1945’an de dema ku Hannie rojnameya “de Waarheid” (rastî) belav dikir li Haarlemê ji aliyê leşkerek li cihê lêgerînê ve hat girtin. Di dawiya şer de, di nava hêzên dagirker û berpirsên Hollandayê de ji bo rakirina sizayê dardekirinê hevpeymanek tê amadekirin. Li hemberî wê, piştî bi dawîbûna şer sê hefteyan, di 17’ê Nîsana sala 1945’an de, li Girê Xizê yê Untitled-1nde Bloemendaal ew jina wêrek tê gulebaran kirin. Li gorî agahiyan li wir guleya yekem a ku leşker bera laşê Hannie yê dide, tenê wê bi sivikî birîndar dike. Ew dizivire leşkeran û ji wan re dibêje; “Ez ji we çêtir dikarim lê bidim!” Piştî vê gotina wê, leşkerên Nazî bi sedan guleyan bera laşê Hannie yê didin. Hannie, tevî berxwedêrên din li vî girî tên weşartin. Piştî şer, li vî girî cenazeyê 422 berxwedêran tê dîtin. Hannie di nav wan 422 cenazeyan de yegane jin bû.
Bi tevlîbûna Prensesê Hollandayê Juliana û hevjîna wî Prens Bernard li goristana “Erebegraafplaats Bloemendaal” ê ya Overveen ê ji nû ve hatin defin kirin. Di dema qralîçe Juliana yê de, li cihê ku Hannie lê hatiye dinyayê, Harleem ê, li Parka Kenau yê peykerê vê jina wêrek tê çêkirin.
Bîranîna girseyî rastê astengiyê tê
Piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn şûnde, ji ber bandora rola Sovyetê a di hilweşandina Nasîzmê de, tevgera komunîst ji bo demeke kin bû xwedî populîte yê. Lê belê bi zêdebûna bandora Sovyetê a li Rojhilatê Ewrupayê, populîteya heyî a li welatên emperyalîst-kapîtalîst her ku diçû kêm dibû.
Heta di sala 1951’an de li ser gora Hannie yê wê bîranînek bihata organîze kirin ku dovre hat qedexe kirin. Nêzî 10 hezar kesên ku dixwestin beştarî bîranîna Hannie yê bibin ji aliyê 4 tang, bi hezaran polîs û leşkeran we hatin asteng kirin. Komek ji heft kesan bend derbaskirin û xwe gihandin ser gora jina berxwedêr, lê bi lêxistina çanê re ew hatin girtin û avêtin girtîgehê. Sala dinê ji bo ku komunîst dîsan rastê heman tiştan neyên li Harleemê bîranîn çêkirin.
Hannie û têkoşîna wê nehat ji bîr kirin
Piştî salan li Hollandayê navê Hannie Schaft li hin dibistan û rêyan hat kirin. Ji bo bîranîna Hannie û jinên din ên berxwedêr weqfek hat avakirin. Li (The Stichting Nationale Hannie Schaft-herdenking) ê gelek nivîs û filîmên di derbarê Hannie de ku hatine nivîsîn û çêkirin hene. Ineke Verdoner ji bo wê stranek nivsiye. Nivîskar Theun de Vries jî biyografiya wê dinivîse, nivîskar ji vê biyografiyayê dikeve rê û bi navê (Het Meisje met het Rode Haar) “Keça Por Sor” filmekê amade dike. Her sal di meha Mijdarê de, li bajarê Harleem ê, Hannie bi çalakiyên netewî tê bîranîn.