Her jinekî xwe di Şadiya de di bîne

- Gulan Avrel
556 views

Dî 3’ê Tebaxê de li ser Şengalê bi destên çeteyên DAÎŞ’ê êrişên ji derveyê mirovahî yê pêk hatin. Jin û zarokan di revandin zilam û kalên pîr jî di kujtin. Tirsek ewqasî xov dinava gel de pêş xisti bûn ku kesên di bihîstin ji tirsa mirinê xwe ji malên xwe avêti bûn lê ne dizanîn wê kîjan aliyê ve jî biçin. Lê, yek tiştê wan hebû ew jî çiyayê Sîncer bû. Cîhê ku yê wan bi parêze. Li Şengal ê û li çiya yê Sîncer ê heqîqetên hatine jiyan kirin li bendê ne ku derkevin ronahiyê. Pir rastiyên ku hatine jiyan kirin me dît û me bihîst. Lê di wan newalan de, zinaran de rastiyên ku me ne dîtin û me ne bihîstin…  Di çavê mezinan de tirs û hawara ev çi bû! di hate xwandinn. Di çavê zarokan de jî halê ku ketinê nenas bûyînek di hate xwandin. Mezinan di gotin, “ev fermana 73’î ye li ser me de tê, lê tu ferman weke vê nîn bû.” Lê zarokên ku agahiya wan tu tiştê nîn bû bi fermanên yeke mîn re rûbirû hati bûn. Weke her tim jin di bin qurbanê her tiştê, li Şengal ê jî wisa bû bû. Jin ji bo nekevin di destê çeteyên DAÎŞ’ê de xwe di kujin û xwe ji latan tavêjin. Yek ji wan jinan jî Şadiya Êzidî Mîrza ye. Çawa ku her jinek serpêhatiyek xwe yê bi êş heye, Şadiya jî serpêhatiya xwe ya bi êş bi van gotinan di de diyar kirin, “Ji xwe me zehmetî jiyan dikir lê mala me û welatê me hebû. Xweşî û nexweşî em di welatê xwe de bûn. Dema ku me van êşane jiyan kir û ewqasî bûyeran re şahidî kir û min ew dem got; “tu êş qandî êşa bê walatiyê giran nîne.” 

 ‘Êşa bê welatiyê’

Şadiya dinava gotinên xwe de herê zêde jî bal dikşîne li ser bê welatî û bê xak mayînê. Şadiya wiha di bêje; “Tu êş qandî bê welatiyê jantir nîne. Çiqasî êşên mirov hebe jî lê dema mirov di welatê xwe de be û di nava gelê xwe de be zêde nabe dert.” Şadiya welatê xwe di şibîne weke dayîka xwe û bi taybet jî ji bo dayîka xwe van gotinan dide diyar kirin;  “Temenê me biçûk bû bavê min diçe li ser dilovaniya xwe, dayîka min li me meyze dike. Her çiqasî di aliyê aborî de me zehmetî jiyan dikir jî lê em di nava welatê xwe de bûn û mala me hebû. Dayîka min her tiştê xwe fedayê me kiri bû. Birastî jî dayîk sitara zarokan û mirovahiyê ye. Welatê mirovan jî heman tişte. Kesê ku derdê bê welatiyê ne kîşandiye nizane ev êş çiqasî girane. Şadiya di nava gotinên xwe de di bêje; “Dema me ewqasî êş jiyan kir, ew dem gotinên ku di berê de dihatin kirin hate bira min, “Welat şîrîne.”

‘Wê cardin dayîka min xwe fedayê me kiri ba’ 

Şadiya li ser şêva ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê êriş û komkujiyên xwe pêkanîne wiha di bêje, “Ji xwe beriya ku çete bikevin Şengalê de me nav û dengê wan bi histi bû. Dema ketin Musilê de tirs xwe li herderê belav kiri bû. Ev tirs hêdî hêdî berbi me ve jî dihat. Her tim min vê tirsê jiyan dikir û min di got; “birastî jî ev çeteyane bikevin Şengalê de wê kî xwedî li me derbikeve û emê berê xwe bidin li kur.” Şadiye dema wan rojan û wan kêliyan vegotin dikir rondikên çavên wê weke barana biharê ji çavên wê dihat xwerê. Tevahî êş û janên xwe bi rondikên xwe re derdixist. Dilê wê pir di şewitî. Her çiqasî navê wê ji şadî, dilgeşî û bextiyar bûyînê were jî lê ti carî rojên şad jiyan ne kiriye. Şadiya gotinên xwe berdewam dike û wiha di bêje, “Di nava gund de bû qîr û hewar. Dema me bi hîst ku çeteyên DAÎŞ’ê ketine gund me nezanî em çawa ji xaniyên xwe derketin. Wan deman anîna ser ziman pir zehmete ji xwe mirov nikare bi lêv bike. Tirs, hawar û qêrin nava hev keti bû… Dayîka min jî nexweş bû li erdê bû min destê dayîka xwe girt û min got;  “dayê rabe em biçin çete hatine wê me bi kuje.” Dayîka min jî got, “keça min ez nikarim bi meşim hûn biçin xwe xilas bikin.” Cardin dayîka min dixwaze xwe fedayê me bike. Min dayîka xwere got; “dayê erd û asîman were xwarê jî ez te na berdim na çim.” Min bi wê awayî dayîka xwe rakir û me berê xwe da çiya yê Şengal ê.

‘Dema me xwe gihand çîyayê Sîncerê kêmek dilê me rehet bû’ 

Di rê de şahidiyê ji gelek bûyeran re dikin. Her çiqasî jiyana xwe li ser êşan domdarî kiribe jî lê êş û janên ku di rê de jiyan kirine û şahidiyê jêre kirine tevahî êşên xwe ji bîr dikin û êşekî ku tu êş nikare cihê wê bigre jiyan dikirin. Ji bo wê jî, Şadiya destnîşan kir ku, “Ne peyv, ne ziman ne jî çav nikare wan rojan vegotin bike. Ez bawer nakim ku tu serdeman de ev hovitî li ser gelan pêk hatibe. Tevahî  mirovên me revandin. Şêvek wisa bû ku, qîrînên mirovan di hûndirê mirovan de dengek pir cûda vedi da. Weke ku qiyamet ra bû bû û celad jî keti bû nava mirovan. Dema Şadiya bûyerên ku jêre şahidiyê kiriye dianî ser ziman axînên pir kur dikşand. Şadiya bi kêşandina keserekî kûr re wiha berdewam dike, “Gelek jin ji bo ku nekevin destê çeteyan de xwe ji zinaran avetin. Pir kes mecburman ku zarokên xwe li pey xwe bi hêlin. Gelek zarok ji birça û tîna mirin. Ma wê çawa ew roj werin ji bîrkirin. Ne… Heya ez saxbim ew rojan nikarim ji bîr bikim ji xwe nayê ji bîrkirin jî. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ tirsek pir hov da bû ava kirin ji bo wê jî tu kes xwedî tu kesê derne diket. Dema me xwe gihand çîya yê Sencerê kêmek dilê me rehet bû.”

‘Em deyndarê PKK’ê ne’  

Şadiya pir bi dil êşî wiha gotinên xwe bedewam dike. Şadiya di bêje ku, “Lê ya herê bi êş jî tu kes hewara me ne hat. Em di nava destê celadan de ma bûn. Hêviyê me yê jiyan kirinê ne ma bû. Her kes hawara xwe di gihand Melekî Tews.” Bi taybet jî Şadiya baldikşîne li ser PKK’ê û di bêje, ‘Birastî jî ger PKK’ê ne hatiban hewara me wê yek êzidî jî ne ma ba.. Nizanim ez bi çi gotinan bidim diyar kirin lê birastî jî PKK cardin hêza jiyan kirinê da me. PKK xwedî li me derketin. Me ji tu tiştan bêpar ne dihiştin, çi ji destê wan di hat ji bo me dikirin. Ji bo me canê xwe dikirin xeteriyê de. Em deyndarê PKK’ê ne.