Heyran Xanim: Awazek bi rengê jinên Rojhelatê Kurdistan ê

- Berjin TEKOŞER
699 views

MANSETHeyran Xanima Dunbulî, her çiqas baş neyê nasîn jî di derheqê wê de, di hin pirtûk û kovaran de kêm be jî agahî tên dayîn.

Ligor agahiyên tên dayîn, Heyran Xanim keça Kerîm Xanê Dunbulî ye. Mala wan ji bajarê Xoyê barkiriye û çûye Nexcivan. Piştî demekê şûnde jî ji Nexcivan barkirine û çûne Urmiyê, li wir jî koçê Tebrîzê kirine û li wir bi cih bûne. Di derbarê ji dayîk bûn û mirina Heyran Xanimê de pirr tişt nayê zanîn. Lêbelê, ji helbestên wê tê fêmkirin ku di salên 1247´ê hicrî qemerî û 1831´ê mîladî de jiya ye. Heyran Xanim nizîkê heştê salan jiyaye û herçiqas evîndar bibe û hez kiribe jî nazewice.

Heyran Xanim yek ji jinên herê bi nav û deng ya li Kurdistana Rojhelat herêma Xoy û Urmiyê ye, gelek helbestên wê yên bi zimanê Farsî, Azerî û Kurdî hene. Ji Heyran Xanimê derveyê helbestên nivîsîne, sê dîwan mane ku tê gotin heya niha nehatine çap kirin. Ew di gelek helbestên xwe de dide diyar kirin ku ew ji qebîleya Dunbulî ne û li herêma Selmas û Xoyê bi salan hikûmranî kirine (tê gotin bavê wê bi salan hikûmranê Selmastê bû ye).

 

Helbestvana qerna 19´an

Heyran Xanim ji qebîleya bi nav û deng a Dunbulî ya Kurdên Xoyê ye. Keça Kerîm Xanê Dunbulî ku hakim û ji giregirên Xoyê ye. Dîwanek ji pênc hezar beyt û helbestên bi zimanê Kurdî, Farsî û Azerî li pey xwe hiştiye. Li Nexcevan hatiye dinyayê, dem dirêj li Urmiyê maye û dovre neçar mane ku koçê Tebrîzê bikin. Her çend di derbarê dîroka hatina dinyayê û mirina wê de hin tişt tên gotin jî a rast nayê zanîn. A tê zanîn tenê ev yeke ku nêzî salên 1831´an de jiyaye. Di derbarê jiyan û serpêhatiya Heyran Xanimê de pirr kêm tiş tên zanîn. Lê, herkes di vê mijarê de hem fikare ku Heyran Xanim ji tayîfeya Dunbulî ku nîştecihê bajarê Xoyê ne, ye. Ligor hin belgeyên bi zimanê Farsî; hema di hemû belgeyende tê gotin ev jina helbestvan ji qebîleya Dunbulî a li herêma Xoyê ye. Her wiha di hejmara 72. yan a rojanameya Armanc de, di sala 1987´an de nivîsek di derbarê Heyran Xanimê hatiye weşandin û qala wê tê kirin. Di hin belgeyan de jî tê destnîşan kirin ku Heyran li bajarê Nexcevan hatiye dinyayê û zaroktî û ciwantiya xwe li gundê Xaniqaya sor a girêdayî Urmiyê bihûrandiye.

KURT KADINI CIZIMDi piraniya belgeyên heya niha di derbarê wê de hatine çapkirin de, tê diyar kirin ku Dunbulî tayîfeyeke ku li Xoy û Selmastê bi cih bûne; ji xwe ev herêm ji berê heya niha herêmeke ku bûye cih û warê eşîr û qebîleyên Kurd an. Di hin cihan de tê destnîşan kirin ku Dunbulî ne Kurd in û ji Azerbaycanê ne. Lê, hema bêje di gelek belgeyan de tê piştrast kirin ku Dunbelî eşîrek Kurd a herêma Xoyê ne. Her wiha li gor hin lêkolînan jî tê gotin ku Dunbulî eşîrek Kurd bûye ku demên pirr berê li Musilê mane û gelek caran ji ber şer û rewşa li herêmê neçar mane koçê cihên din bikin. Ji xwe gelek dîroknas û nivîskar jî didin diyar kirin ku Dunbulî li herêma Xoyê jiyan kirine; di Şerefnameyê de jî derbas dibe ku ev eşîr Êzîdîne û bi ihtimalek mezin ji herêma Botanê koçê vê herêmê hatibin kirin. Bi kinahî di gelek cihan de navê eşîra Dunbulî (Dunbul-Dunbel-Dunbil) bi awayên cûda derbaz dibe, lê di mijara ku ev qebîle Kurd in de her kes hemfikar e. Her wiha Mecdedîn Yequb Firuzabadî jî ku di qerna 14. an de jiyaye dibêje; rast nivîsa koka vê peyvê Dunbule ku navê eşîrek Kurd e ku di zemanên berê de li derdora Musilê jiyan e.

Mînak Emîr Sûleyman bey ku yek ji endamê vê malbatê ye û di sala 995´an de jiyana xwe ji dest daye, wek Emîr Sûleyman Kurd tê nasîn, dîwanek wî a bi Kurdî heye ku di nav Kurdan de bi qasî Hafiz-Şîrazî tê nasîn.

Sê dîwanên mezin, helbest û jiyanek nîvco

Tê gotin ku di dîwana Heyran Xanimê de nêzîkê pênc hezar beytên Kurdî, Farsî û Tirkî hene. Piraniya helbestên wê li ser Ebas Mîrzayê Qacar (naîbê seltene), dayîk û xwîşka wê bûne. Yek ji helbestên wê wiha ye:

Di nav hemû zeriyan de tu yî serdeftera rindan.

Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî weke çogan.

Cemala te weke gulşen (gulistan).

Çi gulşen? Gulşena rindî. Çi rindî? Rindiya Yûsif.

Çi Yûsif? Yûsifê Kenan.

Du çavên mest ên te zalim. Çi zalim? Zalimê kafir.

Çi kafir? Kafirê rêbir. Rêbirê îman.

Lêvên te yên sor wek xonçe.

Çi xonçe? Xonçeyê bexçe. Çi bexçe? Bexçeyê cinnet.

Çi cinnet? Cinneta xweşî.

Lêvên te wek xala Hîndû. Çi Hîndû? Hîndûya sêrbaz.

Çi sêrbaz? Sêrbazê fitne, fitneya dewran.

Zimanê te bibe bilbil, devê te bibe kanî.

Çi bilbil? Bilbilê xweşxwan.

Çi kanî? Kaniya jiyan.

Heyran ji te re bibe aşiq. Çi aşiq? Aşiqa tirsek.

Çi tirsek? Tirseka sersem.

Çi sersem? Sersema Heyran.

 

Heyran Xanim di hin helbestên xwe de jî balê dikşîne ser Dunbuliyan. Di hin metnan de jî tê gotin ku bab û kalên wê ji ber pirsgirêk û lihevnekirinên di nav qebîleya Dunbulî de ji qebîleya xwe qot dibin û koçê cih û warên din dikin. Di be ji ber vê yekê be ku di derbarê hebûna vê jina bi nav û deng de tiştên cihê tên gotin an jî agahiyên tevlîhev di derbarê hebûna wê de hatibin nivîsîn. Di helbestek xwe de wiha dibêje;

Xwedêyo! Misilman helak bûn

Ciwan hemû binax bûn

Dayîk dilşikestî û bi nalîn

Miriya dişon ji dewsa zaroyan

Xwedêyo ev bela, bû belayek mezin

Şaşî ji xelkê nependî (winda) bû

Heyran Xanim xwedî zihneke vekirî û hizirandineke dewlemend bûye, hema bêje di nivîsîn û anîna ziman a her cûre helbestan de xwedî afirînerî bûye. Lêkolîner di vê baweriyê dene ku Heyran Xanima Dunbulî, di nivîsîna helbestan de xwedî hakimiyet û dewlemendiyek mezin bûye. Herwiha di helbestên xwe de balê dikşîne ser pirsgirêkên jiyanî, pirsgirêkên civakî, êş û xemên gel an. Tê gotin ku dîwana Heyran Xanimê ji 4500 beytan pêk tê. Beytek wê wiha ye;

Rê me de kesên kevneperest bên dîwana te.

Xelk mêşan ji şekir dûr dixe,

Stirî di dilê min de, razî me bi te re di qefesan de bim.

Heyran Xanim di hêla helbest nivîsînê de gelek jêhatî bû û yek ji helbesta wê a herê tê nasîn û di nav çavkaniyên dîrokî de derbas dibe, ev e;

Meyanî cumle mehruyan tuyî, ser defterî xuba

Ruxet çûn goyî xur başet bu vet zulfi keçet çokan

Cemalî tu bi vek gulşen, çû gulşeni xubî

Xubî xubeyi Yusuf çi Yusuf Yusufî Kenan

Du çeşmê tu zalim, çi zalim zalimî kafir

Çi kafir kafirê rehsen çi şehzen şehzeni îman

Buvet heyran tura aşiq, çi aşiq aşiqî bê dil

Çi bê dil, bê dilê vale, çi vale valeyê heyran