Îstismara zarokan xwe dispêre dewletê

- Zeynep ERDEM
621 views

Li welatên ku bi desthilatdariya darê zorê tên birêvebirin, zexta li ser civakê û gelan gihiştiye asteke bilind. Yek ji welatên  ku ji zilim û zordariyê re pêşengiyê dike jî Tirkiye ye. Di van çend mehên dawî de bi taybet destdirêjî û îstismara li ser zarokan zêde bûye. Jixwe jinan ji despêkê ve nesîbê xwe ji vê zilmê girtiye. Gelo çima li Tirkiyê zilm û zora li ser jin û zarokan her roj zêdetir dibe? Desthilatdarî, faşîzm çiqas xurt dibe zext jî pêre li ser civakê zêde dibe. Di nava pergala demokratîk de kes nikare zilma li kesan hatiye kirin bibîne. Kengî zortestî pêş dikeve? Dema ku desthilatdarî demokrasiyê hildiweşîne û faşîzm dikeve dewrê. Ji ber ku karekterê rêveberiya welatekî di nava civakê de şaneyên dûmahiya xwe dixe nava liv û tevgerê. Niha yên zarokan direvînin, destdirêjiyê li ser wan dikin û dikujin kîne? Ew kesên ku bi navê desthilatdariyê diaxivin û dibêjin; zorok dikarin bizewicin ew bi xwe ne. Zarok dibin hedefa şaneyên densthilatdariyê yên di nava gel de.

Li Tirkiyê piştî îlana rewşa awarte û xwe sazkirina pergala faşîst, zext tenê li ser kes û derdorên  li dijî faşîzma AKP/Erdogan nehat kirin, di heman demê de îstismara zarokan, destirêjî û kuştina jinan çend qat zêdetir bûye. Karekterê desthilatdariyê bi vî awayî xwe gihand her aliyê civakê û yên ku wê di nava civakê de bidomînin bi awayekî şênber xwe dan diyarkirin. Ji ber wê jî ewlekariya zarokan, jinan û civakê nemaye. Yên ku dixwazin di mala xwe de, li gundên xwe, kolanên xwe, bajarên xwe jiyaneke bi ewle bidomînin, gerek despêkê li dijî faşîzmê derkevin, têbikoşin.  Divê bizanibin ku zîhniyeta zarokên wan direvîne dikuje, ew zîhniyeta ku dibêje yek dewlet, yek millet, yek al û yek ziman e. Jixwe piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê, bi serokkomariya Erdogan re êdî her tişt kete destê vê ferasetê û yek zilamê faşîst Tirkiyê bi rêve dibe.

Civak gerek di wê zanebûnê de be ku ev bûyerên bi serê wan de tên ne ferdî ne. Bi awayekî xwe bi rêxistinkirina desthilatdariyê bixwe ye. Li gor wê jî zagon û huquqa heye pêşî li vê bêedaletiyê nagre, nexasim bi kirinên xwe vê yekê teşwîq dike. Wê demê em nikarin li benda mekanizmayên dewletê bin ku me biparêze. Gerek civak bikeve nava lêgerîna ku wê çawa di serî de desthilatdariya dewletê, xwe ji vê talukeyê biparêze. Ev xaleke gelekî jiyanî ye ku were zanîn. Ji ber ku rojane li dadgehan dozên bi van mijaran hene. Li wir dozger dikare bêje ku sucdar cilên paqij li xwe kirine û bi rêzdarî bi min re axivîye, ji ber wê jî, li gor rewşa baş, cezayê wî kesê kujer sivik bike. Ti kes nikare çarenûsa xwe bide destê vê ferasetê. Bi vê zanebûnê civak gerek xwe biparêze. Divê civak bizanibe, êrîşên li ser jin û zarokan, destwerdana civakê û pêşeroja wê ye. Pergal nikare xwe bi civaka azad bidomîne. Dikare xwe bi civakeke ji cewherê xwe dûr ketiye, bêîrade maye, nizane çi dixwaze hebûna xwe ava bike û bidomîne. Ji ber wê jî hemû cureyên êrîşan, ne ferdî ne, îdeolojîk in. Civakê dixîne, bêîrade dike, ji bo ku bikaribe birêve bibe.

Birêxistinekirin û zanebûna civakê di vir de jiyanî ye. Dema derbarê jiyaneke çawa di serê mirovan de pirs çêbûn û her ferdek ji civakê bi dû van pirsan ket, wê demê zahmete ku pergal xwe li ser lingan bigre û bidomîne. Wê demê kujerên ku heya hingî pala xwe dispartin mekanîzmayên dewletê yên wan diparastin, wê li holê bimînin. Ti kes wê li wan û kirinên wan xwedî dernekeve. Wê demê ev kujer dikarin li dadgeha civakê, li gor pîvanên exlaqî û polîtîk ên civakê werin darizandin.