‘Jin di her qada civakê de rastê pirsgirêkan tê’

- Newaya Jin
615 views

ELMAS 5Mamoste Elmas Rûstem ji Kurd ên Ermenîstanê ye. Bi eslê xwe Êzidî û ji gundê Sîpanê ye. Her wiha mamosteyê zimanê Kurdî û şagirta helbestvanê navdar Fêrîkê Ûsiv e. Mamoste Elmas, ne tenê mamoste di heman demê de di mijara jin de jî xwedî nêzakatî û helwestek têkoşîner e. Bitaybetî jî di mijara pirsgirêkên jin û zewaca di temenê biçûk de pirr hessas tevdigere, li dibistanê di vê mijarê de xwendekarên xwe agahdar dike û ji wan re dibe arîkar. Emê jiyan, xebat û nêzikatiyên mamoste Elmas yên di vê mijarê de bi we xwendevanê hêja re parve bikin.

Hûn dikarin xwe bi xwendevanê me bidin nasîn?

Mamoste Elmas: Ez ji gundê panpa Kurda me û navê wê yê niha Sîpan e. Min heya refa dehan li vî gundî xwend. Dayîk û bavê min zêde nexwendibûn, lê bitaybet diya min pirr girîngî dida xwendinê. Di malbata me de bigiştî herkes pêvîst bû bixwîne, lê mixabin ji bo keçan ez vê yekê zêde nikarim bêjim. Ji ber ku destûr nedihat dayîn ku jin bixwînin. A rast ya min jî çawa çêbû û ez çawan heya vê astê hatim nizanim. Gelek caran ez jî ecêp mayî dimînim. Ji xwe dûv re min li dibistana gund dest bi kar kir. Mamoste û helbestvanê navdar Fêrîkê Ûsiv jî di vî gundî de mamostetî dikir û ez li ber destê wî fêrî gelek tiştan bûm. A rast di wan deman de zêde zanebûneke me jî tune bû ku em bixwînin, xwe pêş bixînin û ji civaka xwe re bibin mirovên kêrhatî. Min ji xwendinê pirr zêde hez dikir û israra min a di pêşketinê de hertim hebû. Ji xwe ji bo min tişta herê girîng jî li pey daxwazin xwe de çûn û pêkanîna wan bû.

Çima zarokên keç di temenê biçûk de tên zewicandin û li dijî vê ferasetê vir şûnde têkoşîneke çawan wê bê dayîn?

Mamoste Elmas: Herkes pirr rehet nikare bêje ez jin im û mafê min jî yê xwendin û xwe pêşxistinê heye. Mirov nikare bibêje ku îro herkes wiha bi dengeke bilind vê yekê tîne ziman û di pêkanîna daxwazên xwe de bi israr tevdigere. Di roja me ya îra de keç di temenê 12-13 de tên zewicandin. Ew bixwe zarokin û ne di ferqa tiştekê dene. Ji xwe nikarin di temeneke wisan de berpirsyariyên malbatekê jî rabikin û bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Nêrandina ji jinê re jî ev e ku kar û barê malê baş birêve bibe, xizmeteke baş ji malbatê re bike ye. Dema ku keçek ciwan an jî temen biçûk tê zewicandin, tişta herê zêde lê tê fikirîn ka ew vê bikare kabaniyeke baş a malê be yan na. Ew zaroka biçûk ku tê zewêcandin ji hêla derûnî û fîzîkî tûşê nexweşiyan dibe. Ji ber ku hîna ne organizma û ne jî ji hêla hiş de gihiştiye û pêvajoya zaroktiyê hîn neqedandiye. Ez di nav zarokên dibistanê de ev çend sal in dixebitim û dibînim ku pirr jêhatîne, ger em derfeta perwerdeyeke baş bidin wan zarokan û bi wan re bibin arîkar, ez bawerim ku mirovên gelek kêrhatî yên ku di pêşerojê de ji civaka xwe re xizmet bikin derbikevin.

Birastî jî dema ku ez her malbat, dayîk û bav digirim dest û dinirxînim, hişê min jê dernayê ka çawan zarokên xwe yên keç di temeneke ev çend biçûk de dizewicînin. Gelek caran çav li hev dan jî heye. Malbatek pirr eşkere dikare bêje ku filan kes keça xwe di refa heşt de daye mêr, wê demê ez jî êdî dikarim keça xwe bizewicînim û ji ber ku ew niha 13 salî ye, êdî dema wê a zewacê hatiye. Nêzikatiyê gelek bav û malbatan jî ev e ku bila keç zû biçe û li cihekê bisitêre, ji xwe re mal avabike. A rast zaroka keç a ku tê zewicandin jî ne di ferqa rewşê de ye û hertiş ji bo wê wek lîstûkekê ye. Ji ber ku dema temenê wê mezin be, dibe ku li dijî vê yekê derkeve û hîn baştir rewşa ku wê bikeve nav tê bigihe.

ELMAS 6Ez bang li hemû malbatên ku dixwazin zarokên xwe di temenê biçûk de bizewicînin dikim û bila carekedin bifikirin û ji bîr nebin ku ew zarok berde ku berpirsyariya malbatekê rakin, hîna nikarin berpirsyariya xwe jî hildin ser milan. Berovajî vê tevgerîn bêvijdaniyeke mezin e. Ji ber ku malbat ji bîr nekin ku ger ew wisan tevbigerin gunehê herê mezin dikin û nikarin hesabê vê yekê bidin. Her malbat pêvîste carekedin rûnê û vê pirsê ji xwe bike, ka çiqas şaşiyan dike û bi vê tevgera xwe jiyana zarokekê çawan têk dibin.

Dema ku ez refa 10 bûm, gelek caran ji bo ku pereyên dibistana xwe derxînim diçûm kar. Lê di roja me ya îro de dema keçek refa 8 qedan şûnde êdî malbat nahêle biçe cihekê kar bike. Sedemê ku nahêlin keç biçin kar jî ev e ku dema keç gihişt temenê zewacê wê gelek tiştan fêr bibe û tê bigihêje, ev jî ji bo wan nebaş dibe. Yek ji sedemên ku zarokên keç zû dizewicînin jî ev e ku xwe bi xwe fêr nebe û tiştnan tê nenegihêje, dibin destê mêr de mezin bibe û mêr çi bixwaze fêr bike, wê hîn bibe. Ligor zîhniyeta pergalê dema keç biçûk be çawan bixwazin dikarin wisan bigihînin. Ev yek jî tişteke gelek çewt û biêş e. Ji aliyekê de ez xwe gelek bextiyar dihesibînim ku kar û xebatê min bi zarokan re ye. Qasî ku hêza min têra dike ez li dijî van tiştan derdikevim û gelek caran jî bi gazî kirina malbatan li dibistanê em di van mijaran de pirsan pêşkêşî malbatan dikin û wan agahdar dikin.

Hûn hem mamoste û hem jî bi zimanê dayîkê perwerde didin, ev yek bi we re hesteke çawan dide avakirin? Zehmetî û zoriyên ku hûn rojane pê re rû bir û dibin çine?

Mamoste Elmas: Hem mamoste û hem jî bi zimanê dayîkê perwerde dayîn ji bo min şanaziyeke. Ez li gel mamoste û helbestvan Fêrîkê Ûsiv fêrî zimanê Kurmancî bûm. Ji xwe min çav da wî mamosteyê mezin û biryara xwe a ji bo mamostetiya zimanê dayîkê da. Di şexsê wî de carekedin tê gihiştim ku pêvîste ez jî xizmeta ziman û çanda gelê xwe bikim.

Zimanê dayîkê pirr nêzî ruhê min bû. Tiştek ku bi zûrê ez bikim nebû, di hundirê min de ev daxwaz hertim hebû. Ne tenê ez her wiha dayîk û bavê min jî heya ku me ji wan re çiqas beşên wêjeya Kurdî ku di pirtûkê de hebûn nexwendiba ranedizan. Ji xwe di wan pirtûkan de bi awayek wêjeyê behsa salên 1840’an ka çawan Kurd ji warên xwe koç kirine, behsa Elî axa, Omer axa û behsa Êzidiyan dikirin. Ji xwe me nedikarî ku em tevahiya pirtûkê di şevekê de bixînin û ji bo vê jî me ew serpêhatî wek çîrokê ji dayîk û bavên xwe re vedigot.

Di demê me de jinên ku çûne dibistanê û dibistan qedandibin gelek kêm in. Ev hejmar jî ji çend kesan wêdetir naçe. Dema ez her sibeh radibim û dizanim ku ezê herim kar, pirr şa dibim. Di nava rojê de û di nav malbatê de çi zor û zehmetî hebe, dema ez diçim cihê xwe yê kar hemû ji bîra min diçin. Bi zarokan re mijûlbûn û ew perwerde kirin hemû kul û derdan ji bîra min dibe. Di nav rojê de mirov her tişt ji bîr dibe û mîna wî zarokî dîjî. Dema ku ez difikirim ku vê roj bê û ev zarok wê şûna min bigirin, ez her tişt ji bîr dikim û bi wan re eleqedar dibim. Ev hêvî hemû zor û zehmetiyên min ji bira min dibe. Dema ku ez dikevim dersa zimanê kurmancî û zarokek baş dersê fêm neke, ez pirr xemgîn dibim. Gelek caran jî hêrs dibim û dibêjim; gelo ma dayîk û bav ne di ferqê dene ku zarokê wan hîna baş fêrî zimanê xwe yê dayîkê nebûne. Ji ber ku ez fêrbûna zimanê dayîkê pirr girîng dibînim û heya ji destê min tê, hewl didim ku bi zarokan bidim fêm kirin. Ez di heman demê de pirr şa me ku îro mamosteyê zimanê dayîkê me û wek jineke Kurd têkoşîna min a azadiyê jî îro bi pêşxistin, fêr kirin û dana fêm kirina zimanê dayîkê ye. Ez dixwazim bi vê xebatê xizmeta gelê xwe bikim. Ev jî çeka min a têkoşînê ye û dixwazim bi vê yekê xizmeteke baş ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bikim.

ELMASHûn dikarin hinek behsa rewşa jinên Kurd yên Êzidî û Ermenî û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dibin bikin?

Mamoste Elmas: Ger em behsa jinên Êzidî bikin û rewşa wan bigirin dest; a rast di nav rewşeke dîlgirtinê de jiyan dikin. Ev dîlgirtin ne tenê ji hêla fîzîkî, her wiha di hêla ruhî de jî rewşeke dîlgirtinê tê jîn. Jin tu mafê wê tuneye û bindest e. Mêr hertim kesê xwedî gutin ne, li jor de lê tê nêrandin, lê dema mijar jin be rewş tê guherîn. Ji xwe di nav civaka me de jinek ku li dijî van nêzikatiyên desthilatdar derkeve nîne, ger hebe jî yek an jî du jinên xwendekar ku ew jî bi avayek pirr bi sînor dikare di nav civakê de rengê xwe bide xuyan. Lê dema ku em hemû civakê bigirin dest û binirxîn, em dikarin bêjin ku rewşeke gelek bi êş tê jîn. Mînak hîna jin bi serê xwe nikare here cihekê, ger bixwaze here derve yan hevserê wê yan jî zarokê wê yê kur lazime li gel be. Ger bixwaze serdanê cîranên xwe jî bike, dîsan nikare bi tenê here, pêvîste bi hevserê xwe re biçe. Yanî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku jin bi tena serê xwe tevbigere. Jin di nav mal de jî tu mafê wê nîne. Ger em rewşa jinên Ermenî dinêrin, wek rewşa jinên Kurd ne be jî pirsgirêkên ku ew jî jiyan dikin helbet hene. Di heman astê de nebe jî jin di her qada civakê de rojane pirsgirêkên ku pêre rû bi rû dibin zêde ne. Di hêla parastina maf û têkoşînê de jinên Ermenî xwedî derfetên zêdetir e. Di qada siyaset, perwerde û saziyên civakî de xwedî gelek derfeta nin û bi cih girtina nav her qadên civakî de hîn zêdetir dikarin dengê xwe bilind bikin. Lêbelê mirov nikare bêje ku ev têkoşîn dikare bibe bersiv ji hemû pirsgirêkên ku jin rastê tê. Mirov dikare bêje ligor jinên Kurd, jinên Ermenî hîn rehettir tevdigerin, lê azadî tenê bi rehet tevgerînê pêk nayê. Ji bo vê jî pêvîste civak ji aliyê feraset de bê guherîn. Ji bo vê jî a girîng têkoşîna li dijî pergala serdest a cînsiyetparêz e ku di her qada civakî de jinê tune dihesibîne.

Hûn rewşa ku îro jina Kurd di nav de ye û têkoşîna jina Kurd a li her deverê Kurdistanê bilinbûye çawan dibinin û dinirxînin?

Mamoste Elmas: Berê hertiştî ez dixwazim bêjim ku hesreta welat wek derd û xemekê hertim di dilê min de mezin dibe. Min dixwest ku îro ne tenê di hefteyê yek an jî du rojan me perwerdeya bi zimanê dayîkê bidaba, bi giştî me dibistanên xwe avabikiriban û pergala xwe daba avakirin. Min hertim dixwest ku bi zimanê dayîkê dîrok, felsefe û siyasetê fêr bibim. Bi zimanê xwe fêr bûyîn, fêm kirin û têgihiştin keyxweşiyeke cûda di mirov de dide avakirin. Li rexmê hertiştî dema ku em îro li têkoşîna jin û asta tevlîbûna wê a di her qadê civakê de digirin dest, mirov dikare bêje li Kurdistanê jina Kurd bûye mînaka berxwedan û têkoşînê ji bo hemû jinên herêm û cîhan ê. Îro jina Kurd, ji cîhanê re pêşengtiyê dike û ev yek jî ji bo me serfiraziyek e. Ev têkoşîn helbet li ser me jinên Kurd yên Êzidî ku li Ermenîstanê dijîn jî bandoreke mezin dide avakirin û em vê têkoşînê bingehê xebat û têkoşîna xwe dibînin. Bitaybetî têkoşîna jinên gerîla hêz û cesareta têkoşînê dide me.