Li asoyên welat dengek olan dide

- Berjin TEKOŞER
760 views

Sûsika Simo di sala 1925’an de, li gundê Mîrekê a ser bi Elegezê ku girêdayî Ahbaranê ye,  wek zarokek penanker a Kurd-Êzidî tê dinyayê. Piştî ku tê dinyayê şûnde, malbata wê koçê Gumrûyê dikin û li wê derê bi cih dibin. Sûsika Simo, li Gumrûyê diçe dibistanê û dozîneya  (doktora) xwe li wê derê bidawî dike. Çend salekan di nexweşxaneyekê de dixebite. Di wê demê de herçend pirsgêrêkên xwe ên ciddî nînbin jî, di korahiya dil de, di ruhê xwe de her tim kêmaniyekê hîs dike. Her kilamek dibe dengek û xwe li ruhê wê diale, her dengek dibe stranek xwe li ruhê wê dinexşe û ev yek dihêle ku dest ji karê xwe yê nexweşxaneyê berde, bikeve rêwîtiyek dûr û dirêj a ser rêya huner ê.  

Helbet li dijî pîvanên ku civakê wek bend datanîn ser rêya jinê têkoşîn kirin ewçend jî asan nebû, lê evîna wê a ji estran ev qeyd û bend tartûmar dikir. Di 21 saliya xwe de dest bi stran gotinê dike û bi gotina stranên Kurdî hewl dide ku çanda kevnare a dengbêjiyê zindî bihêle. Li gor Kurdên Ermenîstan ê, ew di sala 1964’an de ji bo cara ewil derdikeve ser dîkê û bi Kurdî kilaman dibêje. Li paytext Êrîwan ê, di radyoyê de dest bi gotina stranan dike.

Jina ku qey û bendan diqetîne

Sûsika Simo yekemîn dengbêja Kurd a sovyeta berê bû. Di sala 1946’î de derdikeve ser dîkê û kilaman dibêje. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenîstan ê, li seranserê welatê Sovyetê digeriya û stran digot. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sûsika Simo re zewicî bû. Sûsika Simo bi kilama “Miho” ku ji bo raca ewil di radyoya Êrîwanê de dixwend, di nav Kurdên Qefqasyayê de hat nasîn û bi rêya vê berhema xwe hat heskirin. Di sala 1945’an de ev kilam got û bi vî dengê xwe yê zêrîn Simo di nava gelê Kurd de bû dengbêjeke nemir.     

Li ser dika bi nav û deng a hindikayiyan, dika Flarmonyayê gelek caran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Sûsika Simo, her wekî rêya dengbêjî û stranbêjî yê, rêya karê hunerî jî di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û dibû hêz ji bo tevahiya jinan. 

Ew di wê demê de bi Egîdê Cimo û hevjînê xwe Kûlya Neftalyan re dixebitî. Wê li Ermenîstanê xebata performansa deg û hunera gelên cihê li dika Flarmonyayê meşand. Simo dema ku konser didan, cil û bergên bi rengê kesk, sor, zer li xwe dikir û kefiyek jî li ser serê xwe girê dida. Li ser dikê stranên wek “Lenînê Mezin”, “Lenîn rabû em ringar bûn”, “Evdalê Zeynikê” û “Xerîb bilbil” digot.    

Tabûyên civakî bi erdî re dike yek 

Di wê demê de jinên ku bi feraseta kevneşop û olî hatibûn zincîr kirin, bi taybetî bi koça ber bi Qafqasyayê re ev yek hîn zêdetir bi bendên paşverû hat şidandin. Lê belê rêveberiya Sovyetê ku li Qefqasyayê serwer bû, girîngî bi perwerdeya jin û zilam dida û ji bo ku bigihin hemû mafên civakî û çandî ên wekhev, her wiha ji ber ku wekheviya civakî esas dihat girtin, jin li dijî pergala eşîr û feodal bi hêz dibin. Tam jî di demeke wiha de Sûsika Simo qeyd û bendên li lingên wê hatibûn xistin, dişkêne û ew dibe yek ji wan jinan ku li dijî wê pergala heyî serî radike û di nava civaka Kurd de jî pêngavek ewil dide destpêkirin. Pîvanên ku civakê wek tabû didît û li ser jinê ferz dikir, bi erdî re kir yek. Rê neda ku dengê wê bê fetisandin. Bi dengê xwe bû çîroskek ku li asoyê welat dibiriqî. 
Di sala 1946’an de bi cil û bergên Kurdî ji bo cara ewil derdikeve ser dîkê û bi zimanê Kurdî û Ermenî stranan dibêje. Du koman ava dike, bi şêweyê opera û bale hunera xwe pêşkêş dike. Di heman demê de bi komên şanoyê ên Eleqezê, beriya şanoyê an jî piştî wê derdikeve ser dîkê û stranên gelêrî ên gelê Kurd distêre. Simo bi qasî ku meraqa wê a ji stranan re hebû, ewçend jî dîlan meraq dikir; ji bo wê, komên gowendê jî birêve dibir. Di wê demê de, yanî di sala 1946’an de ji bo cara ewil hunermendeke Kurd bi awayek resmî tê nasîn, derdikeve ser dikê û stranan distêre. Ev yek jî li gor wê demê destpêkek bû.     

Li welatê Sovyetê stêrkek dibiriqî

Sûsika Simo ku roj bi roj tê nasîn û di qada hunerê de bandorek xwe a mezin çêdibe, bi Kûlya Neftalyanê Ermenî re danasîna wê çêdibe û piştî demekê şûnde jî evîndarê hev dibin. Sûsika Simo jinek Êzidî bû, li gor baweriya wê jî nepêkan bû ku bi kesek Ermenî re bizewice. Ji ber vê jî ev zewac li derdora wê aciziyekê çêdike. Lê belê Sûsika Simo bi zanebûn, dengê xwe, xwe bi gelê Kurd dabû pejirandin. Ew dengê jinekê bû ku li asoyên welat olan dida. Ne tenê li Ermenîstan ê, di heman demê de li Gûrcîstan û bi gelemperî jî li welatên Sovyetê wek stêrkekê dibiriqî. Ew derdiket ser dîkê û awaz, stranên xwe bi zimanê Ermenî û Kurdî distêra. Hevjînê wê Kûlya Neftalyan di gelek mijaran de ji wê re bû arîkar. Bi hev re beştarî bernameyan dibin, derdikevin ser dîkê û  duet dikin.       

Sûsika Simo bi heybet û dengê xwe ê dilnewaz stranên ji pêşiyên wan mane distêra, di heman demê de çand û hunera gelê Kurd jî bi gelên Qafqasyayê re dida nasîn, wê bi dehan awazên ku xwandibûn wegerand muzîka Kurd a klasîk. Di mijara pêşxistina çand û hunera Kurd de ew xwedî roleke girîng e, ji ber a ku ev çand bi Qefqasyayê da nasîn jî ew bû.       

Sûsika Simo ku hema bêje tevahiya jiyana xwe di riya hunerê de da, her roja ku diçû zêdetir stêrka wê dibiriqî. Huner û dengê wê sînor derbas kirin û xwe gihand dilê bi mîlyonan. 
Zarokên Sûsika Simo qet çênebûn. Rexmê ku temenê xwe di rêya hunerê de dide, ji ber şert û mercên wê demê nikare qet newar derbixîne. Li Êrîvanê, cihê ku lê jiyana wê hêşîn bû, dest bi jiyanek têr û tije a hunerê kir, di sala 1977’an de ev jiyan diçilmise û çavên xwe li cîhanê digire. Li Gumrûyê tê binax kirin. Li pey xwe cil û bergên gelêrî ên Kurdî, cilên ku bi motîfên Kurdî hatî xemilandin, stran û awazên xwe, kesayeteke bikêf, bi coş û serhildêr, dewlemendiyek mezin a çandî û berxwedêriya jinê hişt. Wê mîrateyek dewlemend a çand û hunera Kurd ku hema bêje di roja me ya îro de jî ber bi tunebûnê we diçe, avakir û ji nivşa pê xwe re hişt.      

Radyoya Êrîwanê û awazên jina Kurd 

Sûsika Simo, yekemîn jina Kurd e ku di sala 1955’an de di radyoya Êrîwanê de tevî Gûlîzarê stranan dibêje. Ji xwe di sala 1965’an de êdî ji hêla hunerî de gihiştiye lûtkeyê û gelek caran di Meydana Sor de konseran dide. Bi konserên ku li her devereke welatê Sovyetê pêşkêş dikir, deng vedida. Bi van konserên ku pêşkêş dikir, deng û navê wê belavê tevahiya erdnîgariya Sovyetê dibe.   

Egîdê Cimo bi bilûla xwe, Kerapêtê Xaço jî bi dengê xwe yê zelal tevî ahenga wê dibin. Berê ku ji bo cara ewil li Meydana Sor konserekê lidar bixe, Wezîrê Eşo, di rojnameya ‘Rêya Teze’ de bi ser nivîsa ’Sûsika me’ nivîsekê diweşîne. Di nivîsê de wiha dibêje; “wê wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe re heyrantiyek mezin dide avakirin. Bitaybetî jî ji hêla muzîkê de pirr baş e û dema ku perçeyên bijare hildibijêre û bi performanseke semyan re digihîne hev, ne tenê radyoya Êrîwanê, di demek kin de li Qefqasan jî bi nav û deng bû. Ji xwe Sûsika Simo beriya radyoya Êrîwanê jî hebû.” 

Deng, huner û nêzikatiya wê a çandî hişt ku di demeke kin de ne tenê li welatên Sovyetê bi rêya radyoya Êrîwanê sînoran derbas bike û xwe bigihîne hemû Kurdên çar perçeyên Kurdistan ê. Ew birastî jî şewqek bû ku li asoyên welat bi xwe re nûbûn û xwedî derketinek di hûner û wêjeya Kurdî de dida çêkirin.        

Ji Lenîn re kilam

Sûsika Simo îmze tavêje bin yek ji kilamên ku mizgîniya hatina Şoreşa Cotmehê û sosyalîzmê radigihîne, bi taybetî jî ji bo Lenîn awazek wê heye: 

Çaxên berê, çaxên berê her tim belengazî bû

Lenin rabû, em xilas bûn

Em bi navê Lenîn şa bûn.

Gelên Sovyetê xwîşk û biratiyê dijîn

Temenê wan ê ciwan bi evîn û xweşiyê dibuhire

Lênînê mezin her tim di hişê wan de digere

Di jiyana wan de ji gazindan re cî nîne

Dilê hemûyan tije aştî û biratiye di cîhanê de 

Keç û xort çawan bixwazin

Kal û pîr jî bi heman awayî dixwazin… 

Em ji partiya xwe razîne

Her kareke partiyê mizgîniya me

Ew tên û pêşeroj xêr û xweşikahiya me.