Li dijî şerê qirkirinê helwest

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
339 views
Sibata borî dewleta Tirk êrişî Garê kir. Tayyip Erdogan li bendê bû encama êrişê wekî mizgînî ragihîne. Gerîla tevgera dagirkirinê têk bir, xweziya Erdogan di gewriya wî de asê ma. Di warê leşkerî û siyasî de vegera têkçûna li Garê ji bo dewleta Tirk, hikûmeta şer AKP-MHP giran bû. Nerazîbûnên muxalefetê li cihekê gihan hev, hikûmet di nava meselê de aliqî.

Nakokiyên hundir ên dewletê kûrtir bûn. Ji xwe di van rojan de dewleta çete-mafya nakokiyên xwe eşkere diaxive. Têkçûna di şerê li Kurdistanê de encamên wiha jî bi xwe re tîne. Paralelê têkçûna li Garê di asta navnetewî de jî dewleta Tirk neçarî hin tavîzan ma. Di mijara derya spî, Lîbya û penaberan de bazara bi Ewrûpayê re dubare ket rojevê. Rayedarên Ewrûpî çûn qesra Erdogan. Ew xirecira li Medyayê û guherîna rojevê li aliyekê, lê li pişt perdeyê li ser hin xalan li hev kirin. Pêşberî hin tawîzan, hêzên navnetewî krediya şerê li dijî Kurdan dirêj kirin.

Qirkirina Ermeniyan

23’ê Nîsanê serokdewletê Emerîkayê Joe Biden piştî hilbijartinê cara pêşî li gel Erdogan axivî. Di vê axaftinê de jî li pêşberî şerê li dijî Kurdan, qirkirina Ermeniyan hat ziman. 24’ê Nîsanê Biden qirkirina Ermeniyan bilêv kir. Hemwext dewleta Tirk yek ji êrişên herî berfireh ya dagirkirinê li dijî axa Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Hilbijartina salvegera 106’an a qirkirina Ermenan ne tesaduf bû. Dewleta ji kevneşopiya Îtîhat terakî, bi vî awayî peyama qirkirinê da. Ji wê rojê ve li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê şerekî mezin û giran diqewime. Dewleta Tirk her cure teknîka şer bi kar tîne. Lê têkçûna li Garê li van herêman jî dubare dibe, gerîla derb li artêşê dide. Tevî vê jî bi israr êrişê didomîne, bi taybetî jî li ser xeta Avaşîn êriş kûr û berfireh dibin. Rêbaza jihev qutkirina herêman û dagirkirina deverên stratejîk dixwaze bigehîne encamê. Lê ne hêsane, gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêngavan tevgera dagirkirinê pêşwazî kirin. Ev jî diyar dike, gerîla ji bersiva li dijî êrişek wiha berfireh re xwe amade kiriye. Lewma pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bû meydana şerê gerîlayê demê. Cenga gerîla ji bergiriyê wêdetir, tevgerekî aktîv ya parastinê nîşan dide. Lewma artêşa tirk tengav bû, wezîrê şer Hulusî Akar li rewşê mukur hat û bi pênaseyên ecêb behsa teknîka şer a gerîla kir. Wekî her carê xwestin têkçûnê bi rêyên şerê qirêj veşêrin; li dijî gerîla çekên qedexe bi kar anîn. Bi vî rengî hewl dan serkeftinên qelb biafirînin, biser neketin. Li dijî bikaranîna çekên qedexe kêm be jî reaksyonek çêbû, lê kêm ma. Ji ber hevkariya hêzên cîhanî xistina rojevê ya encamên şerê qirêj yê li Kurdistanê ne hêsan e. Bi ya min ji vê wêdetir kar û xebata me ya avakirina qenaeta raya giştî lawaz dimîne. Raya giştî ya cîhanê berê xwe li me ye, lê em nikarin rojeva xwe bi xurtî derbasî qadên din bikin. Ya bê nirxandin û kêmasiya wê bê derbaskirin bilez, ev e.

‘Helwesta Netewî’

Aliyekî meselê ev e, aliyê din jî bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hemberî tevgera dagirkirinê ye. Bi giştî nebûna helwestê bû sedem KNK şêwra bi mijara ‘Helwesta Netewî’ li dar bixe. Di vê şêwrê de di serî de bêdengiya hikûmeta herêmê, kêmbûna helwesta netewî hat nirxandin. Lê ji vê giringtir famkorî û xefleta derbarê mijarê de hat vegotin. Rexneya ‘ ev êriş rast û kûr nayê fêmkirin’ giring e. Ev tespît dikare bibe destpêka tevgerekî xurt ya li dijî dagirkeriyê, hêza civakî û qada siyasî bixe tevgerê. Diyare nexşerêya ji şêwrê derketî dê encaman bi xwere bîne û bandorê li rewşê bike. Nirxandina ‘helwesta netewî kêm e’ ne tenê ji bo tevgerên siyasî ye. Di warê civakî de jî nerazîbûna heyî nabe çalakiyek xurt. Ji xwe Başûr ji serî heta binî di bin êrişên dagirkirinê de ye. Lewma eger gelê Başûr mudaxîlî vê meselê nebe, rewş xeternak e. Banga KNK di serî de li raya giştî û civaka Kurd e ku dest li siyasetê werde, vê bêdengiyê qebûl neke, zextê li siyasetê bike ku bibe xwedî helwest.

Stratejiya demê

Her wiha ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kêmbûna reaksyona li dijî şerê qirkirinê mijara nirxandinê ye. Hem di astê siyasî, hem jî di astê civakî de eger sekna Newrozê veneguhere çalakiyê, dê encamên nayên xwestin derbên. Civak, jin û ciwan, dijberên pergalê dikarin li ser dijberiya şer bibin yek. Lê rojev bi nakokiyên dewleta mafya dadigirin. Ji vê rizgarbûn enceq bi sazkirina rojeva xwe çêdibe. Ew jî girêdayî tevgera gel û pêşengiya siyasî ye. Di vê rewşê de bendaweriya ji hev, ji hin partî û rêxistinan jî êdî nabe. Herkes li cihê xwe biherike, bikeve tevgerê enceq wê demê dê encamek derbê. Weke encam stratejiya demê ya tevgera azadiyê şerê gel yê şoreşger e. Ku tevgera gel û gerîla nebe yek, rîskê têkçûn û qirbûnê herdem heye. Di demên şer û kaosan de ya encamê diyar dike têkoşîn û xwe rêxistinkirine. Ji ber vê eger em dixwazin li dijî vê êrişa bi armanca qirkirinê rawestin, hebûna xwe biparêzin, xurtkirina helwesta li dijî şerê qirkirinê yekane çare ye. Wekî her mijarê, di vir de jî jin dikarin bibandor û diyarker bin. Ku jin bixwazin dikarin hêza civakî û siyasî bixin tevgerê û encamê biguherînin.