Li Îranê jin û zarok di bin zext dene

- Zeynep ERDEM
598 views

ATENA ESLANI-1Îran di nava çar dîwaran de asê maye. Di nava xwe de çiqasî tengav dibe ewqasî jî zextên li ser civakê zêdetir  dike. Yên ji vê zext û zilmê herî zêde nasîbê xwe digrin jî bê guman jin û zarok in. Yek ji qorbaniyên vê zextê jî zaroka heft salî Atena Eslanî ye  ku bi xwe Azerî ye û di 18’ê Hezîrana îsal de, li navçeya Pars Abad a parêzgeha Erdebîlê hate kuştin.

Bavê Atena destfiroş  bû. Carnan ew jî bi bavê xwe re derdiket  û alîkarya wî dikir.  Dikana ku gelek caran Atena diçû û lê av vedixwar bû gora wê. Zilamê bi navê Îsmail Rengrez dema keça heftsalî Atena diçe ku avê vexwe, wê digire û direvîne. Du hefteyan malbat li Pars Abadê kolan bi kolan li keça xwe digerin. Herî dawî li ser giliyê hevjîna kujer, di parka malê de termê Atena tê dîtin ku îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û rastê destavêtinê hatiye.

Dewleta Îranê çiqas hewl da ser bûyerê bigire lê, di nava civakê de hate bihîstin û ji aliyê gelek derdoran ve hate şermezar kirin. Ev yek bû mijara helweseteke hevbeş a li dijî êrîş, kuştin û destdirêjiya li dijî zarok û jin an. Kêm bûyer wisa dikevin rojevê ku gelek derdor bi heman helwestê li dij disekinin. Bê guman di vê bûyerê de, dengên ku dibêjin zaroka heft salî Atena ger bê hîcap nebûya, wê wisa lê nedihata jî derdikevin. Her wiha nîrxandinên ku jinan suçdar dikin jî hene. Ji ber vê jî pêdiwî bi nerazîbûn û dijberiyek hîn bihêztir heye. Bi gotinên wiha hewl tê dayîn ku li ser bûyerê bê girtin, kuştina jin û zarokan jî bê meşrû kirin.

ATENA ESLANI-2Ev bûyer hate bihîstin û helwesteke hevbeş hate nîşandanyîn. Lê, bi sedan bûyerên bi vî rengî diqewimin û ser tê girtin. Ji aliyê raya giştî ve jî nayê bihîstin. Bê guman dema bûyerên bi vî rengî derdikevin û li ser lêhûrbûn çêdibe, em nikarin ferdî bigirin dest û binirxînin. Îran welatekî mozaîka gelan û çandên cûda ye. Bi her awayî pirr rengiyek heye. Lê, ev pirr rengî bi çarşefeke reş ji aliyê komara Îranê ve ser hatiye girtin, ji rengên reş-sipî zêdetir tu tişt xûya nake.

Ev polîtîkayên qirêj yek û yek bi destê rejîma Îranê tê pêşxistin. Di polîtîkaya dewletê de bi tu awayî civak nayê naskirin, hebûna jinan nayê pejirandin. Jin weke perçeyek, yan jî malê zilam têne dîtin. Di demên dawî de, li kolanan, di reklamên bîlbordan de erebeyeke ser wê bi çadirê hatiye nixumandin û li binî jî xitabê zilaman dike û dibêje; ‘tu ser erebeya xwe digirî, lê nikarî li jina xwe xwedî derkevî’ tê nîşandayîn. Dema ku li kolanan biskek ji porê jinan xûya bike, ev yek dibe sedema êrîşên asîd rijandin ê, yan jî polîs mudaxaleyê jinan dikin.

Di  pêvajoya propoganda a hilbijartinên Serok Komariyê yên îsal de, Hesen Ruhanî herî zêde xitabî jinan dikir û bi dengên jinan bi ser ket. Lê, di encamê de sozên ku dabûn jinan yek ji wan jî pêk nehat. Zextên li ser jinan zêdetir kirin.

Li gor daneyên berpirsên dewletê dane, her sal çil hezar keçên temenên wan di bin panzdeh salî de tên zewicandin. Di zagona bingehîn ya Îranê de emrê zawaca keçan 13, yên kuran jî 15 hatiye destnîşan kirin.

Îran jî yek ji dewletên desthilatdar û statûkoparêz e ku di nava tirseke mezin deye. Ji ber ku welatên li derdora wî desthilatdariya xwe winda kirin, statûkoya heyî a li herêmê ku mijara gotinê bû hilweşiya, ji ber vê yekê jî dewletên Îran û Tirkiye di vî warî de tirseke mezin dijîn. Yên li welatekî ku desthilatdariyê têk dibin û azadiya civakê bi xwe re bînin jin in. Herê zêde desthilatdariya Îranê li ser jinan zextan dide meşandin û wan bê deng dike. Heya ku ji bermayên civaka azad hebe, ne jin, ne jî civak teslîmê desthilatdariyê nabin. Ji ber wê ye ku herî zêde desthilatdariya dewletê li ser civakê sext û zûrê çêdike. Zilmê li gelan, jinan, ciwanan û zarokan dike. Bi vî awayî dixwaze civakeke ku nikaribe bifikire, ava bike. Lê, li Îranê ev ne gengaz e. Ji ber ku li wir bermahiyên civaka azad her zindî ne û wê zindî jî bimîne. Dewlet nikare vê çandê têk bibe.