Li pey henaseyek kûr 

- Zîn ZAL
576 views

Carna bi telefonekê jiyana mirovan diguhere û gelek derî li ber wan vedibin yan jî têne girtin. Li ser xeta telefonê hevalekê qala derûniya zarokekî dikir, bi dengekî kelogirî: MANSET-1

-Bêrîvan, min îro zarokek dît. Du salan di destên çeteyên DAIŞ de maye û rewşa wî pirr nebaş e. Xwezî derfet heba û te ew zarok bidîta…

Piştî vê axaftinê sê roj û sê şevan dilê min disincirî, bêhna min diçikiya. Her ku min li zarokên xwe dinêrî ew zarok dihatin ber çavên min. Bi şiklekî ku di vê biçûma..!

Çûm…

Hinek tişt henin ku mirov çiqasî bêje erê ez fêm dikim, yan jî bixwaze fêm bike, dîtin tiştekî din e. Piştî çûm min dît hemî wekî hev in. Mirov nikare ji aliyê derûniyê wan ji hev cûda bike. Piranî jî jin û zarok…

Kêliyên bi tirs û jan

Di vê nivîsa xwe de ezê ji we re qala zendên Bêrîvanê bikim.

Bêrîvan 23 salî ye. Li gundê Solaxê hatiye dinê. Sê xwişk û sê birayên wê hene. Biçûka malê ye Bêrîvan. Berî fermanê bi hezkiriyê xwe re zewicî. Bûka salê bû Bêrîvan…

– Bêrîvan, tu çiqasî di destê çeteyên DAIŞ´ê de mayî û li wir çi qewimî?

– Bi ser gundê me de girtin. Jin û zarok li hewşekê, zilam jî li hewşeke din de kom kirin.  Em herî kêm şêst jin û zarok bûn. Gotin em zirarê nadin we, emê tenê malên we bibin. Me ji wan bawer kir û me nema dengê xwe kir. Piştî sê saet derbas bûn şûnde dengê trampêlan hat û em bi zorê siwar kirin. Ji wê rojê haya roja îroyîn, tu agahiyên me ji hevserên me tune ye. Em nizanin êsîr in yan jî kuştî.

Paşê em li hev belav kirin. Pêşî dest nedan zarokên me. Nedixwestin me bitirsînin lê, paşe her tişt guherî..!

Em pirr birçî diman. Xwarina me rojê qetek nanê zûha û hinek penîr bû. Gelek caran em tî diman. Av hebû lê, derman dixistine nav avê û kê ew av vexwariba bi saetan, carnan jî bi rojan di xew re diçû. Heta cihekî me îdare dikir, lê em dovre neçar diman û me av vedixwar. Dema em şiyar dibûn me didît ku zarokên me birine. Gelek ji wan hînî quranê dikirin. Piştî wextekî zarok bi xwe ji me dûr ketin. Zarokan çi dixwest wekî wan dikirin ji bo wan zû hînî xwe bikin û mixabin hîn jî zarok di bin bandora wan de derneketine, rewşa wan a derûniyê jî gelek xirab e. Ji ber ku zarok biçûk bûn, tê negihan ka çi bi çi ye û ew bi rojan dibirin û perwer de dikirin.

Armanc şikandina vîna jinê bû

A refugee woman from the minority Yazidi sect, who fled the violence in the Iraqi town of Sinjar, sits with a child inside a tent at Nowruz refugee camp in QamishliEz herî kêm 12 caran hatim firotin. Ez ne tenê bûm. Bi kê re dizewicîm hewiyên min hebûn. Ez rojekê firotim emîrekî, hewiya min Alman bû. Ew baş bû û dixwest vegere welatê xwe, lê derfetên ku bikare biçe, an jî destê wan rizgar bibe tunebûn. Di reva min de wê alîkarî da min û niha nizanim sax e yan jî mirî.

Rojekê emîr gazî min kir û di civatê de xwest min tazî bike. Min nexwest û kincên min bi zorê ji min kirin. Wê şevê tu caran ji bîr nakim û hîn jî ez wan boyerên bi êş di xewna xwe de dibînim. Bi van tevgerên xwe yên dij mirovî û exlaqî, dixwestin vîna me jinan bişkênin. Xemgînî û şerma wê şevê bû sedem ku ez zendên xwe bibirim. Ji ber ku tu derfet an jî rê ji bo xilasiyê nîn bûn. Ez nemirim. Niha li vir im û dîsan têkoşîna man û nemanê didim. Têkoşîna bihorandina wan boyerên bi êş…

Niha nizanim bi çi zimanî tiştên qewimîne bilêv bikim û vebêjim. Her ku wan rojan vedibêjim dilerizim, her vedibêjim jî vedigerim wan rojan û dibêjim; ma gunehê me çibû?

Jiyan li ber çavên mirov reş dikin, hêviyan di mirov de dikujin. Li zarokan dinêrim û dibînim bê çawa hatine guhertin. Tenê dest neavêtin “namûsa” me, xwestin zimanê me çanda me, ola me, her tiştên me têk bibin û bikujin, lêbelê ew ne di ferqê dene û nizanin ku em bi fermanan têk naçên, nizanin ku vîna me a ji pola wek her carekê vê me li ser lingan bigire, bêhtir emê xwe li hev bipêçin. Her wiha zûr û zehmetiyên ku me jiyan jî vê vegere têkoşîn û hêz ê. Rast e zendên min hîn jî têşin û wê her biêşe jî. Kes nizane, êdî dilê min di zendên min de diavêje…

….

Mirovên di nav şer de  û yên ji şer reviyan xwedî derûniyek têkçûyî ne. Şer bû sedema gelek tirs û bi xwe nebaweriyan. Êdî jiyan ji bo gelek kesan tenê rengeke reş e…

Ji bo mirov di jiyan û derûniya xwe de rengên rengîn biafirînin û li xwe vegerin em dikarin çi bikin?

– Jiyan û derûniya mirovan ne yek e. Ji bo em bikaribin nirxandineke baş bikin divê em pêşî li jiyana mirovan ya berî şer binêrin.