Li ser sînorên mirinê

- Newaya Jin
731 views

Darvekirin, girtîgeh, komkujî û meşrû kirina zagonên dogmatîk yên bi navê îslamê, yek ji taybetmendiyên herê ber bi çav a rejîma dagirker ya Îranê ye. Piştî şoreşa gelan a li îranê, meleyan dest danîn ser şoreşê û hikumeta bi navê îslamî damezirKOLBER-1andin. Damezirandina hikûmet û zagonên paşvero yên dewletê bi xwe re nerazîbûna gelan û bi taybetî jî nerazîbûna jinan  anî. Jin netewaya despêkê bûn ku xeteriya hikûmeta nû a îslamî fêm kirin û daketin kolanan. Xwepêçana (Hicab) bi zorê, rênedana jinan a ji bo kar û zanîngehê, her wiha li derve çadir an jî destmal ser kirin bû sedema aciziyên jinan û meşa li dijî deshilatdariyê bi rojan berdewam kir.

Bê guman komkujiya li ser gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê jî ji bo red kirina deshilatdariya rejîma nû sedemek bingehîn a gelê Kurd bû. Rejîma Îranê tu caran ew bûyer ji bîr nekir û di 38 salên deshilatdariya xwe de întiqam ji gelê Kurd verdigire. Gelekî ku teslîm nebû û tu carî serî li hember wan netewand. Polîtîkayên qedexe kirinê bi her awayî li ser gel hat ferz kirin û giringî nedan rewşa aborî ya li Kurdistanê; bi salan birçî hîştina gel û bi çaveke  ewlekariyê li navçeyên Kurdistanê nêrîn, Kurd wek cûdaxwaz bi nav kirin, hîşt ku rewşa aborî û siyasî li Kurdistanê bibe pirsgirêkek mezin. Ji xwe ev yek armanca sereke a rejîmê bû. Feqêrî û bêkarî bi xwe re encamên pirr tirajîk anîn. Belav kirina madeyên hişber, avakirina navendên fûhûşê jî yek ji siyaseta herê qirêj a dewletê bû. Kolberên Kurd jî ku li ser sinorê başûr û bakurê Kurdistanê dixebitîn; rejîmê her tim li ser wan siyaset da meşandin û ew wek qaçaxçî û dijminê aboriya welat bi nav kirin. Ji ber vê çendê jî rejîm derveyê mafê mirinê tu mafeke din ji bo wan nasnake. Di wê watayê de kuştina kolberan meşrubûneke zagonî û îslamî girt. Di nav kolberan de jin jî hene, jinên ku di nav berfê de di sînoran de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane, hin ji wan jî pêl mayînê kirine yan jî bi guleya pasdaran birîndar bûne.

Jin ji qadên aboriyê tên dûr xistin

Hemû kolber di nav malbatên ku di bin xeta xêzaniyê de dijîn in û ji bo debara malbatê a rojane jiyana xwe dideynin holê. Kolber ne tacirin, ne jî dikana wan heye, tenê ji bo rojekî din jî zarokên wan jiyan bikin, li ser 33-1sînor, bi pişta xwe barekî ku ne qaçaxe jî ji bo qazancekî kêm derbazî sinorên din dikin an jî tînin. Neçariyek ji bo jiyanê ye. Bi taybet di 12-13 salên dawî de kuştina kolberan kete rojevê û bi behaneya ku sînor bê ewlene, her kesê ku li ser sînor bibînin dikujin, her kesê ku sînor derbaz bike, ligor wan siyasî ye, an jî bi partiyên Kurdan re pêwendiya wan heye. Dema li şerên ku di navbera hêzên PJAK û pastaran de rû dide de, bin ketinên wan çê dibe, tola xwe bi kuştina kolberan derdixînin. Dema gel li dijî rejîmê helwest datîne û dijberiya xwe dide diyar kirin, dîsan bera xwe didin kolberan û bi her awayî kuştina Kurdan rewa dibînin. Ji ber ku di zîhniyeta dewletê de Kurd her Kurd e, li kuderê bikaribin Kurdekê bikujin wê demê pîsîkolojiya tolrakirinê jiyan dikin.

Kolberên Kurd piranî ji gund û bajarên ser sînorin ku rejîm wan ji kêmtirîn pêdiwiyên jiyanê bê par hiştiye. Şewitandina daristanan, çêkirina avbend û erdên der dora gundan bi madeyên teqemeniyê dorpêç kirin, jiyana gel xistiye metirsiyê û gund ber bi çol bûnê ve biriye. Rewşa jin û zarokên ser sînor ku piranî debara wan li ser kolberiyê ye,  pirr bi zehmet derbaz dibe,  ji xwe jin raste rast di nav bêkariyê de hatiye hiştin û hemû qadên aboriyê bi ser jinê de hatine girtin. Ji xwe li bajaran jî siyaseteke cûda li ser jin û civakê tê birêve birin. Polîtîkayên pêşxistina navendên fûhûş û madeyên hişber, piranî li ser malbatên xêzan tê meşandin. Siyaseta feqîr hiştin û bêkarî, pişt re jî polîtîkayên dîl girtinê têxin meriyetê. Lê, ew malbatên ku teslîm nabin û rê nadin daxwazên dewletê û dest ji nirxên gelê xwe bernadin, tu rêyeke wan a ji bo domandina jiyanê ji wan re nahêlin. Lêbelê gelê Kurd li şûna pejirandina siyasetên dîl girtinê, bi ked û xwêdana eniya xwe, di nav şert û mercên herê bi zehmet de dijîn, li ser sînor kolberiyê dikin û bi vî rengî debara xwe dikin. Ew canê xwe li dijî polîtîkayên dîl girtinê yê rejîma Îranê di deynin holê.

Kurd bi zanebûn tên hedef girtin

Heya niha sazî û rêxistinên mafên mirovan jî bi fermî xwedî li kolberan derneketiye ku ew jî bi serê xwe tirajediyeke bi êş a mirovahiyê ye. Tu caran dewleta Îranê ji bo wan kiryarên xwe yên wehşiyane nehatiye hişyar kirin û ji wan komkujiyan re çavê xwe girtine.

KOLBER-2Li hemû sînorên Îranê, qaçaxçî û li hin cihan jî kolber hene lê, ji ber ku navçeyên ku Kurd tê de jiyan dikin herê zêde mohra siyasî lê hatiye xistin û kolber jî bi cûdaxwaziyên siyasî û qaçaxçî bi nav dikin, her cûre kiryarên derveyî mirovahiyê ji wan re hatiye helal kirin. Li milê rojhilatê Îranê, li eyaleta Belûçistanê jî ne kolber belkî tucarên madeyên hişber hene, li başûrê Îranê jî qaçaxçiyên deryayî hene lê, wekî kolberên li Kurdistanê bi xeteriyan re rû bi rû namînin, yan jî wek Kurdên ku li ser sînoran kolberiyê dikin yek ser nabin hedefa rejîm ê.

Tişteke din ku li ser kolberan wekî bûyerekî ku tu caran mêjiyê mirovahiyê nikare rake ew e ku kolber pirê caran neçar dimînin ji bo xelas kirina canê xwe ji kemînên pasdaran, li rêya bê mayîn derdikevin û derbazî cihên bi mayîn kirî dibin ku her car karesatên pirr bi êş tê jîn. Di encama vê yekê de jî gelek kes ling an jî perçeyek ji laşê xwe ji dest dide. Ji xwe ev yek jî rê li ber pirsgirêkên hîn mezintir vedike. Piraniya wan kesan ne tenê perçeyek ji bedenê xwe winda dikin, bi ser de jî neçar tên hîştin ku ciza bidin. Gelek ji wan kesan ji xwe nikarin careke din kar bikin û bi pirsgirêkên hîn mezintir yên aboriyê re rû bi rû dimînin. Bi ser de jî pêwîste cizayê pere razînin, an jî tên girtin. Ji xwe li seranserê sînor hema bêje her çar hêlên axa Kurdistanê hatiye mayîn kirin. Bi hezaran madeyên teqemeniyê yên ku hîn di dema  Sedam de mane, ya jî pişt re rejîma Îranê di nav zeviyên gundiyan de danîne hene. Di encama wan madeyên teqemeniyê, hema bêje her roj nebe jî gelek jin, zarok an jî şivanên gund pêl mayînê dikin û jiyana xwe ji dest didin. Madeyên teqemeniyê ku qaşo dewlet dibêje ji bo parastina sînorane, li hemberê dijmin çandine, her carekê jiyana Kurdên li sînor dixe xeteriyê. Armanc ji xwe Kurdên li sînor dijîn û kolber in. Ji bo rejîma Îranê dijmin ew in.

Kurd di bin tehlûkeya qirkirinê de ne

Nîşan girtina ser û singê kolberan a ji aliyê pasdaran we, wek serkeftinekê tê bi nav kirin û li hev û du vê yekê pîroz dikin. Ji ber ku tu kes an jî cihekê re hesab nadin,  ji bo wan nîşan girtin û kuştina Kurd ji xwe hatiye erê kirin. Bajarê Merîwanê ku piraniya kolberan li ser sinorê wêderê kar dikin; ji xwe piraniya wan kolberan jî ji Merîwanê re derbaz dibin, ji ber wê jî gel rastiyên heyî dibîne û gelek caran jî neçar dimîne birîndar an jî cenazeyê kolberan bi xwe rabike û bîne bajêr. Helbet gelê me yê li herêmê hertim helwesta xwe a li hemberî neyarên Kurd nîşan daye, gelek caran bi meş û raperînê dengê xwe bilind kiriye. Di van demên dawiyê de dîsan gelê qehreman û şoreşgerê Merîwanê bûn ku nerazîbûna xwe raber kirin û di raperîna li gelek bajarên Rojhelatê Kurdistanê de ji gelê Kurd re pêşengtî kirin. Di raperîna xwe de dengê kolberan gihandin tevahiya çar perçeyê Kurdistan ê. Piraniya kolberan ji bajarên Merîwan, Serdeşt, Pîranşar, Bane, Şino, Mahabad, Maku, Urmiye, Seqiz, Kamyaran  in.

Bajar û gundên Kurdan her tim di nav atmosfereke giran a leşkerî û awarte de tê hiştin. Armanca vê yekê jî her tim di bin zext û zurê de hiştina gelê Kurd e. Rejîm her tim Kurdan di nav sînorên komkujiyê de radigire. Kurd di bin tehlûkeya qirkirinê de ne. Ji ber vê jî em nikarin pirsgirêka kolberan, qetlîamên li ser sînor rû didin ji pirsgirika giştî a Kurd cûda bigirin dest û binirxînin. A rast pirsgirêka koberan ne tenê aborî, belku siyasî ye. Ji xwe kolber wek qaçaxçî binav kirin jî kirdareke siyasî ye. Ji ber vê ye ku tu saziyên parastina mafê kolberan nikare bi awayek yekser bê ava kirin, yan jî li sendîkayên karkeran de nikarin cih bigirin.

Rejîma Îranê bi lewaz kirina vîn û besîc kirina gelê herêmê, dîsan madeyên hişber û girtin, dardekirin û şikenceyan, hewl dide dest li ser raman û xeyalên azadiyê û vîna wan ya azad bigire. Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê xwedî maden û dewlemendiyek wisane ku bikaribe pêdiviya tevahiya Rojhilat pêk bîne û xwedî bike. Ger ev dewlemendî bikeve xizmeta gel, nepêkane ku yek kes jî xêzan bimîne. Lê, hemû madenên zêr û her cûre kevirin bi qîmet, bîrên petrol û gazê di destê dewleta dagirker deye. Ev yek gihaye astekê ku gelê ku li ser axa wan evçend dewlemndî hebe jî nekaribin heta li ser axa xwe wek karker jî bixebitin. Ji bo xebitîna li wan deran jî li bajarên cûda karkeran tînin û didin xebitandin. Talana xweza û dewlemendiyên axa Kurdistanê dikin. Û Kurdan jî li ser axa wan birçî dihêlin.

Pirr eşkereye ku bêkar hiştina gelê Kurd û neçar kirina wan a ji bo karê kolbertiyê ne pirsgirêkeke aboriyê ye, belku ev yek encama polîtîkayên Tehranê ye. Xwedî derketina kolberan di rastiyê de xwedî derketina li hemû nirxên gelê Kurd e ku yan weşartî yan jî eşkere îro tê talan kirin. Raperîna gelê me yê li Rojhelatê Kurdistanê dikare bibe destpêka raperîna gel a ji bo şoreş û azadiyê.

Sipot: Bajar û gundên Kurdan her tim di nav atmosfereke giran a leşkerî û awarte de tê hiştin. Armanca vê yekê jî her tim di bin zext û zurê de hiştina gelê Kurd e. Rejîm her tim Kurdan di nav sînorên komkujiyê de radigire. Kurd di bin tehlûkeya qirkirinê de ne. Ji ber vê jî em nikarin pirsgirêka kolberan, qetlîamên li ser sînor rû didin ji pirsgirika giştî a Kurd cûda bigirin dest û binirxînin.