Medyaya Başûr kerr û lal e

- Berîtan ZAGROS
626 views

BASURTirsa herî mezin ya desthilatdaran eşkerebûna xirabî û kiryarên wan yên qirêj e. Ji bo ji text û desthilatiya xwe nebin serî li her cûre pêkanînên dij mirovî, ne demokratîk û hovane didin. Pîşeya ku herî zêde rû bi rûyê gef û pêkanînên hovane yên desthilatiyê tê jî pîşeya rojnamegeriyê ye. Çawa ku li dewletên dagirker, desthilatdar û dij demokratîk rojnamegerên azad dibin hedefa desthilatiyê, li Başûrê Kurdistanê jî bûye yek ji pîşeya herî xeternak ku kêlî bi kêlî bi mirinê re rû bi rû tê.

Piraniya dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê hizbîne û li ser xeteke desthilatiyê û cinsiyetperest weşanê dikin. Eger hindek dezgehên ragihandinê û rojnamegerên bê alî hebin jî yek ser dibin hedefa desthilatiyê. Rojnamegeriya jin yan jî çêkirina nûçeyên jin hîn zehmettir û bi rîsk dibe. Dibin siya nakokî û bazarên siyasî yên li Başûr de ser pirsgirêka jin, şîdeta li dijî jinê, kuştin û xwekuştinên jinan tê girtin û ragihandina alîgir û cinsiyetperest jî ji nedîtîve tê. Kuştin û xwekuştinên jinan yan weke nûçeyên ji rêzê tên dayîn yanjî ji bo wan ne di nirxê nûçeyekî de ye jî. Tevî ku rojane gelek bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan rû didin jî bi ti awayî nayê dîtin.

Zextên civakî û paşverûtiya heyî ya dibin navê namûsê de rû didin jî yek ji sedemên din yên serekeye ku pirsgirêka jinê nake rojev û rastî nayên lêkolînkirin. Eger bixwazî rastiya bûyereke kuştinê, xwekuştinê ya jinan lêkolîn bikin gelek astengiyên mezin derdikevin pêşberê te. Jixwe piraniya jinên qurbanî ji tirsa malbat û mêr tu carî wan tawanbar nake û heta dimire jî bi bêdengî û di nava gelek sir an jî gumanan de diçe. Ji xwe eger hindek şahid hebin jî ji tirsa zextên civakî bêdengiyê tercîh dikin û bûyer bi vî awayî tê wendakirin û ji bîr kirin. Polîs û hiqûqa hikûmetê jî hevkariya vê paşverûtiya civakî dike, li gorî yek du îfadeyên malbatan bûyera kuştin an jî xwekuştinê weke qezayekî tomar dikin û bi vî awayî doz jî nayê vekirin. Yanî polîs, dad û malbat dest didin destê hev û ser bûyeran digirin. Ancax medya Başûr jî ji nedîtî û nebihîstî ve tê. Eger bibîne jî weke min got, bûyerên girêdayî jin gelek caran di nirxê nûçeyekî de jî nabînin. Ev jî jêdera xwe ji zêhniyeta wan ya cinsiyetperest û mêrsalar digire. Lê, aliyeke wêya din jî heye ku li gorî siyaseta serwer ya partî û hikûmeta herêmê tevdigerin. Divê bi tu awayî rûyê herêmê yê reş, qirêj û xirab bi rêya medyayê bi raya giştî ya derve nede naskirin. Erka wan bi ser xirabiyên desthilatiyê girtine û wana pîr û bak dayîna nîşandane. Ji xwe xwe weke herêmeke azad bûyî ya Kurdistanê dibînin, ji lewma nabe ku rastiya Başûr bi raya giştî ya Kurd û bi raya giştî ya cîhanî bi awayeke nebaş bidin naskirin. Ragihandin jî li gorî erka ku jêre hatiye dayîn tevdigere.

Ancax, weke tê zanîn Başûrê Kurdistanê bûye ciheke ku herî zêde rojnameger tê de tên kuştin, gef li wan tê xwarin û rû bi rûyê astengiyan tên. Rojnamegerek eger li pey bûyerên siyasî bikeve hedefa partî û hikûmeta herêmê ye. Eger rojnamegerek li pey bûyerên civakî, deşîfrekirina gendeliyê, şîdeta li dijî jinê jî bikeve rû bi rûyê astengiyên civakê, mêr û hikûmetê tê û heta eger lêkolîneke baş di derbarê deşîfrekirina bûyerên biguman de bide berçav jî divê di serî de mirin, gelek zehmetî û xeteriyên din jî bide berçav.

Ji lewma pirgirêka jin, şîdeta mêr û hikûmeta Başûr di dezgehên ragihandinê de nayên rojevkirin û ev bûyerên şîdetê êdî asayî dibin û dibin parçeyeke jiyanê. Êdî nûçeyeke kuştin û xwekuştinê ya li Başûrê Kurdistanê pirr ji rêzê tê dîtin. Ji ber weke bûyereke ji rêzê tê dayîn û bekranteke asayî di serê mirovan de çêdike. Eger ev bûyer bên lêkolînkirîn rastiyên wehşetnak yên hikûmet, partî, mêr û malbatê wê derkevin pêş berê me.

Heya lêkolîn û rojnamegeriyeke exlaqî li Başûrê Kurdistanê pêşnekeve wê pirsgirêka jinê jî nebe rojev û wê her roj bi dehan jin bibin qurbanê ev zêhniyeta mêrsalar û dewletperest ya hovane. Weke ku ji derve de tê nîşandan ew Kurdistana ku jêre dibêjin azad û niha jî berbi serbixweyiyê ve diçe, ewçende demokratîk, pîr û pak û azadîxwaz nîne. Eger bekranteke baş di serê raya giştî ya derve de hatibe çêkirin ew jî ji ber medya alîgir, cinsiyetperest e.