Muxatabên çareseriyê dînamîkên hundirînin

- Site varsayılanı
595 views

1-ROJAVA MESA JINEndama desteya rêveber a MSD´ê û berpirsa mekteba jinê Hana Derya di derbarê rewşa şer û aloziya li herêmê, dîsan daxûyaniya Federasyona Demokratîk a Bakurê Suriyê ya di derbarê bidawî anîne şer û avakirina jiyana demokratîk, her wiha guncaw kirina şert û mercên vê yekê de, bersiv da pirsên me.

Şer û destverdana li herêmê her ku diçe zêdetir dibe, dîsan bi pêvajoya dagirkeriya Efrînê re pêvajoyek nû a dagirkirina axa Kurdistanê hat destpê kirin. Hûn vê rewşa heyî û qirîza li herêmê çawa digirin dest û dinirxînin? 

Ev demek dirêje Suriye, bakurê Suriyê û qirîza di hundirê Suriyê de di rojeva me de ye. Gelek êrîşên derve û di hundirê Suriyê de hatin lidarxistin, heta ev êrîş hîna jî didomin. Ji ber ku ev 7 sal in ev rewşa aloz dom dike û hîna jî di hundirê Suriyê de lêgerînek rast a çareseriyê pêş neketiye, a heyî jî pirr lewaz e. Nayê xwestin ku di hundirê Suriyê de çareseriyek demokratîk bê avakirin. Bê guman ev şer û aloziya ku demek dirêje dom dike, çi ji paytex Şamê; ew pergala navendî ya rejîma Suriyê ku bi salan deshilatdarî kiriye û çi jî ev çeteyên wek DAIŞ, El Nusra û hêzên ku xwe wek artêşa azad binav dikin, yek ser di nav vî şerî de cih digirin. Her çend li ser xerîteyê nehatibe xîz kirin jî lê, ji hêla demografîk de perçebûnek ber bi çav tê xûyan. Perçebûnek ji hêla mêjî û danûstandinê jî mijara gotinê ye.

Ev demek dirêje her kes dibêje em rûnên û pirsgirêkên heyî yên di hundirê Suriyê de, çareseriyên wê nîqaş bikin û ger pirsgirêkên di hundirê Suriyê de neyên çareser kirin ne pêkane ku qirîza li Tirkiyê, Îranê û Iraqê jî çareser bibe. Îro em dibînin ku çavê herkesê/î li Suriyê ye ka vê qirîza li wêderê çawa çareser bibe; ji xwe beşa herê bi hêz a ji bo çareseriyek her alî ya li Suriyê jî Kurd in. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka pêvajoyê heya roja îroyîn, çi li hemberî deshilatdariya li Suriyê, çi jî li hemberî derve û hundir, Kurd her tim xwedî proje bûne û tim projeyên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirine dakû bikaribin li Suriyê û bakurê Suriyê çareseriyek mayînde pêk bînin. Lewra em îro dibînin ku di hundirê Suriyê de pirojeyên heya niha hatine pêşkêş kirin, bi navê Kurdan hatine kirin.

Di tevahiya vê pêvajoyê de we gelek caran proje û xeta xwe a çareseriyê bi raya giştî re parve kir, gelo têkoşîna we a ji bo çareseriyê çawa hat fêm kirin û dest girtin?

2-ROJAVA MESA JINBê guman gelek alî û derdor vê yekê naxwazin û nahêlin ev projeya çareseriyê kûr bibe. Ji ber ku Îran ji aliyekê ve, Tirkiye jî ber bi aliyek din ve dikşîne û du hêzên wek Emerîqa û Rusya jî li herêmê di nav şerek parvekirinê dene. Mirov dikare şerê li herêmê rû dide wek şerê cîhanê yê 3´yan bi nav bike ku îro li ser axa Suriyê tê birêve birin. Îro çavê herkesekê li ser Suriyê ye û du hêzên hegemon yên wek Emerîqa û Rusya di hundirê Suriyê de, li hemberî hev di nav şerê ka kê bi hêztir e dene. Helbet mijara çareseriyê wisa asan nîne, bi taybetî dema ku em xwe rakêşana hêzên cûda yên li herêmê dibînin, dîsan destdirêjiya gelek dewlet û aliyên din mijara gotinê be.

Nêzî 7 sale ku em hertim di mijara çareseriyê de bi israr tevdigerin û girîng jî dibînin. Me xwe wek pergala xweseriya demokratîk birêxistin kir, hebûnek me ya leşkerî û siyasî hat çêkirin û di cîhanê de ev hêza xwe birêxistin kirina me deng veda. Îro dîplomasiya me di hundirê Rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyê de gihişt astekê ku hêzek mezin a avakirinê bide çêkirin. Bi zîhniyeta perçe kirinê nêz bûn, rê li ji hev qot bûna gel vedike. Gelên li ser axa Suriyê ku bi sedsalane bi hev re jiyane, tê xwestin ku ji hev bên xerîb kirin. Ev siyasetek cihê kirinê ye, ne çêker e. Di siyaseta heyî a li ser herêmê tê birêve birin de guhertina demografiya Suriyê, heta guhertina demografiya Kurdistanê jî tê armanc kirin.

Çima çareseriya aloziya li Surî û Rojavayê Kurdistanê tê asteng kirin, yegane aliyên çareseriya van pirsgirêkan kê ne?

Bi dagirkeriya Efrînê re xwestin vê yekê bikin, bi hezaran kes li ser axa xwe hatin koçber kirin, kesên cûda ji deverên cihêreng kom kirin û anîn li Efrînê bi cih kirin. Li hemberî van nêzikatiyan jî kesê dengê xwe nekir, dijderketinek nehat çêkirin. Li Efrînê du mehan şer hat îlan kirin, gel du mehan bi hêza xwe ber xwe da, lê dîsan jî deng ji tu kesekê derneket, li hemberî qirkirina Kurdan û dagirkirina Efrînê herkesekê çavê xwe, devê xwe û guhê xwe girt, nexwestin tu tiştekê bibînin an jî bibihîsin. Li Cereblûs û Babê jî heman tişt hat jîn. Bi vî rewşa heyî re derve nikare bibe bersiva çareseriya pirsgirêkên me, nikare bibe hêza herê mezin a çareseriyên di hundirê Suriye û Rojavayê Kurdistan ê. Mînak beşek mezin û girîng jî destûra bingehîn a Suriyê ye, ger bê guhertin, hewce dike ku li gor li hev kirina aliyan bê amade kirin. Dîsan hewce dike hemû gelên li Suriyê bi çand û zimanê xwe bên nasîn. Pêwîste pergalek ne navend bê avakirin daku her kes bikare xwe perçeyek ji avakirina Suriya demokratîk bibîne.

Ji bo vê, me di 26 mehê de bang li hikûmeta Suriyê kir û ev banga me ji aliyê gelek ragihandinên ku dijîtiya vê hevdîtinê dikin û şîrovek wiha ku ev hevdîtin tenê hevdîtinek di navbera Kurdan û rejîmê deye û ne ji bo hemû gelên li Suriyê ye, tê pêş xistin. Lê, kes an jî aliyên ku vê yekê dikin naxwazin projeya çareseriyê pêş bikeve. Nayê xwestin ku projeya me a ku hemû gel, çand, ziman û baweriyên cihê di nav xwe de dihevîne, bê dîtin.

Ji destpêka vê pêvajoyê heya roja îro yek ji hêza herê pêşeng a vê şoreşê jî jin in, jin li kudera vê projeya çareseriyê de cih digirin? Rola dikeve ser milê wan çiye?

3-ROJAVA CADEREN RESEm pêşengtiyê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dikin. Jin û şoreş, jin û siyaset, jin û jîngeh parastin û di mijara jin û dîplomasiyê de me pêşketinek mezin da çêkirin. Wek jin jî me di tevahiya van pêvajoyan de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Li ser van destkeftiyan ji xwe muzakere nayê kirin, ji ber ku destûra ku divê were nivîsîn hewce dike bi pênûsa jinê jî bê nivîsîn, jin yekser di nav de cih bigire. Ji ber ku zîhniyet, deshilatdarî, ji aliyê pergalê ve yek alî nêz bûn, yek nêrîn, yek rengî tenê ger hebe, di vir de şerek her alî a li dijî jinê mijara gotinê ye. Yên ku herê zêde di vî şerî de zirar dîtin ji xwe jin bûn. Lê, li rexmê van hemû êrîşan yên ku ji bo tevahiya jinan bû pêşeng dîsan jina Kurd bû, ji bo jinan bû hêviya têkoşînê û bendên tirsê ku di van 7 salan de çeteyên DAIŞ´ê dabû avakirin, şikand.

Jina Kurd di tevahiya jinên li herêmê de guhertin û veguhertinek mezin da çêkirin, zîhniyeta civakê a heyî têk bir. Dema ku em dibêjin maf û azadî, em yekser qala vê yekê dikin. Em qala belavbûna zîhniyeta azad a jinê û kesayeta wê a avaker dikin. Ji bo vê yekê, hewce dike di nav destûra bingehîn a bê amade kirin de, destûra jinê jî wek beşek cihê bê amade kirin. Helbet li hemberî vê hêza jinê herkes ecêpmayî ma. Em dibînin, dema li herêmên cûda jinên Ereb ji destê çeteyan tên rizgar kirin ka çawa çarşevên reş bi ser xwe de diqetînin. Bang dikin û dibêjin, ´me dîsan bêhna azadiyê girt.´ Vaye, ev jî hêza birêxistin kirî ya jina Kurd û belavbûna feraseta jina azad dide nîşandayîn. Bê guman ji hêla siyasî û dîplomatîk de jî xebatên me yên berfireh hene û hîn ev xebat didomin. Ji hêla leşkerî de jî me xwe di her qadekê de birêxistin kiriye.

Wek meclîsa jinên Suriyê jî gelek projeyên me yên ji bo çareseriyê çêbûn. Li ser navê mekteba jin, me li Latqî, Hems, Heleb û Şamê xwe gihan gelek jinan. Em îro li ser çi nîqaş dikin, li ser mafê jin di destûra bingehîn a ku vê nû bê amade kirin. Jin di van destkeftiyan de beştarbûnek çawa dikare bide çêkirin, li ser rol û girîngiya cih girtina wê a di her pêvajoyekê de disekinin. Jinên Ereb yên li qadên rizgar kirî bi dilxwazî nêzî vê pêvajoya ku me daye destpê kirin, bûn. Di pêvajoya avakirinê de jî Kongraya Star rolek girîng lîst. Jina Kurd li bakurê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê pêşengtî kir. Di nav rêveberiyên giştî de cih girtina jinê, dîsan wek hevserok di nav rêveberiyê de cih girtin jî tecrubeyek baş bi xwe re da çêkirin. Ji xwe rejîm jî ji vê yekê ditirse, ne tenê rejîma Surî, hema bêje hemû hêzên deshilatdar ji beştarbûna jinê, hêza jinê ditirsin.

Di 26´ê Tîrmehê de wek MSD´ê we bi rêveberiya Suriyê re hevdîtinek çêkir, ev hevdîtin tê çi wateyê? Bi taybetî dewleta Tirkiyê ku li dijî van hevdîtinane di nav hewldanek çawa deye?  

MANSETBangavaziya hikûmeta Suriyê hat kirin, di 26 Tîrmehê de. Helbet pêşenga vê hevdîtinê jî hevalek me a jin bû, Îlham Ehmed bû. Di navbera her du aliyan de nîqaşên pirr berfireh û cîddî hatin meşandin. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku ev cara yekê ye rejîm bi awayek fermî banga ji bo nîqaşê dike. Di van 7 salan de heya niha daxwazek wiha ji aliyê rejîmê ve nehatibû kirin. Heta niha em wek hêz nedîtin, nexwestin bibînin. Em dizanin ku niha li Suriyê opozîsyon nemaye, muxalefetek ku Suriyê bi hêz bike û bibe hêza çareseriyê nemaye. Li ser bangavaziya hikûmetê heyet çû, bê guman gelek nîqaş hatin kirin. Niha di pergala Suriyê de ´îdarên mehelî´ hene, ev jî zêdetir ji hêla xizmet kirinê de tê dest girtin. Navendî ye û çiqas meclîs, walî hebin jî ji navendê erkdar kirin tê çêkirin. Pergala xweseriya demokratîk, pergalek ne navendiye, demokratîk û xeta sêyemîn temsîl dike, dikare bibe deng û rengê hemû gelên li ser vê axê dijîn. Bi hêza xwe a hundirîn dixebite, feraseta xwe a çandî, ekolojîk, dîplomatîk û hwd. pêş xistiye.

Di encama vê hevdîtinê de nîqaşek wiha derket holê ku du komîte bên avakirin, komîteyek ku bikaribe ferq û cûdatiyên di navbera rêveberiyên xweser û ´îdarên mehelî´ ku navendî ye, derxîne holê. Komîte bi hev re dişopînin, encam çibe vê bê destnîşan kirin. Ji ber ku qirîza li Suriyê encax bi dînamîkên hundir dikare bê çareser kirin, derveyê vê em nikarin çareseriyê ji derve bigerin û bi hêviya vê hinek bên û çareser bikin, bisekinin. Wek rejîm û MSD´ê em hewceyî bi diyalog û nîqaşek berfireh a guhertin û veguhertina destûrek bingehîn dibînin û ev pêvajoya nîqaşan dibe demdirêj jî bajo. Di encam de pergalek ku bi salane hatiye rûniştin û navendî ye, heye. Hewceyî bi pêvajoyek nîqaş û danûstandinê heye. Di aliyê ragihandinê de vê mijarê deng veda, gelek alî, pêkhateyên nav bakurê Suriyê de dijîn, gelê Kurd, Ereb û Asurî di nav bendewariyê dene. Ji xwe wek rejîma berê nabe, pêdivî bi guhertinê heye.

2103c73d32a4b0eac631Bi taybetî dema ku em ji nû de înşa kirina jiyana demokratîk a li Federasyona Demokratîk a Bakurê Suriyê bigirin dest û binirxînin, hewceye em rola Kurdan a di çareseriya qirîza li Suriyê de çawa fêm bikin? 

Wek MSD destê me bi hêz e. Em hêzek çalak a leşkerî ne ku bi sed hezaran km erd rizgar kirine û projeyên xwe yên çareseriyê hene. Û em hêzekin ku her roj xwe ji nû de ava dike.

Helbet em li Suriyê û tevahiya herêmê yegane hêzin ku xwedî projeya çareseriyê ne. Ji bo vê jî rola Kurd di vir de girîng e û amadekariyên me yên di vê mijarê de berfireh in. Bê guman em wek Kurd alîgirê Suriyek demokratîk û Federasyona demokratîk a Bakurê Suriyê ne. Em dibînin ku îro jî dewleta Tirk a dagirker, Erdogan bi awayek hovane êrîşê çand, erd û hebûna me dike. Di şexsê Efrînê de êrîşê tevahiya destkeftiyên gelê Kurd hat kirin. Li beramberî vê hovîtiyê jî guhertinek her alî hewce dike, pêdivî bi yekîtiyek Navnetewî a hem li derve, hem jî di hundir de heye. Dîsan wek Kurd jî pêdiviya me bi bidest xistina hêzek wiha heye.

Em wek Kurd di hundirê Suriyê de xwedî tecrubeyek dîrokî ne. Kurd ji vir şûnde jî dikarin ji aliyê maf, proje, xweserî û di mijara avakirina pergalek xweser avakirin û meşandin de jî rol bilîzin, ji xwe di vê mijarê de jî hêzeke xwe a pirr mezin derxist pêş.