Nexşerêya azadiyê

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
368 views
Kurd di şerê cîhanê yê sêyem yê li herêmê pêk tê de, bi stratejiya netewa demokratîk bûn hêz û aktorekî sereke. Destkeftiyên şoreşa Kurdistanê û tirsa ji qezencên Kurdan yên mayînde hişt êrişên dewleta Tirk kûr û berfirehtir bibin. Destkeftî û statuya Kurdan, ji bo dewleta Tirk bû meseleya man û nemanê.

Li ser vî bingehî li hundir û derve stratejiya têkbirinê xist meriyetê. Di êrişan de ti sînor nas nekir; êrişî goristan, warên dîrokî, nirx, zarok, jin, kal û pîrên Kurdan, yanî êrişî her nirxa hebûna Kurdan kir. Li dijî Rêber Apo tecrîd kûr kir, li hundir faşîzm gûr kir, li derve jî dagirkerî da pêş.

Tam di vê dema dîrokî de, ku tekoşîna azadiyê dikemile, li dijî pêla êrişên dewleta Tirk, KCK’ê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye; ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re êdî bes e’ da destpêkirin. Di navîna şerê cîhanê yê sêyem de, di rewşa dîzayna herêmê û destnîşankirina nû ya statuyan de, ev pêngav nexşerêya tekoşîna demê ya Kurdan hemû ye. Kurdên dixwazin bibin xwedî statu, divê li dijî dijminê hevpar yê qirker dewleta Tirk bibin yek û bi vî awayî şer bikin, têbikoşin. Pêngava KCK’ê di esasê de banga yekbûna li her qadê li civaka Kurd dike. Pêngav ji bo hêzên siyasî yên Kurd jî firseta têkoşîna hevpar raber dike. Pêngav çi demkurt, çi jî demdirêj xwedî vîzyonek stratejîk e. Tecrîd, faşîzm û dagirkerî sê xalên klît yên kûrahiya pirsgirêkê destnîşan dikin, di armanca pêngavê de ne. Ji xwe ku Kurd bikarin van sê têgînan çareser bikin, mifteya çareseriyê jî bi dest dixin.

Faşîzm xwe disipêre tecrîd û dagirkeriyê

Armanca pêngavê ya sereke têkbirina pergala tecrîdê ye. Ev mijar gelek giring û diyarker e. Giringiya têkbirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo elbet girêdayî pozîsyona wî ya siyasî, civakî û dîrokî ye. Weke aktorekî sereke yê siyasî 22 sal e, Rêber Apo di nava pergala îşkenceyê de li Îmraliyê rehîn tê girtin. Wiha rêyên çareseriyê jî tên girtin. Îcar rejîma faşîst salên dawî pergala tecrîdê li civakê û herêmê ferz kirin. Armanca tecrîda li Îmraliyê pêk tê çi be, ya li dijî civakê pêk tê jî heman e; civak bê îrade, bê refleks û têkçûyî be. Ji ber vê ku dê gavek li Kurdistan, Tirkiye û herêmê bê avêtin, pêşî divê ev tecrîda sîstemîk û berfireh were têkbirin.

Faşîzma li Tirkiyê li ser kar e, di serî de xwe disipêre vê pergala tecrîdê. Li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike, serîtewandinê li gelan û muxalîfan ferz dike. Ev rejîm herî zêde jî êrişî jinan dike; tecawizkar û kujerê jinan e. Nirxên hebûna civakî, rayên civakê yên exlaqî û polîtîk dibire. Lê hem li hundir hem li derve bêhna rizî jê tê. Lewma bi rêbazên herî kirêt destdirêjiya civakê dike. Xala duyem û pir giring ya vê hamleyê têkbirina vê pergala qirker ya faşîst e. Şefên faşîst Erdogan-Bahçelî man û nemana vê pergalê bi têkbirina Kurdan ve girê da ne. Lewma Kurd, hêzên demokrasiyê dikarin yekpare bin, vê rejîma faşîst têk bibin.

Dewleta Tirk di şerê li dijî Kurdan de dagirkeriyê li çar beşên Kurdistanê berfireh dike. Rejîma faşîst li hundir pergala tecrîdê, li derve dagirkeriyê pêş dixe, bi vî rengî li ser piyan dimîne. Ji Rojava heta Başûr, Bakur û Rojhilat, dewleta Tirk li dijî destkeftî û statuya Kurdan ketiye nava seferberiyê. Dagirkeriya li Başûr di astek xeter de ye. Li Rojava ji xwe ji Efrînê heta Serêkaniyê herêmek ne biçûk dibin dagirkeriyê de ye. Li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê dewleta Tirk êrişan pêk tîne. Ji xwe li Bakur rewş li holê ye. KCK’ê bi vê pêngavê berê me dide dagirkeriya Tirk û armanca me hevpar dike.

Gelê Kurd û jinan pêngav bi coş pêşwazî kir

KCK’ê pêngavek nexşerêya demê li çar beşên Kurdistanê ragihand. Her beşa Kurdistanê li gorî rewşa dînamîkên xwe yên siyasî, civakî pêngavê pêşwazî dike. Ji destpêkê de pêngavê hêviyek mezin çêkir. Pêşwaziya ji beşên Kurdistanê, jin û ciwanan bi hêz pêk hat. Jinên Kurd xwedî li pêngavê derketin, ev yek gelek giring e. Li Bakurê Kurdistanê jinan barê pêngavê dan ser milên xwe. TJA’yê bi banga ‘Em xwe diparêzin’ pêngav ragihand. Gotina ‘em xwe diparêzin’ di heman demê de rewşa çalak û çalakiyê îfade dike. Pêngav wê bi pêşengiya jinan faşîzmê zêdetir bide zorê. Ku pêngav civakî bibe, têkçûna vê desthilata dijminê jinan û gelan ne dûr e.

Li Rojavayê Kurdistanê bi banga ‘Na ji dewleta Tirk a dagirker re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re’ PYD’ê pêngavek ragihand. Her wiha bi dehan partiyên Rojava eşkere kirin ku ew tevlî kampanyaya KCK’ê dibin. Ji Rojava jî di çerçoveya parastina şoreşê de wê li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîna hevpar bimeşe. Kurd û gelên herêmê dê çalak bin ku şoreşê û destkeftiyê wê biparêzin û mayînde bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî pêkanînên rejîma Îranê bi banga ‘Belê ji demokrasiyê re, Na ji darvekirinê re’, KODAR û PJAK’ê pêngav dest pê kirin. Li Rojhilat û Îranê jî diyare di çerçoveya pêngavê de wê têkoşîn xurttir bibe.

Li Başûr bi pêşengiya Înisiyatîfa Demokratîk a Gel de, bi banga ‘Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin’ li dijî dewleta Tirk helwest û seknek çalak xwe nîşan dide. Rêçûna hamleyê li Başûr gelek giring e. Di serî de Bakûr û Başûr dê bi tevlîbûna pêngavê encamê bandor bikin û heta diyar bikin. Tevî gelê Başûr, tevlîbûna hêzên siyasî jî bê guman gelek bi wate ye. Ji niha de Başûr ev pêngav erênî pêşwazî kir. Diyar e, dê li Başûr encamên bi bandor derkevin holê.

Pêngavê nû dest pêkir, lê diyare dê demkurt û demdirêj pir encamên vê pêngavê derkevin holê. Bi rastî heta niha ti pêngavek bi vê berfirehiyê û bi vê helwesta yekpare neketiye rojeva Kurd û Kurdistanê. Pêngav tam li gorî ruhê demê ye, ku dê  Kurdan li dijî dijmin bigehîne hev. Xuyaye pêngav dê di şerê cîhanê yê sêyem de statuya Kurdan diyar bike. Tevlîbûna Kurdan, xwedîderketina wan ya li vê pêngavê dê siberoja Kurdan destnîşan bike. Lewma bi vê têgehiştinê tevlîbûna pêngavê dibe wezîfeyek dîrokî.