Nêzikatîya ji ziman re

- Gulgeş DERYASİPÎ
533 views

Di sala 2013´ an de. li zanîngeha Muşê beşa ziman û wêjeya Kurdî vebû. Gelek zarokên Kurd ji bo xwe baştir dîtin ku di beşa ziman û wêjeya Kurdî de dest bi xwendinê bikin, ji ber vê çendê jî di vî beşî de dest bi xwendinê kirin. Vê îsal pola çaremîn destûryarên xwe yên yekemîn bidin.

Sala borî xwendekarên beşê yên pola yekemîn vê panelek lidar bixistana, lê nîqaşek di navbera wan de derket. Li ser zimanê panelê bi hev neketin û li ser mijarê nîqaş kirin. A rast tengasiya xwendekaran nezanîna zîmanê zikmakî bû. (Dema zimanek ji aliyê zarokan ve neyê axaftin, çiqas dibe zimanê zikmakî ew jî nîqaşek dinê ye). Piştê nîqaşên dirêj biryar hat girtin ku ev pirsgirêk bibe mijara panel ê. Zêdehiya ciwanan bi zimanê Tirkî çêtir dizanîn û  diaxivîn, her wiha dixwestin ku zimanê bernameyê jî bi Tirkî be. Çend xwendekar li hember vî nêrînê derketin û xwestin ku zimanê bernameyê bi Kurdî be.

Ev bûyereke ku pêwîste wek mînakekê ji gelên bindest re ku qîmeta zimanê xwe di kîjan astê de dibin bila bibin nizanin, bê dayîn. Ciwanên Kurd zaroktîyekê dibihûrînin, beşa zimanê Kurdî hildibêjêrin, lê naxwazin bi zimanê Kurdî biaxivin. Li Tirkiyeyê gelek zanîngeh hene ku perwerdehiya xwe bi zimanê biyanî pêk tînin û xwendekarên ku di wan zanîngehan de dixwînin dîsa bi zimanê biyanî hewl didin ku biaxifin, werger bikin û binivîsin. Ji ber ku xwe mecbûr dibînin ku hînê zimanekî biyanî bibin, di nav jiyanê de bikar bînin û bê bingeh pirr zû hîn dibin. Ji ber ku girîngî bi fêr bûna zimanekî bîyanî dibînin, ji bo fêr bûna vê jî kedek didin. Lê zarokên me di beşa zimanê Kurdî de dixwînin û hewce nabînin zimanê ku vê bibe dengê wêjeya wî hîn bibin. Ger ku ji derva de li xwe binêrên, gelo vê wêneyek çawa derkeve pêşberê wan? Di dibistanên Elmanan, Îngilîzan, Emerîqaiyan û hwd. de û di beşa wêjeya zimanê wan de ger zarokên wan nîqaşek wiha pêş bixista, ez meraq dikim ka vê xwendekarên me yên ku ev nîqaş dikirin çi bigotina?

Ger ku zarok û ciwanên Kurdan ên ku dixwazin li ser zimanê xwe bixebitin, bixwazin zîmanê xwe pêş bixînin û asta fêr bûna zimanê xwe derxînin rêjeyeke herê bilind, bi vî awayê bifikirin, wê demê vê rewşa zimanê Kurdê çawa be? An jî ew nebin dê kî qîmeta vî zimanê çêtir bizane, pêş bixe?

Ger ku zarokên Kurd bi zimanê xwe neaxivin, nexwînin, nenivîsînin, vê kîjan zarok bi vî zimanî biaxive, bixwîne û binivîse? Her neteweyek bi zimanê xwe diaxive, dixwîne, dinivîse û bi zimanê xwe xwe digihîne hebûnê. Ji ber ku her neteweyek encax bi zimanê xwe dikare hebûna xwe bidomîne û xwebûna xwe pêk bîne. Her zimaneke mirî tê wateya neteweyek mirî, her têk çûnek a gelan tê wateya ku vî gelî xwedî li ziman û wêjeya xwe derneketiye, bûye sedema tune kirina xwe a ku yek ji polîtîkayên herê li pêş yên hêzên desthilatdar û mîtînger in ku bi rêya asîmîlasyonê ziman û çanda gelan têk dibin. Hezkirina zimanê di nav neteweyên dinê de nayê nîqaşkirin, ji ber ku hezkirina zimanê zikmakî wek hezkirina dayîkê bi rûmet û xwezayî ye.

Zimanê Kurdî bi vî rewşa xwe a ku ji alîyê zarokên xwe ve nayê hez kirin, wek zarokek sêwî dimîne, bê kes û bê xwedî ye. Em wek gel ne mirîne ku zimanê me sêwî bimîne, em saxin û wê demê pêwîste em ji her hêlê de xwedî li ziman û çanda xwe derkevin ku rê nedin polîtîkayên asîmîlasyon ê. Em ne tenê xwedî li zimanê xwe dernakevin, di heman demê de em xwedî li zimanên din derdikevin û zimanê civakên dinê di nav mala xwe de xwedî dikin. Zarokên me hînê qîmetdayîna zimanê bîyanî dibin û ji hezkirina zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo ku zarok û ciwanên me ji pêşeroja xwe dûr nekevin a dikeve ser milê me jî ji her demê zêdetir bi xwedî derketina zimanê xwe, xwedî derketina ji pêşeroja wan e.