PDK vîna jinê nas nake

- Berîtan ZAGROS
335 views
PDK ku yek ji partiya herî kevin a li Başûrê Kurdistanêye û bi îddîaya bidestxistina mafên netewî derketibû ser dika siyasetê, hîn jî xwedî eqliyeteke kevneperest, dij jin û paşverûye. Di sedsala 21’min de ku têkoşîna azadiya jin gihiştiye asta herî jor, hîn jî kotaya jin li ser kaxizê sedî 10’e û di pratîkê de jî sedî 8 derbas nake.

Ev kotaya jin a sedî 10 derbas nake, cewherê PDK’ê vedibêje û dide nîşan ku çima heya niha nekariye bibe partiyeke netewî û bi taybet jî piştgiriya jinan bigire. Di nava rêveberiya PDK’ê de hema bêje hebûna jinê nîne, yên hene jî zêde xwedî rol nîne û şeklî dimînin. Ji 60 endamên serkirdayetiya PDK’ê tenê 5 jê jinin. Mekteba Siyasî ya PDK’ê ku piştî Serokê partiyê organa herî bilinde ji 18 zilaman pêktê û ti jin di navê de cih nagire. Kongreya baskê PDK’ê ya jinan ‘Yekîtiya Afratên Kurdistanê’ dema çêdibe, nîvê zêdetir ji zilaman pêktê. Kongreya herî dawî ya çêbû, yek ji nimûneya herî berçave.

Polîtîkayên PDK’ê cinsiyetperest in

PDK li dewsa ku bawerî bi têkoşîna azadiya jin bîne û pêwîstî bi guhertin û veguhertina eqliyeta mêrsalar bîne û guhertinên bingehîn pêkbîne, li pey şekliyetê û siyaseteke pragmatist e. Ji bo bi cîhanê bide nîşandan ku giringî bi hebûna jinê didin, di parlementoya herêmî û ya federal de rêjeya parlementerên jin kêmek zêde kiriye. Ji 25 parlementerên PDK’ê yên Iraqê tenê 7 jê jinin. Ji 45 parlementerên Herêma Kurdistanê jî 14 jê jinin. Ji 9 wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên PDK’ê tenê yek jê jine û wezareta ku ji bo wê hatiye dayîn jî, ne wezareteke çalak û karîger e. Guhertinên ku dike jî şeklîne û bi siyaseteke pragmatist nêzî doza jinê dibe.

Heya niha jî di ti şandeyên hevdîtinan ên dîplomatîk de, di peymanên aborî û yên stratejîk ên çarenûssaz de jin tevlî ne hatine kirin û hemû şandeyên Herêma Kurdistanê jî ji derveyî îstîsnayan hemû ji mêran pêktên. Herçend di nava partiyên din de kêmek ferq hebe jî, ev çanda cinsiyetperest a zêdetir çavkaniya xwe ji eqliyeta vê partiyê digire, bandorê li wan jî kiriye û nekarîne ev eqliyeta cinsiyetperest a li herêmê derbas bikin.

Jinên dinava PDK’ê de çima bêdeng in?

Mijara dibe nîşana pirsê jî ewe ku çima, jinên di nava PDK’ê de vê cihêkarî û cinsiyetperestiyê qebûl dikin?. Tevî ku têkoşîna azadiya jin îro li herêmê û bi taybet jî li Kurdistanê nimûneya jiyaneke azad, wekhev û demokratîk pêşkêş dike jî, çima evqas ji têkoşîna hevpar a jinên Kurd û cîhanê qute? Gelo jinên di nava PDK’ê de ev cihêkariya li hember wan tê kirin, ne di wê astê de ne têbigehin û derbas bikin, an ew jî vê dijbertî û dijminahiya li hemberî jinê qebûl dikin û rast dibînin?. Ne tenê di mijara çareserkirina pirsgirêkên jinan û tevlîkirina jinê ya ji siyasetê û qadên xebatê re, di mijarên netewî de jî jinan nekarîne ji bin siya van polîtîkayên PDK’ê derkevin û bi îradeyeke azad û serbixwe helwesta xwe eşkere bikin.

Jinên di nava PDK’ê de hîn jî nekarîne têkoşîneke bihêz li dijî siyaseta dij Kurd, berovajiyê nirxên netewî ya PDK’ê bide û guhertinên cidî li ser ferz bike. Siyaseta ku PDK’ê di mijara netewî de, di mijara aborî, civak, çand û jin de esas digire, ne tenê zirarê dide gelê Kurd, di serî de zirarê dide ew jinên endamên PDK’ê jî.

Cîhan niha behsa têkoşîna jinên Kurd a li dijî zilmê, li dijî DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk dike, lê berpirsên PDK’ê derdikevin bi hêsanî zimandirêjiyê li şoreşgerên jin ên Kurd, li gerîla û şervanan dikin. Ew destkeftiyên jinên Kurd bi berdêlên mezin bidestxistine, şoreşgerên jin ên hemû jiyana xwe fedayê doza netewî û jinê kirine, dibin hedefa zimandirêjiya rayedarên vê partiyê, lê yek ji endamên jin ên PDK’ê rexne li vê zêdegaviyê û êrişkariyê nake.

PDK li ser malpera xwe ya fermî heqaretê li sîstema hevserokatiyê ku wekheviya jin û mêr esas digire dike û dibêjin, ‘Cotserok’. Lê endamên jin ên vê partiyê ti nerazîbûn nîşan nadin. Endamên vê partiyê heqaretê li jinên gerîla yên di nava PKK’ê de dikin û dibêjin, “Nîvê PKK’ê ji jinan pêktê, jixwe jin jî lawazin. Eger em bixwazin li PKK’ê bixin gelek hêsane”, lê dîsa deng ji jinan nayê.

 

KJK’ê banga helwestê li jinên dinava PDK’ê de kir

Tespîteke balkêş a KJK’ê di daxuyaniya ku derbarê êrîşkariya zilamên PDK’ê yên dijî Tevgera Azadiya Jin de hebû hatibû gotin, ‘Ev heqareta li jinên şoreşger û tevgera azadiya jin, di serî de heqareteke ji jinên nava PDK’ê re ye’ û bang li jinên nava PDK’ê de hatibû kirin ku li dijî vê dijminahiya PDK’ê ya li jinan helwest bigirin. Mixabin, heya vê kêliyê jî ti helwestek di vê mijarê de ne hatiye nîşandan.

Ev jî dide nîşandan ku jin di nava PDK’ê de tevî ku dem dirêje cih digirin jî, hîn nekarîne bibin xwedî îradeyeke azad. PDK jî bi çavê milkkirinê li jinê dinêre û destûrê nade ji derveyî gotinên zilaman derkevin. Ev eqliyeta milkiyetperest a jinê jixwere dike milk û îradeya wê nas nake, divê êdî li Kurdistanê nemîne û têkoşîneke dijwartir li beramberî wê were kirin.

Têkoşînek xurttir pêwîste

Têkoşîna li beramber vê eqliyeta cinsiyetperest, milkiyetperest a li Başûrê Kurdistanê, ji derve hiştina jin ya qada siyasî, aborî û rêveberiyê divê bi zimaneke hîn radîkaltir were rexnekirin, têkoşîneke radîkaltir were meşandin. Ji ber hevsengên siyasî yên hesas ên li Kurdistanê û bi taybet jî li Başûr hatine avakirin, hîn jî ev paşdemayîna di mijara azadiya jinê de bi wêrekî ne hatiye rexnekirin û civak divê mijarê de ne hatiye perwerdekirin. Jinên di nava van partiyan de mijara jinê dikin qûrbanê hesabên teng ên hizbî û madî, rêxistinên jin ên parçeyên din ên Kurdistanê jî nekarîne bi zimaneke çêker, lê rexnegirtir ev eqliyeta mêrsalar a di nava desthilata Başûr a PDK pêşengiya wê dike, bike rojev û ji bo azadiya jin pêngava xebateke berfirehtir biavêje.

Eger di eqliyeta jin de guhertineke mezin bê çêkirin, bêgûman ev ê bandorê li siyaset, civak û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bike û pêşî li demokratîkbûnê veke. Rêveberiyeke demokratîk jî wê pêşî li siyaseteke netewî û welatparêz veke. Ji ber vê pêwîste Tevgera Azadiya Jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê ji bo guhertin û veguhertina zêhniyetê ya li Başûrê Kurdistanê seferber bibin, destkeftî û ezmûnên parçeyên din li ser desthilata Başûr ferz bikin, xebatên ku jinan teşwîqê têkoşîneke hevpar dike, pêşbixin. Eger dixwazin dawî li dagirkeriya li Kurdistanê û siyaseta ne demokratîk û ne netewî ya hinek hizbên Başûr bînin, divê di serî de jin bi eqliyeteke demokratîk û îradeyeke azad tevlî siyasetê û rêveberiyê were kirin. Jin divê siyaset û xebateke wan teşwîq bike, hêz û bawerî bide wan pêşbixin. Pêwîstiya Başûr beriya her tiştî bi guhertina zêhniyeta mêrsalar heye, ev jî bi têkoşîna jin pêkan e. Dixwazim bêjim, divê Tevgerên Jinê zêdetir têbikoşin û bixebitin.