Pêşbirka baranê bû

- Zeynep CÛDÎ
581 views

Demsalên nû di pêşiya xwe de berbangên bi mizgîn dişandin. Di her zayînekê de rûkeniyeke jiyanê dihat afirandin. Carina ev zayîn bi girî, bi şîn û bi dilêşan barkirî bû. Carinan jî ev zayîn wek bi dengê kenê zarokên di landikan de cîhan dorpêç dikirin bû. Carnan jî dibûn helbestên nivîskarên ne diyar. Gelek caran ev demsal li benda pênasên xwe ên rastî diman û gelek pênûs û lênûs diketin pêşbirka pesindana van heqîqetan, lê ne hêza dilan têra vê pesindayînê dikirin, ne jî hişmendiya sed sala bîst û yekan têra lêdana saza destên şoreşgeran dikirin ku wan hestan bi nav bikin.

Kenên di çavan de direqse

Dîsa berê me li demsalên nû ye. Hêdî bi hêdî cîhan sar dibe û dicemide. Çûkan jî ji çiya û zozanên bilind bar dikirin û berê xwe didan deştan. Lê, vê carê bera me li lotkeyan bû! Cihê hêlîna me li keviyên çiyayên jorîn bû. Çavên her gerîlayekê wekî çavên karxezalan li bin latan digeriyan. Em li cihên dergûşa mirovahiyê, cihê ku warên xwedawendan in; li şikeftin kur digeriyan!..

Wekî ku morkên di sitûyên xwe de winda kiribin, li cihê kêfxweşiya jiyana bi rûmet digeriyan. Di wan şikeftan de hîna hestên ajalên ku yekemîn car hatin kedî kirin hebûn.

Belê, piştî gerên dirêj pirr westiyane. Rojê jî hêdî hêdî wekî lorîna dayîkan bê ku xatir ji me bixwaze, pişta xwe dida me û li şûna xwe, zerê zêrîn dihişt û diçû. Her deqak dibû saetek, her saetek dibû rojek, her şevek dibû salek, heta berbanga sibehê bi cilên ku ji xwêdana azadiyê şil dibûn; wisan diyare ku dem li benda dayîkbûna rojê ye. Vaye! Dibînî ku di çavan de tenê kenê azadiyê diteysa, bi dengekî nizim û di nava lêvan de niha tenê stranên serkeftinê tên xwendin.

Bêdeng dibare

Di wan kêliyan de em û dem bihevre di nava pêşbirkê de bûn. Ji bo ku dem biçe, her yek ji aliyê xwe ve diket nav hembêz kirina gelawêj an. Çavên me li gelawêjin herî xweşik digeriyan, em û gelawêj bihevre diketin nava meşin berve lotkeyan û me dest bi sihbetên germ dikirin. Hevaltiya me wekî deryayên bêdeng kûr dibû û bêdeng diherikî nav gerdûna lêgera jiyanê. Carina me ew bêdeng dikirin, carina jî wan em bêdeng dikirin û bi xwe re dibirin. Di wan kêliyan de me dizanî ku em jî parçayekî ji gerdûnê ne. Ji ber vê ye ku em wiha zû dibin hevrêyên hevûdu. Carina me dengê axîna axê a di bin lingên xwe de hîs dikir û vê heta hinavên me em bandor dikirin. Carnan jî axê xwe heya her şaneyek ji cendekên me yên tazî, dida hîs kirin. Me dizanî em jî parçakî ji xemla wê ne. Ew me, em jî êşên wê baş fêm dikin û hîs dikin.

Dilop bi dilop diherikî

Dîsa barana payîzê hêdî hêdî lê dike, lê bêdeng û bi bê dem hatina xwe re derî li ser me vedikê û êşên me yên bi salan razayî şiyar dike. Vê carê bêdeng dibare; mîna êşên me xwe bi têlên porên binaveşan re berdide ser henarokên rûyên azadîxwazan. Di eniyan de dibê dilopên xwedan, keda salan û li nava bijangan xwe digerîne. Li ser rûkeniya çavan dibe xunava hêviyan, dibe hesreta dîtina tîrêjên Rojê…

Belê! Her barîna baranekê bi xwe re tevnên hêviyan diresîne. Derbasbûna her salekê bi xwe re sondên nû pêş dixwinê. Her hezkirina jiyanê bi xwe re lêgerek bêdavî diafirînê.

Bihêle bila baran rûyê te mîna şilkirina jiyanê, şil bike, daku hesret pêk bên di kêliyên bê dawî de. Di her payîz, zivistan, havîn û biharê de, dîsan em li ser van lûtkeyan dibin rêwî û diherikin ber bi we.