Qadên aboriya xweser

430 views

Analîz û îstatîstîkên di derbarê tundiya navmalê de tên kirin, rewşa jinan a heyî bi awayekî zelal radixînin ber çav an: Di nav malê de li dijî jinan şerekî cîhanê ku qet bi dawî nabe, tê meşandin. Ev şer bi çend awayan dimeşe: bi awayên fîzîkî, derûnî, zayendî û herweha aborî ye ku jin bi van cûre tundiyan re rû bi rû dimînin. Ev zilm û zordarî bê dem û bê dorveger berdewam dike.

Jin di bin qirkirinek her alî de ne

Di vê pêvajoya koronayê ku em tê de derbas dibin de, tundiya nav malê ya li dijî jinan û zarokan li her derê cîhanê bi awayekî balkêş bilind bû. Di vê mijarê de gelek tişt him ji hêla saziyên fermî û him jî ji hêla sazî û dezgehên jinan ve hatin nivîsandin, gotin û şîrove kirin. Wek civaka Kurd a li Ewrûpayê em jî bi nûçeyên derheqê qirkirinên jinan û tundiya li ser wan re her roj rû bi rû dimînin. Asta têkoşîna jinan a îro gihîştiyê mixabin hîna jî vî şerî qirêj û veşartî ya li hemberî jinan nikare rawestîne û ji holê rabike. Tedbîr û cezayên dewletan, jiholêrakirina tundiyê li wir bihêle, heta kujer û tundiyê hîn bi motîve dike. Ligel gelek sedemên din, em dizanin ku tundiya li ser jinan binyadî (strukturel)  ye û yek ji bingehên xwepêşxistina pergala kapîtalîst e. Di vê nivîsê de dixwazim balê bikişînim ser mijara polîtîkayên “azadiya aboriyê ya ji bo jinan” û durûtiya dewletan.

Di bin navê pêşxistinê, êrîşên têkbirinê

Pergala kapîtalîst ji bo mayîndebûna xwe, pêşketina “modern” a global esasî dibîne. Ev pêşketin li gorî berjewendiyên welatên rojavayî/bakurî tê fikirandin û politikaya wê jî li ser vê bingehê tê sazîkirin. Di vê çarçoveyê de mijara “polîtîkayên pêşxistinê” wek “mêtîngeriya modern” a bakurê global derdikeve pêş. Peyva “alîkariya ji bo pêşxistinê” bi destpêka salên 1990’an kete rojeva welatên bakurî/rojavayî. Zêdebûna hejmara feqîriyê, bêedaletî, dewlemendbûna çînên polîtîk û herweha mîrateya kolonyalîzmê li ser welatên Efrîqî bandoreke pir xerab kiribû. Pirî ji wan hatin hilweşandin. Şerên navxweyî di nav wan de dest pê kir. Ser de qaşo bidawîbûna nakokiya di navbera “bloka rojhilat û Rojava” de, welatên başûrê cîhanê yekser –ji bo demekê- ji rojeva bakurê cîhanê ketin.

Polîtîkayên newekhev sînordar dike

Piştî vê pêvajoyê dewletên bakurî polîtîkayên xwe yên berjewendiyê ji nû ve pênase kirin û vê carê bi pêyva “polîtîkayên pêşxistinê” (ji bo pêşketina bakur pêşxistina başûr) derketin ser dikê. Li başûrê cîhanê rewş hîn xerabtir dibû. Texrîbata li ser hawirdorê, zêdebûna nifûsê wek “xetereyên ewlehiyê” ketin rojeva welatên bakurî.  Diviyabû ev xetere bi polîtîkayeke global a bingehîn bên çareserkirin û rewşa welatên başûrî ji hêla aborî, polîtîk, cîvakî û herweha ekolojîk de bê “sererast” kirin. Bi vê mebestê gelek stratejî û plansaziyên “pêşketinê” ji bo welatên başûrî ji hêla pisporên -bi giranî- bakurî ve hatin amadekirin û hewl dan van bixin meriyetê.

Di vê çarçoveyê de yek ji mijareke bingehîn ku ket rojeva dewletên bakurî “bihêzkirina (empowerment) jinên başûrî, azadiya aborî û wekheviya zayendî” bû. Ev helwest bingeha xwe ji hişmendiya “wekheviya zayendan” a rojavayî/bakurî distîne û ji bo wekheviyê bihêzkirina jinê -ya wek mêran- wek pîvan dibîne. Di vê helwestê de jin divê wek zilam –ji hêla aborî, perwerde, polîtîkayê de- bihêz bibe û karibe li ser lingên xwe bijî. Beramberî vê newekheviya binyadî (strukturel) ku di her şaneyê civakê de xwe bi cîh kiriye, nayê nîqaşkirin an jî rexne kirin. Lewre di encama vê polîtîkayê de wekheviya zayendan an jî bihêzbûna jinan li wir bihêle, tenê di civaka desthilatdar û baviksalar de ji bo xurtkirina –hin jinan- di warê reqabet, bêşe û aboriyê de pêşniyar tên kirin û ev jin ji bo “hêza xwe ye serketî ya nav mêran de” tên pîroz kirin.

Armanc kontrolkirin e

Li gorî politikaya pêşxistinê, ya bi fokusa “gender”, diviyabû jinên li başûrê cîhanê êdî zarokan çênekin, ji bo vê yekê bên perwerdekirin, derdora xwe biparêzin, ji bo aboriya gund û warê xwe bikevin tevgerê, zarokên keçik bişînin dibistanê, ji bo pêşketina civakê bên perwerdekirin, li ser lingê xwe bisekinin û ji bin girêdayibûna aborî derkevin û hwd. Beyî ku dest bidin sedemên bingehîn ên feqîrî, nexweşî, bêavî, bênanî, nakokiyên civakî û tundiyê û herweha beyî ku rola mêtînger ên welatên bakurî tê de bibînin, hewl dan ku bi amûrên wek “kontrolkirina zayînê” jinan “pêş bixînin” û bi vî awayî civakê pêş bixînin. Piştî 30 sal bikaranîna vê polîtîkayê hat dîtin ku ev “mêtîngeriya modern” a di bin navê “politikayên pêşxistinê” de tê servîs kirin, ne pirsgirêkên jinan, ne jî yên civakê çareser dike.

Li gorî vê polîtîkayê li gelek deveran ji bo bihêzkirina (empowerment) jinan kargehên piçûk hatin vekirin, kredî hatin dayîn, navendên hêzkirin û pêşxistinê hatin vekirin û keseke/î ji bakur wek gerinende an jî rêvebir danîn ser serê wan û dû re ketin nav bazirganiya firotina kedên jinan. Ev plana ku ji jor ve ji bo jinên başûrî hatibû sazîkirin, di dawiya dawî de tenê bi kêrî bazirganên bakurî ku di bin navê peyva “fairetrade” de bazirganiya hestên mirovan dikirin, hat. Ger di rewşa aborî de guhertineke piçûk çêbûbe jî, lê vê yekê di rastiya jiyana jinan de guhertin çênekir.

Jin bi êrîşek cîhanî re rû bi rû ne

Women participating in graduation ceremony, September 19th 2017, Pushkit, Plateau, Nigeria

Ji vê politikaya dekbaz re rexneya herî tûj dîsa ji jinên başûrî hat. Li dijî helwesta dewletên bakurî û polîtîkayên wan ên “pêşxistinê” ku vîn û rastiya civaka gelên başûr û jinên başûr tune dihesibîne, serî hildan. Pêdiviya wan bi tu awayî bi “pêşxistin û bihêzkirin”eke ku ji jor ve û li derveyî wan hatibû amade kirin, tunebû. Wan bi dengekî bilind bal kişandin ser berpirsiyarên newekhevî û xîzaniyê. Bi vekirina dikaneke piçûk a bi destê mêtîngeran jin azad nedibû, heta ji nû ve dîl dihat girtin. Herweha aboriya domdar, ku ji bo ewlehiya aborî û pêşketinê girîng e, tu carî nebibû mijara rojeva pêşxistinê yên bakur. Ev tespit di heman demî de rê li “xwebûn û aboriya xweser” vekir.

Bê guman ev mînaka balkêş a mêtîngeriya moderniteya kapîtalîst ne tenê ji bo welatên başûr û Efrîqî derbasdar e. Mêtîngeriya jinan mijareke global e û li her deverê cîhanê tê dîtin. Bi taybetî di mijara tundiya li ser jinê de hemî îstatîstîk bi awayekî vekirî nîşan didin ku, jin beyî girêdayî rewşa xwe ya aborî, perwerdehî, çînî û hwd. be, leqayî tundiyê tên.

Ger em bi hev re ne hêz bin!

Sedemên newekheviya zayendan bi gelek xalan ve girêdayî ye. Di mînaka me ya niha de ev sedem bi pergala kolonyalîst ve girêdayî ye. Di nava pergala aboriyekê ku li ser esasa berjewendî, reqabet, dewlemendiya çîneke piçûk û mêtîngeriya jinan û gelan ve dimeşe, ne mimkun e ku tê de jin aboriya azad û xweser bi ser bixînin. Ji ber vê sedemê ye ku jin ger di hêla aboriyê de li ser lingên xwe bisekinin jî, bi gelek awayan girêdayî zilam dimînin. Û ev yek wan ji tundiyê xelas nake. Hin rojname an jî kovar salê carekê lîsteya “jinên herî bi hêz û serkeftî” (Power Women) diweşînin. Jinên ku di civaka aborî yên mêran de dikarin xwe li ser lingan bihêlin û bilind bibin, tên pîroz kirin. Lê divê bê zanîn ku di navbera bihêzbûna tena serê xwe (Power Women) û bihêzbûna hemû jinan (Women Power) de bîrdoziyên du cîhanên cuda hene.