Têkoşerek dilnizm

- Berjin TEKOŞER
520 views

Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel ku wek jineke têkoşer û sade dihat nasîn, di heman demê de ew bi kesayeta xwe ya dilnizm û hişmendiya berpirsyariyê a ji pirsgirêkan re yek ji jinên wêrek a Qilebanê bû. Bi hestiyar, rast, ji dil û wêrek nêzî bûyeran dibe, bi taybetî jî dema pirsgirêk dibû pirsgirêka jinê ew hîn bi baldarî nêzî bûyeran dibe. Asya yek ji sembola berxwedana Cizîrê ye ku di destpêka her tiştekê de di nav lêgera çareserkirina pirsgirêkên jinan de ye û ji bo çareser kirina wan pirsgirêkan xwedî ked û hewldanek mezin e. Ew xwedî kesayetek wisa bû ku dema mijarek hatiba pêşberê wê heya çareser nekiriba, dest jê bernedida. Ji bo wê rêgez û rast nêzîkatiya ji mijaran re girîng bû. Û heya kêliya jiyana xwe a dawî jî vê yekê esas digre.

Dengê berxwedana Cizîrê

Asya di sala 1973’an de li taxa Kalhesîn a Qilebanê tê dinê. Ew bi giştî 8 xwîşk û bira ne. Asya ji ber rêzikên kevneşop ên civakî di temenek biçûk de tê zewicandin. Ew jî wek gelek keçên ciwan ne xwedî mafe ku biryara jiyana xwe bide û di temenek ciwan de gav tavêje ber bi jiyanek zor û zehmet. Ew zû mezin dibe, ew qas zû ku di 20 saliya xwe de êdî xwedî du zarok e. Hevserê wê di encama qezayekê de ku ceyran pê digre, jiyana xwe ji dest dide. Êdî hemû berpirsyarî û barê jiyanê dikeve ser milê wê. Ew ne tenê barê jiyanê radike, ew neçare berpirsyariya her du zarokan jî ku hîn pirr biçûkin, rabike. Ew bi xwe hîn 22 salî ye, lê barê jiyanê û berpirsyariyên wê giran in! Ji bo vê jî wê wiha bigota; “Min ne ji zarokatiya xwe û ne jî ji ciwantiya xwe tiştek fêm kir.”

Rexmê zext û zorên civakî jî Asya Yuksel jiyana xwe bi têkoşîna azadiya jinê re dike yek, her kêliyeke xwe dagirtî û tije dijî. Ew li pey heqîqetê de dibeze; heqîqet û fêmkirina jiyanê ji bo wê tiştek wisa bû ku ne pêkan bû dest jê berda.

Rêhevala berxwedêran

Asya di sala 2005’an de dest bi xebatên siyasî dike. Di demeke kin de pêş dikeve û di asta rêveberiyê de jî erk digire. Ew bi taybetî girîngî bi xebatên jinê dide û ji ber vê yekê jî piştî demekê kar di xebatên giştî de, dest bi xebatên jinan dike. Asya wê bi van gotinan behsa xebatên xwe bikira: “Ez demekê di koordînasyona jinan a Şirnexê de xebitîm. Heya 2011’an li Şirnexê û dovre jî li Sêrt û Êlihê min dest bi xebatan kir. Piştî wê ez hatim Cizîrê û bûm hevserok. Ez zêde hestiyar im, ji mirovan pir hez dikim. Ez naxwazim tu caran zirar bê kesê.  Ji ber van nêzikatiyên min in ku mirov nirxê didin min. Ger mirov nirx bidin mirovan, mirov nirxê dibînin.”

Yuksel, hem wek jin û hem jî wek dayîk li dijî zîhniyeta feodal a mêr têdikoşe û bi vê têkoşîna xwe karî roj bi roj di qada siyasî de pêş bikeve. Ew herê dawî li ser peywira Hevserokatiya Meclîsa Ge a Cizîrê bû ku ev erk jî wek her kareke din ku dikir bi baldarî û jidil bi encam dikir. Yuksel pir êş û zehmetiyan dikşîne, lê zêde behsa êş û zehmetiyên xwe, pirsgirêkên ku rojane pêre rû bi rû dibû, nedikir. Tenê di pey a ku pê bawer dikir de diçû û wisa jî jiyan dikir. Di pêvajoya berxwedanê de bi gotina; “Ez dayîka Jiyan û Şivan im.  Ji bo min hemû zarokên ku li vir in, Jiyan û Şivan in” wê sekneke berxwedêr raber bikira.

Di nav siyasetê de dipija

ANF Images

Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel yek ji wan jinan bû ku dixwest bi riheke şoreşgerî dest bavêje navbêna civakî a Cizîrê û bi wê perspektîfê nêz bibe. Ji bo wê jî Hevserokatiya Meclîsa Gel wek erk û berpirsyariyekê ku bê bicih anîn digirt dest. Ji ber sedema ku ew bi xwe jî di temenek ciwan de hatibû zewicandin, nêzikatiya wê a ji vê û mijarên din yên civakî pir bihîstiyar bû. Mijara jinê re hesas û baldar nêz dibû. Lewra yekemîn biryarên ku wek Hevseroka Meclîsa Gel girt, qedexe kirina zewaca di temenê biçûk de û ‘berdêl’ bûn. Her qad û kolanên Cizîrê veguherandibû qadên têkoşîna jinê a li hemberî tund û tujiya ser jinê, bi dengê bilind dida diyarkirin ku ew ê rê nedin zewaca di temanê biçûk de.

Asya li taxan dihat naskirin, jinek bû ku xwe di ber têkoşîna gelê xwe de dabû. Ew perçeyek ji wê jiyanê bû, jinek ji nav jiyana taxên Cizîrê de ku herkesê/î ew nas dikir û wê jî her ferdek ji wan tax an. Rojane bi pirsgirêkên jinên taxê re eleqeder dibû. Ew dibû deng û rengê têkoşîna jinê.

Jiyanek di oxira şoreşê de

 Her şoreş û pêvajo pêşengên xwe derdixîne, bitaybetî jî ger mirov zehmetiyên şer bide ber çavan, ev yek ewçend jî ne hêsane. Helbet di dîrokê de mînakên pêşengên jin ên di nav şoreşan de pir in, lê dem û kêlî ji bo ku mirov bikare bi rola pêşengtiyê rabe, gelek girîng e. Asya jî yek ji wan jinan bû ku bi sekn, xebat û feraseta xwe a jiyanê, roj bi roj ber bi pêşengtiyek wiha de dibezî.

Di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de bi coş û kelecanek mezin û bê ku kêliyekê rabiweste, kolan bi kolan, tax bi tax digerî û gel agahdar dikir. Ji pirsgirêkên taxê yên av û erzaq bigre heya her pêdiviyan re ji nêz de eleqedar dibû û di nav hewldana çareserkirinê debû. Ji bo ku gel li taxên berxwedanê bigre, mal bi mal digerî û pêwîstiyên gel diyar dikir, bê ku direng bixe, bi cih tanî.

Ji ber şert û mercên şer û êrîşên li ser taxê de gel bê erzaq dimîne û hewce dikir demek ji ya din zûtir li cihekê erzaq bê anîn. Lê belê ji cihekê birina tiştekê a ciheke din pir zehmet dibe. Rexmê wê jî a ji destê wê tê dike. Her roj diçe malekê û ard belav dike. Her carekê jî jinekê erkdar dike ku nan bipêje. Ew bi xwe re her jinekê jî dixe tevgerê. Karê biçûk û mezin nas nake, ji bo wê a girîng baş û serkeftî pêkanîna wî karî bû.

‘Herkes pê bawer bû’

Dayîka Asya Yuksel di gotineke xwe de li ser sekna keça xwe radiweste û dibêje; “Asya tu caran ez neqehirandim û min jî tu caran dilê wê nehêla û ew neqehirand. Asyaya min wek firişteyekê bû. Ez hertim bi kesayet û têkoşîna wê şanaz bûm. Herkes bi Asyaya min bawer bû, pir jê hez dikirin û nirx didanê. Ew jî ji her kesekê, çi nas bike û nas neke hez dikir. Di herkesekê de bawerî û hêvî dida avakirin. Ji bo herkesekê wek pal û pişt bû.”

Roj li pey rojê de diherikîn. Jiyan bi awayek sirûştî didomî. Lê her roja ku diçû şert û merc girantir dibûn. Rojên qedexe kirî didomî, lê Asya ranediwestî û tax bi tax dibezî… Dema ji bo gel pirsgirêkek rû dida, yek ser diçûn cem wê û ew jî heya pirsgirêka mijara gotinê çareser nedikir, dest jê bernedida. Ji ber ku herkes bi dadweriya wê bawer bû. Ew xwedî kesayetek cihê bû, xwezayî û xwedî berpirsyarî nêz dibû. Ber bi her karekê de dibezî, kesên ku kar û xebata wê dinêrin, jê bandor dibûn, ew jî yek ser diketin tevgerê û kar dikirin.

‘Nebe ku tu bigrî!’ 

Asya Yuksel dema di bodrumên wehşetê deye, ji bo cara dawî bi dayîka xwe re diaxive û jê re dibêje ku li cem wê birîndar hene. Dayîk jê dipirse, ‘Ka te çi xwarin ji birîndaran re çêkiriye’ Ew jî bi dilnizmî li dayîka xwe dizivirîne û dibêje; “Ez bi çorbeya nîskê li wan dinêrim. Hin birîndar pir giran in, lê bi qasî ku derfetên me dest dide, em wan derman dikin. Dayê, encam çi dibe bila bibe, lê tu xemgîn nebe. Nebe ku tu bigrî!”

Li navçeya Şirnex Cizîrê, di roja 79’an a êrîşên qirkirinê yên dewleta dagirker ya Tirk de, Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel û Mehmet Tunç tevî hevalên xwe bi dirûşma “Berxwedan Jiyane” dîrokek ji qehremaniyê dinivîsin.