Têkoşîn li dijî şîdeta li ser jinê

- Suna TUNÇ
716 views

NECIBE MEHMUD-3Necîbe Mehmud ji Rojhelatê Kurdistanê ye. Dovre derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir dest bi jiyanê dike. Ew demek dirêj di nav kar û xebatên ji bo jinan de dimîne, dixebite. Necîbe Mehmud niha jî di televîzyona Aryen tv. de kar dike. Ew bi xwe, xwe wek jinek çepgir binav dike û dide diyar kirin ku ji bo wê kar û xebatên jinan hertim ji kar û xebatên partiyê girîngtir bûye. Niha jî nêrînên Necîbe yên di derbarê jiyan û xebata wê de…

‘Ez hatim xapandin’

Necîbe Mehmud bi xwe ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mahabadê ye. Di sala 1969’an de tê dinya yê. Heta pola duyemîn ya navendî li Rojhilat bi zimanê Farisî dixwîne lê, di 15 saliya xwe de tevî malbata xwe derbasî bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî dibin. Li vê derê ji bo wê pêvajoyek nû destpê dike. Di jiyana wê de werçerxana herê mezin bi zewaca di temenê 15 salî de pêk tê. Dema ku ez jê dipirsim ka di vî temenê biçûk de tu çima zewicî, gelo bi zorê bû, ew bersiva min dide û wiha dibêje; “Na! A rast mirov nikare bibêje ku bi zorê bû, lê gelek jin li derdora min kom bûn, ez biçûk bûm û dikarim bêjim ez xapandim…Lê, li holê evîn nînbû, xwazginî hatin, ez xwestim û zewicîm. Hertişt wiha bi zû qewimî..!”

Piştî dizewice jî dixwîne û di nav Hizbî Şûî de dest bi karê siyasî dike. Hevserê wê jî pêşmergeyekî heman partiyê ye. Piştî demekê Rejîma Baas hevjînê wê tevî gelek kesan digire. Ji ber vê ew jî neçar dimîne xwe veşêre û dest ji dibistanê berde. Hevserê wê paşê tê berdan lê, ji ber îşkenceya li zîndanê dîtî, nexweş dikeve. Lewra tevî karê xwe yê siyasî didomîne jî êdî nikare careke din vegere dibistan ê.

Nakokî û lêgera jiyanek din

NECIBE MEHMUD-6Bi raperîna gel ya sala 1991’an re ew êdî derbasî nav xebatên rêxistina Komelî Afiretanî Kurdistan a girêdayî partiya xwe Hizbî Şûî dibe û li deverên weke Silêmanî, Şeqlewa, Ranya, Dihokê, di nav jinan de xebatê dimeşîne. Bê guman ev yek ji bo wê dibe destpêka qonaxek nû. Roj bi roj rewşa jinan a di nav civakê de, zexta li ser wan, kuştinên jinan, nêzîkbûnên rêveberiya herêmê ya li hemberî dozên jinan dibîne. Lê, piştî raperînê cûdabûn dikeve navbera nêrîna wê û hevserê wê… Jiyana wan ya taybet bi nakokî derbas dibe, ev rewş jî heya sala 2006’an didome ku di encam de jî ji hev vediqetin. Lêbelê ji aliyek din de jî nakokiyên wê yên di nav civakê de jî destpê kiriye.

Ew vê pêvajoyê wiha dinirxîne: ”Ji bo jinan kar kirin ne hêsan bû. Ji ber vê jî pêwîstî pê hebû ku destpêkê ez li hemberî malbatê têbikoşim. Her çend min zêde guh pê nedaba jî di navbera min û partiya min de jî nakokî hebûn. Dîsa dema me dest tavêt doza jinekê, berê hertiştekê hewcebû em bi civak û eşîrê re jî têbikoşin. Di vê xebatê de gelek caran em rastî êrişan dihatin. Êriş ji aliyê kesên destê wan di kuştina jinan de hebû dihat kirin. Gelek caran hin jinên ku rastê tundiyê dihatin, min li mala xwe de diparastin. Gelek derdoran pêşî nedixwestin em nêzîkî jinan bibin, lê dema karê me didîtin baweriya wan pêş diket û em dipejirandin.”

‘Hewce bi yekîtiya jinan hebû’

Ji sala 1991’an û pê ve, li Kurdistanê ji bo guhertina zagonên di derbarê jinan de, ew dest bi kar dikin. Lê, bi şerê navxweyî yê di sala 1996’an ê di navbera YNK û PDK’ê de gelek saziyên jinan ji hev cûda dibin. Lewra Başûrê Kurdistanê mîna sê parçeyên herêma zer, herêma kesk û Helepçe jî ji aliyê rêxistinên îslamî tê parvekirin. Necîbe Mehmûd wiha behsa wan rojan dike:

”Piştî şerê navxweyî yê sala 1996’an kes nediçû aliyê kesa din. Me weke jinan diyar kir ku divê em guh nedin rêxistinên xwe û hewceye em di nav xwe de yekîtiyê ava bikin. Weke Rêxistina Komelî Afiretanî Kurdistan, bi pêşengiya min û çend jinên din, me bi beşdariya 11 rêxistinan navendek hevbeş avakir. Pêşî li gel hevkarek xwe û paşê jî min bi tenê serokatiya navendê girt ser mile xwe. Bi vî awayî me karîbû ku li her sê parçeyan jî kar bimeşanda. Ji bo desthilatdariya herêmê nikaribe bandorê li karê me bike, ji tu rêxistinê me alîkarî wernegirt. Vê yekê hişt ku em zêdetir bi bandor bin û li hemberî tund û tujiya li ser jinan, di şopandina dozên wan de bi israr bin. Weke navenda jinan me li Bexdayê ji bo nûnertiya wekhev a jinan li meydana Fîrdewsî çalakiya greva birçîbûnê lidarxist. Di encama tekoşîna me de li Iraqê cara yekemîn nûnertiya wekhev a jinan hat pejirandin. Dema xebatê de Yekîtiya Jinan a nêzî YNK û Yekîtiya Afiretan a nêzî PDK jî dixwestin pêşî li xebatên me bigirin. Lêbelê ji ber ku karê me bi hêz bû nikarîbûn bi ser bikevin. Ji bo em bikaribin jinên di nav herêmên xwe de hesp bûne bînin gel hev jî me xebat meşand. Mînak li Dêgelê kevirek hebû ku hunermendekê ji bo YNK û PDK bikaribin werin gel vî kevirî û aştiyê pêk bînin,  kevir boyax kiribû. Me jî jinên ji Hewlerê hatibûn, li ber vî kevirî pêşwazî kir û mîna çalakiyekê ew birin Silêmanî yê. Ji bo ku di navbera jinên Başûrê Kurdistanê de yekîtî bê avakirin ev gaveke girîng bû.”

Têkoşîna li dijî tund û tujiyê

NECIBE MEHMUD-8Necîbe Mehmud dide diyar kirin ku ew di nav Hizbî Şûî de heta 2003’ an wek endama Meclîsa herêma Silêmanî, endama desteya Rêveber a Komelê Afiretan xebitiye. Ji bo wê êdî xebatên jinan ji karê siyasî girîngtir dibe. Lê, dema ji ber xebatên wê rejîma Baas gefan lê dixwe û tevî ku bi belgeyan rastiyê derdixe holê jî rêxistina ew girêdayî bû pê re nabin alîkar. Ev ji bo wê dibe rawestgeha herî dawî ya bi Hizbî Şûî re û di heman demê de ji Komelê Afiretan jî vediqete.

Vê carê di nav rêxistinek civakî ya bi navê ‘Geşepêdananê Medeniyet’, weke berpirsa pêşxistina projeyên ji bo jinan kar dike. Di heman demê de heta 2005’ an serokatiya ‘Navenda Hevbeş’ a Jinan dimeşîne. Piştî serokatiyê dewr dike xebat lawaz dibe, ew jî ‘Koma Hevbeş’ avadike.  Di vê navberê de PDK û YNK hikûmetê avadikin lê, di hikûmetê de tu jinek cih nagire û ji bo jin bikaribin di qada siyasî de cih bigirin jî dest bi xebatê dikin.

”Dema ku me dît di hikûmetê de tu jinek cih nagire, bi beşdariya 44 rêxistinan me bi navê ‘Helwesta Heftê’ komek avakir. Me nûnerên rêxistinan komkirin û hesabê cîh negirtina jinan ya di hikûmetê de ji wan pirs kir. Piştî wê Mam Celal ku wê demê Serokê Iraqê bû, li Bexdayê bi civînekê ragihand ku wê di hikûmetê de jinek wek wezîr cih bigire. Mixabin tu bandora vê wezîrê tunebû. Paşê, ji bo avakirina yekîtiya jinan me biryar girt û bi beşdariya 50 rêxistinan me ‘Koma Helwest’ avakir.

Koma Helwest pêşî di doza kuştina keça Êzîdî Xatû Dua de dibe xwedî helwest. Ji bo cezakirina kujer di sala 2007’an de çalakiyan lidardixînin, li bajarê Silêmanî, li ser tund û tujiyê konferansek mezin organîze dikin. Di encama xebata bi dehan saziyên jinan yên li Başûrê Kurdistanê, zagona qedexekirina tund û tujiya di nav malê de tê derxistin.

Rê nadin dozên diderbarê jinê de

NECIBE MEHMUD-9Balkêşe ku Necîbe Mehmud dibêje gelek caran desthilatdarên herêmê piştgirî didan kujeran û dixwestin bi rêbazên eşîrî nêzî mijarek wek mijara kuştin, tund û tujiya li ser jinê bibin û çareser bikin. Bi vî awayî piştgiriya tawanbaran dikirin. Dest jê berde ku rêveberiya herêmê piştgiriya wan kesan bike, her wiha bi van nêzikatiyên xwe pêşî li xebatên wan jî digire. Lewra rêveberiya herêmê dide diyar kirin ku dozên bi vî awayî dema biçe dadgehê bandorek xerab li peywendiyên me û eşîrê dike.

Lêbelê ew dest ji doza xwe bernadin û bi israr diçin ser bûyerê. Di heman demê de ji bo jinan perwerde, semîneran organîze dikin, li ser sunetkirina jinan, xwe şewitandina wan û rêyên çareserkirina pirsgirêkên wan gotubêjan pêşdixin.

Xebatê wan li derveyî welat jî berdewam dike. 2004’ an diçe Îngîltereyê û li parlementoya wêderê balê dikşîne ser rewşa jinên Kurd, Helebçe û tawanên rejîma Baas. Dîsa ji bo xebatên jinan ên hevbeş diçe Swêd ê. Li Polonyayê beşdarî perwerdeya pêşxistina demokrasiyê dibe. Li Ammanê jî beşdarî perwerdeya saziyek mafê mirovan a li ser mafê mirovan dibe. Li welat jî li ser ‘di nav rêxistinên siyasî de jiyana hevbeş a aştiyane’ bi hin rêxistinên Ewrûpî re xebatê dimeşînin.