Tekoşîna jinê a vegera heqîqetê 

- Tolhildan OZAN
647 views

Cihê ku mirovahî koka xwe lê berdaye û ji şaristaniya Mezopotamyayê re bûye derguş, di vê axa pîroz de, dayîkên me yên serdema Neolotîkê, her wiha xwedawendên me, jiyan afiranidine û pêşengiya jiyanê kirine. Ji lewra di avakirina mirovahî de gavên giranbiha avêtine. Dayîkên me yên Neolotîkê her dîtinek ji xwe re kirine ezmûn û ji bo berdewam kirina mirovahiyê ev  bikar anîne, wek ezmûn jî kirine malê dîrok ê.

TiMANSET-mî dibêjin zekayê jinê zêdetir di milê hestiyarî de kar dike. Ev rast e! Lê, dîtinên jinê ji mere dide nîşandayîn ku zekayê analitîk jî li gel zekayê hestiyar bi hevsengî hatiye bikaranîn. Zekayê jinê zêdetir nêzî xwezayê ye. Çawa ku xweza her demsal xwe nû dike û xwe diguherîne, jin jî her meh xwe nû dike. Wek Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan jî destnîşan kiriye, jin bi xwezayê re di nav girêdanbûnekî zirav de ye. Ev taybetmendiyên wê dihêle ku jiyan bi destê wê were avakirin. Di heman demê de perwerde kirina zarokan wek erkên wê yê girîng in. Ji ber wî jî mirovatî zêdetir li derdora wê kom dibe. Ji ber ku ji her pirsgirêkekê re çareseriyan peyde dike, ji tunebûnê hebûnê ava dike, ji nexweşiyan re bi tiştên xwezayî derman çêdike. Dema ku ji xwezayê sûd wer digire, lêborina xwe jê dixwaze û tiştên jêre pêwîst ji bo berjewendiyên tevahiya qebîleyê bikar tîne. Peyva, ´di qebîleyê de em hemû ji bo yek kes, yek kes ji bo me hemûyan´, esas tê girtin. Ev yek pîvaneke ku ji bo jinê esase û nema dest jê tê berdan.

Parvekirin, şêwirmendî, bi ehleq û dadperwerî nêzbûn, di nav rêgezên yekemîn a dayîka xwedavend de cih digire. Bawerî ji bo wan pirr girîng e. Tişta ku jê sûd wer digirin jê baver dikin û li hember wê bi rêz nêz dibin. Totem wek baveriya qebîleyê ye û bi vê nasnameyê tev digerin.

Têkoşîneke demdirêj tê dayîn

Her wiha li gel hebûna jinê, zilam jî hebûna xwe didomîne. Karê zilam jî tîmî ji bo debara qebîleyê neçîrvanî ye. Ji zekayê hestiyar zêdetir, zekayê zilam yê analitîk li pêş e. Lê, ji ber ku zilam zekayê analitîk di nav hevsengiyê de bikar nayîne, bi demê re gelek rewşên xeter derdikeve holê. Ger ev zekayê analitîk li gor berjewendiyê mirovatiyê bihata bikar anîn, wê ev cîhan biziviriya bihuştê. Wê tu mirov bê kar û birçî nemaye. Lêbelê rewş wisa nabe û dîrok berovajî dizivire. Zilam ji rewşa jinê ya afirîner û pêşeng hesûdî dike, li hemberî rewşa jinê ku xwedî roleke serekeye di nav civakê de, radibe. Li hember van nêzikatiyan jin yekser dest ji têkoşînê bernade. Tekoşînek nêzî 3000 sal an tê meşandin. Ev dem, dema pevçûna jin û zilam e. Ji xwe çîroka Înanna û Enkî tê zanîn. Her wiha çîroka Tîamat û Marduk jî tê zanîn. Ev çîrokên bi vî rengî pevçûna jin û zilam ya dijwar dide nişandan.

Ev dem dema derbasbûna serdemeki nû ye. Piştre bi rê û rêbazên kirêt dîroka jinê tê bi ser û binî kirin. Gotinên cûda yên ku jinê biçûk dike, tên gotin. Di heman demê de, kirinên ku jinê kole dike, tê pêşxistin û jin heram, gunehbar tê dîtin. Jin ji qata zanyar, alim, fîlîzof û peyxemberan tê daxistin. Hebe jî an pirr kêm e, an jî li ser esasê azadiyê nîne.

Her serdemekê de jin hinek din tê xistin. Di serdema olên yek xwedayî de jin dikeve nav çar dîwaran. Her wisa koletiyek pirr kûr ji aliyê jinê de tê jiyan kirin. Pêre zilam jî tê kole kirin. Di serdema Kapîtalîzmê de jî çevên jinê tên boye kirin. Bi kirinên ku hebûna jinê tune dike, azadiyeke sexte pêşkêşî jinê tê kirin. Lê, jin nakeve vê ferqê. Di dema feodalîzmê de pirr tê bindest kirin û tê çewisandin, lê di serdema kepitalizmê de  jin bi şêwazekî hîn xirabtir dikeve û encamên ji dema feodalîzmê hîn xiraptir derdikevin holê. Her wiha jin dibe amûrekî a “tehrîk kirinê”, dibe amûrek a reklam û laşê wê tê perçe perçe kirin. Ji xwe ligor pergala  kepîtalîzmê; ´ji bo civakek were xistin, pêwîste ji despêkê de jin were xistin´. Lê, ev rewşa jinê ne çarenûsa wê ye. Ji ber ku dîrok wekî ku deshilatdaran nivîsiye nîne. Herçend jin hat xistin û hat bindestkirin jî li gel vê yekê jî berxwedana jinan weke kevneşopiyekê hertim hat meşandin. Ev ne çarenûsa jinê bû, ji xwe li hember vê rewşê jî gelek kesayetên ku li pey lêgerîna heqîqetê ketin rê û rewşa jinê ya koletiyê bi tu awayî nepejirandin, derketin holê.

Lêgerîna heqîqetê û jiyana azad

SENGAL YJS 11Lêgerîna Rêber gelê Kurd Ebdullah Ocelan a heqîqetê hîn di dema zaroktiyê de despê dike. Li ser vî esasî çawa ku kepîtalîzmê yek ser jin kir hedef û bera êrîşên xwe dan jinê, Rêberê gelê Kurd jî li hember vê ferasetê têkoşînek heya dawîn armanc kir û got; “ji bo azadiya civakê pêwîste despêkê jin bê rizgar kirin. Ji berku asta azadiya civakê bi azadiya jinê ve giredayî ye.” Rêberê gelê Kurd vê rewşa ku wek girêkekî kor lê hatiye, dahûrand û dest bi tekoşîna azadiya jinê ya bê hempa kir. Di pêşengtî û avabûna vê şorêşê de, jin jî tevlî şoreşê kirin û jinan di refên pêş yê şoreşê de cih girt. Di bingeh de, ev pêngav helwestek li hember pergala baviksalarî û koletiya jinê bû. A rast rêyek pirr bi zehmet hatibû hilbijartin, lê pêşketinên ku derketin holê, ne ji rêzê bûn.

Gelek şoreş çêbûn, lê di tu şoreşekê de li ser rewşa jinê a di nav de û azadiya wê evçend guftogû nehatin meşandin. Bê guman em nikarin tekoşînên ku di vê rêyê de hatine meşandin ji nedîtî bên, lê piranî yek alî man û nekarîn pirsgirêkê di kûrahiya wê de bigirin dest. Ji destpêkê de heya roja îro di bingehê felsefe û paradîgmaya Rêberê gelê Kurd de, nêzikatiya ku jin bibe ya xwe, di xwe de “Xwebûn” ê avabike û bibe pêşenga têkoşînê hebû. Jin jîn li ser vê bingehê di her kêliyê de têkoşîna sosyalîzmê dide meşandin û bi zanist tevdigere. Daku bikaribe xwe bi xwe, xwe birêve bibe û bibe xwedî parastina cewherî. Ger wisa nebe wê dîrok dîsa xwe dubare bike û rewşa xeter ya koletiya jinê wê ji dema berê hîn xirabtir bibe. Di paradigmaya nû de, ji sê lingên esasî, yek jî azadiya jinê ye. Ev dide nişandan ku azadiya jinê navenda tekoşînê ye. Her wisa ne tenê ji bo jinên Kurd, di şexsê jinên Kurd de tekoşîna tevahî jinên cîhanê hat meşandin.

Niha li Bakur, Rojhelat, Rojava, Başûr, Şengal û derwayî welat têkoşîna azadiya jinê gihiştiye astekî stratejîk û ev rewş azadiya gelan misoger dike. Ji ber ku azadiya civakê, giradiyî asta azadiya jinê ye. Ev têkoşîn bi tevahî di encama keda Rêberê gelê Kurd de hat avakirin.

Azadî bê parastin nepêkan e

Artêşbûna jinê tê wateya hêza parastina jin ê. Ev tê maneya ku êdî jin xwedî hêz û baweriyek wisa ye ku êdî tu hêz nekare wê têk bibe. Ji ber ku di destpêka hertiştekê de parastina cewherî tê. Ji xwe azadî bê parastin nepêkan e. Bi artêşbûnê jin dikare hem xwe, hem tevahiya gelên bindest, azadîxwaz û hem jî tevahî jinên cîhanê biparêze. Bi partîbûnê re jî dikare bi zanist, parastina xwe ya cewherî pêş bixîne û fikra xwe azad bi lêv bike û li tevahî cîhanê belav bike. Van pêşketinan hişt ku tevahî jinên bindest bi naskirina tevgera azadiya jinê ji xwe re rêya rizgarbûnê bibînin û êdî serê xwe li hemberî tu zûr û zehmetiyê netewînin. Helbet mirov nikare bibêje jin azad bûye, lê bi têkoşîna tê dayîn re jin ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûye. Ger tenê mirov rewşa jinên Êzîdî bigire dest û binirxîne ku ev xwe birêxistinbûna wan di  mirov de kelecanê avadike; gihiştine astekê ku hemû qeyd û bendên ku heya roja îro li dora wan hatibû pêçan, biqetîne û têbikoşe.

Berê baya zilam çi bigota rastî ew bû. Jin bi tu awayî nedikarî serî li hember kevneşopiyên civakê rake. Ji xwe ji bo jinê malbat girtîgehek biçûk bû. Di derheqê jiyana xwe de xwedî gotin nebû, her wiha mafê nêrîn û biryardayîna wê tune bû. Ev rewş di tevahî civakan de mijara gotinê ye; lê, li Şengalê ev yek di asta herî jor de dihat jiyan kirin. Her wiha bêdengiya jinê, bê parastin mayîna wê hişt ku fermana 74´an bijîn û dîl bên girtin. Yegane pirsgirêk bê parastin mayîna jin bû û parastina xwe ji zilam re hîştin bû. Lê, îro jinên Êzidî baş dizanin ku derveyê wan kes nikare wan biparêze, encax ew bi vîn û têkoşîna xwe, wê bikaribin xwe li hemberî her cûre êrîşan biparêzin.

Qêrîna jinên Êzidî tevahiya cîhanê hejand; lêbelê rexmê wê jî herkes bêdeng bû û li benda ka wê çi bibe, sekinîn. Herkes bê deng bû, heya ku jinên têkoşer yên YJA-Star û YPJ´ê bi hawara wan we çûn. Hêzên ku xwe bi tu tiştekî nediguherandin li pey xilasiya canê xwe ketin. Bi hatina hêzên YPJ û YJA-Starê re yek ser artêşa Êzidxanê hat avakirin, jin hatin birêxistin kirin. Ji ber ku yegane rêya xilasiyê parastin bû û a hewce dikir, îro jî hîn hewce dike, ev yek e. Jinên Êzidî xwe perwerde kirin û di her hêlê de, di xwe de nûbûn dan avakirin. Di rastiya Rêberê gelê Kurd û têkoşîna 40 salî a jinên Kurd de xwe nas kirin û ketin pey lêgera heqîqetê. Jinên Êzîdî, êdî wek berê serî natewînin, ramanên xwe li her derekê tînin ziman, gavên xwebûyînê, bûyîna îrade tavêjin û bi baldarî tevdigerin. Bê guman ev pêşketin ji xwe de derneketin holê. Ev di encama hewildanên mezin û berdêlên gelek giran de hat pêşxistin. Kesayetên wek Bêrîvan Arîn, Bêrîvan Şengal, Nazê Nayif û bi dehan têkoşerên rêya azadiyê ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan, di nav vê berxwedanê de derketin pêş.

Gihandina heqîqetê teqes bi bilind kirina tekoşîna azadiyê re gengaz e. Ji bo ku ev tekoşîn fêkiyê xwe bide jî di rastiya Rêber Apo de xwe kûr kirin û xwe strandin pêwîst e. Keda Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan û projeya Wî ya ku ji bo jinê hatibû pêşxistin û nîvco mabû,  wê di Şengalê de, bi misogerkirina azadiya jinên Êzîdî re bi encam bibe.