Têkoşîna sedan salan

- Gulrux HATEMÎ
359 views
Gelek kes kuştinên jinan weke ‘qirqirina zayend (cins)’ jî pênase dikin. Ev pênase ‘feminicid’ê red nake, berovjiyê wê dipejirîne. Qirkirina zayend (cîns) tê wateya dijminahiya bênavber a polîtîk û bi zanebûn ji aliyê zayenda desthilatdar ve zayenda dîtir a kêm dibîne tundiyê bikarbîne ango bikuje.

Bi gotinêk din zayenda ku ji aliyê sîstemê ve hatiye bihêzkirin, piştgiriya wan tê kirin, li ser zayendek din her cûreyên tundiyê, zordariyê, kuştinê pêk tine, diperçiqîne, dixe bin tehakûma xwe. Vê tundiyê bi awayekî sîstematîk li ser zayendên din bikartîne. Ev yek weke ‘qirkirina Cins’ tê naskirin. Mînak, li civakên ku zilamsalarî heye, rojane herî kêm 5 jin ji aliyê zilaman ve tên kuştin. Destdirêjî, destavêtin, tundî dibe kirinên rojane yên li ser jinan pêk tên.

Qirqirina jinê qirkirina civakê’ ye

Partiya Azadiya jin a Kurdîstan PAJK diyar dike ku ‘qirkirina jinê’ di heman demê de ‘qirkirina civakê’ ye. Pênaseya PAJK ya ‘qirkirina jin/civak’ bi wî rengî ye; “Sistema desthilatdariya zilam bi hemû leza xwe tunekirina çanda li derdora jinê ji xwe re kiriye armanç. Bênavber tundiyê li jinê dike, di her kêliyê de tacîz, tecawûzê pêşdixe û li jêr gefa kuştinê de dihêle. Lewra yê ku tê kuştin ne tenê jin e. Di şexsê jinê de rûmeta mirovahiyê û cewhera civaka xwezayî ku jinê pîroz dibînin jî tê kuştin. Ji ber vê sedemê heta tundiya li ser jinê hebe, wê wîcdana mirovahiyê jî di bin lingan de bimîne.’’

Nîqaşên têgînî ya li ser “kuştinên jin û feminicide” ku asta herî jor ya tundiya xwe dispêre zayendperestiya civakê ye, xwedî dîrokeke kevn e. Nîqaşa têgînî ya di derbarê kuştina jinan de demekê dirêj e tê kirin. Di vê derbarê de jî lîteraturek grîng kombûye. Têgîna “Feminicide” niha li cîhanê hatiye pejirandin û gelenperî tê bikaranîn. Ev têgîn yekem car tundî û newekheviya di nava civakê de hîna bi ketina malzaroka dayikê û bûyîna jin ve girê dide. Têgîna Feminiside di encama têkoşina tevgerên jinan ên du sedsalên dawî û ezmûnên wan de hema bêje ku wek keşfek zanistî hatiye pêşxistin. Têgîn, tu cara ji nişka ve dernakevîn. Keşfa vê têgînê û pejirandina wê di encama têkoşîneke zindî û dayîna bedelan heta roja me hatiye.

Antolojiya feminicide

Cara pêşin nivîskara femînîst Carol Orlock di sala 1975’an de Antolojiya feminicide amadekiriye, lê neweşandiye. Piştî wê gelek derdorên akademîk li ser têgîna feminicide niqaşên xwe zêdekirine û têgîn jinûve di berçavan re hatiye derbaskirin. Her wiha naveroka wê hatiye berfireh kirin û gotina femicide/feminicide hatiye bikaranîn. Di sala 1976’an de jî têgîna feminicide bûye xwedî naverokek hiqûqî û di Dadgeha Navnetewî ya Cînayetên jin de (İnternasyonel Tribunal On Crimes Against Women) ku li Bruksel’ê çêdibe, di çerçoveya sucên li dijî jinê de ev têgin hatiye ziman û hatiye destnîşan kirin ku kuştinên jinan encamên polîtîkayên zayendî ne. Ev dadgeh bi armanca ku di hemû çandan de sucên li dijî jinan tê kirin bikaribe ji bo rayagiştî eşkere bike, hatiye avakirin. Ev dadgeh baldikşîne ser lêpirsînên ne fermî ya saziyan û newekheviyên jin rûbirû dimînin.

Deklerasyona feminicide

Di sala 2008’de di encama civîna çaremîn ya pisporên CEVİ ya ku li Washington’ê hate lidar xistin de deklerasyonek li ser feminicide cara yekem di 15’ê Tebaxa 2008’de hate weşandin û têgînên Femicide/Feminicde bihevra hatin bikaranîn. Di wê deklerasyonê de feminicide weke : ‘Ji ber ku jinin kuştina jinan, ji ber têkiliyên nav malbatî ango têkiliyên bi mirovên din re, an jî ji ber ne xweşbîniya endambûna civatekê, dewlet û saziyên wê ya beramberê jinan”hatiyê pênasekirin.

Di sala 2012’de jî li paytexta Avustuya Viyanayê civîneke din hate lidarxistin û deklerasyoneke nû hate weşandin. Di wê deklerasyona feminicide’de: “Qirkirina jin/Qirkirina zayend (cîns) û çi di naveroka feminicide de heye, yek bi yek hate ziman û 11 cûreyên tundiyê li wateya feminicide hate barkirin.

Ew 11 xal wiha hatine rêzkirin:

  1. Di nav malbatê de kuştina partner. Weke hevjîn, heval hwd.
  2. Îşkence û kuştinên ji ber dijminahiya jinê.
  3. Di bin navê namusê de kuştina jin û zarokên keç.
  4. Di demên şer de hedef girtina jin û zarokên keç.
  5. Kuştinên ji ber sedemên cihêz.
  6. Ji ber nasnameya zayendî ya civakî û meyla wan a cinsî kuştina jin û keçên ciwan.
  7. Ji ber kokên xwe yên herêmî kuştina jin û keçên ciwan.
  8. Kuştina zarokên keç ji ber daxwaza hilbijartina cinsiyeta mer.
  9. Birîndarkirina (seqetkirina) organa cinsî ya jin û girêdayî wê kuştinên jinan.
  10. Bi îdîaya pîresehriyê kuştina jinan.
  11. Kuştinên ji ber madeyên hişbir, bazirganiya mirovan, sucên birêxistinkirî jî cîhê xwe di nav femicide de digrin. Heta dem bi dem têgîna “terora li dijî jin” jî tê bikaranîn.

Ev deklarasyon alarma mijarên Qirkirina Jin/Qirkirina Zayend û Feminicde dide. Di heman demê de bale dikşîne ser rastiya civakê ya jinê bêhêz dihêle, bi zilam ve girê dide û jina bê parastin maye ku rojane bi kuştinê re rûbirû dimîne.

feminicide sûcekî mirovahiyê ye

Qirkirina jin/feminicide sûcekî mirovahiyê ye. Ji ber vî yekê Dadgeha Cezayên Navnetewî di warê huquqî de dikare bibe alîkar. Di xala 7’emîn a belgeya avakirina Statûya Romayê de tundiya li beranberî jinê bi awayekî berfire di çerçoveya êrişên sîstemetîk ên li ser gelên sivil tê dest girtin. Mijarên wekê; “bi zanebûn kuştin, bi zanêbun birîndarkirin, kolekirin, îşkence, şexsan ji azadiya wan mehrum hîştin, ji bo testên zanistî bikar anîn, êrişên cinsî, destdirêjiya li zarokan, bi darê zorê fihûş pê dana kirin, bi sedemên polîtîk, netewî, çandî, bawerî û cinsî tiştên ku bi awayekî cidî bibe sedema zerarê û ziyanê bide laş, rûh û tendûrîstiya fîzîkî dikevin çerçoveya Qirkirina Zayend. Dîsa çalakiyên bi zanebûn li dijî mirovahiyê tên kirin, ên weke “ sûcên li dijî mirovahîye” têne qebul kirin.”

Lê li ser vê mijarê lihevkirinek di aliyê zagonên Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Dadgeha Cezayên Navnetewî de nîne. Bi taybetî dewlet ji bo sûcên dikevin çerçoveya ‘Qirkirina Jinê’ de bê ceza bimînin bi israrin û ev bêxemî zêdetir rê ji kuştinên jinan re vedike. Di navbera hiqûqa dewletê ya navxweyî û û Dadgeha Cezayên Navnetewî de ferq û cewaziyen pir mezin hene. Lewra di şertên asayî de nikarê erkên dadgehên welatan bigre ser xwe. Peymana heyî jî li ser bingehê “ Rêbaza temamkirinê’’ ye.

Dadgeha Cezayên Navnetewî di mijara tundiya li ser jinê û Feminicide de, dema dadgehên welatan nexwazin brokratên xwe yên payêbilind û hemwelatiyên xwe dadgeh bikin û dema rewşa şerê navxweyî de sîstema welatan a dadê hilweşe ango gihaştibe asteke ku nikaribe kar bike, dikare têkeve dewrê. Bandora dadgehkirina Dadgeha Cezayên Navnetewî ji dadgehên din cûdatir e. Ji ber ev dadgeh hemû tawanên li cîhanê têne kirin digre nava bazinê xwe û xwe bi herêmekê yan jî bi demeke diyarkirî re sînordar nake. Lewra ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan a sîstematîk, divê tundî weke îşkence bê pênasekirin û zagonên di vê derbarê de bi israr bên pêkanîn.

Hemû jin ji ber jinbûna xwe dibe ku bi Qirkirina Zayend-Feminicide re rûbirû bimînin. Lewra bersiva pirsên wiha girîngin: ‘Ji bo pêşîlêgirtina vê pêwîste em çi bikin? Jin çiqas dikarin xwe bigîhînin edaletê? Gelo yê ku tundiyê dikin li gorî pêwîstê têne ceza kirin? Di cezakirinê de ‘tehrîk’ çawa bi awayekî nebaş tê bikaranîn? Gelo erkdarên olî dikarin bi duayan pêşî li kuştinên jinan bigrin? Bêguman li van pirsan gelek pirsên din jî dikarin bê zêdekirin.

Divê çi were kirin?

Bi zanebûna azadiya jinê, azadiya civakê ye, pêşxistina xebatên perwerdeya jinan xwediyê girîngiyek diyarker e. Lê ev perwerde divê di çerçoveya Jîneolojiyê ya ku Rêber Apo ji bo şoreşa jinê weke têgîhiştina zanista civakî pênase dike bê kirin. Jîneolojî xwe dispêre paradigmaya civaka demokratik, ekolojîk, azadixwaziya jinê û pêşxistina wê girînge. Teoriya “berdana bê dawî” jî di çerçoveya dest ji berdana hemû avaniyên zihniyet û ruhî ya sîstemê û avakirina cîhana jiyana xwe ya bi wate divê bigrin dest. Li alîkî din jin dikarin di hemû qadên jiyanê de li ser mijara xweparastinê bisekinin, rê û rêbazên wê pêş bixînin. Bi awayekî hevbeş û gelemperî têgihîştina parastina cewherî divê hem di takekes de û hem jî di nava jinan de bê avakirin. Bi pêşengtiya jinan di serî de perwerdekirina mêran û zarokan, hemû beşên civakê, bi rêya akademî, saziyên ragihandin û çapemeniyê, civînên gel, bi platformên hevbeş yên nîqaşan xwe gîhandina her kesî gelekî girîng e. Cîhê ku Feminicide lê hatine kirin dadgehên jinan bên avakirin an jî dema sûcên şer tên dadgehkirin jin jî tevlî peyvajoya darizandinê bên kirin. Di şer û pevçûnan de bi zanebûn jinan dikin hedef û qir dikin. Lewra divê jinan jî beşdarî peyvajoyên mûzakereyên çareseriyê bikin. Jin divê ti carî jibîr nekin ku zihniyeta zilamsalar û dewletê wan qir dike. Ji ber vê tû carî nikarin wan biparêzin. Lewra divê pegalek parastina hevbeş di ware leşkerî, siyasî, civakî, aborî hwd.de avabikin û di her warî de xebatên guhertina civakê geş bikin.