Tevnên xweparastina jinan

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
330 views
10’ê Sibatê dewleta Tirk ya dagirker li dijî herêma Garê tevgera dagirkirinê pêk anî. Di nava 4 rojan de tevger têk çû, artêşa Tirk şikestinek mezin jiya û vekişiya. Encamên vê têkçûnê yên leşkerî û siyasî ji niha de xuya bûn, lê bi demê re dê zêdetir dê xwe bidin der. Bersiva pirsa çima Garê bû armanca êrişê êdî dinya alem dizane. Lê taybetiyek din ya Garê jî ew e, di nava şervanan de wekî qada gerîllayên YJA Starê tê zanîn. Bi taybet jî di demeke wisa de ku jin di çerçoveya pêngava KJK’ê ya ‘li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye’ di tevgerê de ne, ev serkeftina li qada jinên gerîla hîn bi watetir e.

‘Xweparastinek çawa?’

Lê êrişên pergala faşîst ya mêr ne tinê di warê fîzîkî de ne. Pergala qirker êrişek giştî li dijî nirxên civaka jinê pêk tîne, êrişî her destkefta têkoşîna azadiya jinê dike. Rojane êrişên pergala mêr yên li dijî jinê û civakbûna wê bi hezarûyek rengî xwe dide der. Hebûn û nasnameya jinê bi van êrişan di bin çerxa qirkirinê de ye. Lewma li hemberî van êrişan pirsa sereke ‘xweparastinek çawa’ ye. Ji ber şîdeta li dijî jinê pergalî ye ji bo parastinê li gel fêmkirinek kûr ya dîrokî û civakî ya tundiyê, xwe-rapêçanek îdeolojîk û rêxistinî xwe ferz dike.

Eşkere ye xwebûn bi xweparastinê, xweparastin jî bi xwebûnê pêkan e. Lewma di tecrubeya tevgera azadiya jinên Kurdistanê de jî zelal bûye, zanîn û têgehiştina azadiyê ji bo parastinê gava pêşî ye. Di rêwîtiya tekoşîna li dijî pergala tundiyê de xwezanîna jinê dê bihêle jin bigehe amûrên têkoşînê, li dijî pergala mêr hem xwe rapêçe hem jî bibe xwedî helwest. Jina zana dê bikare sekna li dijî cinsiyetperestiyê nîşan bide, wan rolên dîrokî red bike û gav bavêje qada xwebûnê. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd di vî warî de qada herî xwedî ezmûnên herî dewlemend e.

Xweparastina jinê çalakiyek polîtîk e

Sedem çi nîşan didin bila bidin, lê jin ji ber ku jine tê qirkirin. Ji ber vê yekê êrişa li dijî jinê ne takekesî lê civakî ye. Lewma hebûna rêxistî ya jinan nebe, xweparastina jinê zor e. Ti jin bi tena serê xwe bi zanîn û têgehiştinek takekesî nikare li dijî tundiya pergalî raweste. Lewma ji bo xweparastinê ya herî giring di encama zanîna kolektîf de rêxistinbûn e. Xwerêxistinkirina jinê dê bikare jinan li hemberî peywendiyên xwe disipêrin desthilatê rapêçe û jinê bike îradeya siyasî. Jina ku xwe li ser esasê azadiyê rêxistî dikare ji objebûnê rizgar bibe, bibe kirdeyek polîtîk ya çalak. Parastina esasî lewma ji bo jinan ew e rêxistina xwe bisipêrin zanîna kûr ya dîrokî, civakî û jê wêdetir xwe li ser heman bingehî rêxistin bikin. Dema jinê ev pêk anî dikare stratejiyên parastina fîzîkî jî pêş bixe.

Di têkoşîna jinan de eşkere bûye kû xweparastina jinê çalakiyek polîtîk e, dij pergalî ye. Hema bêjin hebûna jina azad di her qada jiyanê de tê înkarkirin. Ev înkar bi awayên cuda di her qadê de xwe dide der. Ew têgehiştina cinsiyetperest ya jinê lawaz û mêr xurt dibîne jî vê tundiya li ser jinê xweyî dike û xurttir dike. Ji ber vê di pratîka tevgera azadiya jinên Kurdistanê de jî eşkere ye, jina zana û rêxistî dikare li dijî cinsiyetperestiya civakî serî rake, rolên cinsiyetperest serûbin bike.

Di têkoşîna xweparastinê de tevî tevgera fikrî, di warê fîzîkî de jî jinan li Kurdistanê ew sînorên cinsiyetperest yên civakî û dîrokî hilweşandin e. An na li dijî tundiya pergala mêr parastina jiyana azad dê çawa be?. Di şoreşa Kurdistanê de artêşbûna jinê aliyê xweparastinê temam kiriye. Jina di çerçoveya azadiyê de têgehiştî, rêxistin bûyî, di xweparastina fîzîkî de jî bûye hêza herî çalak ya li herêmê.

Jin dibêjin na ji dagirkeriyê re

Asta têkoşîna azadiya jinê li Kurdistan û herêmê bandorên ciddî çêkir, di xweparastina jinê de, di parastina civakê de tevegera jinên Kurd bû aktorek giring. Li gel Kurdistanê, bandorek mezin li herêmê û cîhanê dike. Lewma di salên dawî de bi awayekî sîstematîk êrişên li ser tevgera azadiyê ya jinên Kurd zêdetir bûn. Jina rêxistî bû armanca êrişên siyasî û fîzîkî. Bi taybetî li Bakur û Rojava bi êrişên yekser tinekirina pêşengiya jinê ketin rojevê. Ji ber vê sebebê pêngava KJK’ê ya parastina jin û civakê gelek giringe. Jina ku xwe neparêze eşkere ye nikare civakê jî biparêze. Jinên Kurdistanê li ser vî bingehî çalak in.

Li Kurdistanê jin bi vê kampanyayê biharê pêşwazî dikin. 8’ê Adarê bi banga parastina jina azad û civakê tê pêşwazîkirin. Weke her sal îsal jî 8’ê Adarê dibe starta têkoşîna li qadan. Lê îsal ew ruhê li Garê artêşa Tirk têk bir 8’ê Adarê jî, Newrozê jî bi watetir dike. Jin dibêjin Na ji dagirkeriyê re. Jin dibêjin Na ji qirkirinê re. Diyare li Kurdistanê jin dê bikarin di her şert û mercî de amûrên heyî veguherînin hêz û îradeya parastina xwe û civakê. Xweparastina jinê bi gotinek ya Rêber Apo pênasekirin pêkan e, ‘jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe tê hezkirin’. 8’ê Adarê li jinên têkoşer, azad û xweşik pîroz be.