Xwedîderketina destanên kurdî erkeke pîroz e

- Roza METÎNA
524 views

Destan ji bo gihaştin û jiyandina çand, huner û nasnameya gelekî xwedî hêviyeke mezin e. Dema em destanên hezar sal berê îro dinêrin, em dibînin ku bi saya wêjeya devkî ev destan gihiştine roja me ya îro û pêşengiya vê yekê jî dîsa jinê kiriye.

Destan nasnameya me pêk tîne

Em dikarin bêjin, destan nasnameya civakê ye. Destanên wekî “Şahmeran”, “Ristemê Zal”, “Eliyê Doman Begê” bi saya dengbêjan heta roja me ya îro gihaye. Lê dema em dinihêrin destanên me jî para xwe ji êrîşên nijadperest girtine. Desthilatdaran xwestiye ku di bin navê wergerê de gelek destanên me bikin malê xwe û li ser keda gelê Kurd a bi salan rûnên. Lê, baş e ku axa me ya dewlemend û kevneşopiyên me yên ji şaristaniyê re bûne mînak diyar dike ku destanên me nîşaneya nasnameya me ne. Bi saya destanan hestên neteweyî jî tên xwedîkirin û li ser vê esasê pêşî li pişaftinê jî tê birîn. Lê belê ger xwedîderketinek hebe!

Di destanên gelê kurd de gelek rastî hene ku ji siberojê re dibe eynik û jinên Kurd di destanan de xwedî peywir, rol û misyoneke girîng in. Dema em li destanên kurdî û her wiha destanên li ser Rojhilata Navîn dinêrin, jin bi têkoşîn û afirîneriya xwe derdikevin pêş. Lê di hinek destanên bi devê mêr tê gotin de jî zayendperestî heye. Divê têkoşîneke hevpar a li dijî zimanê zayendperest jî em her dem ji xwe re bikin aramanc.

Vegotina hestan

Destanên kurdî di warê motîvên kurdewarî de jî gelek xurt in. Wekî mînak di destana “Kawayê Hesinkar” de motîva agir ji bo gelê kurd palpişta hêza azadî û têkoşînê ye. Ahmedê Xanê jî di destana “Mem û Zîn” de motîva kurdewariyê, Newrozê derdixe pêş. Mem û Zîn di Newrozê de hevdu nas dikin û dilê wan dikeve hevdu. Her cure hestên civakê di nava destanan de xwe dane der. Ev jî dîrok û jiyana civakekê radixe pêş çavan. Xemgînî, zilim, zordestî, qehremanî, bextewarî û hwd. gelek hest tên nîşandan. Tevî hestên cuda peyamên veşartî û vekirî jî bi hev re tên dayin. Şîroveya destanan gelekî berfireh e.

Têgeheke girîng jî ew e ku jinê di destanan de her dem ji bo azadiya xwe li berxwe daye. Jina ku xwestiye azadiya xwe bi dest bixe her dem hatiye xwestin ku bê cezakirin. Em dema bala xwe didin destana “Memê Alan” û “Zîna Zêdan” (Mem û Zîn), Zîn di vê destanê de sembola azadiyê ye. Li dijî fen û fûtên Bekoyê Ewan û li dijî zilma birayê xwe Mîrê Cizîra Botan derdikeve. Di destanên kurdî de, jina kurd ji bo rêya rizgariyê her cureyên berxwedanê daye pêş çavên xwe. Her wiha di destanên “Siyabend û Xecê” û destana “Kerû Kulîk” de jî rol û mîsyona jinê ya girîng derdive pêş. Di heman demê de em di van destanan de zordestiya mîrên ereban jî dibînin.

Folklora me ber bi xetereya tunebûnê ye

Mixabin ji ber ku em di qada xebatên li ser folklora kurdan de kêm dimînin gelek destanên me ber bi windabûyinê ve çûne. Çend roj berê Celîlê Celîl digot ‘Divê Kurd gund bi gund bigerin, li çolan razên da ku arşîveke xurt a ji bo folklora xwe çêbike’.

Em di warê xwedîderketina folklora xwe her çiqas di nava kêmasiyan de bin jî efsûn û dewlemendiya destanên kurdî di heman demê de bala lêkolînvanên derveyî welat jî kişandiye. Lêkolînvanê Elmanî Oscar Mann çend destanên kurdî bi awayekî berfire berhev kiriye û ew wergerandiye zimanê Elmanî û weke du pirtûk çap kiriye. Çend mînakên wê “Laz û Xezal”, “Nasir û Malmal”, “Qer û Gulîzer” in.

Ji ber ku em di warê xwedîderketinê de qels mane, hinek destan û çîrokên me zêde belav nebûne. Destana “Ferhat û Şîrîn” destaneke Kurd e, lê pir zêde di nava Kurdan de belav nebûye. Wekî çîroka “Keçelokê Pîrê” ku bi tirkî jê re ‘Keloglan’ tê gotin û di televizyonên Tirkan de filmên wê tên weşandin, her wiha gelek Kurd dibêjên qey “Ferhat û Şîrin” û “Keçelokê Pîrê” destan û çîroken tirkan in. Gelek destanên ku bi motîvên kurdî dewlemend bûne îro bi xetereya tunebûnê re rû bi rû hatine hiştin. Xwedîderketina destanên kurdî erkeke pîroz e.